woman in blue dress in a library

DI EDEBIYATÊ DE DIYARDEYA XWEKUJIYÊ

Yasemîn Dervîşoglu

“Xwekujî ku heya wê çaxe wekî dînîtî, guneh, sûc û rêşaşî hat zanîn, gav bi gav dest pê dike wekî çalakiyek lehengî an jî romantîk were dîtin”. Ev tirada navdar, vê guhertina têgihiştinê pir xweş sembolîze dike: Hebûn an jî nebûn, hemû mesele ev e. Ma disekinin li dijî hemû pirsgirêkên û derbeyên ji bextê kor rûmettir e, an jî ew e ku inkar kirina jiyan li dijî hemû êşan? Mirin, xew, xew… û dibe ku xewn dîtin.

Her çiqas xwekujî bûyereke hestiyar û hewlnak bibe, ji ber ku kûrahiya hestan ew sedem dibe, ew malzemeya gelek bêhempa ji bo wêje û hunerê ye.

Xwekujî, gelek mijaran dihundirîne wekî evin, rûmet, neçarî, bêtirsî, tirsa hebûne, serhildan, meraq, nepen û hwd. û ew e ku ifadeya herî bandorker, gengaz e ji bo hemû van hestan.

Lê hûr bûyin li ser xwekujî bi rêya huner wateyê pêk tîne. Ev mijaran baştir û eşkere dike aliyê estetîka wê. Xwekujî ya ku di demên peşîn ên di hat nas kirin bi hestên wekî evîn, azwerî û rûmet; bi modernîzmê ket halê xûyabûna pirsgirêkên felsefîyê wekî tirsa hebûn, nîhîlîzm û hwd. Dinav fîlozofan ku xwekujî meşrû kir, wekî yek ji wan ku peşvê çû, li gori Voltaire, xwekujî pirsgireke azadiya ferdî û mirovatî ew e ku “koma kujeran bêbext û tirshez e ku jiyîn li ser kûreya piçûk û pêkenok e ku di nav de bi têne laş heye.” û li dijî vê kelevajî mirov bi têne dikarin bi henekî berxwebidin. Li gori Chemfort, ew e ku nîhîlîst a giran, “jiyan nexweşî ye, û mirin derman e”. Qralan û keşîşan dixwestin ku dewam bike bindestiya me bi qedexe kirina doktrîna xwekujî yê. Wan dixwest me mehkûm bikin ji zîndana bêrêder.” Chemfort xwe dikujî bi qirika xwe jê kirin piştre ku fîşeka ku ji sere xwe berdan çave wî parçe kir û wî nekuşt.

Her çiqas xwekujî ji destpêka dîroka mirovahiyê ve tê lêkolîn kirin, ew tu car cazîbeya xwe winda nekir. Mirin her tim mijara meraqdar bû û ew ê wiha dewam bike. “Helbestvanan gelek lehengî difiroşe bi gotinen wan; lê gava ku dem ji bo çalakiye werin, ne bawerim ku dikarin qayim bimînin. Ji ber ku, wateya xwekujî ew nin e ku çek bikişînin mejiyê xwe, Xwe bihilawisin an xwe biavêjin ave, gava tu wan pengav diavêje, îradeya wî asteng bûyîn winda dibe.” Beşir Fuad, di nameyeke xwe, û di noteke xwe de dibêje; “Min dixwest ji mirovatiye feyde çêbikim bi awaye zanina mirina mirovekî çawa hîs dike û dema ew dimire çawa hîs dike…” û xwekujiya ceribandiya xwe pêk tîne. Ew jî nîşan dide ku meraq ji bo nepeneke mezin weki mirin, dikari ji çi dereceyê digihîje. û ew jî heyecaneke mezin e ku mirina xwe anî bi destê xwe… Pozbilindî, xwebawerî û dilşikestî ku hûn dikarin kontrol bikin têgînê “mirin”, ya ku tiştekî îradeya mirovan qet nikarî bigihije…

Di vê kontekste de, em dikarin bifikirin wêje wekî awaye ewledare ji bo rûbarî dikevin bi tirsên hebûnê. Dema ku zehmetiyên cewherê xwe û xwe-têgihiştinê bi edebiyatê têne vekolandin, hêviya ku barê hebûnê dibe vegotina baweriya bi hêza başkirina hunerê ye.

Çavkanî 1

Çavkanî 2

model figure standing on map

WÊNEYÊN JI WARGEHÊN NAZÎYAN Û ÇÎROKÊN WAN

Di nav Muzeya Dîrokê ya Elmanyayê de pêşangeheke bi navê Wêneyên ji Komkujîyê heye.Pêşangeheke li Berlînê jîyana cihûyên li gettoyan û kampên komkirinê yên Nazîyan dide ber çavan.

Bi vî awayî jî koleksîyona Muzeya Vashem Yad a li Qudsê cara ewil li derveyî welat li Elmanyayê hat pêşandan. 100 wêneyên li pêşangehê ji wêne û xêzên Cihûyên li gettoyan û kampên xebatê pêk tên. Piranîya wêneyan ji aliyê nîgarên hevalên wan di bin rîskeke giran de hatine veşartin û revandine gihandine heya roja îro.

Kuratorên pêşangehê diyar dikin ku wêne him ji alîyê hewldana mirovî û hunerê him jî ji alîyê estetîkê ve jî xwedîyê nirxekî ne û bi qîmet in.


Pavel Fantl, Strana Qediyayî (1941-1944)

Ev xêzên rengîn ji hin wêneyên kêmpeyda ne ku Nazîyan nişan didin.

Fantl di sala 1903an de li Pragê tê dinyayê, li kampa komkirinê ya bi navê gettoya Theresienstadtê ku di bin dagirkerîya Çekoslovakyayê de ye bi alîkarîya polîsekî ku bi dizî malzemeyên xêzkirina wêneyan didiyê bi dizî wêneyê xwe xêz dike. Hitler wek yekî ku bi enstrûmana xweyî temamê gel pe xapandî xistîye erdê û destbixwîn nîşan dide. Fantl tevî jina xwe û kurê xwe hatibû şandin Auschwitzê û di çileya 1945an de hatibû kuştin.

Karkerekî Çekoslovakyayî wêneyên ku wî xêz kirine ji gettoyê derxistine û di dîwarekî de vaşartine.

Felix Nussbaum / Penaber (1939)

Nussbaum wênexêzê herî naskirî yê pêşangehê ye, di sala 1940an de li Belçîkayê hatibû girtin, piştre revîyabû û bi jina xwe re li Brukselê xwe vaşartibû. Ev berhem, tenêtî û cudakirina Cihûyê Elman nîşanî me dide. Nussbaum wêneyî ji bavê xwe yê li Amsterdamê dişîne, lê belê piştî ku di sala 1944an de wî jî dibin Auschwitzê li muzexaneyekê tê firotin. Ev wêne jî rewşa gelek penaberên ku nizanin bi ku ve biçin nîşan dide. Nussbaum di sala 1944an de di 39 salîya xwe de tevî jina xwe li Auschwitzê hat kuştin.

Moritz Müller / Banên Di Bin Berfê De (1944)

Moritz Müller li Pragê wênexêzî xwendîye piştre maleke muzayede vekiri bû. Piştî Çekoslovakya ji alîyê Nazîyan ve hat dagirkirin ev der hat girtin. Di dema jîyana xwe ya li gettoyê zêdetirî 500 wêneyî xêz kirîye. Getto zêdetir cihên qelebalix bûn, lê bele di vî wêneyî de banên di bin berfê de bêdeng û aram xuya dikin. Jina serbazekî Awisturyayî hin wêneyên Müller kirîbûn û li mala xwe veşartibûn. Müller di sala 1944an de li Auschwitzê hat kuştin.

Nelly Toll, Keçên Li Mêrgan (1943)

Ji kesên ku wêneyên wan di pêşangehê de cih digirin Nelly Toll tenê dijî. Li bajarê Lviv ê Ûkraynayê hatiye dinyayê, ev wêne di 8 salîya xwe de gava bi dîya xwe re li ba malbateke Xrîstîyan maye çêkirî ye. Toll a ku li New Jersey dijî, bi serokwezîr Angela Merkel re beşdarî vekirina pêşangehê bûbû.

Bedrich Fritta, Derîyê Paş (1941-1944)

Di navbera salên 1941-1945an de ji 140 hezar kesên ku ji Çekoslovakya bo gettoya Theresienstadtê hatine şandin 120 hezarên wan hatine kuştin. Bedrich Fritta di sala 1906an de li Bohemyayê hatîye dinyayê piştre ew şandibûn gettoyê û di sala 1944an de li Auschwitzê hatibû kuştin. Ew û hevalên wî yên wênexêz berîya ku werin girtin wêneyên xwe li paş krêmîtê dîwaran veşartibûn. Tê taswîrkirin ku derîyê nîv vekirî yê di weneyê de wekî metafora mirinê hatîye bikaranîn û dike nîşan bide ku ji bilî rêya tarî tu alternatîfeke din tune ye.

Karl Bodek / Kurt Conrad Löw, Biharek (1941)

Ligel ku ev wêne piçûke jî di navenda pêşangehê de cihê xwe girtî ye. Ev berhema hevpar ya Bodek û Low ê ku li kampa Gurs a başûrê Fransayê ye mane, ji dûr ve çîyayên nêzî sînorê Spanyayê û perperîkeke ku xwe li li ser têlên bi kelem danîye nîşan dide. Kurt Low ê Vîyanayî li Fransayê revîyaye Swîsreyê lê belê Bordek hatibû şandin Auschwitzê û li wir jî hatibû kuştin.

Leo Haas, Gihîştin (1942)

Haas ê ku bi saxî ji şer xilas bûbû ji alîyê rêveberiya gettoyê ve ji bo xêzên mîmarîyê çêke hatibû peywirdarkirin. Lê belê wî dîlgirtiyên nû ku anîbûn kampê jî xêz kiribûn. Çivîkên dirinde ên di xêzan de mirinê bi bîr dixe. Nişana ‘V’ ya li goşeya jêr jî tê wateya ‘’serkeftinê’’ û wekî sembola serhildana bin erdê dihat bikaranîn. Wek weneyekî nuwaze ye ku him ji alîyekî ve mirinê bi çavên xwe dibîne ji alîyê din ve jî nîşan dide ku dikare serkeftinê jî bifikire.

