Lêgerîn û Bihuşta Xezalan

Kadîr Stêra

Di vê nivîsê de, em ê berî bidin Bihuşta Xezalan û pala xwe bidine qurmê darekê. Em ê dîmênên pastoral li wir temaşe bikin û bidine pey xeyalên xwe.

Ew xeyalên ku vê gerdûnê bi me şêrîn dikin. Wê ev berhem jî, di wê gerdûna xwe a xeyalî de, pir tiştan li ber çavên me şêrîn bike. Wê dêya me, li wir ji me re qala çîroka Hesenîkê Gavan bike û em ê di çîrokê de xwe wenda bikin. Bihuşta Xezalan ji aliyê Eyşana Beravî ve hatiye afirandin,  bi dilê xwe ê xwezayî, xwe ji êşên xwe rizgar kiriye û berê me dide Bihuşta Xezalan. Her çiqasî wê ev berhem afirandibe jî, ew ne bihuşta wê  tenêye; ew Bihuşta kesên wenda ne, ew kesên ku dixwazin bi Xezala xwe re an jî, bi Erebê Ûnisê xwe re li ber şewqa heyvê bi hevdûre şa bibine ye.

Wekî ku wê jî got : ‘‘Ev romana jinên bedew û mêrên bedewe.

Ma mirov bi dûv xewnan dikeve! Ji bo dîtinekê, dînitîyek kiribû.”

 (Beravî Eyşana, Bihuşta Xezalan – Weşanxaneya Lîsê, rûpel: 63)

Mirov bi dû xewnan dikeve û pir caran di wan xewnan de jî, xwe wenda dike.

 Ji bo dîtinekê divê pêşî lêgerînek hebe û bere wê lêgerînê li heqîqetê be, berê wê li civakê be. Ew lêgerîna me li ser esasê civakê nebe, em ê di nava hîçîtiyekê de têk biçin.

Em ji bo dîtinek li ser esasê heqîqetê ava bûye, xwe di nava rûpelên berhemê de wenda dikin. Ev berhema  fantastik, didaktik û epîk ji xwe re derdek kiriye bar û dixwaze rêyekê li ber me veke. Geh bi bûyerekê geh jî rasterast bi rêya wan hevokên ku bêhna helbestê difurînin re dixwaze şîretan li meriv bike. Carinan bi peyamên vekirî û carinan jî, bi peyamên girtî dixwaze em di kesayeta xwe de hin tiştan bikujin û hin tiştan ava bikin. Em mirov in, me şîrê xav vexwariye. Bi qasî qenciyan xerabiyên me jî hene. Ji ber vê em berê xwe didin lehengan û belkî hemû kesê/a ku ev berhem xwendibe ev pirs ji xwe re kiribe : ‘‘Gelo ez kîjan leheng im?”

Ji meşa mirovatiyê hetanî vê roja me, trajediya me a herî mezin e lêgerîn.

Hertimî em mirov,  di nava lêgerînekê de wenda dibin û ev lêgerîn meriv kûr dike; lê gava meriv vê lêgerînê jî ji adetê derdixe em ber bi dînitiyê ve diçin. Ew a ku meriv bi ber dîniyê ve dibe, ew heqîqeta em dûrî civakê lê digerine. Heqîqet çiye? Em xwedî çend kesayet in? Gava em vê berhema Bihuşta Xezalan dixwînin, li ser kesayet û binhişa xwe jî, em kûr dibin û em li xwe hay dibin bê em çi dikin. Belê. Bihuşta Xezalan peyamekê dide û ji me re dibêje :‘‘Hêz û hêrsa ji adetê derketî, evîna ku em ji heddê wê zêdetirîn dijîn, xisarê didin ruhê meriv.’’ Afirînera Bihuşta Xezalan, bi alikariya lehengan hin pirsan ji me re dike û her çiqasî bûyerên diqewimin fantastik bin jî, em berê xwe didin vê gerdûna em têde dijîn. Li aliyekî serdestî û li aliyê din bindestî, bi destxistina hêzê, rêya desthiladariyê vedibe. Xizanî û dewlemendiyê nîşanî me dike û bala meriv dikşîne ser jiyanek wekhevî. Pêşî divê edalet hebe an jî wekhevî? Eyşana Beravî bi haweyekî serkeftî, berê meriv dide wê gerdûna berhemê û  pir caran, bi haweyekî didaktîk peyamên xwe dide.

‘‘Ma çi yê te ji hinekan kêm e? rûpel : 28

Ax xwezî, xwezî ji xêra mala Xwedê re ne qîza Mîr Xalid bûya… Bila qîza gavanekî bûya, bila qîza qereçiyekî bûya, lê ax ku nîn e.” rûpel :100

Eyşana Beravî, Bihuşta Xezalan, Weşanxaneya Lîsê, 

Meriv, vê berhemê dixwîne famdike bê afirîner dixwaze derbê li çi bixe.  Li aliyekî  modernîzma kapîtalîst, li aliyê din modernîzma demokratik.

Meriv bixwaze jî, ne dikare bi temamî xwe ji vê modernîzma kapîtalîst xelas bike û ne jî dikare ji sedî sed jiyana modernîzma demokratîk bijî.

Li aliyekî Hesenîkê Gavan û li aliyê din Mihemedê Sêrtî. Dilê Hesenîk paqije, hêzê bi dest dixe; lê heger bixwaze dikare bi wê hêza xwe Qesra Mîr Xalid bi dest bixe û bibe xwediyê qesrê; lê desthilatdarî nayê bîra wî. Ew ê ku li pey hêzê ketiye û çavên wî di Qesra Mîr Xalid e heye Mihemedê Sêrtî ye.

Em dikarin bêjin ku di vê serdema modern de em tê de dijîn pir kesên wekî wî hene û ji ber ku xwe nabînin berê xwe didin xerabiyan.

Mihemedê Sêrtî, bindestê Mîr Xalid e û dixwaze bibe serdestê wî. Ji ber vê armancê jî, di tarîtiya xwe de wende bûye û li pey hêrsa xwe ve diçe, dixwaze ku hêzê bi dest bixe. Rûyê Mihemedê Sêrtî, li xerabiyê ye.

Gelo Mihemedê Sêrtî, ew xerabiya xwe bidîta, wê êdî bi çi hawayî nêzî xwe bûbûya? Wekî ku xayinek, hay ji xayintiya xwe tunebe û hertimî derbê li başiyê bixe. Xerabiya Mihemedê Sêrtî tûje. Em dikarin li halê xwe bifikirin û bêjin di kesayeta me de Mihemedê Sêrtî, çiqasî konê xwe vegirti ye? Em çiqasî xwe nas dikin û hay û bayê me ji xerabiyên me hene?

Mîr Xalid, her çiqasî hêza wî hebe, dewlemend be jî, xerabiya wî ne tûje. Ji ber ku Hesenîk, gundiyên wî maxdur kirine li mexduriyeta wan difikire; lê dîsa jî di Qesra xwe de dijî û ne aîdê civakê ye. Mereq dike, bê Hesenîk çima nema gavantiyê dike. Hesenîkê Gavan, di navenda civakê de ye, ew ji Mîrekî bêhtir xwezayî ye çiqasî nêzî xwezayê be, ew qasî dibe xwe, herî pir ew civakê dinase. Lê dewlemendî çavê meriv vedike, deriyê dilê meriv digire. Lehengên gerdûna  berhemê pir nêzî kesayeta mirovên vê serdema modern in. Di vê berhemê de pir caran em disekinin û li têkîliyên xwe difikirin.

Carinan bêhna me teng dibe, carinan bêhna me fireh dibe. Em didin dû vebêjer Hesenîk û her ku rûpelan dizîvirînin meraqa me zêdetir dibe. Tişta berhemekê xweş û geş dike meraq û wenda kirina me a di nava berhemê de ye, xwe dîtina di lehengan de ye. Berhem me dikşîne nava gerdûna xwe. Em xwe di Bihuşta Xezalan de hîs dikin û xwe ji bîr dikin. Di nava wê efsuna wê de, Bihuşta me a çar perçe hate bîra min. Belkî ji bo ku Bihuşta me a çar perçe wêran bûye hin tişt ji me kêm in, em hê temam nebûne, wekî ku di berhemê de hin bûyer temam nebûne, em jî li Bihuşta xwe a xezalan digerin. Lehengê vê berhemê em bixwe ne. Min ev di jiyana xwe de hîs kir.

Berî çend rojan piştî xwendina pirtûkê, di rêwîtiyekê de, çavên min li gavanekî ket. Li deştekê bû. Gava min ew gavan dît, di cihê cî de Hesenîkê Gavan hate bîra min. Dîsa min berî dabû Bihuşta Xezalan. Vê carê Pîresêhr li wir bû, Xezala keça Mîr Xalid, li wir bû, Erebê Ûnis li cem wê bû. Xezala ku ji Bihuştê hatibû qesrê li wir bû. Ev berhem di jiyana xwendekar de temam dibe. Di dawîyê de meriv şaşomaşo dibe û kêfa meriv tê. Vê carê Beko Ewanê, ku di kesayeta Mihemê Sêrtî de, derdikeve hemberî me têk diçe.

‘‘Divê kuştina tu kesî ji deste evdên Xwedê nebe. Ku kuştenekî wî hebe kê ruh dabe bila ew bistîne wî ruhî.” (Eyşana Beravî, Bihuşta Xezalan, Weşanxaneya Lîsê, rûpel: 124)

Mêr li derdora xerabekî kom dibin, wê ji ber xerabiya wî canê wî bistînin; lê jinek; Xezala keça Mîr Xalid pêşiya vê digire. Berî Mîr Xalid, Erebê Ûnis werin hewara wê hêz di destê Mihemedê Sertî deye, bi wî mêjiyê desthilatdar dike zerarê bide Xezala pîvana bedewiyê. Lê ji nişkê de çîrok serobinî dibe. Bi hatina lehengên din êdî hêz dikeve destê Xezalê. Min ev cîh şiband replîka fîlmê bi navê ‘‘DOGVILLE’’. Di vî fîlmî de jî, mekanek xeyalî hatiye avakirin û lehenga jin a sereke em ji nişkê de li wî mekanî dibînin. Kûçikek xeyalî navçeyê diparêze. Ji xwe navê fîlm ji ber vî kûçikî tê. Di vî fîlmî de jî, armanc bal kişandina ser modernîzma kapîtalîste, pêşî ew jinik bindestê wan e, hemû pîsitî têne serê wê, herkes wê bi kar tîne, hetanî qaşo hezkiriyê wê dixwaze derbê lê bixe. Piştî ew qas xerabiyan di dawiya fîlm de hêz dikeve destên wê. Di navberê de dimîne. Meriv dibêje ka dê çi bibe? Ji nişkê de, demançeyê ji deste bav digire û hemû kesên li wir dikuje. Heger Xezala keça Mîr Xalid, bi qasî wê xerabî bihatana serî belkî wê jî Mihemedê Sêrtî bikuşta; lê dîsa jî çiqas wekî xerabiyên di wî fîlmî xerabiyek ne hişk be jî, mijar dişibe wê sahneya dawî a vî fîlmê hanê. Bihuşta Xezalan ew DOGVILLE ye. Di wê de jî, meriv li ser pir rêgezan difikire, wekî rêgeza; kapîtalîzmê wekî rêgeza Sosyalîzmê… Gelo hêz bikeve deste me em ê çi bikin?

Piştî ku mirov , ne qenc bin û pergala sosyalîzmê li wir hebe, dê ew pergal bi kêrî çi bê ? An feodalizm li wir hebe dê çi bibe? Mijara berhemê dizîvire tê ser hêzê, desthilatdariyê, serdestî û bindestiyê. Em dikarin bi rehetî bêjin ku Bihuşta Xezalan dixwaze ji me re bêje berî her tiştî xwe bibîne, nebaşiyên xwe bikuje û qenciyên xwe zêdetir bike. Wê çaxê dê ev gerdûn bibe Bihuşta Xezalan.

Vebêjer ji xewnê şiyar dibe, wekî perdeya tekstek şanoyê bê girtin û yeka din vedibe. Rûpelek di dawiya pirtûkê de vekirî dimîne. Em nû li çîrokê hay dibin. Piştî ew qas qaosan, çîrok hinekî zelal dibe û hêvî dibe mêvanê me.

Di vê Bihuşta Xezalan de;

– Em li resîmek xwezayî temaşe dikin.

. -Em dikarin bêjin ku ev berhem, ji xeyalan hatiye avakirin û rastiyên vê jiyana modernîzma kapîtalîst nîşanî me dike. Ev tiştekî pir balkêş e.  

