Gulek Ji Bo Havîna Me

Kadîr Stêra

Tarîtî, ronahî, hêvî, bê hêvîbûn…

Jiyan diherike û em mirov, li xwe diheyirin. Em tim û tim, li rêyekê digerin bo em hebûna xwe bi xelas bikin. Pir caran, rê li me teng dibe û em nema dizanin berî bidin kîjan deverê. Lê carinan ji bo hebûna me tiştên bi wate derdikevin hemberî me. Wekî başiyan, wekî xêran… Nayê bîra min bê min di kîjan pirtûkê de xwendibû an jî, di kîjan fîlmî de temaşe kiribû; lê digot: ‘Va ye ji bo tu xêrekê bike fersendek ketiye destê te. Yê me jî ji bo piştgiriya me Kurdan xurtir bibe fersendek ketiye destê me. Pir caran Kurd li ser maseyekê rûdinên; lê li hevdû nakin, kezeba hevdû reş dikin û ji ser maseyê radibin ser xwe. De ka em vê carê, li derdora vê maseya Havîna xwe bicivin û nehêlin ku gula me ji dest me biçe. Belkî ev gula me ji me re bibe hêviya yekîtiyê, belkî em vê cara gula xwe a piçûk xelas bikin û ew jî, bibe sedem ku em deriyê gula xwe a mezin vekin û wê ji perçebûnê xelas bikin.  Em ê bêjin: ‘Wile vê cara me Kurdan kêfa xelkê li xwe neanî û em xwedî li xwe derketin.’ Heger, em bixwazin hêza me ya pir tiştan heye. Em Kurd, dikarin mirinê ji gorê derxin.

Hêz, bawerî…

Em Kurd, ji pera mezintir in û îroj divê em hêza xwe bi kar bînin, baweriya xwe xurt bikin û Havîna xwe bi xelas bikin. Em ji malbata xwe destpêkin û li  gundan li bajaran nasek me dît em qala Havîna xwe ji wan re bikin û piştgiriyê ji wan bixwazin. Em ji wan re bêjin: ‘Gulek ji bo Havîna me.’ Bo ronahî zora taritiyê bibe û Zerdeştê Kal başiya dilê me himbêz bike bo kêfa wî em bînin em gulekê ji bo Havîna xwe bistînin. Em her gav berê xwe bidin vê gotina wî û li derdora hêz û baweriya xwe bicivin.

‘‘Baş bifikire, rast çêke, spehî bêje.’’ Em xwe, li vê kampanyayê bigirin û  ev jiyana ku her roj diçilmise bi hêza xwe û baweriya xwe av bidin. Ev jiyana ku bi destê desthilatdaran tê kuştin em bi hez kirina mirovatiyê şîn bikin.

Xwedî, jiyan, afirandin…

Em xwediyê vê jiyanê ne, ev jiyan ne bi qirêjiyan bi başiyan ava dibe. Ger em xwedî li vê jiyanê dernekevin wê mirovên qirêj berî me xwedî lê derkevin û tarîtiya xwe lê belav bikin. Em şînokên vê jiyanê ne. Gargamelên vê jiyanê pirin; lê şînok jî, têra xwe hene. Bi hawayekî komînal, bi dirûşmeya ‘‘Gulek Ji Bo Havîna Me.’’divê em dengê xwe bilindtir bikin. Gava em vî barî hildin ser xwe an jî destê xwe bixine bin vî kevirî û paşê encamek baş derkeve holê wê çaxê em ê bêjin : ‘‘Wile vê carê berî xelkê; em bi kêrî xwe hatin û me Havîna xwe ji mirinê bi xelas kir. ’’Wê çaxê dema Havînê mezin bû wê bi gelê xwe serbilind be, wê bêjê: ‘‘Serê min ji ber gelê min bilind e. ’’Wê li deveran, qala mezinbûna gelê xwe bike. Vê carê em bi ezitîyekê nêzî xwe nebin û bibin ‘‘ Em.’’ Bi wateyek mezin em nêzî vê meseleyê bibin û nehêlin ku Havîna me li ber çavan bihele.

Kî dizane ? Belkî, bibe bijîşkek û ji bo gelê xwe tev bigere. Wextê me zêde tune û divê em bêhtir xwe berpirsiyar bibinin.

Civakbûn, Hebûn…

Bifikirin ku Havîn keça we yi, xwîşka we a biçûk e. Bi vî hawî, nêzî vê meseleyê bibin. Bi qasî em meseleyên mirovan çareser dikin ; ew qasî jî, em ê xwedî li hebûn û civaka xwe derdikevin. Ji ber vê Havînê bangî deriyê dilê me dike. Em guhê xwe, li dengê Havîna xwe kerr nekin û dengê wê bilindtir bikin. Gulekê ji bo Havînê, gulekê ji bo mirovatiya mezin, gulekê ji bo hebûna xwe, gulekê ji bo civaka xwe… Gulekê, gulekê bistînin. Bo ev jiyan rengê xwe bi aliyê başiyê ve veguherînê,  ji bo xweza û gerdûn hêviyê biafirîne gulekê bistînin. Xwe kerr meke, berê xwe bide Havînê, qerîna wê û malbata wê hîs bike.

Gulekê Ji Bo Havînê Bistîne.

Bo dara hêviyê şîn bibe.

Bo Havîna me neçilmise.

Vê gulê bi ronahiyê av bidin.

Ev gula ku hûn bistînin wijdanê we ye.

Ev gula ku hûn bistînin jiyan, hebûn û civakbûn bi xwe ye.

Ji ser qahrê Ehrîman, ji bo xatirê Ahura Mazda gulekê bistînin.

Bo şewqa mirovatiyê bibiriqe Gulekê ji bo Havîna me bistînin.

KURD KOK IN

Kadîr Stêra

I.Bêrîvan, jinek Kurd e û bi ruhê xwe ê azad li Ewropa dijî. Berê xaniyê wê li çiyayên biyanî ; lê dilê wê li çiyayê welatê wê dinihêre. Dayik û bavê I.Bêrîvanê hevdû li ser axa pîroz a welêt nasdikin û evîndar dibin, û berî didin Ewropa. I.Bêrîvan li Awistiryayê hatiye dine; loma ew wer ji welatê xwe hez dike. Li gel vê yekê di xizmeta zimanê Kurdî de ye. Carinan tê welêt û bi têra xwe dilşad dibe. Ew ji Bazîdê ye.

Her çiqas meriv darê ji koka wê dûr bixe jî dar evîndarê koka xwe be hertimî wê ew dar şîn bimîne. Û mirov jî dar in, gerek li ser koka xwe bijîn. Gotinên xwe didomîne û dibêje: ‘Kurd kok in, tu hêz nikare bi wan.’ Ez ê berê we bidim  jina Kurd  I. Bêrîvan. Ew jina ku dûrî welatê xweyi; lê hezkirina wê dûriyê tarumar dike û wê bêhtir bi koka wê ve girêdide. Min pirsî û wê bi dilekî henûn, bidengî bersiva pirsan ji min re şand. I.Bêrîvan, li zaningehek Ewropayê doçentiyê dike. Ew derûnnas, nivîskar û helbestvaneke. I. Berîvan dibêje :‘gerek hunermend hertimî hêviyê bide mirovan.

I.Bêrîvan ji  dûrî welat bi dengê xwe, ruhê meriv bi me didî hîskirin.

Gelo em dikarin te nasbikin, kî ye I. Berîvan ?

Ez nivîskar û derûnnas im. Li zaningehê doçentiyê dikim, beşekê bi rêve dikim. Beşa pedagojiyê ye. Bi derûnnasiyê ve eleqedare. Mamosteyên nû perwerde dikim. Bixwe ji  edebiyatê hezdikim. Herî pir jî ji helbestê hezdikim; lê helbet jî, deqên zanistî  ku mirov wekî zanistî bi pêş ve dixin, jî hezdikim.

Me got: ‘Naskirin.’ Em vê pirsê bi hawayekî din bikin. Gotinek pêşiyan heye: ‘Hetanî meriv xwe nasdike, emir diçe.’ I.Berîvan çi qasî xwe nasdike û ji bo xwe naskirinek heqiqî meriv dikare çi bike ?

Xwenaskirin ? Ev pirs, gelekî biaqile û kêfa min jê re tê. Hetanî meriv yekî /ê nasdike deh sal derbas dibe, divê meriv bi hevdûre nanekî bixwe. Rabûn û rûniştina mirovekî, zû bi zû nayê kifş kirin. Ji bo ku tu xwe baş nasbikî, divê tu li hemberî xwe dirust be.

 Li hemberî xwe, tu derewan nakî. Gelek mirov da ku pirsgirêkên xwe nedin ber çavên xwe, tu tiştî li jiyana xwe zêde nakin. Yên ruhî yên hestî yên rasteqîniya jiyanê jî,  xwe bi xwe derewan dikin. Ne bitenê li hemberî xwe; li hemberî yên din jî derewan dikin. Ji bo gotinên rast û durist wêrektî divê. Tu hertim dikari ji ruhê xwe û ji hestên xwe birevî, ev tiştekî gelekî hêsane. Û li ser xwe, min çi qasî xwe naskiriye ? ( Li vir dikene

Di demên herî krîtîk de , dema ku tu dikeve tengasiyê wê çaxê tu xwe baş nasdikî. Di demên krîtîk de, gerek tu li ser xwenasîna xwe bifikire. Wê çaxê tu xwe dibînî. Ez çi qasî li ber xwe didim, an zû bi zû çi qasî sist dibim? Di têkiliyên mirovan de, tu xwe nasdikî. Bi têkiliyên yên din jî, mirov hev nasdike. Û di têkiliyên de jî, mirov xwe nasdikî. Dema ku herkes dilşad be, rastî jî zû bi zû dernakeve. Wekî xala dawî dixwazim bêjim ku mirov da ku ruhê xwe biparêze, herî zêde tiştên qenc ê di nava xwe de gerek bibîne. Dema mirovek xwe biçûk dibîne, ne qenc dibîne ji xwe baweriyê kêm dibe. Bes divê mirov aliyên xwe yên ne qenc yên neyînî jî, bide ber çavên xwe da ku dikaribe wana tunebike, ne ku li dijî wan derkeve. Divê tu qebul bike û bêje: ‘Aha aliye minî wisa jî heye.’ Herkes reş û spîye. Tu tişt reş yan spî nîne.  Mirovên spî jî, hinekî reş in û yên reş jî hinekî spîne. Ev a rastiya jiyanê ye.