Charlotte Salomon, Otoportre (1939-1941)

Ji sê berhemên Salomonê ên ku di pêşangehê de cih girtine yek jê jî ev otoportreya wî ye. Salomona ku li Berlînê hatiye dinyayê, piştî pogroma li hemberî Cihûyan tevî kal û pîrê xwe xwe dispêre xaniyê Emerîkî yê milyoner ku li Başûrê Fransayê ye. Vê otoportreya xwe jî li vê derê çêdike. Rengên di wêneyan de tevger û tevlihevîya di hundirê wê de nîşan dide. Gava Salomon ji alîyê Gestapo ve di sala 1943an de tê girtin û tevî mêrê xwe tê şandin Auschwîtzê, pênc mehên wê qedîya bûn ku ducanî bû.

Parzemîn Solutions

hands in front of white and black background

ANALÎZA EVÎNDARIYÊ: EM ÇIMA EVÎNDAR DIBIN?

Cûneyt Ewrareş

Qutequta dilê me zêdetir dibe, laşê me xwê dide û hin horman çêdibin ku ew her derên mirov germ dike. Ev hin delîlên biyolojîk ên evîndariyê ne.

Evîndarî ji bo mirovan ewqas girîng dibe ku di warê çand û hunerê de li ser gelek evîndariyên serkeftî û binketî berhem hatine pêşxistin. Evîndarî bi her awayî mirov dike berhemdar.

Lêbelê dema evîna ajalan were lêkolîn dê xuya bike ku ew beriya mirovan derketiye holê. Him jî bi sedemeke xirab.

Evîndarî ango dildariya ku îro em pê dizanin bi pevşabûn û seksê dest pê kir. Seks jî wek rêbaza veguhastina nifşan a bo dahatûyê dest pê kiribû.

Ji bo hezkirinê diviya mejiyek hebe û bikaribe hestan vebêje. Ango ji bo pêkhatina mejî jî diviya ji destpêka jiyanê çend milyar sal derbas bibin.

Li gor teoriya peresînê beriya 60 milyon salan prîmatên ewil derketine holê û bi peresîna bi milyon salan mejiyê hinekan mezin bûye û mirovên nûjen ên îro pêk hatine.

Lê pirsgirêkek hebû. Her ku mejî mezin dibû gihîştina zarokan jî diviya zûtir pêk bihata. Ger wisa nebe dê serê zarokan nikaribe ji kanala zayînê derkeve.

Ji ber vê yekê gorîl, şempanze û mirov divê heta ku pitikên wan bigihijîe wan xwedî bikin. Ew dema dirêj a zaroktiyê jî hin rîsk bi xwe re tîne.

Ji bo pevşabûnê bi zanebûn zarokên xwe dikujin

Îro ji bo gelek prîmatan zarok heta ku ji şîr hate birîn ew nikarin bi hev şa bibin. ji bo ku nêr xwe bigihîne dayikê diviya zarokê xwe bikuje. Ji ber vê yekê di gorîl, maymûn û delfînan de ew tişt gelek caran dibe.

Ji Zanîngeha UCL’ê ya Londonê Kit Opie û tîma wî li ser vê mijarê derbas bûn û gihîştin encameke sosret. Li gor Opie jji 3 prîmatan yek xwedî yek hevserî/ê bû û ew dibû asteng ku bi zanebûn pitik were kuştin.

Tîma ku li ser xwedîkirina pitikan û pevçabûnan lêkolîn dike hin delîl bi dest xistin. Li gor wan daneyan ‘nexwestiya kuştina pitikan’ bûye sebeb ku ew 20 milyon sal in yekhevserî heye.

Jîndarên din ji xwe rêbazên din dîtin, ji ber vê yekê hewce nedibû ew xwedî hevserekî/ê tenê bibin. Bo nimune; şempanze û bonobo ji bo ku xetereya mirina pitikê ji hol rakin eletexmîn dikevin têkiliyê. Yên nêr jî nikarin bizanin bê kîjan pitik ji wî ye û wê pitikê nakuje.

Di jîndarên herî hestiyar de nêr zêdetir alîkariya xwedîkirina pitikê dikin û ew jî rê li ber vedike ku jîndar heta dawiya temenê xwe bi yekhevserî derbas bike.

Pispor pê guman dikin ku hevser heta mirinê girêdayî hev dibin û ew jî li mejî guherînên girîng pêk tîne.

Opie dibêje ew dibe ku bibe çirûskeke destpêka peresîna mirovahiyê. Dibe ku gava nêr di xwedîkirina pitikan de bûne alîkar, mirovahî bi pêş ve çûye û mejî li gor prîmatên din bêhtir mezin bûye.

Xwedîkirina pitikan a nêran

Herwiha tê dîtin ku li hin beşên mejî yên ku bi evîndariyê re eleqedar in guherîn di demên nêz de pêk hatine. Ango evîndariya biyolojîk ji me re ewqas ne dûr e.

Tê gumankirin ku evîndarî bi aliyê xwe yê herî razber li herêma “angular gyrus” a mejî cih digire. Wek tê zanîn ev devera mejî ji bo ziman girîng e û bi taybetî di mirov û meymûnan de.

Ji ber ku di şempanze û meymûnan de MR’a mejî nehatiye kirin nayê zanîn ku di hestên wan de ev dever bê çiqas girîng e.

Hin kes bawer dikin ku ji ber ku ew pêvajoya hestiyarî tê bidestxistin evîndariya romantîk derdikeve holê. Binavkirina û wesfandina dildariyê gelek dijwar e lê norolog behsa gelek pêvajoyên li pey hev dikin.

Yek ji wan jî daxwaza pevşabûnê ye. Gava dildar destê xwe bigihîne wê/î kesî/ê hin hormonên kêfxweşiyê pêk tên. Ew kêfxweşî jî daxwaza têkiliyê çêdike.

Asta duyem dildariya romantîk e. Di vê heyamê de hormonên dopamîn ve oksîtosîn çêdibin û mirov bi hev ve tên girêdan.

Ango di asta daxwaza pevşabûnê de zewqa zêde evîndariyê pêk tîne û yên daxwaz neke jî nikare bi ihtîrasî hez jê bigire. Di evîna ewil de pevşabûn deriyek bo hezkirinê vedike, di ya duyem de jî hes û hezkirina romantîk dildariyeke xort ava dike.

Piştî destpêkirina pêvajoyê mirov di dayina hin biryaran de lawaz dikeve. Ev heyam jî heyama “dînîtiya ji ber evîndariyê ye.” Kesê/a ku bibe evîndar pê hîs dike ku dinya li dora wê/î dizivire û ji ber hestên xwe newêre aliyên xirab yên dildarê/a xwe bibîne.

Evîndarî û bestandina zêde li dû xwe aloziyê jî tîne. Evîndar nikare aş bibe û dikeve asta bêsebriyê. Ew pêvajo piştî demekê dike paronayak.

Li gor pisporan ew hest jî rasterast girêdayî genetîka mirovan e û ji peresînê heta niha gelek kiras li xwe kirine.

Zanyar li ser vê mijarê hevpar difikirin ku evîndarî li mejî tevî guherînên razber, guherînên şanber lê yên ‘neberbiçav’ jî pêk tîne.

Pispor dibêjin evîndariya navbera du kesan ji ber zayîn, wextên xweş, pevşabûn û rewşên dijwar derketiye holê.

Lêbelê piştî ku armanc bi pêk tê, êdî peywendiya evîndaran ewqas biparonayî nabe. Piştî çend mehan “mehên xweş û hingîvê” diqede û hevalbendiya peywendîdar dest pê dike.

Hormona belaya serê mirovan

Ligel aşbûna evîndariyê hormonên rêjeya serotonîn û dopamînê dadikeve xwarê. Lê nêzîkahî bi asta oksîtosînê dewam dike. Lê ger hormona oksîtosînê jî bê daxistin dê evîndariya du kesan jî bi dawî bibe. Ew asta oksîtosînê jî gelek caran ligel demê bi dawî dibe.

Ango têkiliya domdar a du destgirtiyan ne ji ber dopamînê ye, lê çiqas kêm be jî ew di rêjeyekê de dimîne.

Teoriyek din jî heye dibêje evîn û dildarî ji ber peywendiya zarok û dayikê peresîn derbas kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Ji ber ku di evîndariya romantîk te daxwaz heman nebe jî hestên parastin û xwedîderketinê di heman radeyê de ye.

Ji ber ku him mirov, him jî ajal gava ji hezkiriyên xwe veqetin dikevin nav hesteke kûr. Ji ber vê jî ji bo ku êş û keser tunebe hewcedariya bihevrebûnê peyda dibe. Lê her carê encam li gor dilê mirovan naçe, veqetîn pêk tê, dil dişikî û êş û keser ligel şikestineke mezin li dor mirovan digere.

Tê gumankirin ew hest xwediyê binyateke peresînê ye.

Ango pergala lîmbîk a di mejî de ji bo heyama evîndariyê roleke mezin dileyîze. Tê gumankirin ev pergal tevî mirovan ligel gelek jîndaran jî heye.

Bi kurtasî evîn bi hezeran sal in heye, her serdem bi rûyekî din bi kirasekî din pêk hatiye. Lêbelê herî dawî li bal mirovan ew hest bêhtir xort bûye û bûye sedema şerên dinyayê jî.

Evîndarî dikare şerekî mezin jî bide destpêkirin, aştiyeke xort jî pêk bîne.

Pispor herî dawî wisa xalek li evîndariyê dixin. “Ger evîn nebûya mirovahî nedihat vê astê, bêyî hezkirin em çênedibûn.”

DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

Occo Mahabad

Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gelek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku dilê me şa û bextewar dike. Şiko wekî her helbestvanê kurd dildar e nazik e li ber bûyerên civakî dixwaze ji birînan re derman bibe. Şiko bi eşq û sewdayê re xwe dike dergeh, perestgeh, ew dilekî birîndar e bi hesret û kedera yar û warê xwe, peyvên birîndar di dergûşa dilê xwe de kedî û sax dike.