– Efsunî bala meriv dikşîne. Em di bihuştê de, li evînek xeyalî digerin û ji jiyana rasteqîn dûr dikevin. Ji ber ku ev jiyana rasteqînî evîn kiriye qurbana hin tiştan, ev evîna di Bihuşta Xezalan de, evînê ji nava jiyana rasteqînî derdixe û berî dide nava jiyanek fantastîk. Ji ber vê yekê, em ê bêjin ev berhem ne cureya berhema rasteqîne, cureya berhemê herî pir fantastîk e.

-Kodên dengbêjiyê cihê xwe tê de girtine.

 Min di vê berhemê de tehma çîroka dêya xwe dît. Ew çîroka ku ji min re qal kiribû: ‘‘Jinek hetanî tu dibê bes xweşik bû, li bin darekê rûdinê û bi darikekî erde dikole. Qesrek derdikeve pêşiya wê, di wê Qesrê de wenda dibe û Pîresêhrek derdikeve pêşiya we.’’

Ew çîrok nîvco mabû; lê di vê berhema Bihuşta Xezalan de hate temam kirin. Ji Eyşana Beravî re serkeftinek mezin dixwazim û bi hêviya berhemên nû.

portrait photo of a white skeleton in front of gray background

Sudeck’s Atrophy

Mustafa Onal

Atrophy (atrofî), li cihekî biçûkbûn an jî biçûkbûna girseyekê ye. Dema masûlkeyek an jî hestîyek biçûk û lawaz bibin, ji vê rewşê re atrofî tê gotin. Ev nexweşî, cara yekem, ji alîyê Paul Sudeck ve hatîye pênase kirin. Nexweşî, ewil bi vî navî hatîye bi nav kirin. Ji xeynî vî navî hinek navên din ên nexweşîyê ev in:

  • Algonorodîstrofî
  • Complex Regional Pain Syndrome (Nîşankoma êşa cihî ya dijwar)
  • Reflex Sympathetic Dystrophy Syndrome (Nîşankoma Kêmxurekîya Hestyar a Bertekî)
  • Nîşankoma Dest û Milan

Ev nexweşî, piştî pirsgirêkekê bi werm, germî û êşê eşkere dibe. Bi taybetî li dest û nigan/lingan peyda dibe. Herî zêdê piştî şikestina hestîyan û nişdarîyê/emelîyatê dîyar dibe û li hemberî tevgerê dibe asteng.

Nîşanên Nexweşîyê

  • Êş (bi taybetî bi tevgerê re zêde dibe)
  • Werm
  • Germî, şewat
  • Sorbûnî
  • Çermê sar û şayik
  • Kinbûna masûlkeyan
  • Hişkbûna movikan

Em dikarin vê nexweşîyê li sê qonaxan dabeş bikin:

  • Qonaxa destpêkê: Ev qonaxa êş, werm, germî, sorbûnê ye. Bi tevgerê re êş zêde dibe.
  • Qonaxa Kêmxurekî: Di vê qonaxê da masûlke û hestî hêdî lawaz dibin. Çermekî sar û şayik derdikeve holê. Êş û astengîya tevgerê zêde dibin.
  • Qonaxa Pûçbûn û Biçûkbûnê: Atrofî, di vê qonaxê da çêdibe. Tevger pir kêm dibe yan jî ji holê radibe. Masûlke kin dibin. Êş, derdikeve asta herî bilind.

Di başkirina vê nexweşîyê da 2 rêbazên sereke hene:

  • Derman
  • Fîzyoterapî

Heke pirsgirêka we ya wiha hebe, hûn çiqas zû li xwe bipirsin serkeftin jî ewqas zêde dibe.

brown owls on a tree branch

GÛK GÛÛKKK

Eyşana Beravî

“Wellehî heke ez çîyayek bûma ji çîyayên dewleta heywanan, wê ji dêvla bombeyan dar û gul li min biçandana.”

Heteroglossîa – H. Kovan Baqî

Dengê nexweşan diteyise di camê de, cam di navbera nexweşan û çirûskên bajêr de. Li derve dinyayek bêdeng, li hindur dinyayeke bi helkehelk. Camên paceyan perdeyek tenik e di navbera tarîyê û tazîbûnê de. Qajînî ji dinyayê diçe. Ev çendeyek e êşeke xedar di nava şeqê de ye – Kî û Kî ji êşê diwelidin.

Ev paldank bê xem e. Rû’şîn, mil’şîn, pê’şîn, pal’şîn, vedan’şîn şîn şîn… Ev çendî zeman e hew xwedê zane bê çend rû qetandîye. Xwe serokwezîrê odeyê dihesibîne.

Nîvê min tev li hewayê dibe, nîvê din bi heft werîsan girêdayî.

Di destê min de pirtûkek. Devê nivîskêr tijî ye: Heteroglossîa. Tu tiştî hîs nake, tenê hîskirinê dijî. Hişê min bi vê hevokê re vedilerze, dirêj dibe, kin dibe: “Sî dirêj ez kin dibim, sî kin dibe ez dirêj dibim.” Di sîya zemên de diçin: Dadger û Bersûc, mêşên dieciqin û Kulorbadirînê darvekirî, rêwîtîya di hişê însên de û zarokê li hewşa welatekî. Zarokê li hewşa welêt, di hişê xwe de çêlekan dibezîne û hişê pîrbûna wî li ser maseya dadger e. Ne tenê li ser maseya dadger, li her cîgehên ew li wir êşiyayî ye. Bê navber digere. Ev rêwîtî tu car wê wî neke însan. Devê xwe diavêje pêsîra welêt, ji bo zikê xwe têr bike ji şîr. Belkî jî li têrbûna netêrbûnê digere, lewma senfonîya deng û rengên kurdbûnê di fetlên mejîyê xwe de digerîne. Exlaq tazî dike. Tazîbûn dibe dê, vedigere zarokatîyê. Dê dibe Sebrê. Sebrê û Surrazê di nava ruhê hev de… Qolo(Kûçik) şopgerek e, qasidê navbera zemanan e; hilm û bêhna mîtoloyan tîne îro û ya îro dibe demên mîtolojîk… Gerdûneke bê nasname, gerstêrkên bê qilafet… Kund tim dixwîne: “Gûk gûûkk, gûk gûûkkk.”

Ez û nexweşên ne nexweş. Em nexweş. Elfabe bi tîpa A’yê dest pê dike ne wisa? A û her du şeqên xwe. Her tişt ji vê navberê dest pê dike – destpêk û qedandek. Serî û bin. Cama di navbera bajêr û nexweşan de. Û ev erebe, ev çirûsk, ev sîlûet, ev bêdengî û ev himehima li ser camê. Xirxala min a ji min dirêjtir. Ez û nizanim Kî û Kî…

green wooden chair on white surface

Li Kargehan Pirsgirêkên Stû-Navpiştê Ên Xebatkaran

Mustafa Onal

Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?:  “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…”

Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê.

Di laşê mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî û 300 cot masûlke hene. Xebatkarên kargehan gelek caran li rastî nexweşî û pirsgirêkên masûlke û hestîyan tên. Bi taybetî jî xetereya li ser hestîyê piştê pir zêde ye.

Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. Bi navê zanistî Columna Vertebralis e. Ev jî bi kurmancî dibe “stûna bi movik”. Hestîyê piştê ne hestîyekî bi tenê ye. Ji stûna bi movik jî dîyar e ku ji movikan (vertebra) pêk tê. Hestîyê piştê 33-34 movikan di nav xwe da dihewîne. Movik, li gor cîyên xwe tên bi nav kirin. Herwiha di hestîyê piştê da 31 cot rehik (nerve, nervus) jî  hene.

Kî Ne Xebatkarên Kargehan?

  • Bikarhênerên kompîturan
  • Xwendekar/stajyer
  • Nivîskar
  • Karmend – karker
  • Bijîşk, fîzyoterapîst, perestar, dermansaz, derûnnas…
  • Mamoste
  • Dirûnkar

Pirsgirêk û Nexweşîyên Xuya Dibin

Pirsgirêkên hestîyê piştê (fitq, êş, qerimîna masûlkeyan, asêbûn û eciqîna rehikan û hwd.) pir çêdibin. Bi taybetî jî, ji ber giranî û barê zêde, xetere herî zêde li ser navê/navpiştê ye. Ji ber xemsarî an jî nezanîna xebatkar an jî karsazan jîyana mirov dikeve xetereyê. Herwiha ji alîyê aborî ve jî encamên giran derdikevin pêşîya karker jî, karsaz jî.

Pêşîlêgirtin û Başkirin/Terapî

Gelek nexweşî ne sernivîsên mirovan in. Mirov, bi piştgirî û baldarîyê dikarin xwe biparêzin. Armanceke sereke ya fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê jî pêşîlêgirtina nexweşîyan û parastina laşî ye. Ji bo pêşîlêgirtina xetereyan xweparastin divê.

Ez ê bi kurtasî çend pêşnîyarîyan bikim lê ji kerema xwe re bi fîzyoterapîst û bijîşkên xwe bişêwirin.

Ji Bo Parastinê Hûn Dikarin Çi Bikin?

  • Dema hûn rûniştin bila nigên/lingên we li erdê bin û pişt û navpişta we bi piştevanekê parastî bin.
  • Divê maseyên we li rasta enîşkên we bin. Enîşk jî bila li ser maseyê be. Kompîtur jî divê li rasta çavên we bin. Divê stûyên rast, çavên we jî li hember bin.
  • Dem hûn qerimîn rabin li ser xwe bigerin. Herin pêjgehê ji xwe re vexwarinekê bînin. Di van kêlîyan da hûn ê hinekî bi ser xwe da werin. Gelek agahîyên cuda hene lê ji her nîv saetê (30 xulek) carekê rabin li ser xwe bigerin.
  • Di dema xebatê da xwe xwar nekin. Piştên xwe rast bikin.
  • Barên giran ranekin û hilnegirin.

Gulek Ji Bo Havîna Me

Kadîr Stêra

Tarîtî, ronahî, hêvî, bê hêvîbûn…

Jiyan diherike û em mirov, li xwe diheyirin. Em tim û tim, li rêyekê digerin bo em hebûna xwe bi xelas bikin. Pir caran, rê li me teng dibe û em nema dizanin berî bidin kîjan deverê. Lê carinan ji bo hebûna me tiştên bi wate derdikevin hemberî me. Wekî başiyan, wekî xêran… Nayê bîra min bê min di kîjan pirtûkê de xwendibû an jî, di kîjan fîlmî de temaşe kiribû; lê digot: ‘Va ye ji bo tu xêrekê bike fersendek ketiye destê te. Yê me jî ji bo piştgiriya me Kurdan xurtir bibe fersendek ketiye destê me. Pir caran Kurd li ser maseyekê rûdinên; lê li hevdû nakin, kezeba hevdû reş dikin û ji ser maseyê radibin ser xwe. De ka em vê carê, li derdora vê maseya Havîna xwe bicivin û nehêlin ku gula me ji dest me biçe. Belkî ev gula me ji me re bibe hêviya yekîtiyê, belkî em vê cara gula xwe a piçûk xelas bikin û ew jî, bibe sedem ku em deriyê gula xwe a mezin vekin û wê ji perçebûnê xelas bikin.  Em ê bêjin: ‘Wile vê cara me Kurdan kêfa xelkê li xwe neanî û em xwedî li xwe derketin.’ Heger, em bixwazin hêza me ya pir tiştan heye. Em Kurd, dikarin mirinê ji gorê derxin.

Hêz, bawerî…

Em Kurd, ji pera mezintir in û îroj divê em hêza xwe bi kar bînin, baweriya xwe xurt bikin û Havîna xwe bi xelas bikin. Em ji malbata xwe destpêkin û li  gundan li bajaran nasek me dît em qala Havîna xwe ji wan re bikin û piştgiriyê ji wan bixwazin. Em ji wan re bêjin: ‘Gulek ji bo Havîna me.’ Bo ronahî zora taritiyê bibe û Zerdeştê Kal başiya dilê me himbêz bike bo kêfa wî em bînin em gulekê ji bo Havîna xwe bistînin. Em her gav berê xwe bidin vê gotina wî û li derdora hêz û baweriya xwe bicivin.

‘‘Baş bifikire, rast çêke, spehî bêje.’’ Em xwe, li vê kampanyayê bigirin û  ev jiyana ku her roj diçilmise bi hêza xwe û baweriya xwe av bidin. Ev jiyana ku bi destê desthilatdaran tê kuştin em bi hez kirina mirovatiyê şîn bikin.

