Dengbêjekî Bêxweyî: Keremê Kor

Occo Mehabad

Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe ol dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya civakê ye rûyê me nîşanî me dide.

Gava Keremê Kor were bîra min destana Heso û Nazê an jî meseleya Ehmedê Kello tên. Kerem wekî Xalê Ehmed qehremanê zarokatiya min bû. Bi dengê xwe yê kubar wekî hespekî rewanî bi çargavî  hostatiya şêwe û awaza xwe radixist li ber zemanê me.

Tucarî ji bîr nakim rojekê apê min Kinyas gazî xulamê xwe kir.

Gotê: Here Keremê Kor û Xalê Ehmed bîne. Dawiya hefteyê her du dengbêjên dilgerm berê xwe dabûn civatê bi dengên xwe yên bêhempa mêvanên dîwanê sermest kiribûn. Her dengbêj berî destpêka şevbihêrkê hinek qala jiyan û serpêhatiyên xwe dikirin. Beg, axa û seyîdên hatî nêzîkî dengbêjan bûn. Her mêvan li gorî meqam, bi nav û dengên xwe rêz dibûn.

Keremê Kor bi henekbazî û mizuriyekê klam digotin. Mêvanan şevên xwe bi şahînetiyeke mezin bi kêfxweşiyeke bêhempa derbas dikirin. Her xulkilandin bi gotinên “Can can can” dewam dikir. Ji bo ku dengbêjan hinekî bêhna xwe vedin û bi mêvanan re sihbet bikin navbera çay an jî qeyweyê dihatin dayîn.

Welhasil piştî şeş saetên şûn de dîwana dengbêjan qediya herkes berê xwe dabû mala xwe.

Apê min Kinyas got: Kerem te çend klam gotin. “11 klam begê min.”

Paşê vegeriya ji Xalê Ehmed pirsî: “Begê min bi tevahî 13 klam bûn.

Berê xwe da xulamê xwe gotê: Ji Kerem re 11 mîh ji Ehmed re 13, bi saxî û silametî bibe malên wan.

Di zemanê zartiya min de klamek mîhek bû qedr hebû qîmet hebû. Dengbêjan li heremê pêxas, belengaz û birçî nediman.

Di dema Osmaniyan de Ermenî û Êzdiyên Kurd ku neyên qirkirin direviyan berê xwe didan Ermenistanê an jî parçeyên din yên Kurdistanê. Dîsa serhildêr, şervan û xelkê Kurdên Bakur jî carinan mecbûr diman direviyan parçeyên Başur, Rojhilat û Rojava.

Malbata Kerem jî ji ber şertên zor û neyînî berê xwe didin Îranê. Hin Kurdên me sedema çûyîna malbata wî girêdayî bûyerên Serhildana Agiriyê dikin lê Serhildanên Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930yan de diqewimin. Lê Keremê Kor di sala 1922yan de li Îranê tê dinyayê. Di zaroktiya wî de kal û bavê wî dimirin. Kerem di destê dê û apê xwe de bi xizanî û belengaziyê mezin dibe. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê apê wî Kerem hildide cem xwe vedigere Kurdistana Bakur di navçeya Başanê ya Îdirê bi cih dibe.

Kerem di sala 1922yan de li Îranê ji dayik dibe. Navê wî yê fermî Kerem Kılıç e. Navê bavê wî Mehmet yê diya wî Xanim e. Kerem di biçûkatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Hêdî hêdî ji aliyê Kurdan ve tê naskirin. Beg û axayên heremê wî gazî diwanên dengbêjan dikin. Kerem carinan tevlî dewatan dibe. Gellek dengbêjên wekî Bekîrê Îdirî, Kazo, Zahiro nas dike.

Kerem zemanekî di navçeya Bergirî ya li Wanê dimîne. Di sala 1977an de ji navçeya Bergirî mala xwe bar dike li Bazîdê bi cih dibe. Bi navê Fatê û Kejê du jinên Keremê Kor hene. Fatê jina wî ya pêşî ye. Kerem heta mirina xwe bi jina xwe Kejê re dimîne.

Rojên kalbûna Keremê Kor pirr dijwar derbas dibin. Ne zar û zêçên wî, ne jî xizmên wî lê xwedî dernakevin. Li dawiya emrê xwe li Bazîdê li ser erebeyekê kolan bi kolan ji bo nanê xwe yê rojane parsektiyê dikir.

Kerem li sala 1997an di 75 saliya xwe de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin Keremê Kor jî wekî gellek dengbêjên din bi xizanî û bêxwedîtiyê dimire.

Bifikirin ku dengbêjêkî Kurd yê bi nav û deng bi parsektiyê jiyana xwe didomîne wisa jî bi belengaziyê dimire. Sazî, dezgeh an jî dewlemendên kurdan lê xwedî dernakevin. Eşkere ye Kurdên me ji aliyê Neteweperestiyê ve pêş neketine. Kurd ziman, çand û welatê xwe naparêzin û hez nakin. Kurdên me ji xeynî Kurdbûnê bûne her tişt. Bûne Tirk, Ereb, Fars, Îngilîz lê nebûne Kurd. Bila kesekî ji me re çîrokan nebêje. Îro li Amedê merivekî nemaye ku hûn pê re Kurdî xeber bidin. Kurd bûne dijminê xwe. Lewma ez naheyirîm ku çima dengbêjên me wisa bi rebenî û bêçaretiyê dimirin, hurmet û rêz nabînin. Mixabin bi propaganda, ajîtasyon û gotinên sloganî karek nameşe û Kurdan jî naguherin.


Dixwazim nivîsa xwe bi Klama Heso û Nazê ku min ji devê Keremo Kor guhdar kiriye biqedînim.

Hey li min li min rebenê

Kesî nedî dewrê bedelê zemana

Salox nedane, bav çewa rabe

Keça bi mêr di mal de bide mêr e.

Siwaro siwaro hey hey li min

Ax were birîndaro

Ax lo lo birîndaro

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim

ji xema dilê xwe re, dilê min bi ta ye

kuro malxirabo bejna min bilind e

ji te re pira li ser heft riyaye

gulçîçeke dozdeh wara ye

eva îro sê şev sê roj e

di mala bavê min de xêlî li civiyane

heft hezar qelenê min

pênc çek xelata min e

nexweşo birîndaro ka serê xwe

Ez nizanim birînê te çewa ne

nexweşo birîndaro qasekî serê xwe rake li xemla min meyze ke.

Wele wayê du şahid

Di navbera me de sekinîne

Ez îro hatime xatirê xwe ji te bixwazim

Ez nizanim birînên te çewa ne

Siwaro hoy hoy li min

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Dilê min Evdalê Xwedê hêlina teyrê lal e

Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê te goştê canê min heland

Kezeba min di nava min de kiriye parî parî

Wele êşa min ji Xweda yê xêra ye

Xwedê êşa te nede tu kurê camêra

Du canik û du ciwana

Heft sal ketibû canê min Nazê

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xalîyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê Dibéje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

ji xema dilê xwe re

Nexweşo birîndaro

dilê min hêlîna teyrê li etek e

teyr firiyane refê qaz û qulingan

teyrekî wa pir belek e

ez qurbana te me

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qûrban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tê bi gur e gur e

Lê lê Nazê rebenê

Dilê min hêlîna teyrê li sinirê

Lê lê Nazê kulên dilê min giran e

Xema dilê min li hundir e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve gur e gur e

Bes e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê

Çewa tu cuzan û meqesên berberan

Bidî serê dil û cegerê min

Ji xwe re bibirî Nazê…

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê dibêje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

bayê bi xerez e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve xwar û bi lez e

Nexweşo birîndaro

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qurban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

ez îdî serê xwe girê nadim bi xelîya sor gevez e

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Îro ava Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve bi mêl xwar e

Belkî Xwedê axê min ji birayê min re nehêle

Çewa bi gotina jina xwe dike

Bi çembilê min digire

Davêje Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Hewar e li min hewar û gazî ye

Li min firaz e

Nazê tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Xwe berde keviya çemê Hesen Evdalê

Ji min re bînî tasek ava sar e

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê …

architectural ornament on bright old building wall

Şairekî Xorasanî; Ceferqulî Zengelî

Occo Mahabad

Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen  hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û  vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.

Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek Evliya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan Ceferqulî çûye welatên curecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine bi sedan helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.

Bajariyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartiye. Li gorî wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye lewma ji welatê xwe hatiye sirgunkirin hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.

Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferquliyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêm kirin.

Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin ku Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjeniya wî re belav bûne di nava gel de helbest xwendine xelk pirr jê hez kirine û ezber kirine.

Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatiye sirgunkirin.

Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên kirin.

Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî ji we re qala Ceferqulî kî ye çawa jiyaye çi kirine li ku miriye bikim.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di heremê de bi hûner û wêjeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer, Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.

Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê Zengene, Ceferqulî Zengêlî, Ceferquliyê Zengine, Ce’fequliyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.

Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan 10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.

Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.

Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşiyê dimire û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û mezinkirin. Ew heta xortaniya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.

Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê nebûye.

Piştî 15 saliya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî ji sibê heta derengiya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwariyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.

Gundiyên herêmê Melwariyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajariyên Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatiye teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvaniya Ceferqulî bi eşqa Melwariyê dest pê kiriye.

Piştî xortaniya xwe Ceferqulî dixwaze Melwariyê ji bîr bike berê xwe dide welatên Qefqaziya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan, Iraq, Erebistan, Sûriye, Misrê û Azerbaycanê lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farsî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.

Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farsî û Tirkî. Ceferqulî hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û nazenîn her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala  1894an de li Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê “Le Xakê Xurasanê” ji aliyê weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestiyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.

Helbesta wî ya Elo Xelkê vê rastiyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.

Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem

Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem

Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm

Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.

Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwariyê ku ew wek ar û alaveke sor şewitandiye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta Qaliwek im  de ev rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.

Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn

Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn

Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn

Ya Melwariyê bide min, ya canê min tu bistîne

Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.

Di helbesta wî ya Şevê Çû Di Xewê De em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û Melwariyê bi çîlekeşiyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwariyê dikeve rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwariyê berde û ji bîr bike.

Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê

Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê

Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê

Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê

Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê.

Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengiya wêje û helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanaziyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.

grayscale photo of explosion on the beach

NAGASAKI: ÇÎROKA BOMBEYA ATOMÎK YA HERÎ DAWÎ

Li bajarê Nagasakiya Japonyayê, bîranîneke dilsoj hate lidarxistin.

Hêzên Emerîkayê, di 9’ê Tebaxa 1945’an de bombeya atomê avêtibû û herî kêm 70 hezar kes miribûn. Û bi encama êrîşa bombeya atomê Japonyayê têkçûna xwe qebûl kir û li ser maseya aştiyê rûnişt.

Bûyera ku qedera Nagasakiyê guhert, beriya 70 salan, ji ber bêsiudî û pirgirêkan derketibû holê.

ji Kovara New Yorkerê Alex Wellerstein wiha behsa bombeya Nagasakiyê kir:

Di 9’ê Tebaxê saet 03.47’an de, danê sibehê, ji Girava Bockscar Tinianê balafira bombeavêj B-29’ê ya hêzên asîmanî yên Emerîkayê rabû.  

Bombeya atomê ya ku wek ‘Centerboard II’ hatibû binavkirin ji bo êrîşeke li dijî Japonyayê hatibû wezîfedarkirin.

Lê hêj jî dest bi peywîra taybet nekir, pirgirêk derketin holê. Ji ber ku di pompeya sotemeniya balafirê de pirgirêk derdiketin, her tim rabûna balafirê dihat betalkirin.

Beriya rojekê, 4 balafirên bombeavêj yên B-29’ê ji ber pirsgirêkên teknîkî ketibûn.

Ji ber ku depoyên sotemeniyê tijî bûn û gelek şewatên mezin dest pê kiribûn. Endezyarekî Emerîkî, yê ku li baregeha Tinanê dişixulî, wan rojên  berê wiha bi bîr dixe: “Heta ku me dît ew balafir rabû temenê me 10 sal kal bû” Herî dawî Bockscar bêpirsgirêk rabû.

Cebilxane û zirhên balafira Bockscarê, ji bo ku barê bombeya atomê hilgirê ji hev hatibûn derxistin.

Personelên balafirê, piştî ku 13 deqe balafir rabû “sekmanên sor”yên bergiriyê bi “sekmanên kesk”guhertin.

Piştî guhertinê êdî “Fat Man”ango “Zilamê Qelew”ji bo teqînê amade bû.

Bombeya atomê “Zarokê Biçûk”ya ku li Hiroshimayê dişebe gundorekî, “Zilamê Qelew”jî dişibe hêkekî mezin. Duvikê bombeyê, nezî metroyek û nîv bilindahiya wê, 3 metro jî dirêjbûna wê heye.   Duvikê bombeyê,  bi awayekî wisa hatibû sêwirandin ku dema ber bi hedefa xwe ve çû da neheje û belav nebe.

Cebilxane û zirhên balafira Bockscarê, ji bo ku barê bombeya atomê hilgirê ji hev hatibûn derxistin.

Personelên balafirê, piştî ku 13 deqe balafir rabû “sekmanên sor”yên bergiriyê bi “sekmanên kesk”guhertin.

Piştî guhertinê êdî “Fat Man”ango “Zilamê Qelew”ji bo teqînê amade bû.

Bombeya atomê “Zarokê Biçûk”ya ku li Hiroshimayê dişebe gundorekî, “Zilamê Qelew”jî dişibe hêkekî mezin. Duvikê bombeyê, nezî metroyek û nîv bilindahiya wê, 3 metro jî dirêjbûna wê heye.   Duvikê bombeyê,  bi awayekî wisa hatibû sêwirandin ku dema ber bi hedefa xwe ve çû da neheje û belav nebe.

Ferman dabûn mürettebatê Bockscarê ku bêradar û heta hedef nedîtin tu bombeyan neavêjin. Wê demê di pergala radarê de, gelek caran şaşîtî çêdibûn, ji ber vê yekê ev ferman bûbû hencet. Bockscar, danê sibêhê di saet 10.45’an de gihîşt Kokurayê. Dema ku gihîştin bajêr, li ser avahiyên leşkerî rastî mijeke mezin hatin.

Sedema mijê hêj jî ne diyar e. Lê, piştî vê mijê tu kesî nikaribû, li dijî hedefên Kokuruyê êrîşan li dar bixe.

Heta îro, derbarê mijê de li ser 3 teoriyan disekinin.

  1. Ji ber ku ba qulibî bû û ewrên tozê rabûbûn.
  2. Bomburdumana bajarê Yawatayê ya cîranê Emerîkayê
  3. Endazyarên santrala Kokuruyê, ji bo bajêr veşêrin, bi zanebûnî dû derxistin holê.

Hencet çi jî be, ji ber mijê, bombeya “Zilamê Qelew”nikaribûn biavêtina Kokurayê. Mûrettebat nezî 45 deqîqeyan li ser bajêr geriyan û paşê jî biryar dan ku derbasî hedefa duyemîn Nagasakiyê bibin.

Di Avrêla 1945’an de ji bo hedefên bombeya atomê lîste hatibûn amadekirin. Di van lîsteyan de navê Nagasakiyê jî derbas dibû, lê di meha Gulanê de hatibû derxistin. Li Nagasakiyê, keştigehên mezin û ji bo sîtola Japonyayê tesîsên ku torpîdoyan çêdikin hebûn. 

Lê, li bajêr kampeke ku dilgirtiyên şer ên Emerîkî tê de bûn jî hebû. Bajarê Nagasakiyê, li ser erdnigariyêke çiyadar bû, ji bo leşkeriyê jî hedefeke bi zehmet bû. Bajarên Kokura û Hiroşîmayê li gorî Nagasakiyê zozanên rast bûn. Nagasaki, di bin newaleke kûr de bû.

Di hedefên Emerîkayê de, bajarê Hîroşîmayê ji bo bikaranîna bombeya atomê cihê herî girîng digirt. Nagasaki, paşê li listeyê hat zêdekirin. Ji aliyê din, di hedefa arteşa Emerikayê de, Kyoto û Yokohama jî hebûn.

Lê ji ber ku bajarê Yokohamayê hatibû bombebarandin, ji listeya “hedefa bombeyên atomê”hatibû derxistin. Fermandarên Emerîkî, ji bo tesîrên bombeya atomê bi awayekî zelal bibînin, bajarên ku nehatibûn bomberandin hildibijartin.