Helbesta wî ya ez jê zehf hez dikim û bi xwendinê re dubare dubare kêfek mezin hildidim helbesta Dilê Bengî ye ku di sala 1963yan de li Lenîngradê hatibû nivîsandin. Şiko di vê helbestê de dilê xwe yê birindar û kesergirtî radixîne li ber kewa xwe ya gozel. Evîn û bêriya dilê xwe yê êşdar, di sing û berên qerqaş de digere ku xwe aş bike.

…….
Sîng û berê wê yê qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê,
Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê,
Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger,

Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser,
Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera,

Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera.
Heta kewa gozel neyê û dest nede ser birînê,
Birîna wî naaxibe û êşa dil nayê birînê.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê dixwaze xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê peywira edîtoriya Radyoya Rewanê dike. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz, mirovperwer û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1975an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Mixabin hinek nivîskarên kurd sedema mirina Şiko girêdayî şert û mercên feqîriye dikin lê ev teoriya spekulatîf, teoriyeke objektîf nine. Hûn ê bêjin ku ew canik û camêran di dema Şiko de jiyane û 24 saetan bi Şiko re geriyane. Em hê teze di derbarê jiyana Şiko de bûne xwedî agahiyan. Mixabin di destê tukesî derheqê vî şairî dildar de agahî û zanînên berfireh tune.

Ka bifikirin Şiko demekê mamostetiyê dike li Radyoya Kurdî û Riya Teze dixebite, bi piştgirî û derfetên dewletê dixwîne, doktoraya xwe dike. Gelo çiqas rast e ku merivekî wiha pir derfet dîtiye bi sedema feqîrtiyê xwe bikuje. Mixabin ew teoriya feqiriyê ne rasteqîn e. Jixwe dewleta Sovyetê dewleteke kedkar û karkeran bû. Pergala wan serdestiya karkeran diparêza. Dewlet ji herkesî re li gorî qanûnên xwe karekî peyda dikir ku ji alî ekonomîk ve bindest nebin. Di gundan de mirovên heyî li kolhozan, di navçe û bajaran de di komûn an jî Sovyetên heyî de dixebitin. Li gorî îstatîstikên di navbera 1955 û 1970an de rêjeya bêkariyê ji sedî 2 ye. Xelkê Sovyetê bi giştî jixwe feqîr bûn. Ev nayê vê wateyê ku meriv feqîr be xwe dikuje.

Eşkere ye divê lêkolînerên kurd li ser jiyana wî xebateke kûr û xurt bikin da ku em jî pê zanibin Şiko kî ye, çawa jiyaye, çi xebat kirine, di jiyana xwe ya rojane de çi êş, dert û azar kişandine û herî dawiyê çima xwe kuştiye.

Lê divê were fêmkirin ku Şiko berî her tiştî mirov e, şair e wekî her şairî bi civatê re li hev nayê tenê ye. Hest û ramanên wî ji herkesî zêdetir dilzîz, dilgerm û dilmayî ne. Rihê Şiko kubar e nazenîn e. Dilê wî herdem di lêgerîneke kûr de ye.

Şiko romantîk e xwezayê wek evîndara xwe hez dike. Ew paqijî û bêgunehiya xwezayê mîna çavên xwe diparêze. Sermest dibe bi ramûsanan, serxweş dibe bi hilman. Di sala 1967an de li Lenîngradê qelema xwe dajo ser peyvan dilê xwe radixîne ser kaxizan.


Ev barana dûr mîna yara min
Tê û radmûse dêm-dîndara min,
Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê
Û serxweş dibim bîn û hêlma wê…

Barana ezîz bi eşq tê xarê,
Dinyayê dişo toz û xubarê,
Dinya dikene mîna gula al,
Ji min direvin û xem û xiyal.

Şiko Kurdperwer e welatperwer e Kurdan wek çiyayekî bilind dibîne di sala 1967an de li Tilbîsê di helbesteke xwe de wiha dibêje:


Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilindtir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsiye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra.

Ez hatime xar ji çiyayê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar û şa…

Ez hatime xar çiyayê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweyî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar…

Şiko ji Elegezê hez dikir ji ber ku li Elegezê di zartiya xwe de dibistana navîn xwendibû. Ew hezkarê çiya, banî û jiyana Kurdan e. Li Leningradê di sala 1967an de bi eşqeke mezin helbesta xwe ya Elegezê dinivîse:


Hemêz kirin pencê royê
Elegeza kaw û naz,
Wê çev mizdan, rabû xewê,
Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî
Mîna zerya dewatê,
Muhbet gur kir hezar dilî
Evd û îsan, tebyetê…

Konê kurdî li sîngê wê
Bûne hezar xal û xet,
Hezar-hezar war bingê wê
Bûne rewşa xewn, qudret…

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961ê de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Mixabin Kurdên me qedr û qîmeta nivîskarên xwe nizanin. Kurdên me ji xelkê re yar in ji xwe re korr û lal û kerr in.

Dixwazim nivîsa xwe bi helbesta wî ya Klama Çivîka Zivistanê biqedînim. Ev helbest di sala 1965an de li Tilbîsê hatiye nivîsandin.


Adarê bê, baharê bê,
Wê bên rojêd ezmançîk,
Roj bikene wê eşq, hubê
Daxe pencê zêrkilçîk…

Ku tune bim ez li dinê
Min xem nîne û talaş,
Dinê bi gul bibe xinê
Û bextê xwe bimîn şaş…

Hêvî dikim ku Şikoyê Hesen di dîrokê de wek rûpeleke kevn û veşartî neyê jibîrkirin û ji nifşên nû ve bê zanîn û xwendin.

temporary tents on ground in daylight

Hêviya Xalê Temo

Kadir Stêra


Perdeyek zêrîn li ber şibakê, radibim ser xwe perdeyê ji per şibakê didim alî. Tirêjên rojê şewqa xwe didî hindurê odeyê. Ez di dilê xwe de dibêjim: “Heger tîrêjên rojê hebin; hêvî jî têra xwe heye. Heger tarîtî hebe; ronahî jî têra heye.” Muzîka xwe vedikim radihêjim telefona xwe “Înstegramê” vedikim. Storiyek vala, du storiyên vala. Xwarinên ku dixwîn parvedikin, nedizanim li kû rûniştine wê parve dikin. Ji xwe re li hêviyê digerim; lê tiştên vikîvala derdikevin pêşiya min. Hêvî ha hêvî, hela bêje min tu heye, heger tu hebe tu li kû yi? Çawa min “Înstegram” digirt, min dît rûpela hate pêşiya min. Çavên xwe, min li hêviyê asê kir. Min dît Hogir Ar, hunermendê hêja bi çend hevalên xwe re di rêdeyi.Barê wan xeyalên zarokên êzidî , berê wan li Teyrên Tawis. Dilê wan ji bo wan zarokên Kurdên hur lê didî, ew zarokên ku hê li ser ola xwe. Bo zarokên Zerdeştê Kal necemidin, ketine nava tevgerekê. Li navçeyek Batmanê ne, zarokên penaber li dora wan civiyane. Ez di cê cî de li Hogir digerim. Mirovên heman tişt bala wan dikşînin û ji heman tiştî hezdikin kêfa wan ji hevdû re tê. Ez û Hogir jî, ev çend salin hev nasdikin û çawa derfetê dibînin li ser ola me ya kok êzidîtiyê sohbetê digerînin. Wê rojê jî, gava lê geriyabûm, ji min re qala çîroka Xalê Temo kiribû. Wî qal dikir û min bi kelecanî lê guhdar dikir. Min ji xwe re digot :”Kanî hêvî li kû yi?,” Ha ji te re Hêvî

Xalê Temo û hevala jiyana xwe dema Daîş êrîşî Şingalê dike bi hawakî direvin û diçin Ewrûpa. Piştî çend salan bê ka çi dibe Xalê Temo tê Kurdistanê, li kampa penabera dimîne, paşê dikeve xanîyekî. Hêviya xwe qut nake, armanca wî ya herî mezin ew e ku li teyarê siwar bibe û biçe jina xwe, hevala xwe bîne. Hogir piştî sohbeta me dibêje: “Mamoste, ez ê ji te re du vîdeyo, çend wêneyan rê bikim, hela tu hînî çîroka Xalê Temo bibe, ev çîrok hêjayî bibe roman.”Bi kelecanî li bendî Hogir im.Vîdeo û wêne tên. Ez çi bibînim başe, howyano ev hezkirin çi qasî pir mezine, çi qasî pîroz e. Xalê Temo mîmariya xaniyê xwe şûxlê hepsê avakiriyi. Ji rengê derî, hetanî têlên ser dîwar xanî ji xwe re kiriyi heps. Xalê Temo, hetanî hevala jiyana wî ji Ewrûpa neyê; gerdûn li xwe kiriye heps û zindan. Gava li vîdeoya dudik dinêrim, dibînim ku li ser derîyê hewşa Xalê Temo wêneyekî teyarê û wêneyê jina xwe li ser teyarê zeliqandiyi. Xalê Temo, hêviya xwe qut nake wê hevala xwe li teyarê siwar bike û berê xwe bidin Şingalê. Li bendî wê roja mezin e. Ew bawer dike, wê bawerî jê re bibe hêz û rêya ronî bike. Tesira Xalê Temo li ser min e hê, ez vê carê li wêneyan dinêrim. Li ser dîwarê malekê marek mirî hatiyi zeliqandin. Ez li ser wêne hûr dibim, gelo ev ji bo ku mar li gorî riwayetê alikariya Melekê Tawis kiriyi bi dîwêr ve hatiyi zeliqandin an bi tiştekî din re girêdayî ye? Belkî ji bo ku mar di aliyê tenduristî de, ji jahra wî derman têne çêkirin bi vî hawî belkî fikirîbin ji xwe re dibêjim; lê ya pêşî bêhtir derdikeve pêş.

