portrait photo of a white skeleton in front of gray background

Sudeck’s Atrophy

Mustafa Onal

Atrophy (atrofî), li cihekî biçûkbûn an jî biçûkbûna girseyekê ye. Dema masûlkeyek an jî hestîyek biçûk û lawaz bibin, ji vê rewşê re atrofî tê gotin. Ev nexweşî, cara yekem, ji alîyê Paul Sudeck ve hatîye pênase kirin. Nexweşî, ewil bi vî navî hatîye bi nav kirin. Ji xeynî vî navî hinek navên din ên nexweşîyê ev in:

  • Algonorodîstrofî
  • Complex Regional Pain Syndrome (Nîşankoma êşa cihî ya dijwar)
  • Reflex Sympathetic Dystrophy Syndrome (Nîşankoma Kêmxurekîya Hestyar a Bertekî)
  • Nîşankoma Dest û Milan

Ev nexweşî, piştî pirsgirêkekê bi werm, germî û êşê eşkere dibe. Bi taybetî li dest û nigan/lingan peyda dibe. Herî zêdê piştî şikestina hestîyan û nişdarîyê/emelîyatê dîyar dibe û li hemberî tevgerê dibe asteng.

Nîşanên Nexweşîyê

  • Êş (bi taybetî bi tevgerê re zêde dibe)
  • Werm
  • Germî, şewat
  • Sorbûnî
  • Çermê sar û şayik
  • Kinbûna masûlkeyan
  • Hişkbûna movikan

Em dikarin vê nexweşîyê li sê qonaxan dabeş bikin:

  • Qonaxa destpêkê: Ev qonaxa êş, werm, germî, sorbûnê ye. Bi tevgerê re êş zêde dibe.
  • Qonaxa Kêmxurekî: Di vê qonaxê da masûlke û hestî hêdî lawaz dibin. Çermekî sar û şayik derdikeve holê. Êş û astengîya tevgerê zêde dibin.
  • Qonaxa Pûçbûn û Biçûkbûnê: Atrofî, di vê qonaxê da çêdibe. Tevger pir kêm dibe yan jî ji holê radibe. Masûlke kin dibin. Êş, derdikeve asta herî bilind.

Di başkirina vê nexweşîyê da 2 rêbazên sereke hene:

  • Derman
  • Fîzyoterapî

Heke pirsgirêka we ya wiha hebe, hûn çiqas zû li xwe bipirsin serkeftin jî ewqas zêde dibe.

green wooden chair on white surface

Li Kargehan Pirsgirêkên Stû-Navpiştê Ên Xebatkaran

Mustafa Onal

Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?:  “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…”

Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê.

Di laşê mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî û 300 cot masûlke hene. Xebatkarên kargehan gelek caran li rastî nexweşî û pirsgirêkên masûlke û hestîyan tên. Bi taybetî jî xetereya li ser hestîyê piştê pir zêde ye.

Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. Bi navê zanistî Columna Vertebralis e. Ev jî bi kurmancî dibe “stûna bi movik”. Hestîyê piştê ne hestîyekî bi tenê ye. Ji stûna bi movik jî dîyar e ku ji movikan (vertebra) pêk tê. Hestîyê piştê 33-34 movikan di nav xwe da dihewîne. Movik, li gor cîyên xwe tên bi nav kirin. Herwiha di hestîyê piştê da 31 cot rehik (nerve, nervus) jî  hene.

Kî Ne Xebatkarên Kargehan?

  • Bikarhênerên kompîturan
  • Xwendekar/stajyer
  • Nivîskar
  • Karmend – karker
  • Bijîşk, fîzyoterapîst, perestar, dermansaz, derûnnas…
  • Mamoste
  • Dirûnkar

Pirsgirêk û Nexweşîyên Xuya Dibin

Pirsgirêkên hestîyê piştê (fitq, êş, qerimîna masûlkeyan, asêbûn û eciqîna rehikan û hwd.) pir çêdibin. Bi taybetî jî, ji ber giranî û barê zêde, xetere herî zêde li ser navê/navpiştê ye. Ji ber xemsarî an jî nezanîna xebatkar an jî karsazan jîyana mirov dikeve xetereyê. Herwiha ji alîyê aborî ve jî encamên giran derdikevin pêşîya karker jî, karsaz jî.

Pêşîlêgirtin û Başkirin/Terapî

Gelek nexweşî ne sernivîsên mirovan in. Mirov, bi piştgirî û baldarîyê dikarin xwe biparêzin. Armanceke sereke ya fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê jî pêşîlêgirtina nexweşîyan û parastina laşî ye. Ji bo pêşîlêgirtina xetereyan xweparastin divê.

Ez ê bi kurtasî çend pêşnîyarîyan bikim lê ji kerema xwe re bi fîzyoterapîst û bijîşkên xwe bişêwirin.

Ji Bo Parastinê Hûn Dikarin Çi Bikin?

  • Dema hûn rûniştin bila nigên/lingên we li erdê bin û pişt û navpişta we bi piştevanekê parastî bin.
  • Divê maseyên we li rasta enîşkên we bin. Enîşk jî bila li ser maseyê be. Kompîtur jî divê li rasta çavên we bin. Divê stûyên rast, çavên we jî li hember bin.
  • Dem hûn qerimîn rabin li ser xwe bigerin. Herin pêjgehê ji xwe re vexwarinekê bînin. Di van kêlîyan da hûn ê hinekî bi ser xwe da werin. Gelek agahîyên cuda hene lê ji her nîv saetê (30 xulek) carekê rabin li ser xwe bigerin.
  • Di dema xebatê da xwe xwar nekin. Piştên xwe rast bikin.
  • Barên giran ranekin û hilnegirin.

Gulek Ji Bo Havîna Me

Kadîr Stêra

Tarîtî, ronahî, hêvî, bê hêvîbûn…

Jiyan diherike û em mirov, li xwe diheyirin. Em tim û tim, li rêyekê digerin bo em hebûna xwe bi xelas bikin. Pir caran, rê li me teng dibe û em nema dizanin berî bidin kîjan deverê. Lê carinan ji bo hebûna me tiştên bi wate derdikevin hemberî me. Wekî başiyan, wekî xêran… Nayê bîra min bê min di kîjan pirtûkê de xwendibû an jî, di kîjan fîlmî de temaşe kiribû; lê digot: ‘Va ye ji bo tu xêrekê bike fersendek ketiye destê te. Yê me jî ji bo piştgiriya me Kurdan xurtir bibe fersendek ketiye destê me. Pir caran Kurd li ser maseyekê rûdinên; lê li hevdû nakin, kezeba hevdû reş dikin û ji ser maseyê radibin ser xwe. De ka em vê carê, li derdora vê maseya Havîna xwe bicivin û nehêlin ku gula me ji dest me biçe. Belkî ev gula me ji me re bibe hêviya yekîtiyê, belkî em vê cara gula xwe a piçûk xelas bikin û ew jî, bibe sedem ku em deriyê gula xwe a mezin vekin û wê ji perçebûnê xelas bikin.  Em ê bêjin: ‘Wile vê cara me Kurdan kêfa xelkê li xwe neanî û em xwedî li xwe derketin.’ Heger, em bixwazin hêza me ya pir tiştan heye. Em Kurd, dikarin mirinê ji gorê derxin.