Lê, di listeyê de, Nagasaki tune bû. Jixwe bajar, gelek caran, herî kêm 4 caran ji aliyê hêzên Asîmanî yên Emerîkayê ve hatibû bombebarandin. Di bombebarîna 24’ê Tîrmeha 1945’an de hedef wiha hatibûn rêzkirin.

Ger hûn li belgeyên di arşîva neteweyî ya Emerikayê binêrin, hûnê bibîbinin ku bi destnivîsê hin tişt hatinê zêdekirin.  Û di metnê de “Nagasaki”hatiye nivîsandin. Lê tu kes nizane, bê kê, ji bo çi ev tişt kiriye tu kes nizane.

Bockstar, di saet 11.50’an de, nezi 8 saetan firiya paşe jî gihişt Nagasakiyê. Di qeydên mûrettebatan de, hat diyarkirin ku ji bo balafirê, ji 2 saetan kêmtir sotemenî ma ye.

Heta pîlotekî di balafirê de, bawer nedikir ku vegerin baregeha Emerîkayê û wiha nivîsandibû: “Gelo, Pasîfîk cemedî ye?”

Li ser Nagasakiyê, ewr hebûn. Mûrettebatên balafirê, li cihekî digeriyan ku bombeyan biavêjin, lê ji ewran nikarîbûn. Balafir, li febriqeya çekan a Mitsubishiyê digeriya.

Pîlot piştî ku hedef dît, piştî 45 çirkên din “Zilamê qelew”ji Bockscarê hat avêtin. Bombe, ji balafirê hat firandin, pîlotê balafirê jî ji cihê ku bombe avêt, dûr ket. Pîlot, xwe ji beriya bobelata piştî çend çirkan xilas kir.

Balafira “Artîstê Bêkêmasî”wenêyên piştî teqînê kişandibûn. Di wenêyan de dîtin ku bi bandora bombeyê ewr belav dibin.

Dûyê bombeyê, pêşiyê di rengê sor de bû paşê jî ber bi spî ve qulibî û li asîman bilind bû. Li ser bejayê bobelat û wêranebûn hebû, li asîmanan jî dîmênên dûyê ku wek kumikan bilind dibû û tirsek belav dikir, derketinê holê.

Gelo, murettebatê balafirê bi rastî jî hedef dît û bombe avêt an na? Derbarê vê yekê de gelek guman hene.

Zanyarê Fîzîkê yê ku bi Nobelê hatibû xelatkirin Luis Alvarez, li ser dîmenên teqînê şîrove dike û dibêjê “Versiyoneke wisa ye ku hinekî tevlî hev bûye.”Bombeyên atomê, kîlometrekê dûrî li febriqeya Mîtsûbîşîyê ketibûn.

Lê, bombeya atomê, gelekî dûrî febrîqeya çekan bû.

cihê ku bombeyê îsabetê kir, di heman demê de cihê Nagasakiyê bû herî zêde welatiyên sivîl lê hebûn. Arteşa Emerikayê, di sala 1946’an de derbarê hêrêmê de nexşereyek amade kiribû. Li gorî vê yekê, li cihê bombeya atomê, digel gelek nexweşxane, dibistan, gîrtîgeh jî hebûn.

Piştî bombebarandinê, vê carê ji balafirên Emerikayê, bi sedhazaran perçeyên kaxizan dihatin avêtin Nagasakiyê.

Di kaxizê de, bi Japonkî derbarê bombeya atomê de agahî hatibûn nivîsandin.  ji bo bandora bombeyê kêm bibe û bandora li ser gel kêm bibe divê çi bê kirin, hatibû nivîsandin.

Bocksarê, piştî bombe avêt, şev di sate 13.20’an de vegeriya balafirgeha asîmanî ya Okînawayê. Pîlotan dixwestin ku destûra daketinê bê dayîn, lê bersiv ji wan nedihat.

Çareyeke din a pîlotan nemabû. Pîlotan, camê balafirê şikandin û fîşenga nîşanî pêxistin. Xwestin ku welatiyên li herêmê bi fişenga nîşanê ji herêmê dûr bikevin.

Bi awayekî tund jî be, balafir serkeftî daket. Tekerên balafirê dema ku gihîştin erdê, ji ber ku sotemenî nemabû sekinî. 

Serokê Emerikayê Harry Truman ji encamê kefxweş nebû. Artêşa Emerikyê, ji bo bombeya atomê ku bû sedema wêrankirina welêt, hedef wek amatorî diyar kiribûn.

Ber bi dawiya meha Tebaxê ve di rojnivîsa Truman de wiha dinivîsî: ”Divê, bombeya atomê li dijî leşker, tesîsên leşkerî û sîtolan bê bikaranîn. Ne li dijî sivîl, jin û zarokan.”

Wezîrê Bazarganiya Emerikayê Henry Wallace, di rojnivîsa xwe de, derbarê Serokê Emerikayê Truman de wiha gotubû, “Ji ber bombeya atomê gelekî xemgîn e”

Tu carî, qebul nedikir ku bû sedema kuştina 100 hezar welatî. Her tim xwe bi xwe re di got, “Ewqas zarok” Truman, piştî bombebarandina Nagasakiyê, derbarê bûyera dilsoj de biryara ewil aşkere kir.

“Heta destûra Serok bi xwe nebe, tu kes dê nikaribe bombeyên atomê bikar bîne” Ji 9’ê Tebaxa 1945’an û heta niha di şeran de careke din bombeya atomê nehat bikaranîn.

– Menazîr Aslan – Jêder: BBC

brown framed eyeglasses on books

Di Wêjeya Kurdî de 7 Helbestên Bibandor

Heya sedsala 20’an bingeha wêjeya Kurdî helbest û dengbêjî bû û mîna gelên din ên misilman, li ber cure û formên Ereb sekinî. Berhemên edebî bi piranî tenê di beşên olî û fermanên sofiyan sinordar bûn. Lê belêi ji bilî vê şêwaya kilasîk a helbestê, şêwazên cuda yên edebî piştî sala 1920’an dest pêkirin.  Di destpêka salên 1920’an de mezinahiya kilasîkbûnê çêbû, ku forma kilasîk di helbestê de parast, lê mijarên siyasî û civakî di helbestê de nexişandin. Piştî salên 1930’î pîvane cureyên erebî hate guhertin ku heta niha bi devkî de dihate bikar anîn. Di heman demê de curayên serbest diyar bûn.

Melayê Cizîrî – Şox û Şenge

Gelek helbestên Melayê Cizîrî bi bandor hene, lê ev helbest ya herî baş e. Koma Hîvronê kiriye stran.

Şox û şengê zuhrerengê ,
dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet pilingê ,
dil ji min bir, dil ji min
Nazikê şêrînkelamê,
dêmdurê gerden şemalê
Çiçeka terhin î vala,
dil ji min bir, dil ji min

Mela Huseynê Batêyî – Qiblegaha Aşiqan

Wêjeya Kilasîk de helbestên herî bi qîmet Mela Huseynê Bateyî nivîsandiye. Di sedsala 15’an de hevşibê wî tune ye. Ev helbestê Jan Dost xwendiye, bi pêşdarkirina û venîqaşan helbesta herî serkeftî ye.

ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu

Arjen Arî – Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî

Pirtûka Arjen Arî ji weşanxana Avestayê derket û  bi pirtûkê heman navî digire. Mehmet Atli ev helbest kiriye stran.

şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile…

Şêrko Bêkes – Çar Zarok

Şêrko helbestên xwe bi piranî bi Soranî dinivîse.

li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!

Abdûlah Peşew – Name

Ew bixwe bi Soranî dinivîse, Mala Mehmet Atli ava be ku ev ji gotiye.

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje

tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê

Rênas Jiyan – Janya

Em gelek kesan bi helbestê têr kiriye.

peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim, w… ey waweylê janya, kezeba min dike di
devê min re derkeve ji qehra...

Cegerxwîn – Gulfiroş

Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

Dil bi gul didî

Fexrî Ulug

green leafed plant beside books and mug

HIN ÇÎROKÊN KU RENGÊN CUDA DANE DINYAYÊ

Ji destanên hezar salan berê heya bi romanên modern berhemên wisa ku bandor li guherîna dinyayê û fikr û ramanên gelek nifşan kirine…Destana Homeros a Îlyadayê, bû berhemeke wisa ku ji bilî girîngiya wê ya wêjeyî, bandora wê ji serdema antîk a Grekî jî gelekî derbas kir.