Tu dikare, ji me re hinekî qala xebatên xwe ê li ser psîkoalîzmê bikî?

Ez ne psîkoanalîst im; lê elbet wekî derûnnasekê min li ser psîkoanalîzê  lêkolîn jî kir û pirtûk jî xwendin. Wekî tu jî dizane, min ji bo koma Ronakê dersek amade kiribû. Dersek di derheqê edebiyat û psîkoanalîstê. Gelekî li xweşa min çûbû, ji ber amadekirina wê dersê jî gelekî zehmet bû. Min jî, gelek pirtûkên lêkolînerên Elmaniyan xwendibû û ew ders amade kiribû. Bi xwe jî, ez pê re gelekî bi pêş ve çûm. Wisa dikarim bêjim. Xebateke min î zanistî li ser psîkoanalîzê tuneye. Elbet wekî derûnnasekê li zaningehê bi van tiştan re mijûl dibim; lê ez bi xwe ne psîkoanalîstê nexweşa me û naxwazim bibim. Ez pedagok û lêkolînerim.

Di derbarê  ‘edebiyatê  û psîkoanalîstê ’ de, tu dikare ji me re çi bibêje û derûnnasiya te, tesîrek çawa li ser berhema te a helbestê kir?

Divê nivîskarek rasteqînî  di heman demê de, psîkoanalîstek be. Ji bo ku ruhê kûr, bikeve nava lehengan ev pêwîst e. Bi rêya berhema xwe, gerek gelê  xwe tedawî bike. Berhemên hene gava tê bîra meriv, hestên kûr di dile me de direşînin. Ev tesîra psîkoanalîstê bi xwe ye. Gava ez vegerim ser helbesta xwe jî, elbet psîkoanalîzmê, tesîrek mezin li ser helbesta min kiriye.

Ez wisa dikarim bêjim. Dema, min dîwana xwe a helbestan bi navê ‘Bahoza Hestên Bedew’ dinivîsand psîkoanalîzm jî diket nav. Dema, meriv dinivîse gelekî psîkoanalîz jî dikeve pêş. Belkî, tu bi psîkoanalîst bi nav nakî; lê psîkoanalîste. Di helbestê de tu nokî nava hestên xwe û mirovên din dibe. Bi awayekî  psîkoanalîzek kûr derdikeve û meriv  di nîvîsên cûrbecûr de jî, psîkoanalîzmê dikare bibîne. Ez wisa dikarim bêjim, dîwana min a helbestan berhemek  psîkoanalîstîk e. Ji ber ku dema min berhema xwe helbestan nivîsî, min analîza hest û ramanên xwe têda reşand.

Di derbarê ‘têkiliya psîkoanalîzmê’ û ‘zarokatiya mirovan’ de tu dikare nêrînên xwe  bêje?

Psîkoanalîzm  û zarokatî, girêdanek wan î gelekî kûr heye. Niha gelek dibistanên li ser psîkoanalîstê derketine. Wekî dibistana Alfred Adler wekî ya Freud û hwd. Gelek dibistanên cûrbecûr hene. Hîn dibistan zêde girîngiyê nadin zarokatiyê; lê em çawa bêjin, zarokatî wekî îskanek ave û tijî dibe, tijî dibe û paşê di jiyanê de, tu jê kulmekê vedixwi û tahmekê didin te, em wisa dikarin bêjin. Hin dibistanên psîkoanalîzê jî, dibêjin. Ji ber ku meriv asteng dike û bo em azad bijîn gerek meriv hertiştî jî, bi zarokatiyê ve girênede. Lê dareke bê koka xwe jî nikare bijî ne wisa ? Ez wisa difikirim.

Tu li ber neynikekê ye û zarokatiya te li hemberî te ye, tê jê re çi bibêje?

Zarokatiya min aliyekî gelek xweş bû, tijî azadîbû. Min helbestek di derheqê zarokatiya xwe de nivîsandibû. Bi navê  ‘Keça Zozanî Me’ bû. Biranînên gelekî xweş hene û biranînên gelekî biêş jî hene. Jiyan bi xwe wisa ye ne? Jiyan bi tenê xweş  an nexweşe jî, hertişt têda heye û ez bi zarokatiya xwe gelekî razî me. Biranînên min yên bi bavê xwe ra, bi dayika xwe ra, bi malbata xwe ra û heywan û xwezayê re …

 Tiştên ku dimînin ev in. Û helbet zarokek mîna gulekê zû xemgîn dibe; lê dema meriv ronahiyê dide ser zarokî zû jî vedibe.

Di vê jiyanê de wekî gelê bindest, Kurdan ji aliyê serdestên xwe pir zulm, zordarî dîtine: ‘eş, kul, xwîn’ hertim pahra Kurdan e; lê hê jî, em li ser linga ne, em  aqilê xwe naxwin. Mekanîzmayek çawa me li ser linga dihêle?

Bêlê me êş, kul, xwîn dît, bersiva vê pirse gelek hêsane. Gelê Kurd, kok li ser linga dihêle. Gelê Kurd, kokek kûr e hetanî te kokek kûr ji erdê derxist emirê te jî, derbas dibe. Û yên din jî nikarin koka me ji erdê derxin. Ji ber ku koka me, digihê du hezar salan.Loma em hê li ser pîne. Gelê Kurd, bi xwe kaniya çand e. Gelekî xwemalîne, gelekî neçêkiriye û gelekî wisa elbet wê li ser linga bimîne û hetanî dawiyê jî, wê li ser pîyê bimîne.

Li gorî te ‘têkîliya edebiyata Kurdî’ û ‘psîkoanalîstê’ di asteke çawa deye?

Berhemên li ser hestên mirovan, kesayetên mirovan hemû psîkoanalîst in.

Di nav berhemên Kurdan de, derûnnasiyek bêhempa heye û nivîskarên şareza jî hene. Divê, em xwe biçûk nebînin. Di edebiyata klasîk de û ya di roja me ya îro de, nivîskarên me, hozanên me û helbesvanên me, hunermendên me yên ku bi ser ketin helbet hemû jî, derûnnas û psîkoanalîstên baş in. Melayê Cizîrî, ruhê jinê naskiriye, behsa ruhê evînê kiriye. Dema meriv helbestên wî dixwîne, ruhê wî jî nasdikî. Ji ber ku min herî pir wekî helbesta nûjen Rênas Jiyan xwendiye ; Rênas Jiyan, bitenê ne helbesvan û nivîskareke di heman demê de derûnnaseke, psîkoanalîste. Di berhemên xwe de, xwe bi xwe analîz dike, gelê xwe analîz dike, şîrove dike, rexne dike û rê jî, nişan dikî. Di berhemên Mehmed Uzun de, em rastî kodên psîkoanalîstê werin. Wekî din wekî helbestên psîkoanalîst  Lal Laleş jî, gelek helbestên kûr nivîsîne. Ji ber ku îmkan zêde tunebûn di edebiyata kurdî de, romanên qelew; analîzên dûr û dirêj li ser lehengan  hê nû destpêdike; lê divê hertişt ne bi nivîskî jî bin. Lehengên me Mem û ZînDewrêş û EdûlêTajdîn û SitîXecê û SiyabendRustemê Zal, gava em li ser wan lêkolînê dikin wekî psîkoanalîst tiştên kûr em dikarin bibêjin. Û herî pir jinên Kurd yên dengbêj kûr in, çavkaniya xwezayê ne.

 Di van rojên Covîd 19ê de, çi dikare ruhê meriv biparêze?

Hêza xeyalan, hêza evînê, hêza hezkirinê gerek hertimî hebî. Divê mirov herî mezin hêviya   xwe qut meke, elbet wê ev roj jî derbas bibin. Divê meriv bi dilekî germ nêzî hevdû bibî, wekî keriyekî pez hevdû germ bikin. Dûrî hevdû nejîn yên nêzîk ji bîr meke û wê ev Covîd jî, nikare gelê Kurd tune bike.

Te her tişt li pey xwe hişt.
Te mêbûna xwe, ji bîr kir, veşart, kuşt.
Ne berdilkek rû û gerdena te dixemilîne
ne bêhneke xweş a parfumê ji te difûre
Te dilê xwe guherand kir pola
Te vîna şerî di nav xwe de kuta
ne cilên spehî û spî, yan gulgulî li te hatin kirin
ne jî bişirîna dergûşê di paşilê de te dilşad dike.
Ruhê te awaza baranên zivistanî dilîze
te xwe amade kir, tu ketî li ser riya mirinê, ya şewatê….”


I. Bêrîvan

BESNA XELÎLÎ

Eyşana Beravî

Wê kêlîya min qumçên ber paxîla xwe didan hev, qîrîna jinekê kerikên guhên min lerizandin. Li ber neynikê me û neynik ber devêje. Reş û mor. Awirên min û a di awêneyê de li hev asê dimînin. Sîya Besna Xelîl ode dagirtîye û sewta wê her du qumçên  ber paxîla min diqetîne, qumçik dipekin li  rûyê neynikê dikevin û va ye neynikê em pîrr kirine. 
Min perçeyên neynikê civandin, bi hev ve cebirandin û jê pirsî:
Ka ji min  porkurê re bêje bê ev çi ye?
Neynik ji derzên kûr kêlimî:
Qey tu nizanî neynika dîrokê me?
Di nava xwe de hewandiye şeş heyamên bi kul û derd. Hebandiye şêst û şeş hezar jinên bi xem û keser. Min hêdîka bi her du destên Besnayê girtin û min li ber wê çok dan.
Me şê û şêbiskên xwe badan. Ji diranên mircanî, me sî û sê morik bi benê lêvan ve kirin. Me destên xwe dirêjî bûka baranê kirin û bi enîyên xwe ve girêdan. Me qeyd û beydên di zendên xwe de kirin şûtik û bi miradê Îbrahîmkê Temo ve kir. 
Dinya kêlîyekê nezîvirî, gerdûn carekê heyirî û
ruhê Besnayê ji serê tilîyan herikî nava kefên min. Di nav kefên min de dilerizî….

Xelat;

M.Arîf Cizrewî di vê kilamê de behsa serpêhatiyên Besna Xelîlî dike.

RASTIYA KU 48 SAL IN NAYÊ GUHERTIN. GUHERÎNA VOLKSWAGEN PASSAT Ê

Fexrî Ulug

Me li ser guherîn û dîroka Passatê, şampiyonê firotanê yê segmana D, bijareya hezkirên otomobîlan li welatê me, û beşa bêhempa ya Volkswagen axifîn.