Hêz, bawerî…

Em Kurd, ji pera mezintir in û îroj divê em hêza xwe bi kar bînin, baweriya xwe xurt bikin û Havîna xwe bi xelas bikin. Em ji malbata xwe destpêkin û li  gundan li bajaran nasek me dît em qala Havîna xwe ji wan re bikin û piştgiriyê ji wan bixwazin. Em ji wan re bêjin: ‘Gulek ji bo Havîna me.’ Bo ronahî zora taritiyê bibe û Zerdeştê Kal başiya dilê me himbêz bike bo kêfa wî em bînin em gulekê ji bo Havîna xwe bistînin. Em her gav berê xwe bidin vê gotina wî û li derdora hêz û baweriya xwe bicivin.

‘‘Baş bifikire, rast çêke, spehî bêje.’’ Em xwe, li vê kampanyayê bigirin û  ev jiyana ku her roj diçilmise bi hêza xwe û baweriya xwe av bidin. Ev jiyana ku bi destê desthilatdaran tê kuştin em bi hez kirina mirovatiyê şîn bikin.

Xwedî, jiyan, afirandin…

Em xwediyê vê jiyanê ne, ev jiyan ne bi qirêjiyan bi başiyan ava dibe. Ger em xwedî li vê jiyanê dernekevin wê mirovên qirêj berî me xwedî lê derkevin û tarîtiya xwe lê belav bikin. Em şînokên vê jiyanê ne. Gargamelên vê jiyanê pirin; lê şînok jî, têra xwe hene. Bi hawayekî komînal, bi dirûşmeya ‘‘Gulek Ji Bo Havîna Me.’’divê em dengê xwe bilindtir bikin. Gava em vî barî hildin ser xwe an jî destê xwe bixine bin vî kevirî û paşê encamek baş derkeve holê wê çaxê em ê bêjin : ‘‘Wile vê carê berî xelkê; em bi kêrî xwe hatin û me Havîna xwe ji mirinê bi xelas kir. ’’Wê çaxê dema Havînê mezin bû wê bi gelê xwe serbilind be, wê bêjê: ‘‘Serê min ji ber gelê min bilind e. ’’Wê li deveran, qala mezinbûna gelê xwe bike. Vê carê em bi ezitîyekê nêzî xwe nebin û bibin ‘‘ Em.’’ Bi wateyek mezin em nêzî vê meseleyê bibin û nehêlin ku Havîna me li ber çavan bihele.

Kî dizane ? Belkî, bibe bijîşkek û ji bo gelê xwe tev bigere. Wextê me zêde tune û divê em bêhtir xwe berpirsiyar bibinin.

Civakbûn, Hebûn…

Bifikirin ku Havîn keça we yi, xwîşka we a biçûk e. Bi vî hawî, nêzî vê meseleyê bibin. Bi qasî em meseleyên mirovan çareser dikin ; ew qasî jî, em ê xwedî li hebûn û civaka xwe derdikevin. Ji ber vê Havînê bangî deriyê dilê me dike. Em guhê xwe, li dengê Havîna xwe kerr nekin û dengê wê bilindtir bikin. Gulekê ji bo Havînê, gulekê ji bo mirovatiya mezin, gulekê ji bo hebûna xwe, gulekê ji bo civaka xwe… Gulekê, gulekê bistînin. Bo ev jiyan rengê xwe bi aliyê başiyê ve veguherînê,  ji bo xweza û gerdûn hêviyê biafirîne gulekê bistînin. Xwe kerr meke, berê xwe bide Havînê, qerîna wê û malbata wê hîs bike.

Gulekê Ji Bo Havînê Bistîne.

Bo dara hêviyê şîn bibe.

Bo Havîna me neçilmise.

Vê gulê bi ronahiyê av bidin.

Ev gula ku hûn bistînin wijdanê we ye.

Ev gula ku hûn bistînin jiyan, hebûn û civakbûn bi xwe ye.

Ji ser qahrê Ehrîman, ji bo xatirê Ahura Mazda gulekê bistînin.

Bo şewqa mirovatiyê bibiriqe Gulekê ji bo Havîna me bistînin.

medication pills isolated on yellow background

TANSIYON

Mustafa Onal

Tansiyon, ji pestoya xwînê ya di rehên xwînber de tê gotin.

Di pîvana tansiyonê da li pestoya xwînê ya mezin (sîstolîk) û pestoya xwînê ya biçûk (diyastolîk) tê nihêrin.

Ji bo tansiyona asayî, bi gelemperî, rêjeya 120/80 mmHg tê pejirandin.

Li ser rêjeya tansiyonê hinek pêkerên (faktorên) bibandor hene. Çi ne ev pêker?

  • Xwarin û vexwarin
  • Awayên jiyanê yên ji hev cuda
  •  Zayend
  • Temen (emr)
  • Cudahiyên xwezayî û avhewayî
  • Hinek cureyên nexweşiyan: Nexweşiyên dil û rehan, nexweşiyên gurçikan û hwd.
  • Bêhntengî (stres): Êş û jana giyanî
  • Ducanîtî
  • Bêtevgerî

Hîpertansiyon: Tansiyona mezin. Li vir rêjeya tansiyonê 140/90 mmHg’î derbas dike.

Nîşanên Hîpertansiyonê:

  • Sergêjbûn û serêş
  • Êşa sîngê
  • Pozxwînbûnî, ji bêvilê hatina xwînê
  • Xumam û cot dîtin
  • Bêhnçikandin (bêhntengî)
  • West, bêmecalî
  • Zêde zêde hatina mîzê
  • Di nig û çîpan de werm
  • Êşa dil, pirsgirêkên avêtina dil
  • Xwêdana zêde

Sedemên Hîpertansiyonê:

  • Zêde zêde bikaranîna xwê
  • Nexweşiya şekir
  • Kolesterola zêde: Kolesterol, pirtikên rûnî ne û di nav xwînê de ne.
  • Nexweşiyên dil û gurçikan
  • Ducanîtî
  • Qelewiya zêde (obezîte)
  • Bikaranîna xwarin û vexwarinên serxweşker, bikaranîna çixareyê
  • Tengbûna cihê dil ê xwînbera sereke (aort) jê derdikeve.

Hîpotansiyon: Tansiyona biçûk. Rêjeya tansiyona biçûk ne misoger e lê bi gelemperî 90/60 mmHg tê pejirandin.