Xwedî, jiyan, afirandin…

Em xwediyê vê jiyanê ne, ev jiyan ne bi qirêjiyan bi başiyan ava dibe. Ger em xwedî li vê jiyanê dernekevin wê mirovên qirêj berî me xwedî lê derkevin û tarîtiya xwe lê belav bikin. Em şînokên vê jiyanê ne. Gargamelên vê jiyanê pirin; lê şînok jî, têra xwe hene. Bi hawayekî komînal, bi dirûşmeya ‘‘Gulek Ji Bo Havîna Me.’’divê em dengê xwe bilindtir bikin. Gava em vî barî hildin ser xwe an jî destê xwe bixine bin vî kevirî û paşê encamek baş derkeve holê wê çaxê em ê bêjin : ‘‘Wile vê carê berî xelkê; em bi kêrî xwe hatin û me Havîna xwe ji mirinê bi xelas kir. ’’Wê çaxê dema Havînê mezin bû wê bi gelê xwe serbilind be, wê bêjê: ‘‘Serê min ji ber gelê min bilind e. ’’Wê li deveran, qala mezinbûna gelê xwe bike. Vê carê em bi ezitîyekê nêzî xwe nebin û bibin ‘‘ Em.’’ Bi wateyek mezin em nêzî vê meseleyê bibin û nehêlin ku Havîna me li ber çavan bihele.

Kî dizane ? Belkî, bibe bijîşkek û ji bo gelê xwe tev bigere. Wextê me zêde tune û divê em bêhtir xwe berpirsiyar bibinin.

Civakbûn, Hebûn…

Bifikirin ku Havîn keça we yi, xwîşka we a biçûk e. Bi vî hawî, nêzî vê meseleyê bibin. Bi qasî em meseleyên mirovan çareser dikin ; ew qasî jî, em ê xwedî li hebûn û civaka xwe derdikevin. Ji ber vê Havînê bangî deriyê dilê me dike. Em guhê xwe, li dengê Havîna xwe kerr nekin û dengê wê bilindtir bikin. Gulekê ji bo Havînê, gulekê ji bo mirovatiya mezin, gulekê ji bo hebûna xwe, gulekê ji bo civaka xwe… Gulekê, gulekê bistînin. Bo ev jiyan rengê xwe bi aliyê başiyê ve veguherînê,  ji bo xweza û gerdûn hêviyê biafirîne gulekê bistînin. Xwe kerr meke, berê xwe bide Havînê, qerîna wê û malbata wê hîs bike.

Gulekê Ji Bo Havînê Bistîne.

Bo dara hêviyê şîn bibe.

Bo Havîna me neçilmise.

Vê gulê bi ronahiyê av bidin.

Ev gula ku hûn bistînin wijdanê we ye.

Ev gula ku hûn bistînin jiyan, hebûn û civakbûn bi xwe ye.

Ji ser qahrê Ehrîman, ji bo xatirê Ahura Mazda gulekê bistînin.

Bo şewqa mirovatiyê bibiriqe Gulekê ji bo Havîna me bistînin.

KURD KOK IN

Kadîr Stêra

I.Bêrîvan, jinek Kurd e û bi ruhê xwe ê azad li Ewropa dijî. Berê xaniyê wê li çiyayên biyanî ; lê dilê wê li çiyayê welatê wê dinihêre. Dayik û bavê I.Bêrîvanê hevdû li ser axa pîroz a welêt nasdikin û evîndar dibin, û berî didin Ewropa. I.Bêrîvan li Awistiryayê hatiye dine; loma ew wer ji welatê xwe hez dike. Li gel vê yekê di xizmeta zimanê Kurdî de ye. Carinan tê welêt û bi têra xwe dilşad dibe. Ew ji Bazîdê ye.

Her çiqas meriv darê ji koka wê dûr bixe jî dar evîndarê koka xwe be hertimî wê ew dar şîn bimîne. Û mirov jî dar in, gerek li ser koka xwe bijîn. Gotinên xwe didomîne û dibêje: ‘Kurd kok in, tu hêz nikare bi wan.’ Ez ê berê we bidim  jina Kurd  I. Bêrîvan. Ew jina ku dûrî welatê xweyi; lê hezkirina wê dûriyê tarumar dike û wê bêhtir bi koka wê ve girêdide. Min pirsî û wê bi dilekî henûn, bidengî bersiva pirsan ji min re şand. I.Bêrîvan, li zaningehek Ewropayê doçentiyê dike. Ew derûnnas, nivîskar û helbestvaneke. I. Berîvan dibêje :‘gerek hunermend hertimî hêviyê bide mirovan.

I.Bêrîvan ji  dûrî welat bi dengê xwe, ruhê meriv bi me didî hîskirin.

Gelo em dikarin te nasbikin, kî ye I. Berîvan ?

Ez nivîskar û derûnnas im. Li zaningehê doçentiyê dikim, beşekê bi rêve dikim. Beşa pedagojiyê ye. Bi derûnnasiyê ve eleqedare. Mamosteyên nû perwerde dikim. Bixwe ji  edebiyatê hezdikim. Herî pir jî ji helbestê hezdikim; lê helbet jî, deqên zanistî  ku mirov wekî zanistî bi pêş ve dixin, jî hezdikim.

Me got: ‘Naskirin.’ Em vê pirsê bi hawayekî din bikin. Gotinek pêşiyan heye: ‘Hetanî meriv xwe nasdike, emir diçe.’ I.Berîvan çi qasî xwe nasdike û ji bo xwe naskirinek heqiqî meriv dikare çi bike ?

Xwenaskirin ? Ev pirs, gelekî biaqile û kêfa min jê re tê. Hetanî meriv yekî /ê nasdike deh sal derbas dibe, divê meriv bi hevdûre nanekî bixwe. Rabûn û rûniştina mirovekî, zû bi zû nayê kifş kirin. Ji bo ku tu xwe baş nasbikî, divê tu li hemberî xwe dirust be.

 Li hemberî xwe, tu derewan nakî. Gelek mirov da ku pirsgirêkên xwe nedin ber çavên xwe, tu tiştî li jiyana xwe zêde nakin. Yên ruhî yên hestî yên rasteqîniya jiyanê jî,  xwe bi xwe derewan dikin. Ne bitenê li hemberî xwe; li hemberî yên din jî derewan dikin. Ji bo gotinên rast û durist wêrektî divê. Tu hertim dikari ji ruhê xwe û ji hestên xwe birevî, ev tiştekî gelekî hêsane. Û li ser xwe, min çi qasî xwe naskiriye ? ( Li vir dikene

Di demên herî krîtîk de , dema ku tu dikeve tengasiyê wê çaxê tu xwe baş nasdikî. Di demên krîtîk de, gerek tu li ser xwenasîna xwe bifikire. Wê çaxê tu xwe dibînî. Ez çi qasî li ber xwe didim, an zû bi zû çi qasî sist dibim? Di têkiliyên mirovan de, tu xwe nasdikî. Bi têkiliyên yên din jî, mirov hev nasdike. Û di têkiliyên de jî, mirov xwe nasdikî. Dema ku herkes dilşad be, rastî jî zû bi zû dernakeve. Wekî xala dawî dixwazim bêjim ku mirov da ku ruhê xwe biparêze, herî zêde tiştên qenc ê di nava xwe de gerek bibîne. Dema mirovek xwe biçûk dibîne, ne qenc dibîne ji xwe baweriyê kêm dibe. Bes divê mirov aliyên xwe yên ne qenc yên neyînî jî, bide ber çavên xwe da ku dikaribe wana tunebike, ne ku li dijî wan derkeve. Divê tu qebul bike û bêje: ‘Aha aliye minî wisa jî heye.’ Herkes reş û spîye. Tu tişt reş yan spî nîne.  Mirovên spî jî, hinekî reş in û yên reş jî hinekî spîne. Ev a rastiya jiyanê ye.

Tu dikare, ji me re hinekî qala xebatên xwe ê li ser psîkoalîzmê bikî?

Ez ne psîkoanalîst im; lê elbet wekî derûnnasekê min li ser psîkoanalîzê  lêkolîn jî kir û pirtûk jî xwendin. Wekî tu jî dizane, min ji bo koma Ronakê dersek amade kiribû. Dersek di derheqê edebiyat û psîkoanalîstê. Gelekî li xweşa min çûbû, ji ber amadekirina wê dersê jî gelekî zehmet bû. Min jî, gelek pirtûkên lêkolînerên Elmaniyan xwendibû û ew ders amade kiribû. Bi xwe jî, ez pê re gelekî bi pêş ve çûm. Wisa dikarim bêjim. Xebateke min î zanistî li ser psîkoanalîzê tuneye. Elbet wekî derûnnasekê li zaningehê bi van tiştan re mijûl dibim; lê ez bi xwe ne psîkoanalîstê nexweşa me û naxwazim bibim. Ez pedagok û lêkolînerim.

Di derbarê  ‘edebiyatê  û psîkoanalîstê ’ de, tu dikare ji me re çi bibêje û derûnnasiya te, tesîrek çawa li ser berhema te a helbestê kir?

Divê nivîskarek rasteqînî  di heman demê de, psîkoanalîstek be. Ji bo ku ruhê kûr, bikeve nava lehengan ev pêwîst e. Bi rêya berhema xwe, gerek gelê  xwe tedawî bike. Berhemên hene gava tê bîra meriv, hestên kûr di dile me de direşînin. Ev tesîra psîkoanalîstê bi xwe ye. Gava ez vegerim ser helbesta xwe jî, elbet psîkoanalîzmê, tesîrek mezin li ser helbesta min kiriye.

Ez wisa dikarim bêjim. Dema, min dîwana xwe a helbestan bi navê ‘Bahoza Hestên Bedew’ dinivîsand psîkoanalîzm jî diket nav. Dema, meriv dinivîse gelekî psîkoanalîz jî dikeve pêş. Belkî, tu bi psîkoanalîst bi nav nakî; lê psîkoanalîste. Di helbestê de tu nokî nava hestên xwe û mirovên din dibe. Bi awayekî  psîkoanalîzek kûr derdikeve û meriv  di nîvîsên cûrbecûr de jî, psîkoanalîzmê dikare bibîne. Ez wisa dikarim bêjim, dîwana min a helbestan berhemek  psîkoanalîstîk e. Ji ber ku dema min berhema xwe helbestan nivîsî, min analîza hest û ramanên xwe têda reşand.

Di derbarê ‘têkiliya psîkoanalîzmê’ û ‘zarokatiya mirovan’ de tu dikare nêrînên xwe  bêje?

Psîkoanalîzm  û zarokatî, girêdanek wan î gelekî kûr heye. Niha gelek dibistanên li ser psîkoanalîstê derketine. Wekî dibistana Alfred Adler wekî ya Freud û hwd. Gelek dibistanên cûrbecûr hene. Hîn dibistan zêde girîngiyê nadin zarokatiyê; lê em çawa bêjin, zarokatî wekî îskanek ave û tijî dibe, tijî dibe û paşê di jiyanê de, tu jê kulmekê vedixwi û tahmekê didin te, em wisa dikarin bêjin. Hin dibistanên psîkoanalîzê jî, dibêjin. Ji ber ku meriv asteng dike û bo em azad bijîn gerek meriv hertiştî jî, bi zarokatiyê ve girênede. Lê dareke bê koka xwe jî nikare bijî ne wisa ? Ez wisa difikirim.

Tu li ber neynikekê ye û zarokatiya te li hemberî te ye, tê jê re çi bibêje?

Zarokatiya min aliyekî gelek xweş bû, tijî azadîbû. Min helbestek di derheqê zarokatiya xwe de nivîsandibû. Bi navê  ‘Keça Zozanî Me’ bû. Biranînên gelekî xweş hene û biranînên gelekî biêş jî hene. Jiyan bi xwe wisa ye ne? Jiyan bi tenê xweş  an nexweşe jî, hertişt têda heye û ez bi zarokatiya xwe gelekî razî me. Biranînên min yên bi bavê xwe ra, bi dayika xwe ra, bi malbata xwe ra û heywan û xwezayê re …

 Tiştên ku dimînin ev in. Û helbet zarokek mîna gulekê zû xemgîn dibe; lê dema meriv ronahiyê dide ser zarokî zû jî vedibe.

Di vê jiyanê de wekî gelê bindest, Kurdan ji aliyê serdestên xwe pir zulm, zordarî dîtine: ‘eş, kul, xwîn’ hertim pahra Kurdan e; lê hê jî, em li ser linga ne, em  aqilê xwe naxwin. Mekanîzmayek çawa me li ser linga dihêle?

Bêlê me êş, kul, xwîn dît, bersiva vê pirse gelek hêsane. Gelê Kurd, kok li ser linga dihêle. Gelê Kurd, kokek kûr e hetanî te kokek kûr ji erdê derxist emirê te jî, derbas dibe. Û yên din jî nikarin koka me ji erdê derxin. Ji ber ku koka me, digihê du hezar salan.Loma em hê li ser pîne. Gelê Kurd, bi xwe kaniya çand e. Gelekî xwemalîne, gelekî neçêkiriye û gelekî wisa elbet wê li ser linga bimîne û hetanî dawiyê jî, wê li ser pîyê bimîne.

Li gorî te ‘têkîliya edebiyata Kurdî’ û ‘psîkoanalîstê’ di asteke çawa deye?