Îskenderê Mezin ji temenekî piçûk ji bo ku bibe qralê Makedonyayê hatibû gihandin. Ev şahînşahiya piçûk a li bakurê Yewnanistanê ewil bi Împaratoriya Persan heya bi hemû dewletên cîranê xwe ra di şer de bû. Ji ber vê yekê diviya baş bizaniya di şer de rêberiyeke xurt ji artêşa xwe re bikira.

Gava bavê wî mir Îskender li text rûnişt. Ewil ewlehiya şahînşahiya xwe pêk anî û Împaratoriya Persan têk bir, ji Misrê heya bi Hindîstanê giş bi dest xist û axa xwe fireh kir.

Çekeke din jî di dest Îskender de hebû: Îlyadaya Homeros. Bi saya mamosteyê xwe Arîstoteles bi hûrgulî li ser vê destanê lêkolîn kiribû.

Gava derketibû seferê, ligel ku tu girîngiyeke wê ya leşkerî nebû, ji ber ku navê wê di destanê de derbas bûye li Troyayê disekine, sahneyê li wê derê hemû anîbûn ber çavên xwe. Di hemû seferên xwe de çavên wî li ser pirtûka Îlyadayê bû.

Destana Homeros, berhemeke wisa bû ku tevî girîngiya edebî, bandora wê ji agirê li wargehan û pirtûkxaneyên serdema antîk a Grekî derbas kiribû. Di vê berhemê de çanda jiyan û ramanî ya Grekî hatibû nexşandin.

Di navbera destana Îlyada û Îskender de danûstandinek çêbûbû. Îskenderê ku ji vê destanê xêr dîtibû, kir ku Grekî li erdnîgariyeke berfireh were axaftin û Îlyada xist nav pirtûkên wêjeya dinyayê.

Desthilatên piştî Îskender, bi saya pirtûkxaneyên mezin ên ku li Îskenderiye û Bergamayê ava kirine berhema Homeros gihandin pêşerojê.

Ev mînakeke berbiçav e ku bandor û girîngiya çîrokan ji nav rûpelan derketiye û belav bûye. Li gor Feylesofê Grekî Eflatûn (Platon), divê huner tenê ne li ser zewqê be, di heman demê de divê xêra wan bigihêje zagon û jiyana mirovan jî.

Meriv dikare ji herêma Mezopotamyayê Destana Gilgamêş û ji Emerîkayê jî çîroka Popol Vuh a şaristaniya Mayayan wek mînak nîşan bide. Ew destan ji bo pirsên gelek çandan ên mîna “em kî ne û ji ku hatine” bûne rê û ronkayî.

Edebiyata Çînê jî xwe dispart helbestên ku bi navê Pirtûka Stranan tê zanîn. Xwendin û nivîsandina helbestan ne tenê karê helbestvanan bû. Di peywirdariya împaratoriyê de ji bo kesên ku bixwestana werin cihên bilind ezmûn dihatin kirin. Di ezmûnan de jî li ser helbestê bi hûrgulî pirs dihatin pirsîn.

Pirtûka Stranan, li Asyaya Rojhilat helbest kir şêweyeke herî girîng a wêjeyê. Romanên ewil ên girîng li dinyayê di bin bandora helbestê de bûn. Nivîskar Murasaki Shikibu di destpêka sedsala 11an de, beriya berhema xwe Genjî ku wek romana ewil a dinyayê tê qebûlkirin dinivîse, hînî zimanê Çînî bûbû û nêzî 800 helbest di berhema xwe ya 1000 rûpelî de bi cih kiribûn.

Ereban yekem car çîroka bi devkî wek bi nivîskî nivîsand

Gava Ereb ji Çîniyan hînî çêkirina kaxizê dibin, hin çîrokên ku berê devkî bûn dinivîsin û hin berhemên mîna “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” derdixin holê.

Li dinyayê bi saya ku hejmara mirovên xwende zêde bû, hin kişfên wekî kaxiz û çapxaneyan bandora çîrokên nivîskî zêde kir.

Keybanû Şehrazad Çîrokên Hezar û Yek Şevê dibêje

Ew çîrokên ku ji helbest û çîrvanokên destanî yên ji berê rengîntir, him aliyekî wan ê perwerdekar û him jî yê şahiyê hebû.

Di Çîrokên Hezar û Yek Şevê de bêjerê çîrokan Şehrazad behsa Qralê Pers Şehriyar dike -ku ew her şev, piştî bi her jina ku pê re radizê serê wê jê dike- herwiha Şehrazad hewl dide bi rêya van çîrokan Şehriyar bike mirovekî dilbirehm û xwedîrûmet.

Di dîroka piştî edebiyatê de jî helbest, çîrok û destanan mohra xwe li dîrokê xist. Helbestvanê Îtalyanî yê sedsala 13. Dante Alighieri di berhema xwe ya bi navê Komediya Xwedayî (it; Divina Commedia) de gava Dojeh, Bihuşt û Erafê li gor baweriya Îsevîtiyê pênase dike forma helbesta epîk bi kar tîne.

Bi ser de, Dante berhema xwe ne bi Latînî, bi zaravayekî li herêma Toskanayê nivîsandibû. Bi saya vê, zimanê ku îro em wek Îtalyanî dizanin li herêmê belav bû. Ev jî mînakeke pir baş e ku nîşan dide edebiyet çiqas tesîrê li ziman dike. 

Komediya Xwedayî ya Dante ji bo bandora zimên a li ser wêjeyê mînakeke pir xurt e. Bi saya vê berhemê zimanê Îtalyanî belav bû.

Veguherîna herî mezin a di qadê de ew e ku Johannes Gutenberg rêzik û teknîkên li Çînê pêş dixe û li Bakurê Ewropayê çapxaneyê saz dike. Bi saya vê jî pirtûk gihaştin girseyeke mezin. Wek edebî romanê mohra xwe li vê dewrê xist û wek xwînerên nû jin derketin holê û bi pirsgirêkên civaka modern re jî eleqedar bûn.

Bi Frankensteina Mary Shelleyê gavek ber bi honaka zanistî ve hat avêtin û cih de nakokiya navbera potansiyela hilweşandin û sozên ûtopîk ên zanistê. George Orwell bi berhema xwe ya 1984an û Margaret Atwood jî bi berhema Çîroka Xidamê (The Handmaid’s Tale) dan pey vê kevneşopiya nûjen.

Herwiha roman di têkoşîna welatên berpêşketinê an jî serxwebûnxwaz de tesîrdar e. Di salên 1960yî ên Emerîkaya Latînî de Gabriel Garcia Marquez bi berhema Tenêtiya Sedsalan bangî çend nifşên parzemîna xwe dikir.

Ji bo serxwebûneke siyasî pêdivî bi serxwebûneke çandî hebû, roman jî ji bo vê amûreke gelek kêrhatî bûn.

Her çend xwendin û nivîsandin digîhaşt girseyeke mezin û ev bi kêrî nivîskaran dihat jî çapxaneyan, kontrol û sansûra li ser wêjeyê jî hêsantir kir. Li welatên bi rejîmên zordest, gelek kes ji bo ku ji sansûrê xilas bibin çapxaneyên jêrzemîn ava dikirin. 

Îro em di warê teknolojiya nivîsê de di serdemeke şoreşî de ne. Înternet şêweya xwendin û nivîsandina me jî pêşdaçûna wêjeyê jî û kî dikare xwe bigihîne wê jî diyar dike. Em di destpêka serdemeke wisa de ne ku wê nivîs bikeve nav veguherîneke mezin.

Jêderk: https://www.parzemin.com/hin-ciroken-ku-rengen-cuda-dane-dinyaye/

Parzemîn Solutions

DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

Occo Mahabad

Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gelek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku dilê me şa û bextewar dike. Şiko wekî her helbestvanê kurd dildar e nazik e li ber bûyerên civakî dixwaze ji birînan re derman bibe. Şiko bi eşq û sewdayê re xwe dike dergeh, perestgeh, ew dilekî birîndar e bi hesret û kedera yar û warê xwe, peyvên birîndar di dergûşa dilê xwe de kedî û sax dike.

Helbesta wî ya ez jê zehf hez dikim û bi xwendinê re dubare dubare kêfek mezin hildidim helbesta Dilê Bengî ye ku di sala 1963yan de li Lenîngradê hatibû nivîsandin. Şiko di vê helbestê de dilê xwe yê birindar û kesergirtî radixîne li ber kewa xwe ya gozel. Evîn û bêriya dilê xwe yê êşdar, di sing û berên qerqaş de digere ku xwe aş bike.