Nîşanên Hîpotansiyonê:

  • Sergêjbûn, bêhişketin
  • Dillihevketin, dilxelîn
  • Tîbûna neasayî
  • Kêmasiyên lêhûrbûnê (konsantrasyonê)

Sedemên Hîpotansiyonê:

  • Dilhêdîbûn (bradîkardî), dilrawestîn (krîza dil)
  • Pirsgirêkên hormonan
  • Kêmbûna şekirê xwînê (hîpoglîsemî)
  • Kêmvexwarina avê
  • Ji laş zêdejêçûna xwînê
  • Vegirtina êşan (enfeksiyon)
  • Bêxwînî (anemî)
  • Kêmbûna xwê

Ji bo pirsgirêka tansiyonê ji kerema xwe re ji pisporan alîkariyê bixwazin. Li gor zanyariyên înternetê û çavkaniyên biguman tevnegerin!

EPÎLEPSÎ

Fzt. Mustafa Önal

                                                                                         Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon

Epîlepsî (fê, edr), nexweşîyeke mejî ye. Mirov bêhiş dixe û mirov bêhemdî xwe dilive, diricife, dikeve erdê; carina jî kefê bi ser devê mirov dixe. Epîlepsî, di warê tenduristîyê da mijara norolojîyê ye. Bi kurtasî mijara zanista rehikan e.

Rêveberê laş, mejî ye. Hemû çalakîyên me li mejî tên nirxandin û pişt re pêk tên. Hemû şane, bi rêya elektrîkê bi hev ve girêdayî ne. Ev girêdan li gorî pêvanekê ye. Carina ev pêvan têk diçe û ev elektrîk zêde û xwe bi xwe belva dibe. Hişê mirov diçe û pêgirîyên epîlepsîyê dest pê dikin. Ev rewş çend xulekan bidome û ji carekê pêve pêk neyê wekî “pêgirîya/nobeta epîlepsîyê” tê bi nav kirin lê ji carekê zêde çêbibe û bibe domdar bi navê “nexweşîya epîlepsîyê” tê pênase kirin.

Heta salên dawî jî, piranîya civakan, bi çavekî nebaş li van nexweşana dinêrin. Digotin “ew dîn in, cin ketine hundirên wan û hwd.” Niha pir kêm bin jî diçûn cem şêx û melayan nivişt çêdikirin.

Epîlepsî, ne pirsgirêkeke dînbûnê ye. Nexweşîyeke mejî û rehikan e. Ev nexweşî pir caran ji xwe ber derbas dibe. Pir caran jî di bin çavdêrîya bijîşkan da û bi dermanên taybet çareser dibe. Divê mirov ji van nexweşan netirsin. Ew ne dîn in û pêdivîya wan bi nivişt û tiştên beredayî tune ye.

Epîlepsî ji ber çi sedeman çêdibe?

Sedemên epîlepsîyê pir in lê cureyên epîlepsîyê jî ewqas pir in kîjan sedem, dibin sedema kîjan epîlepsîyê hîn zelal nebûye. Em dikarin hinek sedeman wisa rêz bikin:

  • Sedemên zikmakî: Nexweşîyên kromozoman, nexweşîyên metabolîkî (jînkarî), kêmbûna enzîman

Kromozom: Kromozom, hilgirên taybetmendî û xuyanîyan in. Kromozom, yekeyên DNAyê ne û genetîkê pêk tînin. Peyveke yûnanî ye. Ji chromos (reng) û soma (laş) pêk tê. Pirtikên di her jîndaran da taybetîyên genetîkî (irsî) pêk tînin wekî DNA (Deoksîrîbonukelîkasît) tên bi nav kirin. Taybetîyên dê û bav bi rêya van pirtikan derbasî zarokan dibin.

Metabolîk: Jînkar. Hemû çalakî û bertekên kîmyasal ên bi domandina jîyanê re têkildar in.

  • Menenjît, girêkên mejî (ûr, tumor)
  • Bikaranîna çixareyê, vexwarinên serxweşker, bikaranîna hêmanên tîryakê û bêhişker
  • Piştî bobelatan êşandina mejî, trawma
  • Talerz. Bi tayê re livîn û lerizîna dijwar (konvulsîyon/hewale).

Di dema pêgirîya epîlepsîyê da hûn dikarin çi bikin, çi nekin?

  • Berî her tiştî bang ambûlansê bikin.
  • Nehêlin nexweş tiştekî bi xwe bikin. Ji ber vê divê hemû alavên xeternak ji derdora nexweşan bên rakirin. Divê derdora nivînên wan ne bihesin be û nivînên wan dûrî dîwar û alavên xeternak bin.
  • Ser û laşê nexweş bizivirînin kêlekê û balîfeke nerm bixin bin serî
  • Ji bo ku nexweş dev li zimanê xwe neke û ziman neçe paş devê nexweş vekirî bihêlin lê tilîyên xwe yan jî alaveke din nexin devê nexweş. Li vir armanc domandina danûstandina hilmê ye. Di dema talerzê da nexweş pir dijwar dilerize. Dema hûn tiştekî yan jî tilîyên xwe bixin dev, diranên nexweş û tilîyên we dikarin bişikên.
  • Kincên nexweş sist bikin. Xwarin di dev da hebe derxînin. Divê hilma nexweş neçike.
  • Ji bo ku nexweş bi ser xwe da were kolonyayê lê nekin, pêvazê nedin ber poz, avê lê nekin û lê nedin.
  • Tu dermanan nedin nexweş
  • Hemû çavdêrîyên xwe bi pisporan re parve bikin.
unrecognizable african american scientist studying anatomy with tablet

EM HÎNÎ LAŞÊ XWE BIBIN

Mustafa Onal

Mirov, ji nav jîndarên heyî, jîndarên herî zîrek in. Laşê mirov, ji alîyê pergal û lebatên niwaze û ewqas jî tevlihev ve tê bi rêve birin. Ji mejî heta reh û masûlkeyan her lebat û beş karên ji hev cuda û taybet dikin.

Zanista li ser laşê mirov lêkolînan dike anatomî ye. Anatomî li ser qilafet, laş û pergala jîndaran radiweste. Ji ber ku anatomî, zanista laş e, em dikarin anatomîyê wekî  “laşnasî” bi nav bikin.

Em ê li vir qala hinek beş û lebatên laş bikin.

Mejî

Bi navê zanistî (latînî) cerebrum e. Mejî, navenda birêvebirina laş e. Mejî, di serî da bi kiloxê (hestîyê serî) tê parastin. Pirsgirêk, li mejî tên nirxandin û çareserkirin. Mejî, ji lebatên din hişyarîyan digire, dinirxîne. Rêxistin, têgihiştin, dîtin, bihîstin, hestkirin û hwd. di mejî da tên nirxandin û bi rêve birin.