Passat, yek ji wan modelên herî girîng a Volkswagen e, bi 8 nifşên ku ji 1973’an û vir ve serbest berdide, li ber çavên hezkiriyê xwe ye.

Ka em ji nêz ve li dîroka Passat binerin, ku di 2015’an de, di pêşangeha otomotîvê ya herî mezin a cîhanê de, yekem car xelata “Otomobîla Salê” stend.

Nifşa yekem: Passat B1

Bi demeke kurt ku bikeve çaryeka dawîn a sedsala 20’an, dêwê almanî Volkswagen di lêgerînê de bû. Wesayîtên segmanê D di pîşesaziya otomobîlan de wesayîtên herî bijarte yên wê demê bûn. Volkswagen ku dixwest vê rewşê li gorî xwe bizivirîne, di 1973’an de nifşa yekem a Passat da dest pê kirin.

Modela sedsalî ya efsanewî ya Audi, Audi 80, ku hevsengê Passat B1 a di 70’an de ye û di heman demê de hevrikê wê ye jî, ji hêla hezkiriyên gerîdeyê ve pir hat ecibandin. Tevî ku hevrikek wusa xurt heye, Volkswagenê Passat B1 bi hejmarek mezin firot.

Berî nifşa yekem a Passat, ew bi vebijarkên motora benzînê ya 1.3-lîtreyê 55-hespî û 1.5-lître 75-85-hespî ya bi çar-silindir re hate pêşkêş kirin. Di 1975’an de, motora 1.5-lître 1,6 lître hate guherandin, û di 78’an de, yekem carî mazotek 50 hp hate bikar anîn. Di 1976’an de, guhertoya derzîkirina motora 1.6-lîtreyî jî li rêzeya hilberê hate zêdekirin. Modela Passat B1, bi vebijarkên çar-leza desta û sê-leza veguhestina otomatîk, li pêş McPherson û li paş jî pergalê aqs(aks) ê bikar anî.

Passat niha firehtir e: Passat B2

Guhertoya duyemîn Passat, ku di 1981’an de hat weşandin, ji guhertoya yekem firehtir û 20 santîmetre dirêjtir bû. Ji ber vê yekê, Passat ji vir şûnda navê wesayîta malbata dirêjkirî stend. Taybetmendiya herî berbiçav a pêşengehên yek ji wan hûrguliyan bû ku ev guhertoya Passat nostaljîk kir.

Volkswagen bi nifşa 2’emîn variyantên nû anîn Passat. Passat niha di her du vebijarkên sedan, hatchak û stasyon de jî hebû. Passat B2 di 1986’an de hinekî çêkir û riya xwe domand. Bi vê makyajê, pêşiya hemî modelên pasat hebû.

Vebijarkên motorê ji nifşa yekem pirtir bûn. Ji bilî benzîna ​​5-silindir 2.0-lîtreyî, 1.9-lîtreyê benzîn û motora mazotê, ji nifşê berê ve hemî vebijarkên motorê jî di rêzeya hilberê de bûn. Hêza 2.0-lître GLS-a 115 hespî bû û ji hêla Volkswagen ‘syncro’, pergala 4 teker ve dihat xebitandin.

Passat B3

Nifşa sêyemîn Passat; Di sala 1988’an de li Ewropa, di 1990-‘an de li Amerîkaya Bakur û di 1995’an de li Amerîkaya Başûr de pêşandana xwe kir. Xetên wê yên dorpêçandî li gorî hevpîşeyên xweyên qutî şoreşger bûn. Her çend tunebûna radyatorên li pêş modelên motor-paşîn ên wekî Volkswagen Type4 tîne bîra wan, ku berê hatibûn paşguh kirin, lê ev rastî ji ber helwesta nûjen a nifşê bû.

Taybetmendiya herî girîng a ku Passat B3 ji nifşên berê cuda dike bê guman teknolojiya wê ya pêşkeftî bû. Passat B3; Farên halojen, klîma otomatîk, kilîta zarokan li ber derî, germkirina rûniştinê, lezayî westirandin, kîsikên hewayê yên ajokar û rêwiyan, qefesa diferensiyonê ya elektronîkî, û ABS çend taybetmendiyên ku di tirimbêlek di sala 1988 de derketî de bûn.

Passat Bi Motora Yekem TDI: Passat B4

Nifşa 4’an Passat di warê sêwirana derveyî de pir dişibe nifşa 3’an. Lêbelê, tevahiya sêwirana Passat B4, ji bilî pencereyan, nû bû. Nûjeniya herî mezin, mîna di hemî modelên Volkswagen de, vegera izxarê bû.

Volkswagen bi Passat B4 re, ku tê de motora TDI tê bikar anîn, yek ji yekem motorên turbo mazotê yên bi girseyî hilberandî, ji bo performans û karîgeriya bilind hewl da. Nirxa xerckirina sotemeniyê ya Passat B4, ku bi motorek ku 90 hesp û 210 Nm tîrêj hilberîne re dixebite, 5.2lt / 100 km ye.

Firoşyarê Çêtirîn: Passat B5

Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Passat B5 ji malbata Passat re pir hêja ye. Hetta niha gengaz e ku meriv dema ku vê gotarê dixwîne jî Passat a nifşa 5’an li dora xwe bibîne. Ji ber ku Passat B5 yek ji nifşên herî firotanê yê Passat e.

1996 bi sêwiran û teknîkek ya nû, bi nehfê nû yê Volkswagen, serdemek nû destnîşan kir. Passat B5, ku mîna hevberên wê ne xwediyê sêwiranek goşeyî ye, xwediyê rêzikên dorpêçkirî ye, bi vê cûdahiya xwe ji xwe re kiriye modelek berbiçav.

Bê guman, hundirê wê tirimbêlên luks tîne bîra mirov; Encama materyalê kalîteyî ku bi xebatek zehf profesyonel re tacîdar bû. Tevî van hemîyan, Passat B5 di 2001 de hate çêkirin û navê wî Passat B5.5 bû. Passat B5.5 bi motora xweya heşt-silindir 4.0-lître û vebijarkên alavên dewlemend ve kariye navekî li xwe bike.

Nifşê Rasteqîn: Passat B6

Nifşê 6’ê yê Passat di 2003’an de bi hezkiriyên gerîdeyê re hevdîtin kir û hilberîna wê heya 2011’an berdewam kir. Hêjayî gotinê ye ku ev modela ku 8 salan hate hilberandin, ji hêla bikarhênerên xwe ve pir populer e.

Passat B6 li gorî nifşên berê 85 kîlogram siviktir avahiyek aerodînamîk bi dest xist; motorên wê yên nifşê nû, li aliyek din, ji sedî 20 sotemenî zêde hilanî. Sîstema ajotinê ya 4×4 ya Volkswagen 4MOTION, ku hêzê bi wekhevî û dînamîkî li her nuqteyê belav dike, û veguheztina DSG ya du qurişî, ku xerckirina sotemeniyê kêm û her weha performansa bilind peyda dike, ji taybetmendiyên teknîkî yên gerîdeyê ne.

Di heman demê de, Passat B6 bikarhênerê xwe di ewlehiyê de rihet kir bi girtina puanên tevahî ji Euro NCAP, testa bîhnfirehiya herî dijwar a Ewropa.

Vebijarkên Motora Bi Hêz: Passat B7

Passat B7, ya ku di navbera 2010 û 2014’an de hate hilberandin, digel pêlên nûjen ên wê rojê xwedan xuyangiyek tirimbêlê bi tevahî cûda bû, her çend wê di sêwirana derveyî de binesaziya Passat a nifşa 6’an bikar anî.

Nifşa 7’an Passat, bi 122, 160, 211 hp benzîn û 105, 140, 170 hp vebijarkên mazotê, di wê demê de di beşa xwe de yek ji wesayîtên performansê bû.

Passat Bi Rêzikên Herî Dijwar: Passat B8

Dêwê Alman Volkswagen hilberîna B8, nifşa 8emîn a Passatê didomîne. Hem nûvekirinên sêwiranê û hem jî geşedanên teknîkî yên vê guhertoya ku di 2014’an de hate hilberandin, pir deng derxist û ji hêla hezkiriyên gerîdeyê ve hate nirxandin.

Passat, ku bi rola xweya wesayîta malbatê rola wesayîta polê ya rêvegir dilîze, ji bo bikarhênerê xwe bi teknolojiyên pêşkeftî yên wekî Sîstema Parka Nîv-Otomatîk, Arîkarê Ajotina Acil ku ji bo pirsgirêkên tenduristiyê kontrola xwe digire wesayîta luks e. Sîstema xweseriya Kontrola Rêwîtiyê û pergala Pêşîlêgirtina Pevçûnê bi taybetmendiya çavdêriya peyade. Armanc ew e ku bide hest kirin ku ew ajotinê.

Di sêwirana derveyî de, hûrguliyên wekî kevirên kromê yên li ser izxareyan û di bin deriyan de, pêşengehên qeşeng, ronahiyên mijê yên ên Passat B8, ku li gorî nifşên din xetên wê tûjtir in, dîmenek stîl pêşkêşî vê otomobîlê dikin.

Mikaîl

Erol Özyiğit, Ali Asker Barut

Werger : Mehmûd Aksoy – Fexrî Ulug

Ey ozanê ku ‘’guhê wî de gumguma çem re’’ direve

Ez çawa dikarim bextevariyê vebêjim

Devê min de zimanek kevn yê şikeştî

Hemû têlên mi ji şîna heyvê agir girtine

Devê min de zimanek kevn yê şikeştî

Ez li bin sîya dara berûye rûniştim

Ez dengê dervêşek birîndar bum, axivîm

Kevir, ax û çiqil ji êşa min re rêz girtin

Ez dengê dervêşek birîndar bum, axivîm

Ji ber ku min berîya niha bi xemgînîyê ser ruyê erde derbas bûm

Niha gavên min li ti rêyê nabin

Herin

Zivistanêk dirêj de li benda min bimînin…

Ji ber ku ji bo we

Gavên xwe di xemgînîya awirekî de

Ra-di-wes-tî-nim!