…….
Sîng û berê wê yê qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê,
Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê,
Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger,

Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser,
Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera,

Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera.
Heta kewa gozel neyê û dest nede ser birînê,
Birîna wî naaxibe û êşa dil nayê birînê.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê dixwaze xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê peywira edîtoriya Radyoya Rewanê dike. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz, mirovperwer û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1975an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Mixabin hinek nivîskarên kurd sedema mirina Şiko girêdayî şert û mercên feqîriye dikin lê ev teoriya spekulatîf, teoriyeke objektîf nine. Hûn ê bêjin ku ew canik û camêran di dema Şiko de jiyane û 24 saetan bi Şiko re geriyane. Em hê teze di derbarê jiyana Şiko de bûne xwedî agahiyan. Mixabin di destê tukesî derheqê vî şairî dildar de agahî û zanînên berfireh tune.

Ka bifikirin Şiko demekê mamostetiyê dike li Radyoya Kurdî û Riya Teze dixebite, bi piştgirî û derfetên dewletê dixwîne, doktoraya xwe dike. Gelo çiqas rast e ku merivekî wiha pir derfet dîtiye bi sedema feqîrtiyê xwe bikuje. Mixabin ew teoriya feqiriyê ne rasteqîn e. Jixwe dewleta Sovyetê dewleteke kedkar û karkeran bû. Pergala wan serdestiya karkeran diparêza. Dewlet ji herkesî re li gorî qanûnên xwe karekî peyda dikir ku ji alî ekonomîk ve bindest nebin. Di gundan de mirovên heyî li kolhozan, di navçe û bajaran de di komûn an jî Sovyetên heyî de dixebitin. Li gorî îstatîstikên di navbera 1955 û 1970an de rêjeya bêkariyê ji sedî 2 ye. Xelkê Sovyetê bi giştî jixwe feqîr bûn. Ev nayê vê wateyê ku meriv feqîr be xwe dikuje.

Eşkere ye divê lêkolînerên kurd li ser jiyana wî xebateke kûr û xurt bikin da ku em jî pê zanibin Şiko kî ye, çawa jiyaye, çi xebat kirine, di jiyana xwe ya rojane de çi êş, dert û azar kişandine û herî dawiyê çima xwe kuştiye.

Lê divê were fêmkirin ku Şiko berî her tiştî mirov e, şair e wekî her şairî bi civatê re li hev nayê tenê ye. Hest û ramanên wî ji herkesî zêdetir dilzîz, dilgerm û dilmayî ne. Rihê Şiko kubar e nazenîn e. Dilê wî herdem di lêgerîneke kûr de ye.

Şiko romantîk e xwezayê wek evîndara xwe hez dike. Ew paqijî û bêgunehiya xwezayê mîna çavên xwe diparêze. Sermest dibe bi ramûsanan, serxweş dibe bi hilman. Di sala 1967an de li Lenîngradê qelema xwe dajo ser peyvan dilê xwe radixîne ser kaxizan.


Ev barana dûr mîna yara min
Tê û radmûse dêm-dîndara min,
Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê
Û serxweş dibim bîn û hêlma wê…

Barana ezîz bi eşq tê xarê,
Dinyayê dişo toz û xubarê,
Dinya dikene mîna gula al,
Ji min direvin û xem û xiyal.

Şiko Kurdperwer e welatperwer e Kurdan wek çiyayekî bilind dibîne di sala 1967an de li Tilbîsê di helbesteke xwe de wiha dibêje:


Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilindtir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsiye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra.

Ez hatime xar ji çiyayê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar û şa…

Ez hatime xar çiyayê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweyî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar…

Şiko ji Elegezê hez dikir ji ber ku li Elegezê di zartiya xwe de dibistana navîn xwendibû. Ew hezkarê çiya, banî û jiyana Kurdan e. Li Leningradê di sala 1967an de bi eşqeke mezin helbesta xwe ya Elegezê dinivîse:


Hemêz kirin pencê royê
Elegeza kaw û naz,
Wê çev mizdan, rabû xewê,
Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî
Mîna zerya dewatê,
Muhbet gur kir hezar dilî
Evd û îsan, tebyetê…

Konê kurdî li sîngê wê
Bûne hezar xal û xet,
Hezar-hezar war bingê wê
Bûne rewşa xewn, qudret…

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961ê de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Mixabin Kurdên me qedr û qîmeta nivîskarên xwe nizanin. Kurdên me ji xelkê re yar in ji xwe re korr û lal û kerr in.

Dixwazim nivîsa xwe bi helbesta wî ya Klama Çivîka Zivistanê biqedînim. Ev helbest di sala 1965an de li Tilbîsê hatiye nivîsandin.


Adarê bê, baharê bê,
Wê bên rojêd ezmançîk,
Roj bikene wê eşq, hubê
Daxe pencê zêrkilçîk…

Ku tune bim ez li dinê
Min xem nîne û talaş,
Dinê bi gul bibe xinê
Û bextê xwe bimîn şaş…

Hêvî dikim ku Şikoyê Hesen di dîrokê de wek rûpeleke kevn û veşartî neyê jibîrkirin û ji nifşên nû ve bê zanîn û xwendin.

photo of a statue

Destpêka Olîmpiyatan

Li bajarokê Olîmposê yê Yewnan ji bo rûmeta Zeus pîrozbahiyekê olî dihat amadekirin. Ev pîrozbahî hezar sale didome û îro veguhestiya werzişa herî mezin a cîhanê. Destpêka BZ 776, bû salnameya ya Yewnan a bingeh în. Piştî wê salê, ji derbasbûna 4 salan re gotin Olîmpiyat. Çima wiha gotin?

Ji ber lîstikên olîmpiyatê, helbet. Reqabet mirovan baştir dike, an Yewnanê kevnar wiha fikirîne. Ji bilî werzişê, pêşbaziya muzîk, stirîn û helbestan hebû. Hûn bi xwe dikarin vana ji xebatên wêjeyî dikarin bixwînin, weke ‘’iliad’’a Homer û ‘’Aeneid’’ a Virgil. Lehengên mîtolojîk jî, pêşbazên baş carcaran ecibandine, ne wiha ye? Di sêzdeh lîstikên ewil de, olîmpiyatên Yewnan ên kevnar, tenê ji bazdaneke 200 metreyî pêk dihat. Lê bi demê re pêşbaziyên bi heyecan yên nû wekî boks, pêşbaziya qerdêle û qantir, û bazdanekê ku lîstikvanan zirx li xwe kirî pir şampiyonên bihêvî dianî li stadyûma olîmpiyatê. Kombînasyona ku, baz xwe avêtin, pêlewanî, cirîd, û avêtina diskê ku pentatlon tê zanîn bû pêşbaziyeke gerdûnî û pankrasyon şerê kulma ku tenê gezkirin û çav derxistin qedexe ye, tenê yên xezimtir dikarin li ser bikevin û biserketin jî. Di dîroka olîmpiyatê de nanpêj Coroebus baştir tu kes tune ye, ew bû şampiyanê olîmpiyata yekem.(BZ.776) û tu kes nikare Orsippuse Megarayî ji bîr bike ku, şampiyonê olîmpiyata BZ 720an ji bo hêsantir bibeze cilên xwe avêtiye, di Yewnana kevnar de bûye destpêka pêşbaziya baza tazî ya kevneşopî.

PZ 391ê de, Împaratorê Romayê, yê Xrîstiyan Theodosius, kevneşopiyên pagan qedexe kir û cîhan ji lîstikên olîmpiyatan bêpar ma. Lê wekî atletê Pankrasiyon, bi hêsanî têk naçin û 1500 sal piştre di 1896 olîmpiyata modern li Atînayê dîsa destpêkir. Î ro olîmpiyatên havîn û zivistanê hezar atlêtê gerdûnî tîne bal hev. ji bo pêşbaziyên herî navdar, bi milyonan mirov kom dibin.

Citius(leztir), Altius(jortir), Fortius(zeximtir). Sê dirûşmên olîmpiyatê ne.