  • Masûlke

Bi navê zanistî musculus e. Di laşên mirovên gihiştî da kêmzêde 300 cot masûlke hene. Karê masûlkeyan ê herî girîng tevger e. Masûlke û pergala hestîyan bi hev re tevgerê pêk tînin. Bi vî awayî mirov dikarin ji cîyekî herin cîyekî din. Masûlke, xwe bi hestîyan ve digirin û bi vî awayî ji laş re dibin piştevan û laş jî xweş xuya dike. Nêzî %85ê germahîya laş, ji alîyê masûlkeyan ve tê hilberandin. Herwiha masûlke, hinavên mirov jî diparêzin.

  • Hestî

Bi navê zanistî os e. Hestî, di laş da karê hilgirtina giranîya laş dike. Di laşên mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestî û masûlke bi hev re tevgerê pêk tînin. Bi rêya pergala hestîyan laş, rast disekine. Hestî, embara kalsîyûmê ye. Hinavên mirov, ji bandorên neyînî diparêze. Şaneyên xwînê çêdike. Ji bo masûlkeyan cîyê girêdanê ye.

  • Rehik/Rîşe

Bi navê zanistî nervus (nerve) e. Pergala rehikan ji mejî, mejîyê biçûk, mejîpişt, rehikên derdorî û rehikên serî pêk tê. Pirsgirêkên li vir rû bidin dibin sedemên nexweşîyan. Felc, epîlepsî, parkînson, menenjît, demans hinek ji van nexweşîyan in. Bi rêya rehikan hayê mirov ji rûdanên hundir û derve çêdibe. Rehik, agahîyan digire û dibe beşên din. Kar û tevgerên lebatên din saz dike. Me gotibû bi hevkarîya masûlke û hestîyan tevger pêk tê. Ji bo vê pêkanînê jî hişyarî divê. Sedemên vê hişyarîyê jî rehik in.

  • Reh

Bi navê zanistî vas e. Reh û rehik ji hev cuda ne. Rehik (nervus), agahîyan digire û dibe beşên din. Reh jî xwînê bar dike. Bi kurtasî barê rehikan agahî/hişyarî ye, barê rehan jî xwîn e. Xwîna ji dil derdikeve bi rêya rehên xwînê li hemû laşê mirov digere. Reh bi sereke 3 cure ne: Xwînber, xwînhêner, rehên zirav (mûrehk). Xwînber, xwînê ji dil bar dike beşên din. Xwînhêner, xwînê ji beşên din vediguhezîne dil. Rehên zirav jî di navbera xwînber û xwînhêneran da ne. Di navbera xwîn û şaneyan da danûstandina oksîjen û hwd. dikin.

Laşê mirov niwaze ye. Dil, diavêje û xwîn bi rêya rehan li laş belav dibe. Rehik, agahîyan tînin mejî. Mejî van agahîyan dinirxîne û biryaran dide. Em mînakekê bidin. Ji bo ku tevger pêk bê mejî, agahîyên ji rehikan girtî dinirxîne û dîsa bi rêya rehikan fermana meşê dide masûlkeyan. Masûlke jî bi hevkarîya hestîyan tevgerê pêk tînin. Di hemû serdêmên meşê da movik, girêk, menîskus jî karên cuda dikin. Tevger, di movikan da pêk tê. Bi rêya girêkan hestî bi ber tu alî ve xwar nabin û ahengîya xwe didomînin. Menîskus jî di navbera hestîyan da encamên giranî û zextan dadixin asta herî jêr.

Fitiqa Navê (Lumbal Disc Herniation)

Mustafa Onal

Nav an jî navpişta mirov, di stûna piştê da ji 5 movik (vertebra), reh, rehik (rîşe, nervus/nervi) û çend masûlkeyan pêk tê. Di hestîyê piştê da cîyê herî çalak û herwiha herî zêde bandor lê tê kirin devera navê ye. Bi navê zanistî lumbal/lomber e.

Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. Bi navê zanistî columna vertebralis e. Ev jî bi kurmancî dibe “stûna bi movik“.

Hestîyê piştê ne hestîyekî bi tenê ye. Ji stûna bi movik jî dîyar e ku ji movikan (vertebra) pêk tê. 33-34 movikan di nav xwe da dihewîne.  Di nava mirov da jî 5 movik hene û wekî (L1, L2, L3, L4, L5) tên bi nav kirin.

Nav, cîyê herî çalak e. Giranîya laş herî zêde dikeve ser navê. Ji ber vê yekê di navê da gelek nexweşî û pirsgirêk derdikevin. Êş, fitiq, lawazbûn, asêbûna rehikan, eciqandina movikan û hwd. hinek pirsgirêkên berbelav in. Em ê li vir li ser fitiqê rawestin.

Fitiq, di nav gelan da wekî pirsgirêkeke xeternak belav bûye. Gelek pispor jî li gor hişmendîya çewt tevdigerin û ji nexweşan re dibêjin nemeşin, tevnegerin, di nav nivînan da vekevin, hûn emelîyat nebin hûn ê felc bimînin… Çîrok wiha dirêj dibe.

Her pirsgirêkên piştê ne fitiq in û herwiha cureyên fitiqê jî pir in. Heta ku fitiq neteqe û zexta li rehikan û mejîpiştê neke ne xeternak e û bi fîzyoterapîyê (tevger, egzersîz) derbas jî dibe. Li gor lêkolînên zanistî bêtevgerî fitiqê bêtir giran dike û hêvîya başbûnê jî têk dibe. Ji ber vê divê mirov bêtevger nemînin.

Nava mirov ji 5 movikan pêk tê. Di nav van movikan da dîsk (discus intervertebralis) hene. Dîsk, nahêlin movik bigihêjin hev û bi vî awayî parastina movikan dike. Di nav dîskê da dendik (nucleus pulposus) heye. Li dora dendikê jî rûyekî xwe wekî xelekekê (anulus fibrosus) pêçaye. Dema zext û giranî li ser dîskê çêbibin, dendik zext û zorê li rûyê dora xwe dike. Ev rû carina hildide, carina bi alîyê mejîpişt û rehikan ve dibe wekî niçikekî dertê lê naqete, carina jî diqete û dendik dikeve rêka hestîyê piştê.