Ew roja min li gund bi hînbûna çîroka Xalê Temo derbas bû bû. Min ji xwe re digot: “Divê hunermendî li ser xeta rast bê meşandin, dûrî ego û kompleksan be. “Hogir dabû dû rêya rast bi qasî hunera xwe, bi wî dilê xwe yê agir ji bo gêlê xwe qederê du mehan xebitî. Ji cilan, solan, êzingan, ji pet û alavên jinan, yên paqijiyê hertişt top dikirin û hêviya mirovatiya mezin geş kirin. Anha jî, ew û hevalên xwe bingeheke komeleyekê ava dikin. Hogir digot: “Em ê navê vê komeleyê bikin Gavên Cemidî.” Divê em hemû kes piştgirtiyê bidin vê komeleyê, bo zarokên rojê necemidin.

Bo ronahî geş bibî û mirovatiya mezin şîn bibe çar perçê warê me xebatên bi vî rengî zêdetir bibin wê baştir bibe.Encax em bi destê xwe dikarin birînên xwe derman bikin, ji me pêve kesekî me tune.Hewcedariya me ji hevdû heye, bo em jiyaneke ronî ava bikin, divê Hogir Ar ên me zêdetir bibin. Hunera me çi be, tevgerên me jî gerek ew be. Hogir bi qasî hunera xwe bi pratîka xwe jî li cem gêlê xwe ye. Min xwest bi rêya vê nivîsê silavek Zerdeştî bidimê. Silav ji bo te Ar, hezkirina Teyrê Tawis ji ser te qut nebe…

Helbestvanekî Azadîxwaz, Welatperwer û Sosyalîst: Qanî

Occo Mahabad

Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.

Ew şairê gundî, cotkar, kedkar û belengazan e lewma jê re gotine ku Şairê Bindestan. Em dikarin jiyana Qanî bi du heyaman tehlîl û şîrove bikin.Di  heyama yekê de Qanî hê xort e di bin bandora fikrên metafîzîk û rûhanî ne. Hê hişmendiyeke çînî, netewî û civakî pê peyda nebûne. Di heyama duyemîn de diguhere, dibîne ku milleta Kurd di bin dagirkeriyeke giran de dinale, ne azad û serbixwe ye, feqîr û bindest hatine hiştin. Hewl dide ku xelkê xwe hişyar bike rake li ser piyan ku ji bo şoreşeke netewî, çînî şer bike û têbikoşe. Qanî ji bo xelkê xwe yê tê mêtîn û çewisandin bi helbestên xwe dibe roniyek û rêyek. Dixwaze  ku ciwanên nezan ji bo pêşeroja neteweya xwe bi nivîs û çalakiyên watedar, welatê xwe ji bin nîrê serdestiya mêtîngehkaran rizgar bikin. Qanî li dijî emperyalîzm, faşîzm, û  mêtîngeriyê wek şairekî azadîxwaz, welatperwer, çepgir û sosyalîst derdikeve pêşberî me.

Navê wî yê rastîn Mihemed Kabulî ye ji binemala Kabulî ye. Ev bi nasnavê Mamoste Qanî tê naskirin. Malbata wî giregirên naskirî ya vê herêmê ye.  Qanî di sala 1898an de li gundê Dolaşê ku girêdayî Merîwanê ye hatiye dine. Kurê Şêx Ebdilqadirê Şêx Seîdê kurê Şêx Mihemedî Dolaş e. Hê zarokekî çil rojî bûye bavê wî dimire. Piştî du salan diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Qanî sêwî dimîne. Apê wî Seyîd Ehmed Qanî lê xweyî nake. Li cem Axa Seyîd Huseynê Çûrî  li gundê Çûrê mezin dibe.

Divê ez têbiniyeke girîng diyar bikim ku hinek çavkaniyên Kurdî, Îngilîzî û Fransî de gundê ku Qanî lê welidiye wek Rêşîn hatine qeydkirin lê hin çavkaniyên Kurd, Faris û Ereban de cihê ku lê çêbûye wek Dulaş an jî Dolaş hatine nivîsandin. Dîsa hinek çavkaniyên Kurd û Ereban de navê gundê Çûrê wek Çorê hatine nivîsandin.

Qanî li Merîwanê mezin dibe. Merîwan îro di bin banê eyaleta Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya 150î hezarî bajarekî biçûk e. Bi gola xwe ya Zirevarê tê naskirin. Niştecihên vî bajarî bi giştî Kurd in lê hinek Fars û Azerî jî tê de dijîn. Eyaleta Kurdistanê bi deh bajaran pêk tê, serbajarê vê eyaletê Sinê ye. Li Sinê bêhtirîn zaravayê Erdelanî tê axavtin. Nifûsa Sinê îro gihiştiye 500 hezarî. Sîne bi wêjevanên xwe yên navdar  Mestûre Erdelanî û Ebdulmecîd Mîrza tê naskirin. Îran bi giştî 31 eyaletan pêk tê.

Axa Seyîd Huseynê Çûrî  ji bo ku Qanî perwerdeyeke olî bibîne wî dişîne medereseyê. Dema ku dibe feqî ji bo debara xwe gundên Merîwanê digere ku feqîtiyê bike. Qanî bi van salan bi helbestê re mijûl dibe. Helbestên wî yên pêşî, gellek metafîzîk û rûhanî ne. Tesîra hişmendiya medrese û ola Îslamê mezin e. Zimanê helbestên wî jî bi giştî Farisî ne.  Em dikarin bibêjin ku guherîna wî ya fikrî  bi feqîtiyê re dest pê dike. Di dema feqîtiya xwe de gellek bajarên Iraq û Îranê digere. Bi şahidbûna rewşa gundiyên belengaz ku di bin zordestiya axa, mîr û began de eza û cefayên mezin didîtin hemû hişmendiya wî diguherîne û li dijî zordarî û stemkariyê disekine. Di van geran de gellek kesên demoqrat, sosyalîst û qomînîst nas dike bi wan re têkiliyên saxlem datîne. Bi peydabûn û çêbûna fikrên netewî zimanê helbestên wî jî dibe Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê gazî gundî û rênçberan dike ku bila li dijî pergala axa û mîrîtiyê şer bikin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.  

Ji bo jiyana wî dewreke girîng jî peywira meletiyê ye. Di meletiya xwe de Merîwan, Sine, Seqiz, Bane, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û gelllek bajarên din digere, mirovên bindest û hejar ji nêz ve dibîne û nas dike. Helbestên welatparêz, yekîtîxwaz, azadîxwaz, dij-faşîst û kolonyalîst dinivîse.

Helbestên wî yên di vê dewrê de em dibînin ku Qanî li dijî faşîzma Iraq û Hîtler e. Şerê duyemîn yê cîhanê tesîr lê dike di helbesta xwe ya bi navê Eger Mirdim de hem li dijî faşîzma Hîtler hem jî li ser rizgarkirina welat  disekine.

Qanî yekîtîparêz e naxwaze eşîrên Kurdan di navbera xwe de şer bikin û alîkariya dijminê Kurdan bikin. Di helbesta xwe ya Wesyatname de bang dike eşîrên Goran, Erdelanî,Herkî, Bextiyarî û yên din, bila destê hev bigrin û ji bo  Kurd û Kurdistanê bi yek bibin û têbikoşin.

Ew alîgirê maf û azadiya jinên bindest e. Di helbesta xwe ya Bo Kiçekan de paşverûtiya civakê dibîne, li ser pirsgirêkên jinan disekine û dadixuyîne ku jin û keçên Kurdan ji bo pêşeroja xwe bixwînin û bixebitin.

Qanî her çiqas meletiyê kiribe jî karê meletiyê nedomandiye. Nexwestiye ku bi karekî olî debara xwe bike. Ew ji karkeriyê bigire heta cotkariyê pirr kar û baran de dixebite. Di sala 1939an de li ser rêya Silêmanî û Pêncîwînê ji bo Rêveberiya Şaxa Çêkirina Rê û Baniyan demekê karkeriyê dike. Ji ber xebata rê nexweş dikeve û helbesta Nexwoş im Çi Bikem dinivîse. Di vê helbestê de  hem behsa halê xwe yê nexweş û reben dike hem jî rewşa karkerên hejar û bindest vedibêje. Rizgarbûna karkeran di pergala sosyalîst de dibîne, pergala serdest ya maldaran wek xwînmij, kedxwar û paşverû dibîne ji bo hilweşandina vê pergalê karkeran hişyar dike, naxwaze pergala emperyalîst karkeran bixapîne.

Ew welatperwer e, axa Kurdistanê ji her tiştî zehftir hez dike. Di pirr helbestên xwe de delalî û xweşikiya Kurdistanê bi zimanekî lîrîk û sade dinivîse. Di helbesta xwe ya Xakit Benirx e de tu tiştî mîna axa Kurdistanê giranbiha û girîng nabîne.

Qanî li dijî mêtîngeriyê ye. Di gellek helbestên xwe de dewlemendiyên binerd û sererdên Kurdistanê yeko yeko dijmêre û ev hemû têra me dike li vî welatî xwedî derkevin dibêje. Di helbesta xwe ya Sûdî Wilat Im de hilberînên çandiniyê yên Kurdistanê rêz dike, gazî dike ku zengînî û dewlemendiya vê axa qedîm û adan bê parastin.

Qanî sosyalîst û şoreşger e. Di sala 1947an de li gundê Kewlûsê yê bajarê Şarezûrê paletî û rencberiyê dike. Di vê salê de helbesta Qelaçûy Dijmin dinivîse. Baweriya xwe ya sosyalîstî li ser kaxizan rêz dike û felatbûna karker û cotkaran di Şoreşeke Sosyalîstî de dibîne.

Qanî ji dayikbûna xwe bigire heta mirina xwe wekî karker û cotkaran bi feqîrî û rebeniyê ve jiya. Emrê wî bi tekoşîneke şoreşgerî derbas bû. Di sala 1963yan de bi kurê xwe re li Îranê tê girtin. Demekê di zîndana Qecerê ya li Tehrenê girtî dimîne. Di bin şert û mercên giran de nexweş dikeve, ew bi kurê xwe re rojên dijwar derbas dikin.

Ew şairê mezin û fedakar ku jiyana wî bi tevahî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê derbasbûyî di meha gulanê ya 1965an de li gundê Lengedê ku girêdayî Pêncwînê ye jiyana xwe ji dest dide. Hemû jiyana xwe ji bo rizgarbûna bindestan feda dike. Ji xêynî helbestên wî, tu zêr û dewlemendiyên wî tunebûn. Dema ku dimire 67 salî bû û di cêba wî de 300 Filsên Iraqî hebûn.