Jêderk : https://www.youtube.com/watch?v=wYTOzP7gZko

Werger: Enan

Amadekar: Fexrî Ulug

Ji Deverên Cûda Yên Cîhanê Konserên Herî Qelebalix

Fexrî Ulug

Dema ku em li konserên herî qelebalix ên li cîhanê navnîş dikin, me carek cihek ji hin nav û mîhrîcanan re veqetand da ku em navnîş pir caran dubare nekin. Wekî din, me fîgurên mîhrîcanên ku rojekê derbas dikin nehesiband. Her çend ne diyar be jî, werin serdana 15 konserên herî populer a dîrokê de.

15 – Simon And Garfunkel / 1981-New York / 500,000

Li bendê bû ku 300 hezar kes ji bo dulibî rocka amerîkî ya folk Paul Simon û Art Garfunkel li Central Park di 19’ê Îlonê 1981’an de, lê dulibî karî van hêviyên xwe derbas bike û bi 500 hezar temaşevan re bibe dîrok.

14 – Genesis / 2007-Roma / 500,000

Di 14’ê Tîrmeha 2007’an de li Romayê di konsera Koma Rock a pêşverû ya Genesis de 500,000 temaşevan hebûn. Em bînin bîra xwe ku DVD’ya vê konserê jî heye.

13 – Summer Jam at Watkins Glen / 1973-New York / 600,000

Ev mîhrîcana rock, ku komên wekî Allman Brothers Band, The Band, Grateful Dead li pêşberî 600 hezar kes derketin ser dikê, xwe gihande Pirtûka Rekorên Guinness ê.

12 – Rammstein / 2013-Samara / 691,000

Koma rocka pîşesaziyê Rammstein, ku di mîhrîcana bi navê “Rock on the Volga” de derket ser dikê, li gorî hin gotegotên li vê konsera li Rûsyayê karî xwe bigihîne zêdetirî 691 hezar kesan. Koma rocka Almanî ya 22 salî li Rûsyayê bi qasî welatê xwe navdar e.

11 – Orkestra Filarmonî ya New York / 1986-New York / 800,000

Bi konsera Orkestraya Fîlarmonî ya New York’ê di 5’ê Tîrmeha 1986’an de digel 100’emîn salvegera avahiya Peykerê Azadiyê, tê gotin ku girseyek mehşerî li Central Park 800,000 kes nêz bûne.

10 – Garth Brooks / 1997-New York / 980,000

Garth Brooks, 54 salî stranbêjê pop a amerîkî, di konsera xwe de li Central Park di 7’ê Tebaxê, 1997’an de gihîşte nêzîkê milyonek kes.

9 –  Live 8 / 2005 – Philadelphia / 1.5 mîlyon

1.5 mîlyon mirov di lingê DYA’yê ya vê rêzefîlma konserê de bûn, ku di 2’ê Hezîrana 2005’an de li welatên G8 û Afrîkaya Başûr bi hevdemî hat li dar xistin. Hin muzîkvan û komên ku di vê rêxistinê de derketin ser dikê ji hêla gelek lîstikvan û lîstikvanên navdar ve hate mêvandarkirin; Black Eyed Peas, Kaiser Chiefs, Bon Jovi, Destiny’s Child, Kanye West, Alicia Keys, Linkin Park, Maroon 5, Stevie Wonder.

8 – Paz Sin Fronteras II / 2009-Havana / 1,5 mîlyon

Vê bûyera, ku tê de stêrka rockê ya Latînî ya Kolombiyayê Juanes wekî paşnav derket ser dikê, temaşevanên wê nêzîkê 1.5 mîlyon bûn. Konserê ku bi piştgiriya DYA hate organîzekirin; Li Havana, paytexta Kubayê, bi karmendên xwe yên ji stêrkên pop, rock û salsa yên Latînî pêk dihat.

7 – Rolling Stones / 2006-Rio de Janerio / 1,5 mîlyon

Rolling Stones, yek ji mezintirîn komên rockê yên Brîtanyayê ku dîroka wî ji 1962’an vedigere, di 18’ê Sibata 2006’an de, rojek berî Karnavala Rio ya Brezîlya, di konsera xwe de bi 1.5 mîlyon temaşevan re civiya.

6 – Love Parade / 2008-Dortmund / 1,6 mîlyon

Navên wekî Paul van Dyk, Carl Cox, Armin Van Buuren di mîhrîcana elektronîk û dansê de Love Parade derketin ser dikê. Salên din ên herî qelebalix a Parada Evînê ev in: 1999 Berlîn, 1.5 mîlyon – 2010 Duisburg, 1.4 mîlyon – 2000 Berlîn, 1.3 mîlyon – 2006 Berlîn, 1.2 mîlyon – 2007 Essen, 1.2 mîlyon.

5 – Monsters of Rock / 1991-Moskow / 1,6 mîlyon

Lingê Moskova yê vê mîhrîcana efsanewî ya heayv metal, ku ji 1980 heta vê salê tê li dar xistin, di 28ê Îlona 1991 de pêk hat. AC / DC, Pantera, Metallica, The Black Crowers, E.S.T. mîhrîcana ku koman tê de derket pêşwaziya 1.6 mîlyon kesî.

4 – Jean Michel Jarre / 1990-Parîs / 2.5 mîlyon

Jarre di konsera bajêr de ku ji bo bîranîna 200’emîn salvegera Şoreşa Frensî ya 14’ê Tîrmehê ku ji bo gelê Fransayê tê wateya roja herî mezin a salê, pêk hat û 2.5 mîlyon kes civiya û karibû di wextê xwe de têkeve Pirtûka Rekorên Guinness ê. Jarre du konserên din ên 1 mîlyon û 1,2 mîlyonî hene.

3 – Jean Michel Jarre / 1997-Moskow / 3.5 mîlyon

3,5 mîlyon mirov li 850’emîn salvegera bajarê Moskowê li ber Zanîngeha Dewletê ya Moskowê li pêşberî konsera Fransî yê ku 67 salî Jean Michel Jarre temaşe kir.

2 – Newroz / 2013 – Amed / 3.6 mîlyon

Newroz her sal di 21’ê Adarê de wek mîhricanekê tê pîroz kirin. Di sala 2013’dan de bi hêviyên aşitiyê girseyeke mezin kom bû bû.

1 – Rod Stewart / 1994-Rio de Janerio / 4,2 mîlyon

Hunermendê poprock ê Brîtanî 71 salî şeva 31’ê Çileya 1994’an li perava navdar a Rio de Janerio, Copacabana, di konserek belaş de li pêşberî 4.2 mîlyon mirov derket ser dikê.

Helbestvanekî Azadîxwaz, Welatperwer û Sosyalîst: Qanî

Occo Mahabad

Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.

Ew şairê gundî, cotkar, kedkar û belengazan e lewma jê re gotine ku Şairê Bindestan. Em dikarin jiyana Qanî bi du heyaman tehlîl û şîrove bikin.Di  heyama yekê de Qanî hê xort e di bin bandora fikrên metafîzîk û rûhanî ne. Hê hişmendiyeke çînî, netewî û civakî pê peyda nebûne. Di heyama duyemîn de diguhere, dibîne ku milleta Kurd di bin dagirkeriyeke giran de dinale, ne azad û serbixwe ye, feqîr û bindest hatine hiştin. Hewl dide ku xelkê xwe hişyar bike rake li ser piyan ku ji bo şoreşeke netewî, çînî şer bike û têbikoşe. Qanî ji bo xelkê xwe yê tê mêtîn û çewisandin bi helbestên xwe dibe roniyek û rêyek. Dixwaze  ku ciwanên nezan ji bo pêşeroja neteweya xwe bi nivîs û çalakiyên watedar, welatê xwe ji bin nîrê serdestiya mêtîngehkaran rizgar bikin. Qanî li dijî emperyalîzm, faşîzm, û  mêtîngeriyê wek şairekî azadîxwaz, welatperwer, çepgir û sosyalîst derdikeve pêşberî me.

Navê wî yê rastîn Mihemed Kabulî ye ji binemala Kabulî ye. Ev bi nasnavê Mamoste Qanî tê naskirin. Malbata wî giregirên naskirî ya vê herêmê ye.  Qanî di sala 1898an de li gundê Dolaşê ku girêdayî Merîwanê ye hatiye dine. Kurê Şêx Ebdilqadirê Şêx Seîdê kurê Şêx Mihemedî Dolaş e. Hê zarokekî çil rojî bûye bavê wî dimire. Piştî du salan diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Qanî sêwî dimîne. Apê wî Seyîd Ehmed Qanî lê xweyî nake. Li cem Axa Seyîd Huseynê Çûrî  li gundê Çûrê mezin dibe.