Cureyên Fitiqê

  • Bulging: Destpêka fitiqê ye. Dîsk, bi alîyê rêka hestîyê piştê ve hinekî hildaye. Bi fîzyoterapîyê derbas dibe.
  • Protrusion: Ji bulgingê girantir e, xelek neqetîyaye lê li ber qetandinê ye. Bi fîzyoterapîyê derbas dibe.
  • Extrusion: Xelek qetîyaye û dendik bi ber alîyê mejîpişt û rehikan ve diçe. Di nav gel da ev cure fitiq, wekî fitiqa teqîyayî nav daye. Dibêjin “ez çûm nexweşxaneyê, emara min girtin û gotin fitiqa te teqîya ye”. Ji bo başkirinê ewil fîzyoterapî tê pejirandin lê heke derbas nebe serî li nişdarîyê/cerrahîyê tê dayîn.
  • Sequestration: Cureya herî kêm derdikeve lê ya herî xeternak ev e. Fitiq teqîyaye û di rêka hestîyê piştê da digere. Heke ev fitiq neyê standin gelek caran mirov felc dibin, nikarin mîza xwe bigirin, lawaz dibin û hwd. Berî her tiştî divê ev fitiq bi rêbaza nişdarîyê bê girtin. Pişt re divê nexweş fîzyoterapîyê bibînin ku xwe biparêzin, xwe xurt bikin û dîsa bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin.

Ji bîr nekin;

  • Ketina nav nivînan û veketin êşa navê kêm nakin, fitiqê derbas nakin. Berevajî vê zêde dikin. Pêdivî bi jîyaneke çalak heye. Divê nexweş hêdî hêdî, li gor pêşnîyarîyên fîzyoterapîstan, dest bi egzersîzan bikin.
  • Ev pirsgirêkana di her temenî da derdikevin. Ji ber vê yekê divê mirov bi baldarî tevbigerin lê ne bi tirs! Tirs, li hemberî tevger û çalakîyan asteng e. Divê mirov ji bo parastina xwe her dem çalak bin.

JI KEREMA XWE RE BI FÎZYOTERAPÎSTAN BIŞÊWIRIN!

computer desk laptop stethoscope

ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE

Mustafa Onal

Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye.

Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, serî li sazîyên tenduristîyê bide.

Êş, mijara zanista algolojî ye. Algolojî navekî gelemperî ye. Li gor cî û cureya êşê gelek şaxên algolojîyê hene. Em dikarin çend mînakan wiha rêz bikin:

Arthralgiya (Artraljî): Êşa movikan

Myalgia (Mîyaljî): Êşa masûlkeyan

Ostealgia (Ostealjî): Êşa hestîyan

Nevralgia (Nevraljî): Êşa rehikan/rîşeyan

Psychalgia (Psîkaljî): Êşa derûnî/psîkolojîk

Li gor Rêxistina Lêkolînên Êşê ya Navneteweyî (IASP) pênaseya êşê:

Êş; hesteke nexweş a taybetî ye ku ji cîyekî laş çêdibe, ji ber lebatên laş an jî ji ber sedemên derûnî rû dide û bi serpêhatîyên mirov ên derbasbûyî re pêwendîdar e, girêdayî ye.

Mirov, ji ber êşê neçar dimînin ji pisporan alîkarîyê bixwazin. Bi vî awayî heke êş ji ber lebat û cîyekî laş be, nexweşî û pirsgirêkên mirov derdikevin holê û çareserî hêsan dibe. Heke sedema êşê derûnî be, bi serpêhatîyên mirov ve girêdayî be bi piştgirîya bijîşkan, derûnnasan û pisporan mirov dikarin li hemberî êşê têbikoşin û li ber xwe bidin.

Êş, hesteke taybet e. Ne bi tenê fizîkî ye, herwiha derûnî ye jî û pir caran êşa fizîkî û derûnî dibin sedemên hev.

ACL (girêka pêşîya çongê/çokê/kabokê), di çongê da ji bo hevsengîyê herî girîng e. Dema ev girêk biqete, li gor karên mirovan encamên ji hev cuda derdikevin holê. Heke nexweş, werzîşvanek be wê demekê ji karê xwe dûr be, dibe ku venegere karê xwe jî. Êşa ACLyê, êşeke ji ber lebatan e, bi kurtasî fizîkî ye lê encamên wê piranî derûnî ne. Werzîşvan, dema nikaribe karê xwe bike ji alîyê derûnî ve têk diçe. Herwiha hêdî hêdî pirsgirêkên aborîyê jî rûdidin. Bi vî awayî êş zêde dibe. Divê bijîşk, fîzyoterapîst, derûnnas û malbat bi wayekî hevbeş bixebitin ku ji her alî ve êş têk biçe.

Bêhntengî (stres), pirsgirêkeke derûnî ye. Dibe sedema gelek êşan. Di serî da pêwendîya êşa ji ber bêhntengîyê, bi lebatên laş ra tune ye lê her ku ev pirsgirêk giran bibe gelek nexweşî jî dîyar dibin: Nexweşîyên dil, felc, pirsgirêkên xewê, alzheimer, demans, qelewîya zêde (obezîte) û hwd.

Bi hêvîya jîyaneke tendurist, bimînin di qencî û xweşîyê da..

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon.

ÇAVKANIYA ŞIFAYÊ: DIMS

Dimsa ku li Amed, Sêrt û Mêrdînê tê çêkirin, li herêmê ser sifteyan dixemilîne û tehmeke cuda tevli sifreyan dike. Li Sêrtê 3 hezar û 465 ton tirî tê hilberandin û nêzî 450 ton tirî jê dikin dims. Li navçeya Şîrvana Sêrtê jî li gundê Îskanboyê tê hilberandin.

Dims di rojên sar yên zivistanê de çavkaniya herî girîng a xwarinê ye.  Dims li her herêma Kurdistanê bi rêbazên cuda tên çêkirin.  Ji ber mînarelên dewlemend û vîtamînan li ser sifreyan jî cihê xwe girtiye.

Heta îro gelek gotin li ser dimsê hatine gotin. Her wiha bi şifaya xwe  jî tê zanîn û ji aliyê doktoran ve jî bi taybetî ji bo nexweşan tê pêşniyar kirin. Dims hewcedariya kalsiyum, hesin, potasyum û magnezyumê ya rojane çareser dike. Ligel vê ji bo jinên ducanî û zarokan roleke girîng dilîze.

Li Amed, Sêrt û Mêrdînê her sal dema mahsereyan bi tonan tirî tê berhevkirin û beşeke meze a tirî jî dikin dims.

ÇAWA ÇÊDIBE

Ewil tirî tê berhev kirin. Piştre tirî tê esirandin. Piştî vê ava tirî (şîre) di sîtilan de 4 saetan tê kelandin. Her wiha divê agirê jî wê jî her tim hebe û bê navber bikele.

Dema şîre her ku çû tîr bû, dims her diçe zelal dibe.

Piştî ku dims ji ser agir hate girtin, divê rojekê bimîne û piştre bê parzûn kirin.  Piştî vê jî ji bo zivistanê tê veşartin.

Li Amedê, di serî de li navçeya Erxenî, Çermûk, Hênê, Licê, Pasûr û Çunguşê tê çêkirin. Li Mêrdînê, li herêma Zinnar,  gundê Akras, Omer, Mîdyad, Çiyayê Mazî û Dêrîkê tê çêkirin. Li Sêrtê li gundê Îskanboyê tê çêkirin.