Ra-di-wes-tî-nim gavên xwe di xemgînîya awirekî de

Ra-di-wes-tî-nek kewn de rûye min xemgînîyek direj de

Çûkek mina agir serê sibehê firîya

Gelê hilweşîyanî ê ji hunderê xwe birîndar

Li serê çiyayek, li ser şaxekê girîna stûr

Be guman em ê rojekê bên ziman, em ê ben gotin

Ye go wekî hinareki şikeştî di hundirê desmaleke ve pêçayî

Çûkek mina agir serê sibehê firîya

Min xwe bi tîpên arî xwend

Di şewa ku zimanê wî ji xemgînîyê spî dibe

Ey tenêtîya ku ji dilê min re şîrk e

Min fam bike!

Min fam bike, ez bi te re bi tîpên arî axivîm

Ey ozanê ku ‘’guhe wî de gumguma çemre’’ direve

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Dengê seyîdê min ê pîr ê bi ber ta(*) meşandî li qadekê ma

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Şibaka vagonek reş de bira min de ma

Cemal Sureya şeş salî yê, sirgunkirî

Çawên tazî yên ku ji stasyona Elezîzê avêt nav tarîtîyek stêrkan

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Li ser rûye çîyayek ku xewn nedîtîye

Li ser rûye çîyayek ku dîle min bi ezbera tozê dixune

Mîna pelek zuwa li ber dengê çuka Pepukê serî ditewîne

Li ser rûye çîyayek ku mîna pelek zuwa ditewe

Li ser rûye çîyayek bi eşqalê hespekî kor

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Ax tembura minî hunderê wê qulqulî, derd mezin, wekîle heqiqeta min

Du helbestvan dibin nefesek û cilubergek ji peyvên pizot çekîrî li Mikaîl kirin

Nizanin bi pîrêminin dilmayîn û xeyîdandî

Ji wan re peyv zelalim di her xaniye wêranbûyîde deng vedidim

Ax ez di hundurê dinyayek bi qiler û ji êşê bi nûrînî digerim

Zimane min di devê min da şikeştî bu, zimanê min girekekî kor bu

ez hatim di te de vebûm

We roja min pinpinîkek bi çoş dît di bexça bûharê de

Baskek wê di hundirê ezmane şîn de, baskek we  ji li ser pizot

Derbasbûm di wira min de êşa cihanê

Derbasbûm di wira min de qîrîna dervêş û pîrên min

‘’Erê ez ozanek im’’ neçuyî ya ‘’gumguma çemekî’’ ‘’guhê min da’’

Arî ji pizot qeşitî, pizot ji tarîbûna agir veqetîya

Veketîya agir ji xwe, bû qadek laşê min ji bo yê cem girtinê pervana

Ez yê ji zarokekî biçûk, min awirek dilmayî kirrî

Tenê ez kesera wî vedibêjim, bi ruhê xweyî eware, ku ji şînbuna heyvekê agir girtîye

Veketîye agir ji xwe, bû qadek laşê min ji bo yê çem girtinê pervana

Rûyê min ket dengê dengbêjekî

Niha ez disekinim ji bo di ayîna ba bêm xwendin

Ey yê go qufla çîyaya li zimanê xwe daleqandîye

Ey yê go qufla çîyaya li zimanê xwe daleqandîye

Ez te di rewêrta çirokek kevn dixwînim

Tu rûyê min nexwîne

Ji ber ku ez di wextek kor de bi lalbûna çema sekîni me

close up photo of abstract surface

BÎZMALOG

Eyşana Beravî

Carina hîn tişt min bixwe re li ba dikin, dibin hîn deran. Ji bîr dikim li ku me, li çi digerim !!!
Li zeman diqelibim, guhê xwe didim ber devê hîvê. Dawa çi li hîvê dikim nizanim.
Evan tevan li bajarekî piçûçik, di nav otobêsa şaredarîyê de difikirim. Dengê zarokekê min
ji wê bîra fikran dertîne.

– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye ?
Dayîka keçikê bi şaleya xwe li paldanka hember rûniştîye. Keçik û bavê xwe li kêlaka hev in .
Bav li hev soro moroyî dibe û diquncirîne keçikê. Keçik cardin dipirse.
– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye?
Dev û rûyê dayê pêçayîye, di bin rûpoşa xwe de dike mineminan. Bavê zarokê diqehire û şeqamek li keçika xwe dixe. Keçik bi qêrîn tiştinan dide serhev ji bavê xwe re. Ne girîyên wê diqedin ne jî xeberên wê. Rêwîyên di nav otobêsê de dikevin heyra derpê. Li kolana Bedlîsê dadikevim, di bin bîzmalogên heye mîtroyek dirêj de dimeşim. Dizanim ez ê rojek bi van bîzmalogan herim. Li vî welatî her tişt ji bo kuştina însên e , ne ji bo jîyandinê. Heke peyarê nîvmîtroyek din jî fireh ba, ez ê netirsiyabûma. Di seqema -18 derece de dimeşim. Hêlma min li berçavkên min dide û dinya ji min ve xumam xuya dike. Serê mijangên min en ji hêlma min şilbûyî, qeşa digirin û bi hev ve dizeliqin. Pêlûkên çavên min nîvkêşî û serê mijangên min li hev asê . Heke li bajarekî erd qeşa girtibe tu mafê mirov tune ye ku destên xwe têxe bêrîkên xwe.
Serê tilîyan biqerisin jî çêtire. Ku wiha nebe gava mirov şemitî wê qorik û pişt li mirov bişikê.
Nola a vê kêliyê jinekê bi solên pehnî bilind li ser erda qeşa girtî dimeşe. Pehnîya solên wê dike çîze çîzan di guhê bajêr de. Xwe nagire û serpişt dikeve. Hersê zilamên li ber cam a dikanê ne, zîq li çîmikên jinikê dinihêrin û dikenin. Jinik destên xwe ji bêrikên xwe dertîne dide erdê radibe, li hersê zilaman dinihêre û dibêje “ baldar bin, gava hûn filitîn serdev nefilitin ha, heke na hûn ê nikaribin carek din bikenin.”
Bi ligligên serê tilîyan û bi dengê kasetfiroşê ku tim û tim dengê mûzika wî bajêr dihejîne, dengê Şakiro dixe bêrîka dilê me û bi me re dişîne malê. Bi dengê wê keçika şeqam xwaribû, dimeşîm. Derdê keçikê ne yek bû. Di nav ecêba gel de şeqama xwaribû li hêlekê, êşa şeqamê hêlekê, de îca mesele derpê bû û nizanibû gelo derpê li dêya wê heye an na !!!


Belkî heya hatiba temenê diya xwe jî wê bi bersiva vê nizaniba. Û bav jî wê tu carî nizaniba ku bersivek kurt wê ji şeqama wî bêhtir bandorê li keçikê kiriba.
Nizanibû zarok tim li bersivan digerin. Lêpirsîn ji bo wan pir girîng e. Gelek tiştan bi pirs û lêpirsînê fêr dibin. Helbet heya bersiva pirsa di hişê xwe de nebînin hiş nakin. Bi vê riyê jî têkilîyê datînin. Gava tên hiş kirin têkîlî diqete. Bi qetandinê re jî zarok xwe di nava xwe de vedişêre. Hiş dike û hiş kirin dibe sedema kêm hîs kirin û kuştina wêrekiyê . Wêrek bûn, lêpirsin û tekilîyek xurt bandorek mezin li ser perwerdeya wan û kesayet û jîrîtîya wan dihêle.


Zarok hevalên me yên biçûkin û sohbeta bi wan re gelek bi kêf e.
Belê sar e, sirr a sar li dev û rûyê min dide. Av bi pozê min dikeve. Radiwestim ji zarokê destmalfiroş destmalekê dikirim. Destên me herdunikan jî ariyane ji seqemê. Em bi zorê pereyên hûrikî (qewlî zarokan ve yên zêrîn) dixin bêrîkên xwe. Pakêtê vedikim pelek destmal dertînim ji xwe re, yekî ji didim kurikê. Em pozên xwe paqij dikin. Mêzîneyek li ber e, li min dinihêre û dibêje xwîşkê tu xwe namêzîn î ?
Difikirim.!!!
 Erê dimêzînim lê heke tu bikaribî texmîn bikî bê ka ez çend kîlo me.
Bi çavên hurikên xweşik sertapê min dipîve. Û dibêje
– Bi ya min tu 48 an 49 kilo heyî.
Bi herdu lingan derdikevim ser mêzîneyê pêncî û sê nîşan dide.
– Jixwe qapût û sol, kincên heft qat bi ser hev de li te ne, şeş heft kîlo ne. Net brût 48 kîlo yî xwîşka min. Lê ez ji te re bêjim tim wiha bimîne tu wiha xweşik î.
Dibişirim û dibêjim tu jî tim wiha xweşik binihêrî.
Digihîjim otobêsa saet çaran. Şofêrê otobêsê kilama Mala Seydo dide serî. Û ji kaloyê kêleka xwe re dibêje mamo hela tu jê fehm dikî bi min jî bide fehm kirin. Otobês min bi xwe re dibe. Hewaya sar ji hev diqelêşe û berê xwe dide ber bi …

traditional oriental decorative souvenirs presented in local market

10 Bêjeyên Ku Di Zimanên Cihê Yên Cîhanê De Bi Yekcarî Gelek Tiştan Vedibêjin

Mîla K.

Hûn carinan difikirin “gelo dê çi biqewime heke tenê peyvek ji bo hestên ku ez niha hîs dikim hebe”?

Di zimanên cihê yên cîhanê de mînakên vê hene. Wateyên van bêjeyan dikare we matmayî bihêle ji ber ku hûn dikarin matmayî bimînin ku watedayîna wan di yek peyvê de heye.


Fernweh – Almanî: Fernweh hesreta cihên ku we qet bi nas nekiriye û berê nedîtiye vedibêje. Ger ev hesta ku dilhebên gerê carinan jê derbas dibin peyvek ba, ew ê Fernweh bûya.

Sobremesa – Îspanî: Wateya wê ew e ku dema xwarin xilas bû, li ser masê rûne û sohbet bike, Sobremesa. Ma vê peyvê sohbetên bextewar û vexwarina çayê piştî xwarinê li ser maseyên girseyî yên qelebalix nehat bîra we?

Gökotta – Swêdî: Ma we qet berê xwe daye hilatina rojê, berî ku bajar şiyar bibe, ku hûn li dengên çûkan guhdarî bikin? Gökotta, li vir peyvek heye ku wê kêliya aram diyar dike.