Divê ez têbiniyeke girîng diyar bikim ku hinek çavkaniyên Kurdî, Îngilîzî û Fransî de gundê ku Qanî lê welidiye wek Rêşîn hatine qeydkirin lê hin çavkaniyên Kurd, Faris û Ereban de cihê ku lê çêbûye wek Dulaş an jî Dolaş hatine nivîsandin. Dîsa hinek çavkaniyên Kurd û Ereban de navê gundê Çûrê wek Çorê hatine nivîsandin.

Qanî li Merîwanê mezin dibe. Merîwan îro di bin banê eyaleta Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya 150î hezarî bajarekî biçûk e. Bi gola xwe ya Zirevarê tê naskirin. Niştecihên vî bajarî bi giştî Kurd in lê hinek Fars û Azerî jî tê de dijîn. Eyaleta Kurdistanê bi deh bajaran pêk tê, serbajarê vê eyaletê Sinê ye. Li Sinê bêhtirîn zaravayê Erdelanî tê axavtin. Nifûsa Sinê îro gihiştiye 500 hezarî. Sîne bi wêjevanên xwe yên navdar  Mestûre Erdelanî û Ebdulmecîd Mîrza tê naskirin. Îran bi giştî 31 eyaletan pêk tê.

Axa Seyîd Huseynê Çûrî  ji bo ku Qanî perwerdeyeke olî bibîne wî dişîne medereseyê. Dema ku dibe feqî ji bo debara xwe gundên Merîwanê digere ku feqîtiyê bike. Qanî bi van salan bi helbestê re mijûl dibe. Helbestên wî yên pêşî, gellek metafîzîk û rûhanî ne. Tesîra hişmendiya medrese û ola Îslamê mezin e. Zimanê helbestên wî jî bi giştî Farisî ne.  Em dikarin bibêjin ku guherîna wî ya fikrî  bi feqîtiyê re dest pê dike. Di dema feqîtiya xwe de gellek bajarên Iraq û Îranê digere. Bi şahidbûna rewşa gundiyên belengaz ku di bin zordestiya axa, mîr û began de eza û cefayên mezin didîtin hemû hişmendiya wî diguherîne û li dijî zordarî û stemkariyê disekine. Di van geran de gellek kesên demoqrat, sosyalîst û qomînîst nas dike bi wan re têkiliyên saxlem datîne. Bi peydabûn û çêbûna fikrên netewî zimanê helbestên wî jî dibe Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê gazî gundî û rênçberan dike ku bila li dijî pergala axa û mîrîtiyê şer bikin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.  

Ji bo jiyana wî dewreke girîng jî peywira meletiyê ye. Di meletiya xwe de Merîwan, Sine, Seqiz, Bane, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û gelllek bajarên din digere, mirovên bindest û hejar ji nêz ve dibîne û nas dike. Helbestên welatparêz, yekîtîxwaz, azadîxwaz, dij-faşîst û kolonyalîst dinivîse.

Helbestên wî yên di vê dewrê de em dibînin ku Qanî li dijî faşîzma Iraq û Hîtler e. Şerê duyemîn yê cîhanê tesîr lê dike di helbesta xwe ya bi navê Eger Mirdim de hem li dijî faşîzma Hîtler hem jî li ser rizgarkirina welat  disekine.

Qanî yekîtîparêz e naxwaze eşîrên Kurdan di navbera xwe de şer bikin û alîkariya dijminê Kurdan bikin. Di helbesta xwe ya Wesyatname de bang dike eşîrên Goran, Erdelanî,Herkî, Bextiyarî û yên din, bila destê hev bigrin û ji bo  Kurd û Kurdistanê bi yek bibin û têbikoşin.

Ew alîgirê maf û azadiya jinên bindest e. Di helbesta xwe ya Bo Kiçekan de paşverûtiya civakê dibîne, li ser pirsgirêkên jinan disekine û dadixuyîne ku jin û keçên Kurdan ji bo pêşeroja xwe bixwînin û bixebitin.

Qanî her çiqas meletiyê kiribe jî karê meletiyê nedomandiye. Nexwestiye ku bi karekî olî debara xwe bike. Ew ji karkeriyê bigire heta cotkariyê pirr kar û baran de dixebite. Di sala 1939an de li ser rêya Silêmanî û Pêncîwînê ji bo Rêveberiya Şaxa Çêkirina Rê û Baniyan demekê karkeriyê dike. Ji ber xebata rê nexweş dikeve û helbesta Nexwoş im Çi Bikem dinivîse. Di vê helbestê de  hem behsa halê xwe yê nexweş û reben dike hem jî rewşa karkerên hejar û bindest vedibêje. Rizgarbûna karkeran di pergala sosyalîst de dibîne, pergala serdest ya maldaran wek xwînmij, kedxwar û paşverû dibîne ji bo hilweşandina vê pergalê karkeran hişyar dike, naxwaze pergala emperyalîst karkeran bixapîne.

Ew welatperwer e, axa Kurdistanê ji her tiştî zehftir hez dike. Di pirr helbestên xwe de delalî û xweşikiya Kurdistanê bi zimanekî lîrîk û sade dinivîse. Di helbesta xwe ya Xakit Benirx e de tu tiştî mîna axa Kurdistanê giranbiha û girîng nabîne.

Qanî li dijî mêtîngeriyê ye. Di gellek helbestên xwe de dewlemendiyên binerd û sererdên Kurdistanê yeko yeko dijmêre û ev hemû têra me dike li vî welatî xwedî derkevin dibêje. Di helbesta xwe ya Sûdî Wilat Im de hilberînên çandiniyê yên Kurdistanê rêz dike, gazî dike ku zengînî û dewlemendiya vê axa qedîm û adan bê parastin.

Qanî sosyalîst û şoreşger e. Di sala 1947an de li gundê Kewlûsê yê bajarê Şarezûrê paletî û rencberiyê dike. Di vê salê de helbesta Qelaçûy Dijmin dinivîse. Baweriya xwe ya sosyalîstî li ser kaxizan rêz dike û felatbûna karker û cotkaran di Şoreşeke Sosyalîstî de dibîne.

Qanî ji dayikbûna xwe bigire heta mirina xwe wekî karker û cotkaran bi feqîrî û rebeniyê ve jiya. Emrê wî bi tekoşîneke şoreşgerî derbas bû. Di sala 1963yan de bi kurê xwe re li Îranê tê girtin. Demekê di zîndana Qecerê ya li Tehrenê girtî dimîne. Di bin şert û mercên giran de nexweş dikeve, ew bi kurê xwe re rojên dijwar derbas dikin.

Ew şairê mezin û fedakar ku jiyana wî bi tevahî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê derbasbûyî di meha gulanê ya 1965an de li gundê Lengedê ku girêdayî Pêncwînê ye jiyana xwe ji dest dide. Hemû jiyana xwe ji bo rizgarbûna bindestan feda dike. Ji xêynî helbestên wî, tu zêr û dewlemendiyên wî tunebûn. Dema ku dimire 67 salî bû û di cêba wî de 300 Filsên Iraqî hebûn.

Helbestên xwe bi zimanê Kurdî, Farisî û Erebî nivîsandine. Helbestên wî yên neçapkirî yên çapkirî zehftir in. Dîwana Seîdê Şîrazî ya bi navê Gulistan ji Farisiya Klasîk wergerandiye ser Farsiya Nûjen.

Berhema Reşîd Yasemî ya Dîroka Kurdan bi alîkariya Kerîmzend ji Farsî werdigerîne zimanê Kurdî.

Dema ku Qanî diçe Erdelanê binemal û giregirekî Erdelanî jê re li ser çand û dîroka Erdeleniyan destnivîseke bi qasî 220 rûpelî dide. Qanî vê berhemê ji Farisî werdigerîne Kurdî. Pirtûk di warê xwe de wek xezîneyekê ye ku behsa serpêhatî, cih, war, çand, dîrok û mezinên Erdelaniyan dike.

Qanî li ser dîrok û rûdanên Kurdistanê pirtûkeke 380 rûpelî dinivîse, rewşa aborî, siyasî, darayî, çandî û bi taybetî li ser şoreşa 1961î  bi ziman û hişmendiyeke vekirî disekine.

Heta niha bi navê Guleley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Deştî Germiyan, Şaxî Hewraman, Çwarbaxî Pêncwîn 5 berhemên Qanî bi zaravayê Soranî hatine weşandin.