Berhemên li ser hestên mirovan, kesayetên mirovan hemû psîkoanalîst in.

Di nav berhemên Kurdan de, derûnnasiyek bêhempa heye û nivîskarên şareza jî hene. Divê, em xwe biçûk nebînin. Di edebiyata klasîk de û ya di roja me ya îro de, nivîskarên me, hozanên me û helbesvanên me, hunermendên me yên ku bi ser ketin helbet hemû jî, derûnnas û psîkoanalîstên baş in. Melayê Cizîrî, ruhê jinê naskiriye, behsa ruhê evînê kiriye. Dema meriv helbestên wî dixwîne, ruhê wî jî nasdikî. Ji ber ku min herî pir wekî helbesta nûjen Rênas Jiyan xwendiye ; Rênas Jiyan, bitenê ne helbesvan û nivîskareke di heman demê de derûnnaseke, psîkoanalîste. Di berhemên xwe de, xwe bi xwe analîz dike, gelê xwe analîz dike, şîrove dike, rexne dike û rê jî, nişan dikî. Di berhemên Mehmed Uzun de, em rastî kodên psîkoanalîstê werin. Wekî din wekî helbestên psîkoanalîst  Lal Laleş jî, gelek helbestên kûr nivîsîne. Ji ber ku îmkan zêde tunebûn di edebiyata kurdî de, romanên qelew; analîzên dûr û dirêj li ser lehengan  hê nû destpêdike; lê divê hertişt ne bi nivîskî jî bin. Lehengên me Mem û ZînDewrêş û EdûlêTajdîn û SitîXecê û SiyabendRustemê Zal, gava em li ser wan lêkolînê dikin wekî psîkoanalîst tiştên kûr em dikarin bibêjin. Û herî pir jinên Kurd yên dengbêj kûr in, çavkaniya xwezayê ne.

 Di van rojên Covîd 19ê de, çi dikare ruhê meriv biparêze?

Hêza xeyalan, hêza evînê, hêza hezkirinê gerek hertimî hebî. Divê mirov herî mezin hêviya   xwe qut meke, elbet wê ev roj jî derbas bibin. Divê meriv bi dilekî germ nêzî hevdû bibî, wekî keriyekî pez hevdû germ bikin. Dûrî hevdû nejîn yên nêzîk ji bîr meke û wê ev Covîd jî, nikare gelê Kurd tune bike.

Te her tişt li pey xwe hişt.
Te mêbûna xwe, ji bîr kir, veşart, kuşt.
Ne berdilkek rû û gerdena te dixemilîne
ne bêhneke xweş a parfumê ji te difûre
Te dilê xwe guherand kir pola
Te vîna şerî di nav xwe de kuta
ne cilên spehî û spî, yan gulgulî li te hatin kirin
ne jî bişirîna dergûşê di paşilê de te dilşad dike.
Ruhê te awaza baranên zivistanî dilîze
te xwe amade kir, tu ketî li ser riya mirinê, ya şewatê….”


I. Bêrîvan

photo of head bust print artwork

XWE RAPÊÇANA BI REXNE Û ÇAVNEBARÎYÊ

Ciwan Serhedyan

Qasî ku niha tên bîra min sê cûre şûrên çavnebariyê hene. Yek awir, yek ziman û ya din jî tevgerên qurretiya ku xwe ser hevdu ra dîtinê ne. Tê bîra we an nayê bîra we ez nizanim. Lê ne dûre! berî niha bi deh-panzdeh salan gava mamosteyek yan jî karmendekî tirk ku bihata gund yan taxa me, me kurda ji bo wan xwe dikirin ax. Me ew didane ser serên xwe, gelo hemberî wê nirx dayîna me wan çi dikirin? Me çiqas xwe li ber wan dikir erd wan deh car qasî wê em û nirxên me li erdê dixistin ku hîn jî wisa dikin, wekî mînaka sê-çar roj berê li Nisêbînê mamosteyeke jin rûyê xwe, rûyê wan yê rastîn careke din nîşanî me kir. Em dikarin bi hezaran mînakên vê mijarê bidin ber çavan. Weka ku dengê we tên guhên min ku hûn dibêjin “ji xwe niha jî wisa ye” belê niha jî wisa ye lê ne wekî xezeba berê. Em êdî bêhtir hay ji xwe hene û bêhtir hay ji wan jî hene. Em zanin ku wê çi bikin û çawa tevbigerin. Dev ji şaşî û rastiya vê mijarê berdidim û niha berê xwe didime ser gava ku ew mamosteyên dihatine gund ku “kurd” bin. Hîn jî dengê gundiyan di guhê min da olan dide ku wiha digotin:”ji xwe ra li vî yê hanê binihêre heta doh jî şivan bû niha hatiye li ser serê me bûye mamoste, îjar wê me hîmê çi bike”. Ev tenê di gotinê da nedima, wisa bi awir û tevgerên xwe jî nîşan didan ku çiqas ji hevdu ra dil nexwazin, çiqasî çavnebarin. Nizanim meriv dilê xwe bi mamoste bişewitanda yan bi şivan ku herdu bi hevdu ra hevber dikirin bê ka kîjan ji kîjanî jêrtirdaye. Çavên wan bar nedibûn ku kesekî ji me xwendibe serkeftî be û pêşketî be, bûbe mamoste û hatibe nava gelê xwe ji bo ku xizmeta wan bike. Pêşiyê şivantî piçûk dikirin dûv ra mamostetî dianîn bi navê şivantiyê piçûk dikirin. Belê raste hîn jî wisa heye di nava civaka me da. Ev ne tenê ji bo mamoste yan jî karekî din tenê, li ser rûyê erdê çi mijar hebin hema di hemûyan da wisa şûrê xwe yê çavnebariyê li hevdû tûj dikin. Erê dilê me bi êşên hevdû dişewitin lê bi serkeftinê hev şad û şanaz nabin. Gotina zanayekî hebû mixabin navê wî nayê bîra min, wî wiha gotibû: “dilê me hemûyan dibe ku bi êşên hevdû bişewite, lê ya girîng ew e ku em bi serkeftinên hevdû şad bibin.” Erê em ji hevdû ra çavnebarin û şûrên me yên çavnebariyê ji hevdû ra tûj in mixabin. Lê belê ya rasteqîn ew e ku kîjan kurd bi serkeftinên kurda şanaz bibe ew kurdekî xwenas, xwerû û bi ruhê neteweyî ye. Ka em ji xwe ra mînakekî bibîr bînin.
Koçer Bîrkar ê gewre, qeşeng û hêja xelata Nobelê ya matematîkê wergirtibû berî du sê salan. Gava ku me bihîst em ji şabûna cîhê xwe qiloz bûn, hindik mabû em çend kurdên xwenas bê bask bifirin. Di serda jî camêr rabû ew xelata xwe diyariyê kurdên çar aliyê cîhanê kir û got: “ez hêvî dikim dilê kurda pê xweş bibe” erê welleh dilê kurdên xwenas pê xweş bûn…

Mînakên me yên serkeftinan nayên jimartin, ez zanim ku kurdên xwedî ruhê neteweyî yeko yeko bi hemû serkeftin û bidest xistinên kurda şanaz in, dilşad in. Bi rastî em mînakên xwe yê serkeftinan binivîsin dem namîne ku em karekî din bikin. Ji dengbêjan bigire heta helbestvan, muzîkjen, şanoger, lîstikvan, nivîskar, mamoste, bijîşk, rewşenbîr, zana û hwd. Ka em kurd di çi da ne serkeftî ne? “Dibên gîhayê hewşê tehle” na nexêr, gîhayê hewşê ne tehle. Çavnebarî pê li gihayê hewşê dike û diperçiqîne diçe sitrî û dirikên xelkê tîne, dike nava hewşê, dilê çavnebariyê ne bi gihayê hewşê yê ku perçiqandiye dişewite ne jî ji bo birînên ku bi striyên xelkê vebûne. Arîşe ev e!
Em hinekî rexneyên li ser huner, hunermend û nivîskariyê binihêrin. Dîsa em dibînin ku ji sedî nod rexne ber bi çavnebariyê dikişin. Hema bê em xwe didine benda hev ku di hevdû da qurçimokekî bibînin, gava em bibînin jî weylê halê ew kesê/a ku zivirek lê heb. Em wî/ê li erdê dixin û pê lê dikin. Divê pêşiyê em binihêrin ku hunermend çi hilberandiye û pêşkêşî me kiriye. Zeviyeke mezine qasî ecêbekî cot kiriye rast kiriye û kiriye wekî ruh da ku em pê dilxweş bibin, de bira hema zixurek dudu di nav da hebin wê çi pê were? Qe nebe em jî destê xwe bavêjine alîkariyê û hewl bidin ku wan zixuran ji navê derxin û bidin hêlekî. Lê na! zevî “berhema” hunermend an nivîskar ne bala çavnebaran da ne, her gav hişê wan li zixur û qurçomeka ye. Weka ezabê wijdanê li ser patika hevdû diqelizin da ku şûrê xwe yê çavnebariyê li stû yê hevdû din û xwe biavêjine paş mertalê rexneyan. Em hemû jî zanin heqîqet ew e ku ew kesên wî şûrî ji xwe bikin dê bibe xwedî ruhekî neteweyî, bibe xwe. Beriya gelek tiştan divê şûrê çavnebariyê deynin erdê, bibin kurd bi êşên kurda biêşên bi serkeftin û bi destxistinên kurda şad û şanaz bibin. Divê her kurd serkeftinên kurda weka yên kesayeta xwe bibîne pê şanaz bibe.

Dengbêjekî Bêxweyî: Keremê Kor

Occo Mehabad

Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe ol dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya civakê ye rûyê me nîşanî me dide.

Gava Keremê Kor were bîra min destana Heso û Nazê an jî meseleya Ehmedê Kello tên. Kerem wekî Xalê Ehmed qehremanê zarokatiya min bû. Bi dengê xwe yê kubar wekî hespekî rewanî bi çargavî  hostatiya şêwe û awaza xwe radixist li ber zemanê me.

Tucarî ji bîr nakim rojekê apê min Kinyas gazî xulamê xwe kir.

Gotê: Here Keremê Kor û Xalê Ehmed bîne. Dawiya hefteyê her du dengbêjên dilgerm berê xwe dabûn civatê bi dengên xwe yên bêhempa mêvanên dîwanê sermest kiribûn. Her dengbêj berî destpêka şevbihêrkê hinek qala jiyan û serpêhatiyên xwe dikirin. Beg, axa û seyîdên hatî nêzîkî dengbêjan bûn. Her mêvan li gorî meqam, bi nav û dengên xwe rêz dibûn.

Keremê Kor bi henekbazî û mizuriyekê klam digotin. Mêvanan şevên xwe bi şahînetiyeke mezin bi kêfxweşiyeke bêhempa derbas dikirin. Her xulkilandin bi gotinên “Can can can” dewam dikir. Ji bo ku dengbêjan hinekî bêhna xwe vedin û bi mêvanan re sihbet bikin navbera çay an jî qeyweyê dihatin dayîn.

Welhasil piştî şeş saetên şûn de dîwana dengbêjan qediya herkes berê xwe dabû mala xwe.

Apê min Kinyas got: Kerem te çend klam gotin. “11 klam begê min.”

Paşê vegeriya ji Xalê Ehmed pirsî: “Begê min bi tevahî 13 klam bûn.

Berê xwe da xulamê xwe gotê: Ji Kerem re 11 mîh ji Ehmed re 13, bi saxî û silametî bibe malên wan.

Di zemanê zartiya min de klamek mîhek bû qedr hebû qîmet hebû. Dengbêjan li heremê pêxas, belengaz û birçî nediman.

Di dema Osmaniyan de Ermenî û Êzdiyên Kurd ku neyên qirkirin direviyan berê xwe didan Ermenistanê an jî parçeyên din yên Kurdistanê. Dîsa serhildêr, şervan û xelkê Kurdên Bakur jî carinan mecbûr diman direviyan parçeyên Başur, Rojhilat û Rojava.

Malbata Kerem jî ji ber şertên zor û neyînî berê xwe didin Îranê. Hin Kurdên me sedema çûyîna malbata wî girêdayî bûyerên Serhildana Agiriyê dikin lê Serhildanên Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930yan de diqewimin. Lê Keremê Kor di sala 1922yan de li Îranê tê dinyayê. Di zaroktiya wî de kal û bavê wî dimirin. Kerem di destê dê û apê xwe de bi xizanî û belengaziyê mezin dibe. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê apê wî Kerem hildide cem xwe vedigere Kurdistana Bakur di navçeya Başanê ya Îdirê bi cih dibe.