Litost – Çekya: Têgihîştina ji nişka ve ya bêçaretiya kes û ji ber vê yekê êşkenceya li ser xwe, Litost.

Pochemuchka – Rûsî: Pochemuchka ji kesên ku gelek pirsan bi rûsî dipirsin re tê gotin. Hûn peyvek dizanin ku dikarin yekem mirovên ku di carekê de têne hişê we diyar bikin.

Esprit de l’eslacier – Fransî: Dibe ku her kes bi kêmanî yek carî vê jiyabe; Gava ku hûn piştî ku nîqaş xelas bû di dema nîqaşek devkî de hûn ê çi bibêjin ji bo vegotin an rastkirina xwe. Gava hûn bi xwe bimînin, “çima min ew jî negot?” ramînê.

Lagom – Swêdî: Lagom bi swêdî tê wateya “ne zêde û ne kêm, tenê rast”. Lagom bi dîtina hevsengiya di tevliheviya jiyanê de gihîştina bextewariyê îfade dike. Hema hema di her pirsgirêkê de ji tundrewan dûr xistin û gihîştin xala navîn tê vê wateyê ku Lagom pêk hatiye.

Schadenfreude – German: Ew tê wateya razîbûn û şahiya ku ji ber bûyerek xirab û bêşens ku bi kesekî / a din re çêbûye.

Shouganai – Japonî: Em dikarin bibêjin ku ev bêjeya qala bêkontrolkirina rewşek hatî jiyîn dike, tê vê wateyê ku heke hûn tiştek bikin jî çare tune, tu çare tune, ew li gorî şêwaza Japonî tê. Her çend ew peyvek negatîf xuya dike, ger hûn nekarin wê kontrol bikin, aliyek wê yê erênî heye ku li ser wê bifikirin û li ser wê bisekinin.

Tsundoku – Japonî: Divê ez bibêjim ku ez pir ecêbmayî mam dema ku min bihîst. Tsundoku, ya ku min wekî peyvekê dest bi lêkolînê kir, di heman demê de wekî nexweşiyek derbasî wêjeyê jî bûye. Wateya Tsundoku kirîn û stendina pirtûkan bi Japonî ye û nexwendina paşê. Bê guman, pirtûk hene ku me çend caran kirî lê nexwendin, lê ev peyv rewşê vedibêje ku her carê yekê / a nû li pirtûkxanê zêde dibe û naxwîne.

Hejmara Bernamegehê ya 3’emin Derket!

Kurdish Magazine

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya sêyemîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe yên balkêş li ber we ye. Helîm Yûsiv serborî û  çavdêriyên rojnamevanekî bi zimanekî herikbar aniye ziman. Occo Mahabad Destana Rizgan û Nûrê ji gellek aliyan tehlîl dike û bi vegotineke xelkî dilê we seh dike. Seîd Veroj berê xwe daye ser jiyana Zeynelabidîn Îrfanî yê Sekreterê Dawî yê Cemîyeta Tealiya Kurdistanê, bi vî awayî hişmendiya me ya rojane bi dîrokê ve girê dide. Sıraç Oguz dewr û jiyana Îdrîsê Bêdlisî bi nêrîneke cuda ji nû ve vedikole û dixwaze em li ser wî careke din bifikirin.

Platforma azad Bernamegeh girîngiyê dide pêşketina demokrasî û derbirîna fikr û ramanan ku civata Kurd bifikire, pirsiyar bike, rexne bike  û nerazîbûnên xwe nîşan bide.

Di vê hejmarê de hûn dikarin van nivîsan bixwînin.

– Helîm Yûsiv / Çavdêriyên Rojnamevanekî

– Occo Mahabad / Destana Rizgan û Nûrê

– Seîd Veroj / Zeynelabidîn Îrfanî

– Remezan Bakur / Mîr Hesenê Dasînî

– Têmûrê Xelîl / Eznîva Reşît

– Ednan Dogan / Newroz, Welato

– Newaf Mîro / Pirs û Tirs

– Abdurrahman Bedir / Li Warên Firaran

– Siraç Oguz / Îdrîsê Bidlîsî

– Feqiyê Teyran / Axîna Te Nalîna Min

– Îhsan Bîrgul / Rastnivîs

– Mervan Serhildan / Ew ê Me Qir Bikin

– Îkram Oguz / Şer û Wêje

– Sultan Yaray / Roja Wêje û Dengbêjiyê

– Axa Kurdikî / Hesen û Mêranî 

– Zeynelabidîn Zinar / Zira Kerê û Lota Devê

– Baranê Qereyaziyê / Şev Tarî Bû

– Ciwan Serwer / Çi Yê Me Ma

– Bahadîn Robar / Tu Yî

– Farûqê Feroyî / Ji Min Gotin

– M.Zahir Kayan / Êvar Tê

– Soran Hemereş / Kurdgalnamek, Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

– Cemîl Îbrahîm / Werin Em Zimanê Xwe Biparêzin

– Nîhat Gultekîn / Berxwedana Gilîdaxê

– Lokman Polat / Helbestên Silêman Azer

– Têngîz Siyabendî / Roja Azadiyê

– Yucel Aslan / Piltan

– Rostem Xamoş / Silavek

– Îxlas Frensîs / Bêhrkirin, Wergêr: Mehmûd Badilî

– Mihemed Hesko / Pêşberî

– Umîd Demîrhan / Rewşa Giştî ya Bajarên Bazîd û Tûlayê

– Çayan Okuduci / Ji We Re Çi Lazim e

– Welat Bazîdî / Gazina Jinikê Li Mêrê Malê

– Şefîq Îsa / Kurê Dêlan

– Abdullah Yavuz / Halê Min e Ev

– Kamran Simo Hedilî / Helbest û Felsefe

– Seyfedînê Welekorî / Navê Min

– Mehmûd Ronîdar / Berfîn

– Bûbê Eser / Zindana Diyarbekirê û Enfal

– Keyhan Mihemedînijad / Dildarê Helbestvan

Ji bo têkîlî: bernamegeh@gmail.com

Helbestvanekî Azadîxwaz, Welatperwer û Sosyalîst: Qanî

Occo Mahabad

Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.

Ew şairê gundî, cotkar, kedkar û belengazan e lewma jê re gotine ku Şairê Bindestan. Em dikarin jiyana Qanî bi du heyaman tehlîl û şîrove bikin.Di  heyama yekê de Qanî hê xort e di bin bandora fikrên metafîzîk û rûhanî ne. Hê hişmendiyeke çînî, netewî û civakî pê peyda nebûne. Di heyama duyemîn de diguhere, dibîne ku milleta Kurd di bin dagirkeriyeke giran de dinale, ne azad û serbixwe ye, feqîr û bindest hatine hiştin. Hewl dide ku xelkê xwe hişyar bike rake li ser piyan ku ji bo şoreşeke netewî, çînî şer bike û têbikoşe. Qanî ji bo xelkê xwe yê tê mêtîn û çewisandin bi helbestên xwe dibe roniyek û rêyek. Dixwaze  ku ciwanên nezan ji bo pêşeroja neteweya xwe bi nivîs û çalakiyên watedar, welatê xwe ji bin nîrê serdestiya mêtîngehkaran rizgar bikin. Qanî li dijî emperyalîzm, faşîzm, û  mêtîngeriyê wek şairekî azadîxwaz, welatperwer, çepgir û sosyalîst derdikeve pêşberî me.

Navê wî yê rastîn Mihemed Kabulî ye ji binemala Kabulî ye. Ev bi nasnavê Mamoste Qanî tê naskirin. Malbata wî giregirên naskirî ya vê herêmê ye.  Qanî di sala 1898an de li gundê Dolaşê ku girêdayî Merîwanê ye hatiye dine. Kurê Şêx Ebdilqadirê Şêx Seîdê kurê Şêx Mihemedî Dolaş e. Hê zarokekî çil rojî bûye bavê wî dimire. Piştî du salan diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Qanî sêwî dimîne. Apê wî Seyîd Ehmed Qanî lê xweyî nake. Li cem Axa Seyîd Huseynê Çûrî  li gundê Çûrê mezin dibe.

Divê ez têbiniyeke girîng diyar bikim ku hinek çavkaniyên Kurdî, Îngilîzî û Fransî de gundê ku Qanî lê welidiye wek Rêşîn hatine qeydkirin lê hin çavkaniyên Kurd, Faris û Ereban de cihê ku lê çêbûye wek Dulaş an jî Dolaş hatine nivîsandin. Dîsa hinek çavkaniyên Kurd û Ereban de navê gundê Çûrê wek Çorê hatine nivîsandin.

Qanî li Merîwanê mezin dibe. Merîwan îro di bin banê eyaleta Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya 150î hezarî bajarekî biçûk e. Bi gola xwe ya Zirevarê tê naskirin. Niştecihên vî bajarî bi giştî Kurd in lê hinek Fars û Azerî jî tê de dijîn. Eyaleta Kurdistanê bi deh bajaran pêk tê, serbajarê vê eyaletê Sinê ye. Li Sinê bêhtirîn zaravayê Erdelanî tê axavtin. Nifûsa Sinê îro gihiştiye 500 hezarî. Sîne bi wêjevanên xwe yên navdar  Mestûre Erdelanî û Ebdulmecîd Mîrza tê naskirin. Îran bi giştî 31 eyaletan pêk tê.

Axa Seyîd Huseynê Çûrî  ji bo ku Qanî perwerdeyeke olî bibîne wî dişîne medereseyê. Dema ku dibe feqî ji bo debara xwe gundên Merîwanê digere ku feqîtiyê bike. Qanî bi van salan bi helbestê re mijûl dibe. Helbestên wî yên pêşî, gellek metafîzîk û rûhanî ne. Tesîra hişmendiya medrese û ola Îslamê mezin e. Zimanê helbestên wî jî bi giştî Farisî ne.  Em dikarin bibêjin ku guherîna wî ya fikrî  bi feqîtiyê re dest pê dike. Di dema feqîtiya xwe de gellek bajarên Iraq û Îranê digere. Bi şahidbûna rewşa gundiyên belengaz ku di bin zordestiya axa, mîr û began de eza û cefayên mezin didîtin hemû hişmendiya wî diguherîne û li dijî zordarî û stemkariyê disekine. Di van geran de gellek kesên demoqrat, sosyalîst û qomînîst nas dike bi wan re têkiliyên saxlem datîne. Bi peydabûn û çêbûna fikrên netewî zimanê helbestên wî jî dibe Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê gazî gundî û rênçberan dike ku bila li dijî pergala axa û mîrîtiyê şer bikin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.  