Helbestên xwe bi zimanê Kurdî, Farisî û Erebî nivîsandine. Helbestên wî yên neçapkirî yên çapkirî zehftir in. Dîwana Seîdê Şîrazî ya bi navê Gulistan ji Farisiya Klasîk wergerandiye ser Farsiya Nûjen.

Berhema Reşîd Yasemî ya Dîroka Kurdan bi alîkariya Kerîmzend ji Farsî werdigerîne zimanê Kurdî.

Dema ku Qanî diçe Erdelanê binemal û giregirekî Erdelanî jê re li ser çand û dîroka Erdeleniyan destnivîseke bi qasî 220 rûpelî dide. Qanî vê berhemê ji Farisî werdigerîne Kurdî. Pirtûk di warê xwe de wek xezîneyekê ye ku behsa serpêhatî, cih, war, çand, dîrok û mezinên Erdelaniyan dike.

Qanî li ser dîrok û rûdanên Kurdistanê pirtûkeke 380 rûpelî dinivîse, rewşa aborî, siyasî, darayî, çandî û bi taybetî li ser şoreşa 1961î  bi ziman û hişmendiyeke vekirî disekine.

Heta niha bi navê Guleley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Deştî Germiyan, Şaxî Hewraman, Çwarbaxî Pêncwîn 5 berhemên Qanî bi zaravayê Soranî hatine weşandin.

Sed heyf û mixabin, Kurdên me helbestvanên xwe yên klasîk û nûjen bi qasî şair an jî hunermendên Tirk, Ereb,Faris û yên Cîhanê nas nakin. Her rengê siyaseta Kurdî bi tenê bi propagandeyeke rêxistinî mijûl in zêde girîngiyê nadin çand, hûner, ziman û dîroka Kurdan. Medyaya ku di bin sîwana siyasetê de ne, bi tenê nûçe û ajîtasyonê re pêwendîdar in. Edîtorên Medyaya Kurdî bi têkiliyên dost, nas û cîrantiyê peywirên xwe bi cih tînin û bi hişmendiyeke netewî tevnagerin. Bi hezaran helbestvan an jî dengbêjên me hene lê medyaya Kurdî radizê. Bi sedan malperên nûçeyê hene lê 10 heb malperên fermî yên çandî, hunerî û dîrokî tunene. Em bi destê xwe, pêşeroja xwe jar û belengaz dikin. Hevalno ji kerema xwe derfetên xwe hinek ji bo çand û hunera Kurdan xerc bikin.

crowd of protesters holding signs

Serhildana Rûdankan

Fexrî Amîda

Gelo George Floyd kî ye û çima gel ji bo wî ketin kolanan?

       George Floyd 46 salî bû û li welayeta Karolayna ya Bakûr (North Carolina) hatibû dinyayê, lê li bajarê Houstonê, li welayeta Teksasê(Texas) mezin bûbû. Floyd, ji bo xebatê çûbû Minneapolis, Minnesotayê. 



       Heta çend roj berê kesî navî Floydî jî nebihistîbû. Lê, niha li her çar alîyên cîhanê bûyera kuştina wî tê zanîn. Ew ne yekem kes bû ku ji hêla nijadperestên sipî yên Amerîkayî ve hatûbû kuştin. Lê belê ez hêvî dikim dê bibe cara dawîn. Jixwe kuştina wî ne buyereke nû bû. Polîsên sipî vê nefret û nijadperestîya xwe, dîsa li kolanan bi awayekî fermî eşkere dikirin. Wek her caran digotin Amerîka tenê welatê me ye! Hûn jî tenê xulamên me ne! Ew ne nefreta yekem bû ku polîsan di kolanan de bang kirin. Ew nefret! Nefreta ji bav û kalan bû. Ew nefreta sedsalan bû. Ji roja Columbus hate Amerîkayê û heta niha, ev nijadperestî li hemberî reşikên Amerîkayê qet kêm nebûye. Lê ev car reşikên Amerîkayê ne tenê ne! Teknolojî û hemû gelên bindest bi wan re ne.



        Dibe ku hûn jî dizanibin mafên reşikên Amerîkayê di sala 1964 an de, di dadgeha qanûnî ya mezin ya Amerîkayê de hatibû qebûl kirin. Jixwe heta sala 1864 an jî, reşikên li amerîkayê wek xulaman di bazaran de dihatin firotin.
        Di 25ê gulan a 2020 an de li bajarê Minneapolîsê, xwedîyê dikanekê, telefonê polîsan dike û mirovekî reş gilî dike û dibêje ku mirovekî reş dixwaze pereyê sexte bi kar bîne. Polîs jî diçin dikanê. Lê polîsan nizanîbû ku ew kesê pereyê sexte bi kar dihanî kî bû. Tenê dizanîbûn ew kes reş e. Dema ku polîs tên, polîs Floyd dibînin û dikevin pey wî û wî digrin. Polîs dema ku dixwaze Floyd desteser bike, polîs wî diavêje  erdê û çonga xwe dide ser qirika wî û nêzî 9 deqîqeyî li ser dihêle . Çend reşikên din jî vê buyerê bi mobilê tomar dikin. Floyd bang dike û dibêje;



        Ez nikarim bêhna xwe bistînim!
        Zikê min dihêşe!


        Piştî 9 deqîqan, Floyd li wir dimre.
        Piştî ku vîdeoya li ser wî hatibûn kişandin li hemû medyayên civakî belav bû û şûn ve, li Amerîkayê serhildana reşikan dest pê kir. Lê belê, ev serhildaneke cûda ye. Ev serhildana rûdanka ye (maske). Rûdankên reş û sipî.  Rûdankên dagîrker û bindestan.

       

Polîsê ku Floyd kuşt, niha di girtîgeha Ramsey County’ê de li paytexta Minnesotayê ye. Bi sûcê ku mirovekî kuştîye tê darizandin.

anonymous person with binoculars looking through stacked books

12 TEORIYÊN ŞAŞ ÊN DERBARÊ CAMÊRIYA MIROVAN DE

Mark Strauss

Gelo kujer in? Hîppî ne? Alavçêker in an aşvan in? Zanyaran li ser camêriya mirovan heta niha tu agahî piştrast nekirine. Gelo çima û çawa mirov bûne camêr?

Ev mirov çi afirinde ne! Di vê mijarê de her kes hemfikr e. Baş e tevî Homo Sapiensi û dev ji meymûnên din jî berdin, di navbera wan de çi cudahî heye? Bav û kalên me ev cudahî çawa û kengî bi dest xistin. Di sedsala borî de li ser vê mijarê gelek teorî hatin bilêvkirin. Hinek ji wan tevî teoriyên derbarê peresîna mirovan, mirovên xwediyê teoriyê jî derbarê serdema jiyana xwe de hin agahiyan dide.

Hefteya borî cureyekî ji mirovan Homo Naledi hate dîtin û dengekî mezin veda. Dîtina vî hin pirs li dû xwe anîn. Di peresîna me de çi bû sedem.

Em Alavan Çêdikin

Di sala 1944’an de antropolog Kenneth Oakley di gotareke xwe de gotibû “çêkirina alavan mirov cudatir dike”. Wiha bi lêv kiribû ku “meymûn hêmanên ku dibînin wek alav bi kar tînin”. Lêbelê neqşdana dar û keviran a li gor armanca karê xwe bi temamî xebateke kevn a mirovan e”. Louis Leakey di destpêka salên 1960’an de çêkirina alavan û pêkhatina mirovan girêdayî cureyê Homo Habilis ango “Zilamê Jêhatî” ya beriya 2,8 milyon salî ya li Efrîqaya Rojhilat kiribû. Lêbelê Jane Goodall û lêkolînerên din diyar kir şempanze jî şiv û darikan dineqişînin û bo nimûne pelên dareke biçûk jê dikin û vê darê ji bo girtina kêzikan bi kar tînin. Herwiha qijikên bêdest jî xwediyê taybetmendiyên jêhatî ne.

Em Kujer in

Li gor antropolog Raymond Dart pêşrewên me ji meymûnên dijîn cudatir wek jîndareke goştxwar veqetiya. Ango pêşrewên me “bi awayekî hov ajalan desteser dikirin, heta mirinê li wan dixistin, lebatên wan jê dikirin, bi awayekî xwînrêj goştê germ xavexav dixwarin”. A niha ji me re belkî seneryoyeke bêmane were lêbelê Dart di sala 1953’an de bi navê “meymûnê kujer” bi gotarekê behsa vê teoriyê kiriye û piştî şerê duyem ê Cîhanê lê bes karîbû ji xwe re eleqedarek bibîne. 

Em Xwarina Xwe Par ve Dikin

Di salên 1960’an de meymûnê kujer çû, meymûnê hîppî hat. Antropolog Glynn Isaac hin bermayiyên ajalan dîtin ku vî tiştî zelal dike: “ji bo parvekirina goşt ya ligel hemû civakê ajalên nêçîrkirî ji cihê nêçîrê ji bo deverên din tên veguhastin”. Li gor Isaac parvekirina xwarinê hewce kir ku ka xwarin li ku derê tête dîtin û agahiyên derbarê vê de were parvekirin. Li ser vê yekê jî ziman û tevgerên din ên mirovî bi pêk hatin.

Bi Awayekî Tazî Avjenî Dikin

Beriya demeke nêz Elaine Morgana ku ji bo televîzyonan belgefîlman dinivîse diyar kir sedema ku mirov ji prîmatan cudatir e ev e ku bav û kalên me li deverên cuda di nav avê de an jî li nêzê avê rastî peresînê hatine. Bi weşandina mûyên bedenê xweştir avjenî kirin û bi saya meşa li ser du piyan di nav herî û çarçîqê de bi rihetî meşiyan. Teoriya “meymûnên avê” di warê zanistê de zêde pere nake. Lêbelê di sala 2013’an de David Attenborough piştgirî da vê teoriyê.