Kerem di sala 1922yan de li Îranê ji dayik dibe. Navê wî yê fermî Kerem Kılıç e. Navê bavê wî Mehmet yê diya wî Xanim e. Kerem di biçûkatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Hêdî hêdî ji aliyê Kurdan ve tê naskirin. Beg û axayên heremê wî gazî diwanên dengbêjan dikin. Kerem carinan tevlî dewatan dibe. Gellek dengbêjên wekî Bekîrê Îdirî, Kazo, Zahiro nas dike.

Kerem zemanekî di navçeya Bergirî ya li Wanê dimîne. Di sala 1977an de ji navçeya Bergirî mala xwe bar dike li Bazîdê bi cih dibe. Bi navê Fatê û Kejê du jinên Keremê Kor hene. Fatê jina wî ya pêşî ye. Kerem heta mirina xwe bi jina xwe Kejê re dimîne.

Rojên kalbûna Keremê Kor pirr dijwar derbas dibin. Ne zar û zêçên wî, ne jî xizmên wî lê xwedî dernakevin. Li dawiya emrê xwe li Bazîdê li ser erebeyekê kolan bi kolan ji bo nanê xwe yê rojane parsektiyê dikir.

Kerem li sala 1997an di 75 saliya xwe de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin Keremê Kor jî wekî gellek dengbêjên din bi xizanî û bêxwedîtiyê dimire.

Bifikirin ku dengbêjêkî Kurd yê bi nav û deng bi parsektiyê jiyana xwe didomîne wisa jî bi belengaziyê dimire. Sazî, dezgeh an jî dewlemendên kurdan lê xwedî dernakevin. Eşkere ye Kurdên me ji aliyê Neteweperestiyê ve pêş neketine. Kurd ziman, çand û welatê xwe naparêzin û hez nakin. Kurdên me ji xeynî Kurdbûnê bûne her tişt. Bûne Tirk, Ereb, Fars, Îngilîz lê nebûne Kurd. Bila kesekî ji me re çîrokan nebêje. Îro li Amedê merivekî nemaye ku hûn pê re Kurdî xeber bidin. Kurd bûne dijminê xwe. Lewma ez naheyirîm ku çima dengbêjên me wisa bi rebenî û bêçaretiyê dimirin, hurmet û rêz nabînin. Mixabin bi propaganda, ajîtasyon û gotinên sloganî karek nameşe û Kurdan jî naguherin.


Dixwazim nivîsa xwe bi Klama Heso û Nazê ku min ji devê Keremo Kor guhdar kiriye biqedînim.

Hey li min li min rebenê

Kesî nedî dewrê bedelê zemana

Salox nedane, bav çewa rabe

Keça bi mêr di mal de bide mêr e.

Siwaro siwaro hey hey li min

Ax were birîndaro

Ax lo lo birîndaro

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim

ji xema dilê xwe re, dilê min bi ta ye

kuro malxirabo bejna min bilind e

ji te re pira li ser heft riyaye

gulçîçeke dozdeh wara ye

eva îro sê şev sê roj e

di mala bavê min de xêlî li civiyane

heft hezar qelenê min

pênc çek xelata min e

nexweşo birîndaro ka serê xwe

Ez nizanim birînê te çewa ne

nexweşo birîndaro qasekî serê xwe rake li xemla min meyze ke.

Wele wayê du şahid

Di navbera me de sekinîne

Ez îro hatime xatirê xwe ji te bixwazim

Ez nizanim birînên te çewa ne

Siwaro hoy hoy li min

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Dilê min Evdalê Xwedê hêlina teyrê lal e

Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê te goştê canê min heland

Kezeba min di nava min de kiriye parî parî

Wele êşa min ji Xweda yê xêra ye

Xwedê êşa te nede tu kurê camêra

Du canik û du ciwana

Heft sal ketibû canê min Nazê

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xalîyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê Dibéje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

ji xema dilê xwe re

Nexweşo birîndaro

dilê min hêlîna teyrê li etek e

teyr firiyane refê qaz û qulingan

teyrekî wa pir belek e

ez qurbana te me

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qûrban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tê bi gur e gur e

Lê lê Nazê rebenê

Dilê min hêlîna teyrê li sinirê

Lê lê Nazê kulên dilê min giran e

Xema dilê min li hundir e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve gur e gur e

Bes e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê

Çewa tu cuzan û meqesên berberan

Bidî serê dil û cegerê min

Ji xwe re bibirî Nazê…

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê dibêje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

bayê bi xerez e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve xwar û bi lez e

Nexweşo birîndaro

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qurban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

ez îdî serê xwe girê nadim bi xelîya sor gevez e

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Îro ava Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve bi mêl xwar e

Belkî Xwedê axê min ji birayê min re nehêle

Çewa bi gotina jina xwe dike

Bi çembilê min digire

Davêje Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Hewar e li min hewar û gazî ye

Li min firaz e

Nazê tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Xwe berde keviya çemê Hesen Evdalê

Ji min re bînî tasek ava sar e

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê …

medication pills isolated on yellow background

TANSIYON

Mustafa Onal

Tansiyon, ji pestoya xwînê ya di rehên xwînber de tê gotin.

Di pîvana tansiyonê da li pestoya xwînê ya mezin (sîstolîk) û pestoya xwînê ya biçûk (diyastolîk) tê nihêrin.

Ji bo tansiyona asayî, bi gelemperî, rêjeya 120/80 mmHg tê pejirandin.

Li ser rêjeya tansiyonê hinek pêkerên (faktorên) bibandor hene. Çi ne ev pêker?

  • Xwarin û vexwarin
  • Awayên jiyanê yên ji hev cuda
  •  Zayend
  • Temen (emr)
  • Cudahiyên xwezayî û avhewayî
  • Hinek cureyên nexweşiyan: Nexweşiyên dil û rehan, nexweşiyên gurçikan û hwd.
  • Bêhntengî (stres): Êş û jana giyanî
  • Ducanîtî
  • Bêtevgerî

Hîpertansiyon: Tansiyona mezin. Li vir rêjeya tansiyonê 140/90 mmHg’î derbas dike.

Nîşanên Hîpertansiyonê:

  • Sergêjbûn û serêş
  • Êşa sîngê
  • Pozxwînbûnî, ji bêvilê hatina xwînê
  • Xumam û cot dîtin
  • Bêhnçikandin (bêhntengî)
  • West, bêmecalî
  • Zêde zêde hatina mîzê
  • Di nig û çîpan de werm
  • Êşa dil, pirsgirêkên avêtina dil
  • Xwêdana zêde

Sedemên Hîpertansiyonê:

  • Zêde zêde bikaranîna xwê
  • Nexweşiya şekir
  • Kolesterola zêde: Kolesterol, pirtikên rûnî ne û di nav xwînê de ne.
  • Nexweşiyên dil û gurçikan
  • Ducanîtî
  • Qelewiya zêde (obezîte)
  • Bikaranîna xwarin û vexwarinên serxweşker, bikaranîna çixareyê
  • Tengbûna cihê dil ê xwînbera sereke (aort) jê derdikeve.

Hîpotansiyon: Tansiyona biçûk. Rêjeya tansiyona biçûk ne misoger e lê bi gelemperî 90/60 mmHg tê pejirandin.

Nîşanên Hîpotansiyonê:

  • Sergêjbûn, bêhişketin
  • Dillihevketin, dilxelîn
  • Tîbûna neasayî
  • Kêmasiyên lêhûrbûnê (konsantrasyonê)

Sedemên Hîpotansiyonê:

  • Dilhêdîbûn (bradîkardî), dilrawestîn (krîza dil)
  • Pirsgirêkên hormonan
  • Kêmbûna şekirê xwînê (hîpoglîsemî)
  • Kêmvexwarina avê
  • Ji laş zêdejêçûna xwînê
  • Vegirtina êşan (enfeksiyon)
  • Bêxwînî (anemî)
  • Kêmbûna xwê

Ji bo pirsgirêka tansiyonê ji kerema xwe re ji pisporan alîkariyê bixwazin. Li gor zanyariyên înternetê û çavkaniyên biguman tevnegerin!

Bi Çîçî Re Çend Gotinên Dildarî

Çayan Okuduci

Ka were kêlaka min Çîçî; ezê behsa rewşa xwe û te bikim, behsa nêrhetiyên te, behsa dostatî û aselata te bikim. Behsa çavbirçîtî û şêrîntiya te bikim. Behsa malbata te ya mezin bikim. Waye Adar jî hat û derbas dibe, tu cihê xwe de rûne, zanim tu ditirsî serê xwe derxî derva, em herdu jî baş zanin ku zalim û hov li derva gellek in.

Lê bêhna bihare, xuşîna baranê, dengê bayê, guliyên li ber bişkavtinê, tovên li ber zayîne, heybeta Dîcleyê, li çiyayên Serhedê berfa ku gîhiştiye çem û robaran… Li gêliye Gordenê dengê xuma xuma avê, darên li kelaka rê rêz bûne. Ji nişkava û bi hunera te ya xwezayî vê hildikişandina te li ser guliyên zirav û tenik. Pisîkên mê li derdorê bi nazdarî xwe tev didin û xwe digevizînin bo pisîkên nêr. Bi gotina kurtasî; jiyanek li ber çavên te diherike û tu tenê temaşe dikî. Jiyan, bi tirsbûnê dewam nake kurê bavê xwe û ne jî didome. Jiyan, daxwaza jiyanbûne dike, kurê dêya xwe. Jiyan, hêviya di nava xwe de herikbariyê tîne ser zimên, hogir û rêhevalê min. Emê bi gotina Friedrich Nietzscheyê vê bêjin; jiyan wek darek e, her ku diçe bilind dibe ew qas jî di koka xwe ve diçe xwarê.

Te dît Çîçî bi çend peyvan meseleya te û hindir mayînê bi feylesofek me nirxand. Dibe ku ev peyvên giranbuha li ser tirsbûna te tesîrek baş bike û jiyana ku li benda te ye tu bikevî nav; çi bi tehm, çi tehmasarkî, çi şêrîn, çi bi zor û derd be jî, li benda te ye. Wayê min derî jî li ser pişt hişt. Tu û dilê xwe. Çîçî ti çi şeytanî, çi jirî, êdî bi risteyên şa’ran bersivan didî. Di navbera derî û dilê xwe de mayî, Di navbera xwe û dilê xwe de mayî. Te got çi? Belê, raste û bersivek di cîhdaye, ez jî di navbera derî û dilê xwe da mame, derî vekiriye û dildara min li pişt derî xuya dike, li benda mine an ez li benda wê me. Her roj wê dibînim, bêhna viya efsûnî tê pozê min, kenên ku li ser rûyê vê geş dibin, ûsa bi forsek porê xwe davêje sermil, çaxê dimeşe tu dibêy qey qertelek li ser nêçira xwe vê diçe. Awirên ku li ser in bo dostan hêvî, ji dilê dijminan re jî… Jinên kurd çaxê hez bikin… Jinên kurd çaxê bi kevin eksê… Femînista serbilind û xweşik û bedew û spehî û rind û delal û ciwan… Ne gul e ne jî kulîlk, ez im gul û kulîlk ew bû qertelek bi tena serê xwe li esmanan! Dê were neçira te ez im, destê xwe sivik tevnegere, dilê xwe nerm neke, wek zarokek hildigirî were, wek neçira xwe dixî nav lehpên xwe were. Were, bi çi awahî, bi çi şert û merc dixwazî ûsa bê. Were bi bejna xwe ya bilind û kûbar. Were, bask şikandî, pê kulek, çav girtî me.

Te got çi? Baş e. Min femkir. Bi gotina xwe mafdarî. Welleh te xweş got, rewşa me ya îroyîn weka te gotiye: tişte ku mirov jê kêm e, tiştê ku însan dixwaze biveşêre, li dijî te kê hebe yekcarî hemû kêmasiyên xwe bar dikî û wek bayê sivik rexne û nirxandin tê weşandin, şîroveyên surrealîst û pêkenok tên û diçin. Bi wan ramanan geh kaşo kaşo geh sivik sivik pêşaroja me û ê we tê xêz kirin. Ji rûniştine, bêdengiyê, bêhereketbûne gellek çêtire. Lê hinek kolê hestên xwe, bi carkî vê çi ji dev derdikeve diweşinin wek giyayên bo bexçeyan zerar û ziyan in. Ne çav neqiş dikin ne jî birû xêz dikin xweşikî. Tu dibêy ewê werin ser xwe? Çîçî tu çi firlamayî rexneyên bo te dikim, ti jî li min verdigerinî. Pêşî lixwe vegerim û baş xwe nas bikim ne wisa? De baş e, weka tu dibêjî. Dîsa jî te hêviya xwe ji min nebiriye. Mala te ava, hevalên wek te hêviyê qet ji dest bernadin, bi saya we em her tim dinavbera jiyan û mirinê de dibînin. Here ji mirinê çêtire, seata te xweş.