Ji bo jiyana wî dewreke girîng jî peywira meletiyê ye. Di meletiya xwe de Merîwan, Sine, Seqiz, Bane, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û gelllek bajarên din digere, mirovên bindest û hejar ji nêz ve dibîne û nas dike. Helbestên welatparêz, yekîtîxwaz, azadîxwaz, dij-faşîst û kolonyalîst dinivîse.

Helbestên wî yên di vê dewrê de em dibînin ku Qanî li dijî faşîzma Iraq û Hîtler e. Şerê duyemîn yê cîhanê tesîr lê dike di helbesta xwe ya bi navê Eger Mirdim de hem li dijî faşîzma Hîtler hem jî li ser rizgarkirina welat  disekine.

Qanî yekîtîparêz e naxwaze eşîrên Kurdan di navbera xwe de şer bikin û alîkariya dijminê Kurdan bikin. Di helbesta xwe ya Wesyatname de bang dike eşîrên Goran, Erdelanî,Herkî, Bextiyarî û yên din, bila destê hev bigrin û ji bo  Kurd û Kurdistanê bi yek bibin û têbikoşin.

Ew alîgirê maf û azadiya jinên bindest e. Di helbesta xwe ya Bo Kiçekan de paşverûtiya civakê dibîne, li ser pirsgirêkên jinan disekine û dadixuyîne ku jin û keçên Kurdan ji bo pêşeroja xwe bixwînin û bixebitin.

Qanî her çiqas meletiyê kiribe jî karê meletiyê nedomandiye. Nexwestiye ku bi karekî olî debara xwe bike. Ew ji karkeriyê bigire heta cotkariyê pirr kar û baran de dixebite. Di sala 1939an de li ser rêya Silêmanî û Pêncîwînê ji bo Rêveberiya Şaxa Çêkirina Rê û Baniyan demekê karkeriyê dike. Ji ber xebata rê nexweş dikeve û helbesta Nexwoş im Çi Bikem dinivîse. Di vê helbestê de  hem behsa halê xwe yê nexweş û reben dike hem jî rewşa karkerên hejar û bindest vedibêje. Rizgarbûna karkeran di pergala sosyalîst de dibîne, pergala serdest ya maldaran wek xwînmij, kedxwar û paşverû dibîne ji bo hilweşandina vê pergalê karkeran hişyar dike, naxwaze pergala emperyalîst karkeran bixapîne.

Ew welatperwer e, axa Kurdistanê ji her tiştî zehftir hez dike. Di pirr helbestên xwe de delalî û xweşikiya Kurdistanê bi zimanekî lîrîk û sade dinivîse. Di helbesta xwe ya Xakit Benirx e de tu tiştî mîna axa Kurdistanê giranbiha û girîng nabîne.

Qanî li dijî mêtîngeriyê ye. Di gellek helbestên xwe de dewlemendiyên binerd û sererdên Kurdistanê yeko yeko dijmêre û ev hemû têra me dike li vî welatî xwedî derkevin dibêje. Di helbesta xwe ya Sûdî Wilat Im de hilberînên çandiniyê yên Kurdistanê rêz dike, gazî dike ku zengînî û dewlemendiya vê axa qedîm û adan bê parastin.

Qanî sosyalîst û şoreşger e. Di sala 1947an de li gundê Kewlûsê yê bajarê Şarezûrê paletî û rencberiyê dike. Di vê salê de helbesta Qelaçûy Dijmin dinivîse. Baweriya xwe ya sosyalîstî li ser kaxizan rêz dike û felatbûna karker û cotkaran di Şoreşeke Sosyalîstî de dibîne.

Qanî ji dayikbûna xwe bigire heta mirina xwe wekî karker û cotkaran bi feqîrî û rebeniyê ve jiya. Emrê wî bi tekoşîneke şoreşgerî derbas bû. Di sala 1963yan de bi kurê xwe re li Îranê tê girtin. Demekê di zîndana Qecerê ya li Tehrenê girtî dimîne. Di bin şert û mercên giran de nexweş dikeve, ew bi kurê xwe re rojên dijwar derbas dikin.

Ew şairê mezin û fedakar ku jiyana wî bi tevahî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê derbasbûyî di meha gulanê ya 1965an de li gundê Lengedê ku girêdayî Pêncwînê ye jiyana xwe ji dest dide. Hemû jiyana xwe ji bo rizgarbûna bindestan feda dike. Ji xêynî helbestên wî, tu zêr û dewlemendiyên wî tunebûn. Dema ku dimire 67 salî bû û di cêba wî de 300 Filsên Iraqî hebûn.

Helbestên xwe bi zimanê Kurdî, Farisî û Erebî nivîsandine. Helbestên wî yên neçapkirî yên çapkirî zehftir in. Dîwana Seîdê Şîrazî ya bi navê Gulistan ji Farisiya Klasîk wergerandiye ser Farsiya Nûjen.

Berhema Reşîd Yasemî ya Dîroka Kurdan bi alîkariya Kerîmzend ji Farsî werdigerîne zimanê Kurdî.

Dema ku Qanî diçe Erdelanê binemal û giregirekî Erdelanî jê re li ser çand û dîroka Erdeleniyan destnivîseke bi qasî 220 rûpelî dide. Qanî vê berhemê ji Farisî werdigerîne Kurdî. Pirtûk di warê xwe de wek xezîneyekê ye ku behsa serpêhatî, cih, war, çand, dîrok û mezinên Erdelaniyan dike.

Qanî li ser dîrok û rûdanên Kurdistanê pirtûkeke 380 rûpelî dinivîse, rewşa aborî, siyasî, darayî, çandî û bi taybetî li ser şoreşa 1961î  bi ziman û hişmendiyeke vekirî disekine.

Heta niha bi navê Guleley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Deştî Germiyan, Şaxî Hewraman, Çwarbaxî Pêncwîn 5 berhemên Qanî bi zaravayê Soranî hatine weşandin.

Sed heyf û mixabin, Kurdên me helbestvanên xwe yên klasîk û nûjen bi qasî şair an jî hunermendên Tirk, Ereb,Faris û yên Cîhanê nas nakin. Her rengê siyaseta Kurdî bi tenê bi propagandeyeke rêxistinî mijûl in zêde girîngiyê nadin çand, hûner, ziman û dîroka Kurdan. Medyaya ku di bin sîwana siyasetê de ne, bi tenê nûçe û ajîtasyonê re pêwendîdar in. Edîtorên Medyaya Kurdî bi têkiliyên dost, nas û cîrantiyê peywirên xwe bi cih tînin û bi hişmendiyeke netewî tevnagerin. Bi hezaran helbestvan an jî dengbêjên me hene lê medyaya Kurdî radizê. Bi sedan malperên nûçeyê hene lê 10 heb malperên fermî yên çandî, hunerî û dîrokî tunene. Em bi destê xwe, pêşeroja xwe jar û belengaz dikin. Hevalno ji kerema xwe derfetên xwe hinek ji bo çand û hunera Kurdan xerc bikin.

computer desk laptop stethoscope

ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE

Mustafa Onal

Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye.

Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, serî li sazîyên tenduristîyê bide.

Êş, mijara zanista algolojî ye. Algolojî navekî gelemperî ye. Li gor cî û cureya êşê gelek şaxên algolojîyê hene. Em dikarin çend mînakan wiha rêz bikin:

Arthralgiya (Artraljî): Êşa movikan

Myalgia (Mîyaljî): Êşa masûlkeyan

Ostealgia (Ostealjî): Êşa hestîyan

Nevralgia (Nevraljî): Êşa rehikan/rîşeyan

Psychalgia (Psîkaljî): Êşa derûnî/psîkolojîk

Li gor Rêxistina Lêkolînên Êşê ya Navneteweyî (IASP) pênaseya êşê:

Êş; hesteke nexweş a taybetî ye ku ji cîyekî laş çêdibe, ji ber lebatên laş an jî ji ber sedemên derûnî rû dide û bi serpêhatîyên mirov ên derbasbûyî re pêwendîdar e, girêdayî ye.

Mirov, ji ber êşê neçar dimînin ji pisporan alîkarîyê bixwazin. Bi vî awayî heke êş ji ber lebat û cîyekî laş be, nexweşî û pirsgirêkên mirov derdikevin holê û çareserî hêsan dibe. Heke sedema êşê derûnî be, bi serpêhatîyên mirov ve girêdayî be bi piştgirîya bijîşkan, derûnnasan û pisporan mirov dikarin li hemberî êşê têbikoşin û li ber xwe bidin.

Êş, hesteke taybet e. Ne bi tenê fizîkî ye, herwiha derûnî ye jî û pir caran êşa fizîkî û derûnî dibin sedemên hev.

ACL (girêka pêşîya çongê/çokê/kabokê), di çongê da ji bo hevsengîyê herî girîng e. Dema ev girêk biqete, li gor karên mirovan encamên ji hev cuda derdikevin holê. Heke nexweş, werzîşvanek be wê demekê ji karê xwe dûr be, dibe ku venegere karê xwe jî. Êşa ACLyê, êşeke ji ber lebatan e, bi kurtasî fizîkî ye lê encamên wê piranî derûnî ne. Werzîşvan, dema nikaribe karê xwe bike ji alîyê derûnî ve têk diçe. Herwiha hêdî hêdî pirsgirêkên aborîyê jî rûdidin. Bi vî awayî êş zêde dibe. Divê bijîşk, fîzyoterapîst, derûnnas û malbat bi wayekî hevbeş bixebitin ku ji her alî ve êş têk biçe.

Bêhntengî (stres), pirsgirêkeke derûnî ye. Dibe sedema gelek êşan. Di serî da pêwendîya êşa ji ber bêhntengîyê, bi lebatên laş ra tune ye lê her ku ev pirsgirêk giran bibe gelek nexweşî jî dîyar dibin: Nexweşîyên dil, felc, pirsgirêkên xewê, alzheimer, demans, qelewîya zêde (obezîte) û hwd.

Bi hêvîya jîyaneke tendurist, bimînin di qencî û xweşîyê da..

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon.

anonymous person with binoculars looking through stacked books

12 TEORIYÊN ŞAŞ ÊN DERBARÊ CAMÊRIYA MIROVAN DE

Mark Strauss

Gelo kujer in? Hîppî ne? Alavçêker in an aşvan in? Zanyaran li ser camêriya mirovan heta niha tu agahî piştrast nekirine. Gelo çima û çawa mirov bûne camêr?