Hawar.net

Zanyaran Mêtodek Hêsan Kifş Kirin Ku Tu Dê Hema Hema Her Tiştî Bibîr Bîne

Mîla Kurdewar

Gelek ji me bi rojê bi jibîrkirinê re têdikoşin. Lêkolînên zanistî di derbarê bîr û ji bîrnekirinê de rastîyek girîng vedît. Li gorî van lêkolînan, awayê çêtirîn ku meriv tiştek bi bîr bîne xêzkirin e.

Zanyarên ku beşdarî lêkolîna Zanîngeha Waterloo ya Kanadayê bûne difikirin ku rastiya xêzkirina wêneyan ew qas bandorê li bîrayê dike ev e ku ew gelek faktoran vedigire. Ji ber vê yekê xêzkirin dihêle ku bêtir beşên mêjî bi çalakî werin bikar anîn.

Heke hûn yek ji wanên ku dibêjin “Ez di xêzkirinê de pir xirab im”, hûn ne hewce ne xem bibin. Heman lêkolîn dibêje ku hûn ne hewce ne ku baş xêz bikin da ku hûn sûdê ji nehfên bîranîna xêzkirinê bigirin.

Xêzkirina wêneyan karekî pir hêsan e û dikare di jiyana rojane de bi hêsanî were sepandin da ku bîranînê baştir bike.

Di vê lêkolînê de, lêkolîneran bi 48 beşdarên cûda re xebitîn, nîvê wan 20 salî û nîvê din jî di 80 salî de. Gotinên cihêreng ji beşdaran re hatin pêşandan. Ji wan hat xwestin ku herdu peyvan û taybetmendiyên wan ên laşî binivîsin û ya ku ew temsîl dikin xêz bikin.

Piştî demekê, ji beşdaran hat xwestin ku bi qasî ku dikarin peyvan bibîr bînin. Mezinên ciwan di bîra xwe de ji mezinên pêşkeftî çêtir bûn, lê her du koman çêtir peyvên ku wan kişandibûn bi bîr anîn.

Ji ber vê yekê, ji bilî girtina notan, bi destxistina adetek xêzkirinê dikare di jiyana me de rehetiyek mezin jî peyda bike. Hûn dikarin ji bo vê yekê sepanên dijîtal bikar bînin. Lêbelê, em hîn jî karanîna kaxez û pênûsê pêşniyar dikin. Me li vir sedema pêşniyara xwe vegot.

Gulderen Yaşar

Werger: Mila Kurdewar

Koronavîrus û Fîzyoterapî

Mustafa Onal

Koronavîrus an jî covîd-19, di sala 2019an û vir da bandorê li ser mirovan dike.

Koronavîrus, li gor zanyarîyên heyî, cara yekem di sala 2019an da li eyaleta Wuhanê ya welatê Çînê derketîye û li tevahîya cîhanê belav bûye. Ji ber ku êşeke berbelav e wekî pandemîya covîd-19 hatîye bi nav kirin. Pandemî, ji êş û nexweşîyên berbelav ên ku li gelek deran derdikevin re tê gotin.

Photo by CDC on Pexels.com

Kesên koronavîrusê vedigirin li nexweşxaneyan bên razandin jî, li malê di bin çavdêrîyê da bin jî; ji ber bandorên koronavîrusê bêtevger dimînin. Herwiha kesên di karantînayê da yan jî ji ber qedexeyan nikaribin derkevin derve jî ji ber bêtevgerîyê pirsgirêkên wekî êş, qelewî, tengezarî û hwd. dijîn.

Bêtevgerî, sedema gelek pirsgirêk û nexweşîyan e. Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?:  “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…” Bi tevgerê re xwîn, di laş da, bi rêk û pêk digere.

Mirov, bi piştgirî û baldarîyê dikarin xwe biparêzin. Armanceke sereke ya fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê jî pêşîlêgirtina nexweşîyan û parastina laşî ye. Ji bo pêşîlêgirtina xetereyan xweparastin divê.

Koronavîrus, bandorê herî zêde li pişikê dike. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên danûstandina hilmê. Jixwe koronavîrus hilma mirovan diçikîne û wan dikuje an jî encamên giran li ser mirovan dihêle. Piştî korona biqede divê ji bo nexweşan ji alîyê fîzyoterapîstan ve bernameyeke rehabîlîtasyonê bê amade kirin. Di vê bernameyê da egzersîz, rêbazên danûstandina hilmê cîyên sereke digirin.

Armanca Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê

  • Jiholêrakirin û kêmkirina encamên giran ên bêtevgerîyê
  • Birêkûpêkkirina pergala hilmijê û danûstandina hilmeke tendurist
  • Di çalakî, kar û xebatên rojane da serxwebûn
  • Kêmkirin an jî têkbirina tengezarîyê
  • Xurtkirina masûlkeyên lawaz
  • Ji bo serkeftina pêvajoya başkirinê perwerdekirina malbatê

Koronavîrus, bi rêya hewayê bi pişkinînê, kuxikê derbasî mirovan dibe. Derman an jî derzîyeke ji bo parastinê tune ne lê mirov dikarin bi xweparastinê ji vê vîrusê dûr bikevin.

Rêbazên xweparastinê:

  • Dûrahî: Divê mirov wekî kesên li hember nexweş bin tevbigerin. Di navbera mirovan da divê herî kêm 2 m. dûrahî hebe.
  • Rûdank (Rûpoş-Maske): Vîrus, herî zêde ji dev û pozên mirovan derbasî pişikê dibe. Ji ber vê divê rûyê mirovan girtîbe yan jî bi rûdankê parastî be. Divê dev û poz baş bên veşartin û parastin.
  • Paqijî: Mirov dema destên xwe bide ser rûyê xwe, heke vîrus li ser destan hebin xetereyeke pir mezin derdikeve holê. Divê dest tu carî neçe li ser rû û dest bi av û sabûnê herî kêm 20 çirkeyan bên şûştin. Kolonya û dezenfektan jî tên bi kar anîn lê şûna av û sabûnê nikarin bigirin.

Her parastî û tendurist bin.

ZIMANÊ KURDÎ Û TENDURISTÎ

Dr. Eser Çetin     

Her mirov wekî endamê nijadekê ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê. Bi zimanê dayika xwe çavên xwe vedike. Kurdî jî yek ji wan zimanên qedîm û dewlemend e. Her çi qas ji qonaxên dijwar re derbas bûbe jî bi awayekî hêzdar li ser xwe maye û di her warî de jî weke behreke bêbinî ye û têra her tiştî dike. Bi rastî Kurdî û tenduristî jî pir li hev tên. Ez bixwe ji vê pir kêfxweş im û dema ez bi Kurdî qala tenduristiyê dikim pir dilşad dibim.