Eşq ên ku devji me berdane, hesretên me, hêvî û xiyalên me, roja me, dîroka nûjen û carcarna ji emê bihevre herin salên ku me li pişt xwe hiştiyê bi bîr xin. Pisîkên reş a weka te Çîçî; bi quretiyên xwe, bi rabûn û rûniştinên xwe nadişibin tu kesî, nêrinên te î tûj, hestên li ser me diqewime. Forsa li ser te ye li ser nivîskarên cihanê dikeve valahiyê, têk diçe, wek têkçûna popîstên rojane, bikin-nekin nikarin bigîhijin wê forsa te ya xwezayî/sirûşt. Hin tişt henin Çîçî, di rih de tine be, xwezaya wî karî, hunera we di hindir de nehewiya be xav û bêtehm nîne? Her kes her tiştî dike, belê bila biceribînin, tu zerar û ziyan tineye. Lê biçepik û pêsnên vala meriv rêya xwe şaş dike û dawî rê de an di nîvê rê de çaxê bi ser xwe vê tey, rêçên ku li pişt mane nay xuya kirin jî.

Çîçî tu qet cîhê xwe nasekînî, ez behsa tiştek dikim tu werdigirenî ser min. Heyra di vê de kirde ez im, ez her tiştî nazim, ezê xwe înşallah bigîhijim zimanê asta Xanî û Cizirî! Nekene kuro, ji te re dibêm nekene! Nivîskar Hesenê Metê, di pirtûka xwe ya dawî Kitêba Salê de digot çi? Digot nekene abla. Me sê car Kitêba Salê xitim kir, dîsa jî em jê têr nebûn, du car bi deng nizm û carekî jî bi dengek bilind xwend. Ka em dîsa bêjin, de ev kenê te jî neqediya û çû, abla! Hesenê Metê didomîne, bawer bike… ku meriv radyoyek bida ber wî, wî ê di nîv saetê de nikanibûyabi ser kanala radyoya Dengê Erîwanê ve ji bibe, ew ê nizanibe veke.

Tu çima min ew qas biçûk dibînî, ma neheqe min e parikî pesnê xwe bidim, piçek partî û tevgera rexne bikim, jixwe derdora wan hatiye dorpêçandine? Û peyvên kes jê fem nake bi ser hevde rêz bikim, neheqê min e? Vêga ez te nasnekim ezê bêjim Çîçî çi mutewaziye! Egoya ku li ser awirên te dihewe -heta birçîbûna te li ber xwe dide ev egoya te- Raste Çîçî, xebera te ye. Herê, di deste min de jî gellek kar henin. Sê çeşît kek çêdikim, bîsqotî (biskuviyek îtaliyê: tê de hevir, rûn, hêk, şekir, rûne malê, findik, mewuj heye û taybetiya vê jî hiştbûn û qeliyayî be) amade dikim, sandîviçên sar. Keyfa te herî ji keka bi leymon ve tê. Zêde şêrînayî xwarin bo te çav kor bûne, haya te ji te hebe!

Her şeveq zimanê te li qorovasanan nekeve tu muşteriyan û me ga dîdî. Qafelatte, qapîcîno, amerîkano, espireso, kramel makîyato, firapîcînyo, çaytîlatte jî çêdikim. Baş e ku tu ji hêla vexwarine de ji bilî dêw û avê tiştek venaxwoyî. An ewê barê me behtir giran bibûya. Nekene. Xwarin û vexwarin jî estetîkê dixwazin, berpêş kirinê de afirandinê dixwazê, lê qeyde û ûsila çêkirinê eynî ye. Wek peyvên modern in bihesibîne, peyvên ku deste te dane, peyvên ku tu her roj bikartînî ji nû vê diafirinî, formek lêdikî, bi peyvrêziya xwe helbesta xwe ye xweser derdixî. Ji te re dibêm nekene.

Ji Farqînê heta Diyarbêkir û ji we jî heta Stenbolê her tim û her dem li derdora me, di nav malê de, bi hevaltî û hogirtiyek dûr û dirêj me li pişt xwe hiştiye bi pisîkan re. Mixabin me demek kin jî dijmînatiya hevûdin kir, sedema dijmînatiya me ji kevok bûn. Kevokên Diyarbêkirê. Li esmanên Ben û Senê, li bin keleha Amedê li ser banên çi ax û çi beton; her şeveq û berê êvaran mîhricaniyek rengo rengo dihat dîtin. Fîka fîka me bû, di destê me de şivek dirêj, bi serî vê poşetek reş û mezin, geh bi vir de geh bi wir de me dihejand bo qefleya kevokan ji çêla Ben û Senê hêrî bilind bibin. Li esman wek mûyek bê dîtin û armanca me jî ev bû. Li ser banên Ben û Sena çêl de bi kom kom bi qefle qefle kevok difîriyan; te digot qey her qefle holka asmaniya xwe rêz kiriye û digere. Li esman bi dehan qefleyên kevokan li dora xwe digeriyan, pirr kêm ji qefleyan kevok digîhiştin qefleyên hember, tek tûk ji qefleya xwe diqetiyan. Kevokbaz bi qetendina kevokê(an) re yekcarî bi lez û bez navê îxanetê li wan dikirin û wek îxanetçî dihesibandin. Ev hêrsbûn wek fikrên û îdeolojiya devletan ne, wek malên xwe dibînin, wek kole. Nêrinek kevnşopî. Ji bo genim dane wan, ji bo ava ku dane ber wan. Ewê ji qefleyan vediq-etiyane çêre ku dihat kirin, hêrsa ku xwediye kevokê digirt! Hîsek weka ku di qada şerek de serbazek serî tewandî vegere mala xwe… Wey mala minê! Eger kevok vegeriya û batana, cezaya ku dihat datîn, dihat ser zimên curbecur bûn, cezaya herî giran jî bask kişandin bû, çend meh li ser lingan meş, ji esmanên azad dûr, di nav çar diwarê banê de jiyan. Cezayê din jî li ber halakevn(eski hal)de were firotan, metayek bi xwîn û goşt.

Ax mirov ax! Qet nafikire, nabêje belkî kevok dilketiya xwe dîtiye, belkî hevjina xwe ya berê dîtiye, belkî ji cihê xwe acîs bûye, belkî di dilê xwe de anarşîstek îfleh nebûyî diveşêre. Ax insan ax! Tu çi qas xweş û bi dilrihetî ewê ne ji te bin û ji te re serî rakirine; zûzûka dikî bin lingan. Do jî tu wisa bûy îro jî ûsanî. Hema ji nişkava qerar û biryar tê datîn. Li ser vê meseleyê 27 sal bihuriye, ka emê çawa vê meseleya kevokbazên ku dijî kevokên serbestiye xwestine û ji xwe qefleyan rizgarkirine; bi kîjan zanyarî ve bê tehlîl kirin: sosyalojî an psîkolojî?

Kevokên me binav û navdar bûn, çend navan em rez bikin: Mîskî, Bilbil, Banko, Tekleciyên hêşîn û ê Merdînê, Perçelî, piskulî, Yusufî, Şekerî, Memelî, Semawî, Kurîgok, gullî, şevqelî, Homoma, Urfasarîsî, Zeytûnî, Atlas, Gogela, Çirnaxlî, cîgerî û ji bo “onluk”an çend hebeş hebûn di pina me de. Bi şev û roj em bi kevokan re radibûn û radizan. Bo me aktîvitek civakî bû, îro çawa ş’ir kom dibin û li ser helbestan gengaşiyê dikin, me jî li ser hunera kevokan û li ser taybetiyên wan gengaşiyê dikir, pesnê xweşikiyên wan me dida. Lê tu kes nedieciband kevokên din, her kes bi şîrê xwe qayîl dibû û hesûdî jî qedera me bû!

Gelo we çîroka Murat Ozyaşar xwendiye? Pirtûka viya bi navê Ayna Çarpması/ Bîr(s.54 “Kış Bilgisi”)ê de metafora “Kevok û Güvercin”ê bi psîkolojiya bindestan û bi destên serdestan de di mêtingehan de çi dane qewimandine û encama ku bi dest xistinê bi çavê zarokekî ve daye nîşandine.

Îş û karê me, xiyal û meşquliyeta me kevok bûn. Li banên din, kevokbazên ku hemberên me bûn, bi şerekî sivik û veşartî dihat meşandine. Kê û kîjan kevokbaz, kevokek bi dest bixistina êdî ew kevok ê wî bû. Kevokbazê mexdur ti heqe wî û mafe wî tine bû ku daxwaza kevoka xwe bike. Ev qeyde di navbera xwediyê kevokan de sozek bû û ji hezar salan ve de wek qanûn dihat nasîn. Li pey kevokan bi ban ban em diçûn, li bircên Diyarbêkir vê em hildikişiyan û kevokên xerîb, rêyên xwe hindakirine; bo me wek nêçirek bû. Çend caran li ser banên apartmana, li ser Bedena Amedê û bircên wî ye bilind bo kevokek em bi mirinê vê rû bi rû hatine. Vêga psîkolojiya neçir û neçirvanan baş fehm dikim, ev hîsek sirûştiye ku ji hindire te bilind dibe û li pey nêçira xwe ve diçî.

white and black bird on trunk
Photo by Kostya Levit Naddubov on Pexels.com

Çavê te ti tiştekî nabîne, ez dikarim bêjim ku weka îro bi çûndina te çavê min ji bilî te ti tiştek naxwaze bibîne û seyr bike. Sewdasera min a hişk û zalima dilnerm, ger tu neçirvan bî, minê xwe qurbana neçira te bikira. Çend wext derbas bû tu çûyî, denge te seh dikim, di xiyal û xewnan de qet naçike bêhna te. Lê tinebûna te, behn li min diçîkîne, sing asê dibe, namîne ne tehma avê ne jî ê nan. Çend min serî meyxaneyan da, çend cara çûm rezaleta xwe bidim nîşandinê, ewê ku ji min bêtir rezîl in. Ez bi wê şevê dijîm, baş bû ku ew şeva sar de min xwe li te pêça. Ma ji min re dengê te, ma ji min re valahî û kaosa te, ma ji min re siya laşê te û ê agir. Bi risteyên Ferikê Ûsiv bila dengê min bê te; “Çevê belek wê kil dida/ Beşera rû xweş gul dida/Zerqê hubê li dil dida/Dil ji min bir, dil ji min…”

Kevok eşq bû, kevok bo me fêrbûna jiyana Amedê bû, kevok bo me sewdaya ku nay îfade kirin bû. Û rojek birê minê mezin li ser Sûrê li pey kevokan bazda û pê şiqîtî û ket xwar, xwedê kir ku ket ser çopê û her du destên wî şikiyan. Ji we rojê vê de êdî me kevokan bi kaçaxî hezkir û xwedî kir. Wek îro hezkirina min a bi kaçaxî, weka em li welatê xwe dibin kaçax, kaçaxçî.

Minê ji we re behse pisîkên reş bikira, bi taybetî ji pisîka min a reş Çîçî. Bi min helbest nivîsandin jî wek vê nivîsiyê, bi hişê dervayî ve geş dibe, kontrol kirin carcarna ji destê te dişemite û diçe, ev tiştek baş e. Ne tenê helbest, tiştek ku bi hunerê tê afirandinê, ji derva tê û di hiş û hestên hunermend de tê hejmartin. Bi mesleya Çîçî ve derketin rê lê em hatin biranînên zarokatiya xwe, kevokên ku li esmanên Diyarbêkirê de bi dengê baskên xwe deng didan û teqleyan diavêtin. Di singa kevokek de gîhiştim evîndara xwe, bi baskên kevoka şatir çûm rûkeniya wê seyr kirim û hatim. Bila ev nivîs jî bi risteyên nemir Ahmed Xanî vê bi dawî bibe, risteyên ku bi eşq hatiye nivisandin, ev riste bila guhên ker bikin!

Ji nav stiriyan bişkivand sorgul

Te pê sewda û dîn kirin bilbil

Te sorgul kirin ciwan û xweşreng

Te bilbil kirin xweşdeng û aheng

Ev işq û evîna di dilan de

Bisk û kêziyên bi ser milan de

İşqa te ye dildiran dilşîne

Derdê te dilan her diêşîne

woman in blue dress in a library

DI EDEBIYATÊ DE DIYARDEYA XWEKUJIYÊ

Yasemîn Dervîşoglu

“Xwekujî ku heya wê çaxe wekî dînîtî, guneh, sûc û rêşaşî hat zanîn, gav bi gav dest pê dike wekî çalakiyek lehengî an jî romantîk were dîtin”. Ev tirada navdar, vê guhertina têgihiştinê pir xweş sembolîze dike: Hebûn an jî nebûn, hemû mesele ev e. Ma disekinin li dijî hemû pirsgirêkên û derbeyên ji bextê kor rûmettir e, an jî ew e ku inkar kirina jiyan li dijî hemû êşan? Mirin, xew, xew… û dibe ku xewn dîtin.