Ev mirov çi afirinde ne! Di vê mijarê de her kes hemfikr e. Baş e tevî Homo Sapiensi û dev ji meymûnên din jî berdin, di navbera wan de çi cudahî heye? Bav û kalên me ev cudahî çawa û kengî bi dest xistin. Di sedsala borî de li ser vê mijarê gelek teorî hatin bilêvkirin. Hinek ji wan tevî teoriyên derbarê peresîna mirovan, mirovên xwediyê teoriyê jî derbarê serdema jiyana xwe de hin agahiyan dide.

Hefteya borî cureyekî ji mirovan Homo Naledi hate dîtin û dengekî mezin veda. Dîtina vî hin pirs li dû xwe anîn. Di peresîna me de çi bû sedem.

Em Alavan Çêdikin

Di sala 1944’an de antropolog Kenneth Oakley di gotareke xwe de gotibû “çêkirina alavan mirov cudatir dike”. Wiha bi lêv kiribû ku “meymûn hêmanên ku dibînin wek alav bi kar tînin”. Lêbelê neqşdana dar û keviran a li gor armanca karê xwe bi temamî xebateke kevn a mirovan e”. Louis Leakey di destpêka salên 1960’an de çêkirina alavan û pêkhatina mirovan girêdayî cureyê Homo Habilis ango “Zilamê Jêhatî” ya beriya 2,8 milyon salî ya li Efrîqaya Rojhilat kiribû. Lêbelê Jane Goodall û lêkolînerên din diyar kir şempanze jî şiv û darikan dineqişînin û bo nimûne pelên dareke biçûk jê dikin û vê darê ji bo girtina kêzikan bi kar tînin. Herwiha qijikên bêdest jî xwediyê taybetmendiyên jêhatî ne.

Em Kujer in

Li gor antropolog Raymond Dart pêşrewên me ji meymûnên dijîn cudatir wek jîndareke goştxwar veqetiya. Ango pêşrewên me “bi awayekî hov ajalan desteser dikirin, heta mirinê li wan dixistin, lebatên wan jê dikirin, bi awayekî xwînrêj goştê germ xavexav dixwarin”. A niha ji me re belkî seneryoyeke bêmane were lêbelê Dart di sala 1953’an de bi navê “meymûnê kujer” bi gotarekê behsa vê teoriyê kiriye û piştî şerê duyem ê Cîhanê lê bes karîbû ji xwe re eleqedarek bibîne. 

Em Xwarina Xwe Par ve Dikin

Di salên 1960’an de meymûnê kujer çû, meymûnê hîppî hat. Antropolog Glynn Isaac hin bermayiyên ajalan dîtin ku vî tiştî zelal dike: “ji bo parvekirina goşt ya ligel hemû civakê ajalên nêçîrkirî ji cihê nêçîrê ji bo deverên din tên veguhastin”. Li gor Isaac parvekirina xwarinê hewce kir ku ka xwarin li ku derê tête dîtin û agahiyên derbarê vê de were parvekirin. Li ser vê yekê jî ziman û tevgerên din ên mirovî bi pêk hatin.

Bi Awayekî Tazî Avjenî Dikin

Beriya demeke nêz Elaine Morgana ku ji bo televîzyonan belgefîlman dinivîse diyar kir sedema ku mirov ji prîmatan cudatir e ev e ku bav û kalên me li deverên cuda di nav avê de an jî li nêzê avê rastî peresînê hatine. Bi weşandina mûyên bedenê xweştir avjenî kirin û bi saya meşa li ser du piyan di nav herî û çarçîqê de bi rihetî meşiyan. Teoriya “meymûnên avê” di warê zanistê de zêde pere nake. Lêbelê di sala 2013’an de David Attenborough piştgirî da vê teoriyê.

Em Hin Tiştan Hildiavêjin

Arkeolog Reid Ferring pê bawer dike ku gava bav û kalên me dest bi hilavêtina keviran a bo derdorê kirine vê carê bûne mirov. Ferring li Gurcistanê li warê kolandinê ya 1,8 milyon salî ya Dmanisiyê hin delîl dîtinr ku vê demê Homo Erectusên ku li wê derê dijiyan ji bo ku ajalên bi ser nêçîra wan de girtine biqewirînin dest bi hilavêtina keviran kirine. Ferring dibêje “mirovên ku li Dimaniyê dijiyan gelek biçûk bûn”. “Wê demê cîwar bi pilingên mezin tijî bûn û heke wisa be ew mirov(!) çawa li ser xwe mane?, Çawa ji Efrîqayê hatine vê derê. Hilavêtina keviran bersiva van pirsan dide.” Li gor Ferring kevir avêtina ser ajalan pêdivîya civatê tîne û bi saya vê jî mirov bûne civatparêz.

Em Nêçîrtiyê Dikin

Li gor gotareke sala 1968’an ya antropologên bi navê Sherwood Washburn û C.S. Lancaster nêçîrtitê ji hevkariyê bêhtir rê li ber tiştên din vekir. Gotar wiha dibêje: “bi temamî hişê me, berjewendiyên me, hestên me û jiyana me ya esasî ya civakî, berhemên peresînê ne ku me ji bo nêçîrtiyeke serkeftî adapte dike”. Bo numene, mejiyê me li ser fikrîna nêçîran ka li ku derê ne û em ê kengî bibînin her ku çû mezintir bû. Ev teorî dide nîşan ku di navbera zayendan de ji bo nêçîrtiyê kar parvekirin hebû û jin bêhtir wek berhevker dihatin hilbijartin. Li ser vê yekê jî ev pirs derdikeve holê: Çima mejiyê jinan jî mezin e?

Em Ji Bo Xwarinê Dikevin Têkiliya Zayendî

Heke hewce be em zêdetir bibin spesîfîk, pêşabûna yekhevserî. Di sala 1981’an de li gor C. Owen Lovejoy serdema herî girîng ya peresînê beriya 6 milyon salan bi derketina yekhevserî pêk hatiye. Heta vê demê zilamên tund û hov zilamên din dûr dixistin û bi hevsera xwe şa dibûn. Herwiha jinên yekhevser jî di peydakirina xwarin û mezinkirina zarokan de kîjan mêr serkeftî bûya diçûn ew hildibijartin. Li gor Lovejoy bav û kalên me ji bo ku destên wan serbest bibe û bila bikaribin bêhtir xwarin bibin li ser du lingên xwe dest bi meşê kirin.

Me Dest Bi Xwarina Goştê Pijandî kir

Mêjiyên mezin û pêşketî birsî dibin- madeyê gewr li gorî masûlkeyan 20 qatî zêdetir hewcedarê enerjiye ye. Li gorî hin lêkolîneran dema mirov tenê bi nebat an jî gihayan bihata xwedîkirin, wê demê ne pêkan bû ku mêjiyên me bi pêş ketena. Li gorî vê teoriyê mêjiyên me, beriya 2 û 3 milyon salî dema ku xurekê ji aliyê proteîn û rûn ve dewlemend “goşt” xwar, mezin bû û bi pêş ket. Li gorî mirovnas Richard Wrangham kal û pîrên me, dema xwarinpijandin kifş kirin, êdî ji bo kutan û cûtina goşt pir hindik enerjî xerç kirin. Xwarinpijandin taybedmendiyeke însanan e û ji bo helandin û hezmkirina xwarinan tiştekî gelekî girîng e. Bi vê yekê teserûf hat kirin û ji bo mêjiyên me bêtir enerjî ma. Pişt re jî ev mêjî bi zanebûnî bi qasî ku bibin goştnexwer an jî vejetaryen bi pêş ketin.

Em Bi Karbonhîdradê (pijandî) Zikê Xwe Têr Dikin

Li gor lêkolînekê ku beriya çend rojan hatiye weşandin dibe ku xwarina karbonhîdratan li ser mezinbûna mejiyê me tesîrek pêk aniye. Mezinên me gava carekê pijandina xwarinan kifş kir, piştre kok û xwarinên din ên binîşast ji bo mêjiyê me bûn xwarinên nuwaze. Çawa be ji goşt hêsantir dihatin dîtin. Herwihiha enzîmeke bi navê amîlaz a di tifa me de heye rê li ber vekir ku karbonhîdrat perçe bibe û veguhere gilîkozan. Ji University College Londonê genetîkzanê peresînê Mark G. Thomas diyar kir ku DNA’aya me gelek kopyayên genên amîlazê dihewîne û ev rewş jî rê li ber vedike ku mejiyê me bi lezgînî bi pêş bikeve.

Em Li Ser Du Lingên Xwe Dimeşin

Gelo dibe ku destpêka meşa bav û kalên me ya ji daketine dar û xişan bibe sedema serdema krîtîk ya peresînê. Alîgirên “Teoriya Savanê” dibêjin sedema vê beralîbûna adabtasyonê ya ji ber guherîna kişweran e. Beriya 3 milyon salan gava Efrîqa ziwa bû daristan jî ber ku ber bi biçûkbûnê ve çûn û palas[1] jî wekî riwekeke bingeh lê hatin. Bi vî awayî jî jîndarên ku di navbera gihayên dirêj de ji bo şopandina dirindeyan avantejeke baştir derxist holê. Ev îdîa jî li Etiyopyayê bi kifşkirina sala 2007’an a Ardipithecus ramidusê mirov derket holê. “Ev herêm bihêwî û dar û daristan bû lêbelê ‘Ardi’ dîsa li ser du lingên xwe dimeşiya.

Em Xwe Vediguherînin

 Dîrektorê bernameya Human Originsê ya Smihsonianê, Richard Potts îdîa dike ku ne tenê bûyerek, di kişwerê de guherînên cuda jî peresîna me beralî dike. Dibêje “beriya 3 milyon salan derketina cureya mirovan” û  “ev rastî guherînên dijwar ên kişwerên ziwa û bihêwî tên”. Li gor Potts prîmatên ku li hemberî guherînên herî pêdandî û dijwar ên peresînê adapte bibin tenê dikarin bi awayekî sererast bijîn. Yanê çiqas li hemberî zehmetiya peresînê bisekine ewqas baş adapte dibe û bi guherînên genan heta roja me tên. Ango “Ya ku mirovan dike mirov, lihevkirina ligel kişwer û siruştê ye.”