Em Hin Tiştan Hildiavêjin

Arkeolog Reid Ferring pê bawer dike ku gava bav û kalên me dest bi hilavêtina keviran a bo derdorê kirine vê carê bûne mirov. Ferring li Gurcistanê li warê kolandinê ya 1,8 milyon salî ya Dmanisiyê hin delîl dîtinr ku vê demê Homo Erectusên ku li wê derê dijiyan ji bo ku ajalên bi ser nêçîra wan de girtine biqewirînin dest bi hilavêtina keviran kirine. Ferring dibêje “mirovên ku li Dimaniyê dijiyan gelek biçûk bûn”. “Wê demê cîwar bi pilingên mezin tijî bûn û heke wisa be ew mirov(!) çawa li ser xwe mane?, Çawa ji Efrîqayê hatine vê derê. Hilavêtina keviran bersiva van pirsan dide.” Li gor Ferring kevir avêtina ser ajalan pêdivîya civatê tîne û bi saya vê jî mirov bûne civatparêz.

Em Nêçîrtiyê Dikin

Li gor gotareke sala 1968’an ya antropologên bi navê Sherwood Washburn û C.S. Lancaster nêçîrtitê ji hevkariyê bêhtir rê li ber tiştên din vekir. Gotar wiha dibêje: “bi temamî hişê me, berjewendiyên me, hestên me û jiyana me ya esasî ya civakî, berhemên peresînê ne ku me ji bo nêçîrtiyeke serkeftî adapte dike”. Bo numene, mejiyê me li ser fikrîna nêçîran ka li ku derê ne û em ê kengî bibînin her ku çû mezintir bû. Ev teorî dide nîşan ku di navbera zayendan de ji bo nêçîrtiyê kar parvekirin hebû û jin bêhtir wek berhevker dihatin hilbijartin. Li ser vê yekê jî ev pirs derdikeve holê: Çima mejiyê jinan jî mezin e?

Em Ji Bo Xwarinê Dikevin Têkiliya Zayendî

Heke hewce be em zêdetir bibin spesîfîk, pêşabûna yekhevserî. Di sala 1981’an de li gor C. Owen Lovejoy serdema herî girîng ya peresînê beriya 6 milyon salan bi derketina yekhevserî pêk hatiye. Heta vê demê zilamên tund û hov zilamên din dûr dixistin û bi hevsera xwe şa dibûn. Herwiha jinên yekhevser jî di peydakirina xwarin û mezinkirina zarokan de kîjan mêr serkeftî bûya diçûn ew hildibijartin. Li gor Lovejoy bav û kalên me ji bo ku destên wan serbest bibe û bila bikaribin bêhtir xwarin bibin li ser du lingên xwe dest bi meşê kirin.

Me Dest Bi Xwarina Goştê Pijandî kir

Mêjiyên mezin û pêşketî birsî dibin- madeyê gewr li gorî masûlkeyan 20 qatî zêdetir hewcedarê enerjiye ye. Li gorî hin lêkolîneran dema mirov tenê bi nebat an jî gihayan bihata xwedîkirin, wê demê ne pêkan bû ku mêjiyên me bi pêş ketena. Li gorî vê teoriyê mêjiyên me, beriya 2 û 3 milyon salî dema ku xurekê ji aliyê proteîn û rûn ve dewlemend “goşt” xwar, mezin bû û bi pêş ket. Li gorî mirovnas Richard Wrangham kal û pîrên me, dema xwarinpijandin kifş kirin, êdî ji bo kutan û cûtina goşt pir hindik enerjî xerç kirin. Xwarinpijandin taybedmendiyeke însanan e û ji bo helandin û hezmkirina xwarinan tiştekî gelekî girîng e. Bi vê yekê teserûf hat kirin û ji bo mêjiyên me bêtir enerjî ma. Pişt re jî ev mêjî bi zanebûnî bi qasî ku bibin goştnexwer an jî vejetaryen bi pêş ketin.

Em Bi Karbonhîdradê (pijandî) Zikê Xwe Têr Dikin

Li gor lêkolînekê ku beriya çend rojan hatiye weşandin dibe ku xwarina karbonhîdratan li ser mezinbûna mejiyê me tesîrek pêk aniye. Mezinên me gava carekê pijandina xwarinan kifş kir, piştre kok û xwarinên din ên binîşast ji bo mêjiyê me bûn xwarinên nuwaze. Çawa be ji goşt hêsantir dihatin dîtin. Herwihiha enzîmeke bi navê amîlaz a di tifa me de heye rê li ber vekir ku karbonhîdrat perçe bibe û veguhere gilîkozan. Ji University College Londonê genetîkzanê peresînê Mark G. Thomas diyar kir ku DNA’aya me gelek kopyayên genên amîlazê dihewîne û ev rewş jî rê li ber vedike ku mejiyê me bi lezgînî bi pêş bikeve.

Em Li Ser Du Lingên Xwe Dimeşin

Gelo dibe ku destpêka meşa bav û kalên me ya ji daketine dar û xişan bibe sedema serdema krîtîk ya peresînê. Alîgirên “Teoriya Savanê” dibêjin sedema vê beralîbûna adabtasyonê ya ji ber guherîna kişweran e. Beriya 3 milyon salan gava Efrîqa ziwa bû daristan jî ber ku ber bi biçûkbûnê ve çûn û palas[1] jî wekî riwekeke bingeh lê hatin. Bi vî awayî jî jîndarên ku di navbera gihayên dirêj de ji bo şopandina dirindeyan avantejeke baştir derxist holê. Ev îdîa jî li Etiyopyayê bi kifşkirina sala 2007’an a Ardipithecus ramidusê mirov derket holê. “Ev herêm bihêwî û dar û daristan bû lêbelê ‘Ardi’ dîsa li ser du lingên xwe dimeşiya.

Em Xwe Vediguherînin

 Dîrektorê bernameya Human Originsê ya Smihsonianê, Richard Potts îdîa dike ku ne tenê bûyerek, di kişwerê de guherînên cuda jî peresîna me beralî dike. Dibêje “beriya 3 milyon salan derketina cureya mirovan” û  “ev rastî guherînên dijwar ên kişwerên ziwa û bihêwî tên”. Li gor Potts prîmatên ku li hemberî guherînên herî pêdandî û dijwar ên peresînê adapte bibin tenê dikarin bi awayekî sererast bijîn. Yanê çiqas li hemberî zehmetiya peresînê bisekine ewqas baş adapte dibe û bi guherînên genan heta roja me tên. Ango “Ya ku mirovan dike mirov, lihevkirina ligel kişwer û siruştê ye.”

Em Dibin Yek û Êrîşkariyê Dikin

Antropolog Curtis Marean li ser binyata mirovan daxuyaniyek dide ku li feraseta me ya îroyîn tê. “Em mezintirînê cureyên dagirkeriyê ne”.  Bav û kalên me piştî ku bi deh hezeran sal li parzemînekê jiyiyan piştre li cîhanê belav bûn. Ev yek çawa pêk anîn?. Li gor Marean ev girêdayî genetîka me ya hevkar e. Ev jî ne xêrxwazî ye, ev avabûneke wisa ye ku di bingeha xwe de pevçûnê dihewîne. Yanê mirovan bi rik û pevçûnxweziya xwe alîkariya hev du kiriye ku heta îro hatine. Her çi ev pevçûn bi tundî û bi hesûdî be jî di veguherîn û serdembûna mirovan de roleke mezin listiye. Mirovên ku bi hevkarî tevgeriyan li hemberî mirovên dijber bi ser ketin û genên wan di jiyanê de man. Marean dibêje “zanebûna û zanyariya bav û kalên me gava ligel hevkariya wan civiya û wan zûtir xwe li gor derdorê sererast kir.” Marean axaftina xwe wiha didomîne “Di heman demê de gavên nûjen jî li dû hevkariyê hatin û rê li ber vebû ku teknolojiyên dîrokî yên wek çekên tên hilavêtin derketin holê.”

Çi Ji Wan Teoriyan Şaş in?

Piraniya van teoriya pesnan heq dikin, lê pêşdaraziyeke hevpar a hemûyan heye: vê yekê diparêzin ku mirovahî dikare ji aliyê taybedmendiyek an jî komek taybedmendî ve bê danasîn û herwiha wê şaşiyê parve dikin ku mirovahî, riya ku teqez diçe Homo sapienseyê ku ev di peresînê de xala herî girîng, vedike.

Lê belê kal û pîrên me ne texteyên ceribandinê bûn. Hewl nedidan ku ber tiştekî ve veguherin, ew Australopithecus û Homo erectus bûn ku bes hewl didan di cîhanê de li ser piyan bimînin û bijîn. Û tu taybetmediyên wan ên ku bi pêş xistibûn bi tena sere xwe, ne mîladek bûn; lewra tu carî encamên ku derketin holê, ne ew tişt bûn ku wê qet pêk neyên û mirov negihêjê: kesên ku alavan çêdikin, keviran difirînin, goş û kartolan dixwin, ji bo tevkariyê pir jêhatî ne û bi hêsanî bi kes û tiştan re li hev dikin, ev meymûnê kujer ku xwediyê mêjiyekî ecêb mezin e, em in û em niha jî veguherîna xwe didomînin…

Dîstopyaya George Orwell – 1984

Fexrî Uluğ

George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.

Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tenduristîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse… Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin(Big Brother) li ser wan e. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin. Orwell sernavê pirtûkê xwest ku bike ‘’Mirovê Dawî Li Ewropa’’ lê ev fikr guherand û sernavê pirtûkê kir 1984.

Orwell ne tenê bi sernavê pirtûkê, di heman demê de li ser dirokê jî xwest ku guhertinê bike. Diroka ku xwest 1980 an jî 1982 bû. Lêbelê di dawiyê de biryar li ser 1984’an danî. Nivîskar dema ku pirtûk dinivisî di heman demê de jî bi nexweşiya weremê re di pevçûnê de bû. Orwell berî ku pirtûkê binivîse di BBCê de wek propagandakarekî dixebitî. Wekî ku Orwell pirtûk dinivîsand, ew bi rastî di bin çavdêriyê bû. Orwell ji bo gotar û xebatên xwe ji hêla hikumeta Brîtanî ve di bin çavdêriyê bû. Raporên istixbaratê eşkere kirin ku wî ‘’ramanên pêşbinî yên komunîst’’ û ‘’cilûbergên Bohemîan li xwe dike’’.