Her çiqas xwekujî bûyereke hestiyar û hewlnak bibe, ji ber ku kûrahiya hestan ew sedem dibe, ew malzemeya gelek bêhempa ji bo wêje û hunerê ye.

Xwekujî, gelek mijaran dihundirîne wekî evin, rûmet, neçarî, bêtirsî, tirsa hebûne, serhildan, meraq, nepen û hwd. û ew e ku ifadeya herî bandorker, gengaz e ji bo hemû van hestan.

Lê hûr bûyin li ser xwekujî bi rêya huner wateyê pêk tîne. Ev mijaran baştir û eşkere dike aliyê estetîka wê. Xwekujî ya ku di demên peşîn ên di hat nas kirin bi hestên wekî evîn, azwerî û rûmet; bi modernîzmê ket halê xûyabûna pirsgirêkên felsefîyê wekî tirsa hebûn, nîhîlîzm û hwd. Dinav fîlozofan ku xwekujî meşrû kir, wekî yek ji wan ku peşvê çû, li gori Voltaire, xwekujî pirsgireke azadiya ferdî û mirovatî ew e ku “koma kujeran bêbext û tirshez e ku jiyîn li ser kûreya piçûk û pêkenok e ku di nav de bi têne laş heye.” û li dijî vê kelevajî mirov bi têne dikarin bi henekî berxwebidin. Li gori Chemfort, ew e ku nîhîlîst a giran, “jiyan nexweşî ye, û mirin derman e”. Qralan û keşîşan dixwestin ku dewam bike bindestiya me bi qedexe kirina doktrîna xwekujî yê. Wan dixwest me mehkûm bikin ji zîndana bêrêder.” Chemfort xwe dikujî bi qirika xwe jê kirin piştre ku fîşeka ku ji sere xwe berdan çave wî parçe kir û wî nekuşt.

Her çiqas xwekujî ji destpêka dîroka mirovahiyê ve tê lêkolîn kirin, ew tu car cazîbeya xwe winda nekir. Mirin her tim mijara meraqdar bû û ew ê wiha dewam bike. “Helbestvanan gelek lehengî difiroşe bi gotinen wan; lê gava ku dem ji bo çalakiye werin, ne bawerim ku dikarin qayim bimînin. Ji ber ku, wateya xwekujî ew nin e ku çek bikişînin mejiyê xwe, Xwe bihilawisin an xwe biavêjin ave, gava tu wan pengav diavêje, îradeya wî asteng bûyîn winda dibe.” Beşir Fuad, di nameyeke xwe, û di noteke xwe de dibêje; “Min dixwest ji mirovatiye feyde çêbikim bi awaye zanina mirina mirovekî çawa hîs dike û dema ew dimire çawa hîs dike…” û xwekujiya ceribandiya xwe pêk tîne. Ew jî nîşan dide ku meraq ji bo nepeneke mezin weki mirin, dikari ji çi dereceyê digihîje. û ew jî heyecaneke mezin e ku mirina xwe anî bi destê xwe… Pozbilindî, xwebawerî û dilşikestî ku hûn dikarin kontrol bikin têgînê “mirin”, ya ku tiştekî îradeya mirovan qet nikarî bigihije…

Di vê kontekste de, em dikarin bifikirin wêje wekî awaye ewledare ji bo rûbarî dikevin bi tirsên hebûnê. Dema ku zehmetiyên cewherê xwe û xwe-têgihiştinê bi edebiyatê têne vekolandin, hêviya ku barê hebûnê dibe vegotina baweriya bi hêza başkirina hunerê ye.

Çavkanî 1

Çavkanî 2

BESNA XELÎLÎ

Eyşana Beravî

Wê kêlîya min qumçên ber paxîla xwe didan hev, qîrîna jinekê kerikên guhên min lerizandin. Li ber neynikê me û neynik ber devêje. Reş û mor. Awirên min û a di awêneyê de li hev asê dimînin. Sîya Besna Xelîl ode dagirtîye û sewta wê her du qumçên  ber paxîla min diqetîne, qumçik dipekin li  rûyê neynikê dikevin û va ye neynikê em pîrr kirine. 
Min perçeyên neynikê civandin, bi hev ve cebirandin û jê pirsî:
Ka ji min  porkurê re bêje bê ev çi ye?
Neynik ji derzên kûr kêlimî:
Qey tu nizanî neynika dîrokê me?
Di nava xwe de hewandiye şeş heyamên bi kul û derd. Hebandiye şêst û şeş hezar jinên bi xem û keser. Min hêdîka bi her du destên Besnayê girtin û min li ber wê çok dan.
Me şê û şêbiskên xwe badan. Ji diranên mircanî, me sî û sê morik bi benê lêvan ve kirin. Me destên xwe dirêjî bûka baranê kirin û bi enîyên xwe ve girêdan. Me qeyd û beydên di zendên xwe de kirin şûtik û bi miradê Îbrahîmkê Temo ve kir. 
Dinya kêlîyekê nezîvirî, gerdûn carekê heyirî û
ruhê Besnayê ji serê tilîyan herikî nava kefên min. Di nav kefên min de dilerizî….

Xelat;

M.Arîf Cizrewî di vê kilamê de behsa serpêhatiyên Besna Xelîlî dike.
architectural ornament on bright old building wall

Şairekî Xorasanî; Ceferqulî Zengelî

Occo Mahabad

Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen  hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û  vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.

Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek Evliya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan Ceferqulî çûye welatên curecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine bi sedan helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.

Bajariyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartiye. Li gorî wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye lewma ji welatê xwe hatiye sirgunkirin hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.

Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferquliyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêm kirin.

Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin ku Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjeniya wî re belav bûne di nava gel de helbest xwendine xelk pirr jê hez kirine û ezber kirine.

Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatiye sirgunkirin.

Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên kirin.

Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî ji we re qala Ceferqulî kî ye çawa jiyaye çi kirine li ku miriye bikim.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di heremê de bi hûner û wêjeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer, Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.

Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê Zengene, Ceferqulî Zengêlî, Ceferquliyê Zengine, Ce’fequliyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.

Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan 10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.

Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.

Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşiyê dimire û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û mezinkirin. Ew heta xortaniya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.

Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê nebûye.

Piştî 15 saliya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî ji sibê heta derengiya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwariyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.

Gundiyên herêmê Melwariyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajariyên Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatiye teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvaniya Ceferqulî bi eşqa Melwariyê dest pê kiriye.

Piştî xortaniya xwe Ceferqulî dixwaze Melwariyê ji bîr bike berê xwe dide welatên Qefqaziya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan, Iraq, Erebistan, Sûriye, Misrê û Azerbaycanê lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farsî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.

Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farsî û Tirkî. Ceferqulî hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û nazenîn her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala  1894an de li Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê “Le Xakê Xurasanê” ji aliyê weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestiyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.

Helbesta wî ya Elo Xelkê vê rastiyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.

Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem

Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem

Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm

Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.

Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwariyê ku ew wek ar û alaveke sor şewitandiye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta Qaliwek im  de ev rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.

Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn

Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn

Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn

Ya Melwariyê bide min, ya canê min tu bistîne

Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.

Di helbesta wî ya Şevê Çû Di Xewê De em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û Melwariyê bi çîlekeşiyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwariyê dikeve rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwariyê berde û ji bîr bike.

Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê

Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê

Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê

Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê

Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê.

Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengiya wêje û helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanaziyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.

OPTîMîSTîK NîHîLîZM

Yasemîn Dervîşoglu

Hebûna mirovan tirsîner û tevlihev e. Di çend sed hezar salên berê da em hişdar bûn û xwe li cihek ecêb dîtin.
Ev der bi heyînen din tijî bû. Me dikaribû hinekî ji wan bixwin, hinek ji wan jî dikaribûn me bixwin.
Tiştên şileyî hebû ku em dikarin vexwin; tiştên ku em bikaribin bikar bînin ji bo tiştên zêdetir çê bikin.
Li ezmanan di çaxê rojê de, goga biçûçik û zer hebû ku erda me germ dikir. Ezmanê şevê jî bi ronîyen spehî tijî bû.
Ev cîh bi aşkere ji bo me hate afirandin. Tiştek li jor me temaşe dikir û em li male bûn. Ev jî jer, pir kêmtir tirsîner û tevlihev kir.

Lê her ku em pîr bûn, em li ser cîhan û li ser xwebûna xwe zêdetir hîn bûn, em hîn bûn ku wan ronîyên xweşikî diçirisin ne ji bo me bûn, ew jixwe wisa ne.

Em hîn bûn ku em ne li navenda tiştê ku em “gerdûn” dibêjin, û em ramiyan ku ew jî pir kevntirîn e.

Em hîn bûn ku, em ji gelek tiştên biçûk û mirî hatine afirandin, ên ku ”çê”dikin tiştên mezintirîn û nemirî ye, ji ber hîn sedeman. ew ku di diroke de ku berê ji mîlyar salan zêdetir diçe, em bi tenê qonaxekê demboriya din in. Em bi hejmetkarî hîn bûn ku em li ser parçika şile tozê dijin, ên ku li derdora stêrkek bi mezinahiya navîn digere û li deverek bedengî di milekê galaksîyek navendî de, û ev kom bi têne yek ji hezar koman, wan bi hev re “supercluster”a galaksiyê pêk tînin. lê hîn jî “supercluster”a xwe bi tenê yek ji hezaran e, ye ku tiştê em jê re “gerdûna dîbar” dibêjin pêk tîne.

Gerdûn dikare mîlyon carî mezintir bibe, lê em tu carî nikarin hîn bibin. em dikarin hewl bidin peyvên mina du sed mîlyon galaksî an trîlyon stêrk an jî bazîlyon gerstêrk bikar bînin, lê hemûya wan hejmaran nayê wateye tiştekî.
mejîyê me nikare van têgihan bigihêje. Gerdûn zehf mezin e. Gelek ji wê heye.

Lê mezinahiya, têgihîna hêrî dijwar a ku divê em pê re mijûl bibin nîne. ew wext e; an jî rasttir e ku wexta me ye.

Ger hûn têra xwe bişens bin û sed sal bijîn, pênc hezar û du sed hefteya we heye ji bo jiyîn ê. Ger niha tû bist û pênc salî be, vê gavê se hezar û neh sed hefteyen tê mane. Ger tû yê di heftê salî de bimire, wê gave du hezar û sê sed û çil hefteye tê mane, pir zêde dem heye, lê her wiha… ewqas nin e.

Paşê çi? demajoyen tê ye bîyolojîkî dê dest bi hilweşine bike, nimûneya dînamik e te dê dev ji dînamîkbûnê berde. Ew ê dewam bike hilweşin heya ku tiştek ji te nemÎne. Hîn kes bawer dikin ku beşeke me heye ku em nikarin bibînin an jî bipeyîvin, lê tu awaye me nin e ji bo hîn bibin. Ji ber vê yeke ev jiyan dikare ev qas bibe û em dikarin hertim mirî bimînin.

Ev kêmtir tirsnak ê ji ya xuya dike, her wiha; ger tû bîr neke 13,75 mîlyar sal ku derbas bû berê hebûna te, vê gavê trîlyon û trîlyon û trîlyon salan ku derbas bibe piştî tu çû yê bibe tu tişte ji ber ku tu tune ye.

Çavên xwe bigire. Heyanî yekê bijimêre. Ev e… Çawa bêdawîtî hîs dike. Bi qasî ku em dizanin, di dawiya gerdûnê xwe bi xwe bimire û tu tiştek ê careke din neguhere.

Ev li gelek kesan metirsiya hebûnê sedem dibe, û dibe ku çend hûrdeman dawî alikarî nebe jî. Ji ber vê yeke, ji bo carekê, em dixwazin ku awayekê din teklîf bikin ji bo ditîna van tiştan: nêrîneke nezanist, subjektîf, felsefeya Kurtzgesagt, heger tu dixwazi, ji kerema xwe bigre vê têgihîna bi guman, em nizanin tiştek betir ji te di derheqe hebûna mirovan.

Em ê rawestin li hember tirsa hebûnê bi nîhîlîzma xweşbîn.

Wateya wê çi ye? Bi kurtasî, ew xuya dike gelek nemimkune ku 200 trîlyon stêrk ji bo me hatine çêkirin. bi awayekî, ew hîs dike wekî henekek herî zalim e. Bi me re hat listîn di hebûna me de. Em baldar bûn bi têne ji bo fehm kirin ku vê çirok ne di derheqe me de ye.

Her çiqas zanîn li ser elektronan û kaniya hêzê şane xweş e, zanistan gelek tişt nekirin ji bo van tiştan kêmtir xemgin bikin. Baş e, le niha çi? Bi têne şansekê te heye li jiyanê, ku ev tirsê dide, lê ew jî te azad dike. Ger ku gerdûn bimire ji ber ku germ, her rûreşiya ku tu dikişîne di jiyana xwe de dê were jibîr kirin. Ji ber ku her şermek te, ne giring be di dawiye de. Her tişte nebaş ku tu kir ê betal bibe.