Em Dibin Yek û Êrîşkariyê Dikin

Antropolog Curtis Marean li ser binyata mirovan daxuyaniyek dide ku li feraseta me ya îroyîn tê. “Em mezintirînê cureyên dagirkeriyê ne”.  Bav û kalên me piştî ku bi deh hezeran sal li parzemînekê jiyiyan piştre li cîhanê belav bûn. Ev yek çawa pêk anîn?. Li gor Marean ev girêdayî genetîka me ya hevkar e. Ev jî ne xêrxwazî ye, ev avabûneke wisa ye ku di bingeha xwe de pevçûnê dihewîne. Yanê mirovan bi rik û pevçûnxweziya xwe alîkariya hev du kiriye ku heta îro hatine. Her çi ev pevçûn bi tundî û bi hesûdî be jî di veguherîn û serdembûna mirovan de roleke mezin listiye. Mirovên ku bi hevkarî tevgeriyan li hemberî mirovên dijber bi ser ketin û genên wan di jiyanê de man. Marean dibêje “zanebûna û zanyariya bav û kalên me gava ligel hevkariya wan civiya û wan zûtir xwe li gor derdorê sererast kir.” Marean axaftina xwe wiha didomîne “Di heman demê de gavên nûjen jî li dû hevkariyê hatin û rê li ber vebû ku teknolojiyên dîrokî yên wek çekên tên hilavêtin derketin holê.”

Çi Ji Wan Teoriyan Şaş in?

Piraniya van teoriya pesnan heq dikin, lê pêşdaraziyeke hevpar a hemûyan heye: vê yekê diparêzin ku mirovahî dikare ji aliyê taybedmendiyek an jî komek taybedmendî ve bê danasîn û herwiha wê şaşiyê parve dikin ku mirovahî, riya ku teqez diçe Homo sapienseyê ku ev di peresînê de xala herî girîng, vedike.

Lê belê kal û pîrên me ne texteyên ceribandinê bûn. Hewl nedidan ku ber tiştekî ve veguherin, ew Australopithecus û Homo erectus bûn ku bes hewl didan di cîhanê de li ser piyan bimînin û bijîn. Û tu taybetmediyên wan ên ku bi pêş xistibûn bi tena sere xwe, ne mîladek bûn; lewra tu carî encamên ku derketin holê, ne ew tişt bûn ku wê qet pêk neyên û mirov negihêjê: kesên ku alavan çêdikin, keviran difirînin, goş û kartolan dixwin, ji bo tevkariyê pir jêhatî ne û bi hêsanî bi kes û tiştan re li hev dikin, ev meymûnê kujer ku xwediyê mêjiyekî ecêb mezin e, em in û em niha jî veguherîna xwe didomînin…

Podcastên Kurdî

Berken Bawer

Podcasting, weşana hilberên medyaya dîjîtal (bernameyên radyo, vîdyo, û hwd.) in, Bi piranî di forma rêzefîlman de, li ser înternetê, ku li ser kombers û alavên barkêş (têlefonên desta, tablet, û hwd.) têne dakêşandin – bi gelemperî bi agahdarkirinê. Ji pelên bi vî rengî dakêşandî podcast têne gotin.

Peyva podcast di 2000’an de ji bêjeyên “pod” û “weşandin” a di peyva “iPod” de hate afirandin. Podcast yekem car ji bo iPod-ê hatin pêşve xistin, lê term podcast-ê ne tenê ji bo iPod-ê îro tê bikar anîn.

Cûdahiya pergala podcastê ya ji daxistina tomara bihîstwer an vîdyoyê ya bernameyek ji înternetê ev e ku ew ‘feed-agahdarî’ bikar tîne û bi vî rengî her beşa nû bi temaşekirina nermalava taybetî bixweber tê barkirin. Bi saya pergala podcastê, hûn dikarin beşdarî bernameyên amadeyî yên radyo / televîzyonê bibin û her dem li her cîhazê li wan temaşe an jî guhdar bikin.

Wekî ku hûn jî dibînin, danasîna podcastê wiha ye. Niha, di vî warî de di Kurdî de pêşveçûnek cidî heye, û em ji nêz ve li van geşedanan binerin.

  1. PodCast Kurdî

Podcast Kurdî, di hisabê xwe de xwe wiha ”Ev dem û hemû demên we baş bin kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê. Di demeke nêzîk de êdî bi anonsa; “guhdarên ezîz Podcastkurdî qise dike” em ê di xizmeta we de bin” pênase dikin.

2. Kurdish Women PodCast

Canikê bi Îngîlîzî weşanê dike, pirsgirêk û serpêhatiyên jinên kurd bi zimanêkî şêrîn eşkere dike. Kesên ku bi Îngîlîzî zanî be teqez bişopîne û guhdar bike.

3. The Kurdish Edition PodCast

The Kurdish Edition PodCast jî mina me bi navê Îngîlîzî derketiye pêş lê hemû naverokên wê bi Kurdî ne.

4. Hûrbînî

Bi rastî PodCasta herî bala me kişandiye Hûrbînî ye. Mijarên gelekî ecêb dineqîn in, bi hesret li benda beşên nû dimînin.

5. PodCasta Rûşiştî

Di hisabê İnstagramê de xwe wiha pênase kirine, ‘‘Podcastek li ser pêşketin û serpêhatîyên gelên kurd.”

6. Kurdistan PodCast

Di warê dîrok, çand, civak û dîasporayê de podcastan amade dike. Aqilbe bi Îngîlîzî ye.

7. Podcasta Ziman

Mijarên cûda de podcastan amade dikin. Robin Şahin birêve dibe.

Diss Avêtin, Heja Netirk û Şivan Perwer

Kurdish Magazine

Heja Netirk di hisabê xwe yê instagram ê de Diss avêt Şivan Perwer. Şivan Perwer di strana xwe ya ”Delalê” de serpêhatiyên xwe û keça Kurd vedibêje. Heja Netirkê jî ev stran guhert û wek ku ji çavên keça Kurd ku stran ji nû ve vegotibe, aniye ziman. Bi gotin û gitara xwe hejaye ku meriv lê binere. Fermo ev lînka videoyê ye..

Nivîskarî û Xwekuştin

Occo Mahabad

Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê xwe bi siya mirinê ve nîşanî civatê didin. Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netew nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne û tevgeriyane.

Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Eflatun jî wekî Sokrat întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmaqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî ye alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.

Epikuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotinos û Porphyrios jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: “Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike.” Lewma di hişê Camus de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

Nietzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.

Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.

Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emil Durkheim xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheim di întixarê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.

Li ser întixarê gellek teoriyên psikolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî Sigmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş dikarin xwe bikujin.

Di teoriya Erich From de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê întixarê erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema wî/wê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û ûjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko nivîskarekî wêdetir însanekî ye. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin “Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî”.

Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniyê ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.

Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991an de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.

Lê ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser xwendevanên cîhanê hiştine.

Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893yan de li Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya xwe de dibe endamê Partiya Qomînîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên Sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.

Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava Futurizmê hewl dide, dixebite, gellek helbest û tekstên şanoyê dinivîsîne.

Dostê wî yê ku jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Leningradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî dilê wî pirr diêşîne û tesîreke mezin lê dike.

Mayakovski gellek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.

Rihê Mayakovski weki zarekî biçûk û delodîn bû. Tucarî ji aliyê derdora xwe ve nehat fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.

Vladimir Msyakovski di sala 1930yan de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.

Nivîskara duyemin ya biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e dixwazim hinek behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.

Helbestvan û nivîskara Emerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832yan de li Massachusettsê ji diya xwe dibe.

Plath helbesta xwe ya pêşî di heyşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940an de bavê wê dimire. Ev mirin jiyana Plath tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê psîkiyatrik ya manik depresif e.

Di sala 1950an de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li tîmarxaneyê dimîne.

Di sala 1955an de li koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gellek helbestên wê di rojnameya Varsity ya zanîngehê de tên weşandin.

Di sala 1956an de bi helbestvanê Înglizî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê didomîne. Lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manik depresif zewaca wê zêde dewam nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan kirê dike.

Di sala 1963yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.

ZIMANÊ KURDÎ Û TENDURISTÎ

Dr. Eser Çetin     

Her mirov wekî endamê nijadekê ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê. Bi zimanê dayika xwe çavên xwe vedike. Kurdî jî yek ji wan zimanên qedîm û dewlemend e. Her çi qas ji qonaxên dijwar re derbas bûbe jî bi awayekî hêzdar li ser xwe maye û di her warî de jî weke behreke bêbinî ye û têra her tiştî dike. Bi rastî Kurdî û tenduristî jî pir li hev tên. Ez bixwe ji vê pir kêfxweş im û dema ez bi Kurdî qala tenduristiyê dikim pir dilşad dibim.

Di tenduristiyê de ciyekî girîng ê zimên heye. Lewre amûra sereke ya ragihandin û têkiliyê ziman e. Dema mirovek bi zimanê dayikê diaxive xwe baştir tîne ziman û hê bêtir dilrehet dibe. Dema em bi nexweş anjî mirovên serdana nexweşxanê kirine re dikevin têkiliyê em vê yekê pir xweş dibînin. Dema bijîşk anku xebatkarên din ên tenduristiyê bi mirovan re bi zimanê wan ê dayikê têkilî datîne ew kes pir kêfxweş dibin û xwe baştir tînin ziman. Ji aliyekî ve jî baweriya mirovan zêdetir bi xebatkaran tê û bêtir bi ya wan dikin. Bi vî awayî jî tedawî û şopandina nexweşan baştir digihêje armanca xwe.

Dema ez bi nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja, Kurdî dipeyivim çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û adiziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe  ji min re dibêjin. Bi vî awayî hewcedarî bi navbeynkar û wergeran re jî namîne û taybeta nexweş xera nabe. Di navbera nexweş û bijîşk de pêwendiyek taybet çêdibe û nexweş bêtir bi ya bijîşk dike. Bi vê re jî em hê bêhtir digihêjin encamên serkeftî.

Hewce ye tu kes ji ber zimanê xwe şerm û fedî neke. Ev çi ziman dibe bila bibe. Îcar ew ziman Kurdî be divê mirov bi serbilindî lê xwedî derkeve. Pêşniyara min him ji bo gel û civakê û him jî ji bo xebatkarên tenduristiyê ew e ku li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin, binivîsin, kêmaniyên xwe der bibin. Ew ê bibînin bê jiyan çi qas xweştir û watedartir dibe. Bimînin di nava aramî û tenduristiyê de.