2+2=5 dirûşmeyek ku Partiya Komunîst bi rastî kar dikir.(di yekîtiya Sovyet de 2+2=5 binavkirin û nexşeya plana pêşveçûnê ya 5 salan bû) Orwell ji kargeha xwe ya li BBCê siruş girtibû û navê ku ‘’odeya no:101’’ lê kiribû ku wî di pirtûkê de cihê ku hûn ê li ber her cureyên şkenceyê bin.

Tê texmîn kirin ku Orwell, lehengê Julia ji jina xwe yî duyem Sonia Brownell ê model girtiye. Orwell, 7 meh piştî weşana 1984’an mir.

Wergera Kurdi ya pirtûkê Salih Agir Qoserî kiriye û ji weşanxaneya Lîs ê derketiye.

Nivîskarî û Xwekuştin

Occo Mahabad

Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê xwe bi siya mirinê ve nîşanî civatê didin. Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netew nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne û tevgeriyane.

Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Eflatun jî wekî Sokrat întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmaqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî ye alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.

Epikuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotinos û Porphyrios jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: “Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike.” Lewma di hişê Camus de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

Nietzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.

Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.

Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emil Durkheim xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheim di întixarê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.

Li ser întixarê gellek teoriyên psikolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî Sigmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş dikarin xwe bikujin.

Di teoriya Erich From de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê întixarê erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema wî/wê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û ûjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko nivîskarekî wêdetir însanekî ye. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin “Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî”.

Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniyê ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.

Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991an de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.

Lê ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser xwendevanên cîhanê hiştine.

Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893yan de li Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya xwe de dibe endamê Partiya Qomînîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên Sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.

Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava Futurizmê hewl dide, dixebite, gellek helbest û tekstên şanoyê dinivîsîne.

Dostê wî yê ku jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Leningradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî dilê wî pirr diêşîne û tesîreke mezin lê dike.

Mayakovski gellek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.

Rihê Mayakovski weki zarekî biçûk û delodîn bû. Tucarî ji aliyê derdora xwe ve nehat fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.

Vladimir Msyakovski di sala 1930yan de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.

Nivîskara duyemin ya biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e dixwazim hinek behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.

Helbestvan û nivîskara Emerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832yan de li Massachusettsê ji diya xwe dibe.

Plath helbesta xwe ya pêşî di heyşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940an de bavê wê dimire. Ev mirin jiyana Plath tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê psîkiyatrik ya manik depresif e.

Di sala 1950an de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li tîmarxaneyê dimîne.

Di sala 1955an de li koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gellek helbestên wê di rojnameya Varsity ya zanîngehê de tên weşandin.

Di sala 1956an de bi helbestvanê Înglizî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê didomîne. Lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manik depresif zewaca wê zêde dewam nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan kirê dike.

Di sala 1963yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.

JI ÇANDA GELEMPERÎ ÇEND AGAHIYÊN BALKÊŞ

Hisên Emro

Her sal sîwanên ku bi tenê li îstasyonên metro yên Londonê(Londra) tên jibîr kirin 75 hezar in.



Li gor zanyaran cihê herî ewlehî  yê cîhanê, girava Okinawa ya Japonyayê ye. Li vê deverê kesên bi 100 salî derbas bûyî 450 kes dijîn.

Marşa neteweyî ya Îspanyayê bi tenê ji melodiyan pêk tê, gotinên wê tune ye.

Mirov boyî ku pênûsek bi reng xilas bike divê 56 kîlometre xêzek rast bikişîne.

Dema mirov hereket dike serpêçiyê pêyan %40 a giraniya mirovê hildide ser xwe.

Rahîbên Misrê kevn mecbûrê kur kirina hemû pirçên laşê xwe bûn. Birû û bijang jî di nav da.

Zirqîtik(kêzika hemamê) heta demekî bê serî dikarin bijîn.

Li Kenyayê ajoname(ehlîyet) hildan bi tenê sê rojan dikişîne.



18 cureyên penguen hene. Ji 30 santîmetrê bigirin heta digihêjin 1 metrê.



Vodka ji zimanê Lehî bi peyva “woda”yê ku tê wateya “av” hatiye çêkirin.

Bi meha 6. a hemiletî qelbê pitikê dest bi pompe kirina xwînê dike.



Wateya “Samsung” di zimanê korekî de “Sê stêrk” e. Li gor baweriya gelê Koreyê “sisê” hêjmareke bioxir e. Ji bilî vê fîrma Samsungê 1ê Adarê 1938ê de wek marketek xwarin û vexwarinê hatiye avakirin.

Berdewama vê yê bê…

6 Serişteyên Ku Hûn Sibê Zû Rabin

Hatice Dirgen

Heke hûn bêjin ‘’ez dixwazim sibê zû rabim.’’ divê hûn ev gotarê ber bi çav bigirin.

Zû biçin razanê û zû rabin.
Bê guman em nikarin bêyî nivîsandina vê yekê derbas bibin. Bi salan, dibe ku me soza dêûbavên xwe ji bîr nekiribe. Ger hûn zû biçin razanê, dê sibê zû rabin, lê wisa dixuye ku çareseriya herî bibandor a ku zû rabûnê di ramana me de ye. ceribandina bi vî rengî destpêke.


Alarmê ji nav nivînê xwe dûr bixin.
Ewqas xweş e ku meriv padîşa alarmê li ser milê xwe, li stûyê şevê li tenişta razanê bihêle? Em nizanin ka dema ku hûn ji civînê re 15 deqeyan dereng bimînin ku serkarê we çi bibêje? an jî ji azmûnê re dereng bimînin dê çi bibe? Lê dema ku hûn alarmê li deverek di navbêna rêvekirina nav nivînê xwe de davêjin, hûn ê bê guman bisekinin ku hûn dev ji vî dengê ku hûn pê aciz dibin berdin. Dê çend rojên pêşîn dijwar be, lê em piştrast in ku hûn ê wê bi zû jê re bikar bînin. Ew ê ji ceribandinek be.

Kafeînê kêm bikin.
Dema ku em dibêjin ku; ew dema azmûnê bû, projeya ku meriv digire, û tez, em hemî dest bi qehweyê dikin. Em difikirin ku awayê herî bandor e ku sibehê bi destê qehwê be. Lêbelê, her ku rêjeya kafeînê ku em digirin zêde dibe, xetera me ya ku em zû biçin razanê kêm dibe û xetera meya zû rabûna me dereng dibe. Wekî din, kafeîne zerarê dide laş. Di şûna qehweyê de, çêtirîn e ku serê sibehê bi ava mêveyan dest pê bikin.

Sipor

Hûn dikarin bifikirin ku ez ê ji dersê ders bigrim, ji civînê berbi civînê ve biçim. û ez ê bibînim û werzîş bikim? Na! Di rastiyê de, hûn dikarin gava ku meriv ji metroyê berbi metroyê ve, ji otobusê berbi mînîbusê ve dimeşin hûn ê werzîşê bikin? Lê gava ku nîvro be, rêwîtiyek kurt a ku dê tê malê û êvarê dê derkeve dê tansiyona xwîna we zêde bike, we zû xew bike da ku hûn zû jî rabin.

Gava Ku Hûn Hişyar Bûn Dûşekê Bistînin.

Serê sibê gava ku hûn hişyar bûn raste rast herin dûşekê bistînin. Hûnê bibînin ku çavên we ji nîşka ve vedibe û hûnê pê derxin ku xwe baştirîn hîs dikin.

Taştê
Di dawiya dawîn de, ji ber ku hûn kesek in ku dikare sibê rabe û tu metirsî tune ku dereng bimîne, pirsgirêk nîne ku hûn xwe taştêyek proteînî amade bikin û bi kêfxweşî bixwin. Em hêvî dikin ku rojen we ê  xweş hebe. 🙂

Werger: Fexrî Ulug

Greta Thunberg û Kurmancî

Mîla Kurdewar

Çalakvanek Swêdî ku di Tebaxa 2018an de dest bi xwepêşandanan kir ku divê têkoşîna li dijî guherîna avhewa tavilê dest pê bike. Thunberg ku bi “greva dibistanê ya ji bo avhewayê” dest bi kişandina bala medyayê kir, ji wê şûnda çalakvanek avhewayê ye. Ji bo piştgiriya protestoya medyayê, dibistanan ji bo tevgera avhewa di Mijdara 2018an de dest bi grevê kirin û piştî Konferansa Guherîna Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (COP24) Kanûna heman salê mezin û belav bû.

Di 15ê Adara 2019an de, bi texmînî 1.4 mîlyon xwendekar ji 112 welatên cîhanê bersiva banga grev û protestoyê dan û tevlî protestoyê bûn. Çalakiyek wiha, ku xwendekarên 125 welatan tê de beşdar bûn, di 24ê Gulana 2019an de pêk hat. Di Tîrmeh 2019an de, li ser navê Rêxistina Welatên Hinardekirên Petrolê (OPEC), sekreterê giştî Mohammed Barkindo îlan kir ku çalakvanên avhewa Thunberg û ciwanên din ji bo pîşesaziya sotemeniya fosîl “mezintirîn xetere” ne.

Thunberg ji ber çalakbûna xwe gelek xelat stendin. Di Adara 2019an de, sê endamên meclîsa Norwêcî Thunberg ji bo Xelata Aşitiyê ya Nobelê berbijar kirin. Di Gulana 2019an de, dema ku ew 16 salî bû, ew derket ser bergê kovara Time. Hin medya bandora wê ya li ser cîhanê wekî “bandora Greta Thunberg” vegotin.

Greta Thunberg

îja ka bêjin Greta Thunberg çawa bûye mijara Kurdish Magazineê 🙂 Doh xatûna Greta li ser hisabê xwe yî înstagramê wêneyêkî xwe parve kir bo pirozbahiya Kirîstmisê. Di ew wêneyî de gelek zimanên biyanî de Kirîstmis hate pîroz kirin. Canikê bi Kurmancî jî gotiye.

Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê

Occo Mahabad

Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî guheriye, bi şêwe û şikleke nû girtiye. Îroyîn dengbêjên herêmê zêdetirîn di malên dewlemendan an jî niştecihên lê jiyayî de deng û sedayên xwe belav dikin li ser guhdarên ezîz. Divê em ji bîr nekin ku dengbêj neynika civatê ye. Di wêjeya devkî de xwedî cihekî girîng e. Pirr çîrok, destan û serpêhatiyên dîrokî bi deng û xîretên wan hatine roja me.

Li Rojhilatê Kurdistanê, pêşengiya çanda dengbêjiyê bêhtirîn herêmên  Makû, Mahabad, Xoy û Wirmiyê kirine. Dengbêjên Rojhilat her çiqas di dewra Şoreşa Xumeynî de astengî, zor û zordariyên mezin dîtibin jî heta roja me xebatên xwe bê navber domandine.

Dengbêj Brahîmê Newrozî an jî bi nasnava xwe ya herêmî Xalê Birê, li gundê Conî ku girêdayî Wirmiyê (Ormiye) ye hatiye dinê. Derbarê sala jidayikbûna wî de mixabin tu agahiyek tune. Newrozî ji eşîra Şikakî ye. Ev eşîr ji Gola Ormiyê heta Şemdînan, Miks û Behdînanê belav bûne û bi cih bûne. Bi devoka Şikakî diaxivin.  Şikakan zêdetirîn bi serek û rêberê Kurd Simko Axa ve tên naskirin. Simko bixwe jî ji eşîra Şikakan e.

Bajarê Wirmê dehemîn bajarê mezin ya dewleta Îranê ye. Nifûsa vî bajarî xweşik gihîştiye 2 mîlyon kesî. Wirmiyê bi gol û hilberîna xwêyê, jiyana xwezayî û dilgermiya mirovên xwe navdar e. Gola Wirmiyê li Rojhilatê Kurdistanê gola herî mezin e. Bi masîvanî û masiyên xwe yên tehmdar deng vedaye. Ji bo geşt û seyranê dereke nuwaze û bêhempa ye. Wirmê di sala 1760’an de demek di bin serdestiya Kerîm Zend de dimîne. Kerîm Zend serokê dewleta Zend ya Kurd bû. Ji bilî Kurdan di heremê de Ermen, Sûryan û Azerî niştecih bûne.

Di sala 1969’an de li radyoya Wirmê, Tehran û Kirmanşanê bi zaravayê Kurmancî her hefteyê nîv saetê carinan jî du saetan dest bi weşanê dike. Bi damezrandina Radyoya Wirmiyê Xalê Birê jî dest bi xebatên xwe yên hûnerî dike. Li radyoyê bi Îran Xanim, Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade re klam û stranên curecur distrê û dişixule. Bi saya van camêrên hunerhez dengê Kurdan belav dibe hemû herêmê. Di radyoyê de stran û klamên her deverê Kurdistanê bi fermî tê strandin û îcrakirin.

Brahîmê Newrozî jî mîna Îran Xanim di bin bandora ekola dengbêjiya Serhedê de maye. Hûn klamên Newrozî guhdar bikin hûn ê bibêjin qey ew dengbêjê Agirî an jî Wanê ye. Cure, terz, vegotin û lihevanîna klamên gotî mîna Serhedê ne.

Newrozî ne bi tenê dengbêjekî ye ew şoreşger û şervanekî ye jî. Di navbera salên 1978ê heta 1993yan de di Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê de pêşmergetiyê dike. Ji bo azadî û mafên Kurdan bi salan bi dildarî têdikoşe. Newrozî jî wekî her Kurd di bin zext û zordariya rejîma Îranê de jiyaye. Di sala 1986an de ji ber sedemên siyasî mecbûr dimîne direve tê Stenbolê. Lê sîxûrên Îranê li pey wî bernadin. Di êrîşeke nexêr de bi giranî birîndar dibe. Nêzîkî sê mehan li nexweşxanyeke Stenbolê tedawî dibe. Demeke dirêj ji ber birîndarbûna xwe nikare xebatên xwe yên dengbêjî û siyasî bidomîne.

Newrozî li Stenbolê çar qasetên Kurdî derdixe. Gotinên klam û stranên ku xwendine piranî aîdî wî ne. Balkêş e ku li ser bajarê Stenbolê jî klamek beste kiriye. Eşkere ye derd û kulên vî bajarî jê re giran hatiye. Di klamên gotî de hûn bêhna bêriya welêt û eşqa axa Kurdistanê dikişînin hundirê xwe.

Di sala 1993yan de dewleta Îranê efûyeke giştî derdixe ji ber vê Newrozî vedigere Rojhilatê Kurdistanê dest bi karê bazirganiyê dike. Xalîçeyên herêmê bi saya têkîliyên xwe yên Stenbolê difiroşe bazirganên Tirkiyê.

Em dibînin ku dengbêjek bi dengbêjiyê nikare debara mala xwe bike û bi karên curecur jiyana xwe dewam dike. Gellek dengbêjên me mixabin îro di vî halî de ne. Dengbêjên navdar yan bi karê avahîsaziyê mijûl in yan heywan xwedî dikin yan jî bazirganiyê dikin. Hinek dengbêjên me nikarin tu karî jî bikin. Lê rewşa herî dilşewat bêxweyîtî ye. Dengbêjên ku parsê dikin gelo dilê Kurdan naêşînin. Ez carinan xwe bi xwe dipirsim gelo Kurd çiqas neteweperst in gelo çiqas li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin gelo çiqas Kurd in?

Birahîmê Newrozî heya niha nêzîkî hezar klam û stran gotine 600 heb ji wan bixwe nivîsandine û beste kirine. Di arşîva radyoya Wirmê ya Beşa Kurdî de 300 heb klamên wî hatine veşartin. Newrozî behtirîn bi klamên xwe yên Delal, Bedewê, Lê Lê Zeriyê, Eşqa Dilan, Keçika Canê û Hevalo tê naskirin.

Birahîmê Newrozî (Xalê Birê) di sala 2001î de li Gundê Conî jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê dost û xizm û girseyeke mezin li gundê xwe tê binaxkirin.

Em li vê dinyayê mêvan in û mêvantiya me xelas bibe bi tazî û rût mîna her mirovî em tevî xwezayê dibin. We li vê dinyayê çi kiribe ev kirinên we ji civatê re dimîne. Dengbêj dimire şopa wî dimîne. Îro şopa Xalê Birê di jiyan û bîra me ya civakî de cih girtiye. Divê em qîmeta dengbêjên xwe bizanibin. Kî ne çawa jiyane çi derd û elem kişandine, çi afirandine çi kirine em bizanibin. Ya herî xeter ew e ku ciwanên me yên xama û nugihîştî dengbêjên xwe nas nekin û lê xwedî dernekevin e.

GELO PERE DIKARE MIROV BIGUHERÎNE?

Li ser dewlemendan gelek lêkolîn hene ku dibêjin ew çikûs in û bawerî bi wan nabe. Gelo rast e?

Helbet ev tişt hatiye serê her kesî. Gava hûn bi hevalên xwe re çûne xwarinekê an jî vexwarinekê, dem tê dayîna heqê wê. Wê demê kesê herî zengîn ê wê komê ji hemûyan derengtir destê xwe diavêje berîka xwe. Gelo çikûsî wan zengîn dike an jî ji ber ku zengîn in çîkûsiyê dikin?

Ev mijareke telîhev e. Di lêkolîneke sala 1993an de lêkolîneran ev tişt dîtibû; kesên ku di beşa aboriyê de dixwînin kêmtir alîkariyê didin weqf û komeleyan. Her wiha xwe zêde nêzîkî alîkarî û piştgiriyê nakin.

Li gorî perwerde û beşên din, xwendekarên din her ku nêzî mezûniyetê dibûn zêdetir camêr dibûn, lê xwendekarên aboriyê zêdetir çikûs û timakar dibûn. Helbet ev rêjeya kêm-zêde ye, lewra hin xwendekarên xêrxwaz ên aboriyê jî hebûn.

Şaşiyên xwe qebûl nakin

Li aliyê din di lêkolîneke Zanîngeha Californiayê de pirseke cuda hat kirin. “Gelo di Tîtanîkê de kî zêdetir heq dike li botên xilaskirinê siwar bibe?”

Kesên dewlemend bi piranî gotin “em heq dikin.”

Lê li gorî lêkolînan, piraniya dewlemendan xeletiyên xwe qebûl nakin û dibêjin em her tim çêtir dizanin.

Lê ew kes beriya ku beşdarî vê anketê bibin zengîn bûn. Dibe ku ew ne ji ber zengîniya xwe wisa dikin, ji ber ku çikûsiyê dikin zengîn in.

Li ser vê mijarê lêkolîneke din jî hat kirin. Di vê lêkolînê de 10 dolar hatin dayîn her kesên di komê. Piştre ji wan hat pirsîn ew ê çiqas ji wî pereyî bidin hewcedaran. Kesên ku mehaniya wan kêm e bêhtir pere dan hewcedaran.

Li San Franciscoyê jî ceribandineke din hat kirin. Li derbasoka peyayan çavdêrî hat kirin, ka kesên bi wesayîdên lûks rê didin peyayan an jî yên bi wesayîdên kevn. Ji vê ceribandinê xuya bû ku kesên xizan zêdetir rawestiyan û yên zengîn nîvî-nîvî rê nedan peyayan.

Her çiqas ceribandin li gorî herêman encamên cuda bide jî li gorî xizanan kesên zêde dewlemend bêhtir alîkariyê dikin. Helbet dibe ku hêza pereyê wan berê wan dide vê yekê.

Lê wek kêm-zêde xêrxwaziya xizanan zêdetir xuya dike.

Heke di demeke pêş de hûn li xwaringehê yan jî dereke vexwarinê rastî tiştekî wisa bên û zengînek bi derengî destê xwe biavêje berîka xwe, jê ecêb nemînin. Belkî ehlaqê wan wisa be.

Di encamê de li gorî hemû lêkolînan di navbera zengînan de gelek xêrxwaz hene.

Parzemîn Solutions

jêder: https://www.parzemin.com/gelo-pere-dikare-mirov-biguherine/