Di tenduristiyê de ciyekî girîng ê zimên heye. Lewre amûra sereke ya ragihandin û têkiliyê ziman e. Dema mirovek bi zimanê dayikê diaxive xwe baştir tîne ziman û hê bêtir dilrehet dibe. Dema em bi nexweş anjî mirovên serdana nexweşxanê kirine re dikevin têkiliyê em vê yekê pir xweş dibînin. Dema bijîşk anku xebatkarên din ên tenduristiyê bi mirovan re bi zimanê wan ê dayikê têkilî datîne ew kes pir kêfxweş dibin û xwe baştir tînin ziman. Ji aliyekî ve jî baweriya mirovan zêdetir bi xebatkaran tê û bêtir bi ya wan dikin. Bi vî awayî jî tedawî û şopandina nexweşan baştir digihêje armanca xwe.

Dema ez bi nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja, Kurdî dipeyivim çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û adiziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe  ji min re dibêjin. Bi vî awayî hewcedarî bi navbeynkar û wergeran re jî namîne û taybeta nexweş xera nabe. Di navbera nexweş û bijîşk de pêwendiyek taybet çêdibe û nexweş bêtir bi ya bijîşk dike. Bi vê re jî em hê bêhtir digihêjin encamên serkeftî.

Hewce ye tu kes ji ber zimanê xwe şerm û fedî neke. Ev çi ziman dibe bila bibe. Îcar ew ziman Kurdî be divê mirov bi serbilindî lê xwedî derkeve. Pêşniyara min him ji bo gel û civakê û him jî ji bo xebatkarên tenduristiyê ew e ku li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin, binivîsin, kêmaniyên xwe der bibin. Ew ê bibînin bê jiyan çi qas xweştir û watedartir dibe. Bimînin di nava aramî û tenduristiyê de.

PAQIJIYA DEV Û DIRANAN

Bdd. Firat Bozkurt

   Li civata me de krîlansa(hejmara dîtine) kurmitî/rizîbûna diranan zahf zêde ye. Sedemên vê li ser mijara paqijîyê nesekinîn e. Di serî da emê nexweşiyên diran û dev çi ne behsa wan bikin;

    A) Ya herî girîng kurmîbûna dirana ye. Sê faqtorên rizîbûne hene;

1-Xwarin(zad,adan)

2-Dem

3-Mîkroorganîsm(MO)

Gava ev her sê faqtor hev tên rizîbûn dest pê dike; zad li ser diranan kom dibe piştî xwarinê neyê paqijkirin û demek ser da dibore, hejmara mîkroorganîsma bi wan xidayan zêde dibin. Bi zêdebûna wan MO yan diran hêdî hêdî rizî dibe pêşyê ringeke spî bi dû re reş/qewheyî xwe nîşan dide. Piştî nêzî 6 mehan diran cihê rizî bûyî ve çal dibe wê çaxê ew kes pê dihese ku diranê’w rizî bûye.

 B) Abse-lezyon-enfeksiyona qurmê diran. Hekî ew rizîbûn neyê sax kirin bi aliyê bijîşkek, wê çaxê mîkroorganîsm heya pulp’ê anî ku rih û demaran diçe û êşek giran dest pê dike û dîsa neyê saxkirin wê çaxê jî mîkroorganîzm di binê qurm de zêde dibin û enfeksîyon dest pê dike, rewşeke wêdatirîn jî werimîn, bêhna nexweş, derbûn zêdebûna germahiya leş ve xwe nîşan dide.

C) Enfeksiyon, xwînbûn, êşa pidûyan. Diran û dev piştî xwarin û pêşya razanê û piştî xewê neyê paqijkirin zadên kombûnî de dîsa mikroorgnîsm zêde dibin pidûyan nexweş dikin. Pidû îltihabê digirin, bêhna nexweş zêde dibe û sor dibin ku mirov gava destê xwe didê an jî paqij dike xwîn jê diavêje, tahmeke metalî ji dev tê. Ev pirsgirêke neyê çarserkirin dem bi dem zêde dibe enfeksiyon û pidû bi vê re hestû jî vedikişên û caran ti kurmîbûn, êşa dirana nebe jî diran wekî darê bê ax mayî diheje û dawiya dawî ew diran çi qas saxlem be jî tê kêşandin.

    Mijarên ku sereke yên mirov bizane ev her sê ne. Paqijiyek rutîn û serkeftî ve mirov dikare ev mijarên sereke rawestîne.

    Sal bi sal bi guhertina xwarin û vexwarinên me ve pirsgrikên dev diranan jî zêde bûn. Xwarin vexwarinên bi asîdî, zêde nerm ku dizeliqin diranan, rizîbûn gor demên berê zêde kiriye. Her wiha cigare, qehwe û ça jî leka zêde dike ku ew leke bi paqijîyê jê naçe.

    Belê paqijiyeke serkeftî hewce ye çawa be?

     Ji bo paqijiyek baş sê enstrûman ji me ra pêwist e; firçek e nîv nerm, mecûnek bi flor ku hewceye flor herî kêm 1450ppm be û benikê diran du cûreyên benikan heye; benikên dirêj û benikên amade.

Rojê du caran hewceye ku diran bên paqijkirin; berî razanê, piştî razanê anî ku siharê, û navbera rojê de jî bê paqijkirin baştirîn bibe. Lê belê paqijiya berî razanê ya herî girîng e çi ku kesek nêzî 6-8 seetan radizê ku navbera vê demê de dev tim girtî dimîne û herikîna tifê herî kêm nava wê demê de ye ku tif jî parastinekê dike ji bo me, nava xwe da elementên antîmîkrobîal dihewîne û dev û diranan dişo, xwarinan nerm dike û jê dibe. Nava seetên razanê de mîkroorganîsm û plaq wek normalîn zêde dibe û paqijiya berî razanê me ji wê biparêze. Paqijîya piştî razanê jî bêhna nexweş û xwarinên taştê jê dibe ku nava rojê de me diparêze.

    Pêşiya firçekirinê pêwist e benik bê bikar anîn. Navbera her diranan bi gor wêneyê bê paqijkirin ku cihên firçe nagehê û neşê paqij bike wê benîk paqij bike û paşe emê dest bi firçekirinê bikin.

Bikaranîna Benikê Dirêj

     Ku ji vîdyoyê de jî tê dîtin ku firçe pêwist e hemî caran bi ser pidûyan bê danîn û herketekî gêzîkirinê bi diran ve here û hewce ye ku ev hereket 7-8caran bê dûbarîn ku em dilfireh bin ku paqij bû. Piştî her aliyên diran bi vî awayî hatî paqijkirin dîsa her aliyên diranan bi hereketekî girovirî dîsa bê paqijkirin. Gor daxwazê avên têwerdanê jî kes dikare devê xwe bişo.