Ger ku jiyana me her tiştê ku em xwedî bûn, wê gave jiyana me de tiştek tenê giring e. Ger tu prensîpe gerdûne tune be, bi tenê prensîpen ku me li ser biryar daye giring e. Ger armanca gerdûnê tune be, wê gavê em dikarin dîkte bikin armanca wê çi ye.

Mirov bêguman di nokteyekê de ji hebûna xwe berdidin, lê belê em ê bikin, em dikarin xwebûna xwe û cihanê li derdora xwe bikolin. Em dikarin biceribinin hestên xwe. Em dikarin biceribînin xwarin, pirtûkan, rojhilatin û bi hevre bûyin.

Rastiyeke ku em dikarin di derheqe van tiştan bifikirin ji xwe bêkêmasî ye.

Ew hêsan e ku difikirin xwebûna xwe wekî ji her tişte veqetandî, Lê ev rast nine. Em bi qasi gerdûnek in wekî stêrkek notronî an qulikek reş an jî nebûlokek. Çetir e ku, bi rasti, em beşa ku dikari bifikirin û hîs dikin: organê navendî yên gerdûnê.

Em di meydanekê listîke bi mezinahiya gerdûnê de bi tevayî azad in. Ji ber vê yeke em jî bikarin armanc bikin ku bextewar bibin û di nav stêrkan de cûreyeke utopya ava bikin.

Em her tiştê ku em dikarin bizanîbin fêr nêbûn. em nizanin ku rêziken gerdûnê çima wisa ne? jiyan çawa ava bû? jiyan çi ye?

Em nizanin ku hişmendî çi ye an jî em di gerdûnê de tenê ne. Lê em dikarin hewl bidin ku hîn bersivan bibînin.

Bi mîlyaran stêrk hene ku em dikarin werin, nexweşiyên hene ku em ê baş bikin, mirov hene ku em dikarin alikarî bikin, hestên bextewar heye ku em ê biceribînin, û listîkên videoya heye ku em dikarin xelas bikin. Pir tişt heye ku bikin ji bo me.

Ji ber vê yeke, bi kurtasî, ew gengaz e ku tu bikar tînin dema gelek mezin e ku ji bo te peyda bû. Ger ku ev şensê me ye yek ji jiyanê ye, tu sedem tuneye ji bo kêf nekin û bextewar nejîn.

Ev bonus puan e ger ku te jiyan ji bo mirovên din baştir kir. zêdetir puanan wergire. Ger ku te alîkariya avakirina împaratoriyek mirovî ya galaktîk bikî, tişten ku sedem dibe xweş bike. Tu dikari biryarê bide ku ev jiyan tê çi wateye li gori te?

Çavkanî

various cryptocurrency on table

Alternatîfeke dîjîtal û pêşeroj

Jiyana mirovan her roj diguhere û vediguhere; mirov dikare bêje ku zanyarî û teknîk jî di guherin û veguhertinê de dînamîkeke bingehîn in. Di dîrokê de îcad-peyidîn sedem guhertine û bandoreke şoreşgerî kirine. Hêsankirina jiyanê, afirana qelîteyê, dirêjkirina emrê mirovan, pêşxistina takekesiyê, afirandina firsendên aboriyê û hwd. bi bandora zanyarî û teknîkê re bi hev re bi pêş dikevin.

Di roja me ya îro de pêşketina sepanên înternet û medyaya civakî wekî amûrekê, xwe li ser pêşketina muxalefet û xwebirêxistinbûnê bi bandor kiriye. Ev li ser civakê bandoreke mezin dike û her diçe pêşiya civaka muxalîf vedike. Dewlet jî dixwaze pêşî li ber pêşketina teknolojî/dijîtalê bigire, bixe bin kontrola xwe û wekî amûreke îstîxbarî bi kar bîne. Dema nikare rê li ber pêşketina teknolojiyê bigire, hewl dide biçewisîne û qels bike. Pêşketinên teknolojiyê ji bo statukoya xwe, qaşo li dijî kêmasiyan bi tedbîrên xwe rûyên tekedest ên zordestan teşhîr dike, kesên ku dîtinên teknolojîk ên şoreşger nabînin, ketin rewşeke ku “tîr bikin dahn diçe û ron bikin av diçe’’. Aşkera ye ku dewlet di vê têkoşînê de bi ser nakeve. Di her kêliyê de pêşketinên teknolojiyê û dîtinên pêk tên erênî li xaneya wê tên nivîsin.

gold and blue round logo
Photo by Karolina Grabowska on Pexels.com

Li dijî alavên dewletê, afirandina rêyan, pratîzekirin û paldayîna pêşketina zanyarî û teknolojiyê her diçe zêdetir tê tercîhkirin. Mînakên herî bibandor teknolojiya Blockchain û Bitcoin e. Pergala kapîtalîst a cîhanê temsîl dike; amûra wê ya yekane jî pere ye. Her wiha yên di cîhana kapîtalîst de xwediyê pere, xwediyê hêz û îqtîdarê ne jî. Ji ber vê sedemê jî desthilatdar li dijî bikaranîna pereyê adilane û her wiha bidestxistina pere dikarin her tiştî bikin. Li vir teknolojiya Blockchain û Bitcoin; bi bênavendîbûn, nepenî û ewlehiya xwe, bi derpêşiya sînordar dikare qewarekê di yekdestiya dewletan de veke.

Bitcoin û Blockchain

Piştî qeyrana gerdûnî ya sala 2008’an nêrîna mirovan li hemberî sektora fînansê û bankayên ku wekî keleha kapîtalîzmê dihatin pênasekirin guherî. Êdî baweriya mirovan bi dezgehên dewletê yên organîsazyona sektora fînans û bankayê dikin nemaye.

Bi wê dîrokê re fikra Bitcoin û teknolojiya Blockchainê derdikeve holê. Bankaya Lehman Brothers di îlona 2008’an de ji ber qeyrana fînansê îflas kir. Piştî du mehan bi nasnameyeke ne diyar û nasnavekî “Satoshi Nakamoto” kes an jî (komek) bi ser navê “Bitcoin: Pergala pereyê pêşîn ê elektronîk a di navbera cotan de” gotarek weşand. Di gotarê de peyama bingehîn wiha ye: “Gelî mirovan! Hev nas bikin an jî nas nekin, êdî hewceyî bi mekanîzmayên navendî nîne. Avakirina pergala qeydên daneyan ên biewle pêkan e. Ev pergal, derfetên matematîk û teknolojiyê bi kar tîne, ji ber vê jî nayê manîpulekirin û nayê xirabkirin.”

Bitcoin, girêdayî navendekê nîne û wisa jî dixebite. Li dijî bikarhêner û manîpulekirina kesan jî tedbîrên xwe girtine û xwe wekî pereyek dîjîtal aşkera dike. Ev pergal, bi teknîkeke xurt a şîfreyê li ser peymaneke daneyan tê qeydkirin. Qopyayên daneyên tên qeydkirin ji bikarhênerên din re tên şandin û tên veşartin. Di gotara Nakamotoyê de her çend peyva Blockchainê derbas nabe jî di rêbazên sepandina şekl û şemalên di gotarê de hatine dayîn, têgeha Blockchainê derdikeve holê; bi lez û bez di asta kurewî de bi pêş ket, hat pejirandin û di hêla têgeha teknolojîk de jî bi ser ket.

Şoreşa fînansî; Bitcoin

Bitcoin a teknolojiya Blockchainê pêşkeş û îspat kir, di nav xwe de li dijî cîhana kevneşopiya fînansê wekî sazîbûna şoreşgerî bû. Ev sazîbûna nû li hemberî pergala bankayê ya di qeyranê de ye, bû hêviyeke mezin.

Her wiha Bitcoin di heman demê de platforma Blockchain ye ku tê zanîn û nasîn. Cara yekem di cotmeha 2008’an de bi navê Satoshi Nakamoto gotarek hat weşandin, di naveroka gotarê de jî Bitcoin derket holê. Di serê sala 2009’an de jî wekî torek çalak ket meriyetê.

Bitcoin, bêyî otorîteya navendî û bankayan bi bikaranîna teknolojiyê re di navbera cotan de dixebite. Rêvebirina kirarî û belavkirina Bitcoinan bi komî li ser torê tê birêvebirin. Çavkaniyên Bitcoinê vekirî ne; dizayna Bitcoinê jî ji gel re vekirî ye. Kes ne xwediyê Bitcoinê ne û nikare kontrol jî bike, lê her kes dikare tev li bibe. Taybetmendiya xweser a Bitcoinê; pereyê ku nikare bê bikaranîn bi rêya Bitcoinê dikare bê bikaranîn.

Bitcoin, pergaleke nû ya pere ye, pergala xwe pêşkeşî me dike. Toreke lihevkirinê ye û pergaleke pere ya dîjîtal e. Otorîteya wê ya navendî û xwediyê wê nîne û hêza xwe ji bikarhênerên xwe digire û rêbaza dayîna pere ya di navbera cotan de ye.

Hejmera hilberîna mîqdara Bitcoinê herî zêde 21 milyon e. 10 deqîqiyan hilberîna bloqekê tê kirin. Sembola wê (₿) û kurtasiya wê jî (BTC) ye.

ripple etehereum and bitcoin and micro sdhc card
Photo by Worldspectrum on Pexels.com

Piştî derketina Bitcoinê û bikaranîna wê, gelek projeyên ku bi navê altcoinê dihatin pênasekirin bi bikaranîna teknolojiya Blockchainê derketin holê. Hejmara Coinên bi gelek armancan tên bikaranîn û qadên wan ên faliyetê heyî ji du hezarî derbas kiriye.

Blockchain û pêşeroj

Blockchain, pergala qeyda daneyên belavker e ku şopandina şîfrekirina kirariyan dike. Taybetmendiya xwe bi komkirina daneyên bi heman blokan wekî zincîrê, algorîtmayan bi hev re şîfre dike, girêdide û vedişêre. Zincîr bi belavkeran re û bi gelek kesan re tê parvekirin. Bi mînakan em dikarin vê mijarê şênber bikin.

Feraseta girtina daneyan a Blockchainê, di esasê xwe de dişibe lenûska dikandaran. Berê dema em diçûn dikanê me lenûska malê jî bi xwe re dibir. Dema danûstandin dihat kirin, hem dikandar û hem jî me di lênûskê de dinivîsand. Ev tişt ji bo ku dikandar tiştek din di lenûskê de nenivîse û neguherîne dihat kirin. Vegotina belavkeran a Blockchainê jî dişibe heman feraset e. Kesên ku li ser torê heyî û li ser zincîra bloqa qeyda kirarî heyî wekhev tên girtin. Heke kesek bê destûr li ser lenûskê tiştek binivîse, dê bi lenûskên din re bikeve nav pevçûnekê û herî dawiyê jî ji derveyî torê bê hiştin.

Bi Blockchainê re em dikarin qeydên daneyan ên guhertina wan nayê kirin û nayên manîpulekirin bigirin. Tişta ku vê teknolojiyê ev qas mezin dike ew ku pêdivî bi otorîteya navendî nabîne ye. Kirariyên ku di lenûskê de tên qeydkirin û belavbûna wan a li ser torê bi tevahî bi rêbazeke demokratîk bi rêya kompîturên ku girêdayî torê ne tên kirin. Çend hejmara tevlîbûna kompîturan zêde be dê ev qas baweriya pergalê zêde bibe.

Her wiha di roja me ya îro de, êdî Blockchain ji pereyê krîpto derdikeve û di gelek sektorên cuda de tê bikaranîn. Ji hêla rahijmendan ve tê testkirin. Teknolojiya Blockchainê, pergala hilbijartin û dengdayînê, ewlehiya sîberê, afirandin û veşartina belgenameyên giranbiha, e-bazirganî û pereyê dîjîtal, smart contracts, xizmetên tenduristiyê, pergala rêvebirina nasnameyan, deyndariya kesan, pergala kredî ya belavkaran, mafê telîfê, xizmetên şaredariyê û hwd li gelek qadan tê bikaranîn û tê testkirin. Her diçe jî Teknolojiya Blackchainê belav dibe û di jiyana rojane de tê pêşiya me. Ev tespîteke di cih de ye. Her ku teknolojî bi pêş dikeve mirov hewceyî bi navend û dewletan nabîne. Ji ber ku hewcedariya bi dewletê kêm dibe sazîbûnên alternatîf ji bo mirov û civakan pergala xwe diafirînin.

Sîdar Gullu

Çavkanî:

1-) Pirtûka Blockchain 101

2-) Nivîsên li ser înternetê