Avên Têwerdanê

    Lê belê mijara me ne tenê diranin. Hewce ye ziman, navlam û pidû jî bi awayekî nazik bê firçekirin. Çi ku li ser navlam, ziman û pidûyan jî mîkroorganîzm û plaq kom dibin.

    Lê gerek e neyî jibîr kirin; her çiqas em paqijîyeke xort bikin jî dibe ku pirsgirêk derkevin. Lê belê ev pirsgirêkene bê paqijkirin sê mehan da xwe nîşan bide bi paqijkirin bi salan xwe nîşan nade. Lê dîsa jî her şeş mehan carekê çûna qontrolê pirsgirikên kes bixwe nebîne dibe ku bi wan qontrola da bê dîtin û çareser kirin.

EZÊ BI ÇI KÎLO HILDIM?

Hisên Emro

Werine sêva, werine êmîşa, goşt û mirîşka…

Mirov çawa ku boyî kîlo dayînê perhîzê dike û bi sporê ve pêvajoya kîlo dayînê xurttir dike, divê boyî kîlo hildanê jî eynî wisa hewl bide. Bi perhîzek ku ji xurekên baş hatiye hazır kirin li gor kêmasiyên xwe bide çêkirin û divê bi antrenmanên giranî, bi kardîyoyan ve piştgirî ji pêvajoya kîlo hildana xwe bide. Perhîz û antrenmana herkesî şexsî ye. Lewma belkî emê paşê behsa: “Ezê çawa kîlo hildim?”ê bikin. Niha bi çend tişta ve rasterast bersiva: “Ezê bi çi kîlo hildim?” bigerim.

BIRINC: Her roj bi qasî du îskana (400 gr) birinc çêkin û bixwin. Birinc xurekek zahf bi kalorî ye. Wek gelek karbonhîdrat ew jî mirov têr nake di demek kin de dîsa birçî dihêle.

ÇEREZ: Çerez ji bo zeîfan xêra xwedê ye. Hemû dendikên mêwan, wek badem, findiq, fisteq, kajû û hwd. depoya rûnê ne bila devê we vala nemîne. Lê hûnê bêjin: “Heke em ji vana bistînin dê kîsê me vala bimîne.” Wê çaxê fisteqên erdê yên neqelandî dê were ji we xilas bike.

RÛNÊ ZEYTÛNÊ: Çiqasî ji destê we bê, rûnê xwe yê tendûristî neqelînin. Piştî we nanê xwe hazır kir û tasa xwe tije kir, kevçîyek an jî du kevçîya rûnê zeytûnê li ser xwarinên xwe bigerînin. Têxin nav saletên xwe û ger dikarîbin vexwin.

DIMS Û HINGIV: Li dû her dana xwarinê dims û hingiv bixwin. Bi  saya şekirên xwezayî hûnê ji zûtir û bêhtir birçî bibin.

GOŞTÊ SOR: Hûn dikarin mirîşk û mahsiyan jî bixwin lê bi taybetî min xwast goştê sor bibêjim. Ji ber ku di goştê sor de rûn bêhtir e. Û bi ya min çavkaniya herî bi tahm a proteînê dîsa goştê sor e.

Di dawiyê ezê bi jokerek xatir ji we bixwazim.

LIHEVXISTIN: Terîfa Shake ê ku bi 1200 kalorî ve dê kêmasiya enerjiya we temam bike ji ev tiştan pêk tê:

  • 2 îskan şîr
  • Îskanek mezin xarpûk(yulaf)
  • Çengek çerez
  • Kevçîyek tije mehita fisteqê
  • Li gor tehma devê we mêwên demsalê

Hûn dikarin ji vana cihê cihê jî bixwin. Tiştê muhim ew e ku boyî kîlo hildanê di her roj bixwin û bi sebr bin.

Siheta we xweş.

Rêbazên Fîzyoterapîyê

Fzt. Mustafa Önal

Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon, beşeke tenduristîyê ye. Ev beş, li zanîngehan ji 4 salan (lîsans) pêk tê. Kesên vê beşê biqedînin wekî “fîzyoterapîst” tên bi nav kirin. Li zanîngehan beşa fîzyoterapîyê ya 2 salan jî heye. Destûrdarên vê beşê jî wekî “Teknîkerên Fîzyoterapîyê” tên pênase kirin.

Fîzyoterapîst; li gor êşnasîya bijîşk ji bo nexweşan bernameya fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê amade dikin. Herwiha ji bo rêlibergirtna pirsgirêkan ji kesên tendurist re jî bernameyên fîzyoterapîyê amade dikin û disepînin.

Fîzyoterapî û rehabîlîtasyon, ji bo başkirin û rêlibergirtina gelek nexweşîyan bibandor e. Rêbazên fîzyoterapîyê pir in.

Çend Rêbazên Fîzyoterapîyê

  • Manûel Terapî (Manual Therapy)

Em dikarin manûel terapîyê, wekî terapîya destan bi nav bikin. Bi kurtasî ji hemû rêbazên ku fîzyoterapîst, ji bo başkirina nexweşan, dikin re tên gotin. Êşê kêm dike yan jî holê radike lê çareserîya wê bi tena serê xwe demkî ye. Bi vê rêbazê re divê ji bo nexweşan bernameyên egzersîzan bên amade kirin.

  • Egzersîz

Egzersîz, çeka fîzyoterapîstan e. Ji bo başkirina pirsgirêkan rêbazeke bibandor e û encamên wê jî domdar in. Ji bo tenduristîyê pêdivîyeke girîng e.

  • Elektroterapî

Ji navê elektroterapîyê jî dîyar e ku rêbazeke bi elektrîkê re têkildar e. Ji bo başkirinê ceryan tê bi kar anîn. Ji bo vê jî alavên taybet hatine çêkirin. TENS, Ultrason, ESWT, Traksîyon, NMES hinek rêbazên elektroterapîyê ne.

  • Germ û Cemidî (Sar)

Ji bo bûyer û pirsgirêkên nû (heta 72 saetan) cemed an jî tiştên cemidî, ji bo pirsgirêkên êdî dem di ser wan da derbasbûne û xetereya werimîn û birîndarbûnê nemane an jî domdar (kronîk) germahî tê bi kar anîn.

Ji bo ku werm, germî, êş kêm bibin divê cemed bê bi kar anîn. 10-15 dk. sepandina cemedê bes e. Heta ku werm hebe divê rojê 3-4 caran cemed bê bi kar anîn lê divê cemed rasterast li ser çerm neyê danîn. Pêwîste cemed di nav kevnik an jî desmaleke tenik da be.

  • Bandkirin

Ji bo parastin û rastkirina pirsgirêkên laşî tê bi kar anîn.

  • Hîdroterapî

Hîdroterapî, ji bo zêdekirina gera xwînê û tegerê ji avê sûd wergirtin e.