Sed heyf û mixabin, Kurdên me helbestvanên xwe yên klasîk û nûjen bi qasî şair an jî hunermendên Tirk, Ereb,Faris û yên Cîhanê nas nakin. Her rengê siyaseta Kurdî bi tenê bi propagandeyeke rêxistinî mijûl in zêde girîngiyê nadin çand, hûner, ziman û dîroka Kurdan. Medyaya ku di bin sîwana siyasetê de ne, bi tenê nûçe û ajîtasyonê re pêwendîdar in. Edîtorên Medyaya Kurdî bi têkiliyên dost, nas û cîrantiyê peywirên xwe bi cih tînin û bi hişmendiyeke netewî tevnagerin. Bi hezaran helbestvan an jî dengbêjên me hene lê medyaya Kurdî radizê. Bi sedan malperên nûçeyê hene lê 10 heb malperên fermî yên çandî, hunerî û dîrokî tunene. Em bi destê xwe, pêşeroja xwe jar û belengaz dikin. Hevalno ji kerema xwe derfetên xwe hinek ji bo çand û hunera Kurdan xerc bikin.

crowd of protesters holding signs

Serhildana Rûdankan

Fexrî Amîda

Gelo George Floyd kî ye û çima gel ji bo wî ketin kolanan?

       George Floyd 46 salî bû û li welayeta Karolayna ya Bakûr (North Carolina) hatibû dinyayê, lê li bajarê Houstonê, li welayeta Teksasê(Texas) mezin bûbû. Floyd, ji bo xebatê çûbû Minneapolis, Minnesotayê. 



       Heta çend roj berê kesî navî Floydî jî nebihistîbû. Lê, niha li her çar alîyên cîhanê bûyera kuştina wî tê zanîn. Ew ne yekem kes bû ku ji hêla nijadperestên sipî yên Amerîkayî ve hatûbû kuştin. Lê belê ez hêvî dikim dê bibe cara dawîn. Jixwe kuştina wî ne buyereke nû bû. Polîsên sipî vê nefret û nijadperestîya xwe, dîsa li kolanan bi awayekî fermî eşkere dikirin. Wek her caran digotin Amerîka tenê welatê me ye! Hûn jî tenê xulamên me ne! Ew ne nefreta yekem bû ku polîsan di kolanan de bang kirin. Ew nefret! Nefreta ji bav û kalan bû. Ew nefreta sedsalan bû. Ji roja Columbus hate Amerîkayê û heta niha, ev nijadperestî li hemberî reşikên Amerîkayê qet kêm nebûye. Lê ev car reşikên Amerîkayê ne tenê ne! Teknolojî û hemû gelên bindest bi wan re ne.



        Dibe ku hûn jî dizanibin mafên reşikên Amerîkayê di sala 1964 an de, di dadgeha qanûnî ya mezin ya Amerîkayê de hatibû qebûl kirin. Jixwe heta sala 1864 an jî, reşikên li amerîkayê wek xulaman di bazaran de dihatin firotin.
        Di 25ê gulan a 2020 an de li bajarê Minneapolîsê, xwedîyê dikanekê, telefonê polîsan dike û mirovekî reş gilî dike û dibêje ku mirovekî reş dixwaze pereyê sexte bi kar bîne. Polîs jî diçin dikanê. Lê polîsan nizanîbû ku ew kesê pereyê sexte bi kar dihanî kî bû. Tenê dizanîbûn ew kes reş e. Dema ku polîs tên, polîs Floyd dibînin û dikevin pey wî û wî digrin. Polîs dema ku dixwaze Floyd desteser bike, polîs wî diavêje  erdê û çonga xwe dide ser qirika wî û nêzî 9 deqîqeyî li ser dihêle . Çend reşikên din jî vê buyerê bi mobilê tomar dikin. Floyd bang dike û dibêje;



        Ez nikarim bêhna xwe bistînim!
        Zikê min dihêşe!


        Piştî 9 deqîqan, Floyd li wir dimre.
        Piştî ku vîdeoya li ser wî hatibûn kişandin li hemû medyayên civakî belav bû û şûn ve, li Amerîkayê serhildana reşikan dest pê kir. Lê belê, ev serhildaneke cûda ye. Ev serhildana rûdanka ye (maske). Rûdankên reş û sipî.  Rûdankên dagîrker û bindestan.

       

Polîsê ku Floyd kuşt, niha di girtîgeha Ramsey County’ê de li paytexta Minnesotayê ye. Bi sûcê ku mirovekî kuştîye tê darizandin.

anonymous person with binoculars looking through stacked books

12 TEORIYÊN ŞAŞ ÊN DERBARÊ CAMÊRIYA MIROVAN DE

Mark Strauss

Gelo kujer in? Hîppî ne? Alavçêker in an aşvan in? Zanyaran li ser camêriya mirovan heta niha tu agahî piştrast nekirine. Gelo çima û çawa mirov bûne camêr?

Ev mirov çi afirinde ne! Di vê mijarê de her kes hemfikr e. Baş e tevî Homo Sapiensi û dev ji meymûnên din jî berdin, di navbera wan de çi cudahî heye? Bav û kalên me ev cudahî çawa û kengî bi dest xistin. Di sedsala borî de li ser vê mijarê gelek teorî hatin bilêvkirin. Hinek ji wan tevî teoriyên derbarê peresîna mirovan, mirovên xwediyê teoriyê jî derbarê serdema jiyana xwe de hin agahiyan dide.

Hefteya borî cureyekî ji mirovan Homo Naledi hate dîtin û dengekî mezin veda. Dîtina vî hin pirs li dû xwe anîn. Di peresîna me de çi bû sedem.

Em Alavan Çêdikin

Di sala 1944’an de antropolog Kenneth Oakley di gotareke xwe de gotibû “çêkirina alavan mirov cudatir dike”. Wiha bi lêv kiribû ku “meymûn hêmanên ku dibînin wek alav bi kar tînin”. Lêbelê neqşdana dar û keviran a li gor armanca karê xwe bi temamî xebateke kevn a mirovan e”. Louis Leakey di destpêka salên 1960’an de çêkirina alavan û pêkhatina mirovan girêdayî cureyê Homo Habilis ango “Zilamê Jêhatî” ya beriya 2,8 milyon salî ya li Efrîqaya Rojhilat kiribû. Lêbelê Jane Goodall û lêkolînerên din diyar kir şempanze jî şiv û darikan dineqişînin û bo nimûne pelên dareke biçûk jê dikin û vê darê ji bo girtina kêzikan bi kar tînin. Herwiha qijikên bêdest jî xwediyê taybetmendiyên jêhatî ne.

Em Kujer in

Li gor antropolog Raymond Dart pêşrewên me ji meymûnên dijîn cudatir wek jîndareke goştxwar veqetiya. Ango pêşrewên me “bi awayekî hov ajalan desteser dikirin, heta mirinê li wan dixistin, lebatên wan jê dikirin, bi awayekî xwînrêj goştê germ xavexav dixwarin”. A niha ji me re belkî seneryoyeke bêmane were lêbelê Dart di sala 1953’an de bi navê “meymûnê kujer” bi gotarekê behsa vê teoriyê kiriye û piştî şerê duyem ê Cîhanê lê bes karîbû ji xwe re eleqedarek bibîne. 

Em Xwarina Xwe Par ve Dikin

Di salên 1960’an de meymûnê kujer çû, meymûnê hîppî hat. Antropolog Glynn Isaac hin bermayiyên ajalan dîtin ku vî tiştî zelal dike: “ji bo parvekirina goşt ya ligel hemû civakê ajalên nêçîrkirî ji cihê nêçîrê ji bo deverên din tên veguhastin”. Li gor Isaac parvekirina xwarinê hewce kir ku ka xwarin li ku derê tête dîtin û agahiyên derbarê vê de were parvekirin. Li ser vê yekê jî ziman û tevgerên din ên mirovî bi pêk hatin.

Bi Awayekî Tazî Avjenî Dikin

Beriya demeke nêz Elaine Morgana ku ji bo televîzyonan belgefîlman dinivîse diyar kir sedema ku mirov ji prîmatan cudatir e ev e ku bav û kalên me li deverên cuda di nav avê de an jî li nêzê avê rastî peresînê hatine. Bi weşandina mûyên bedenê xweştir avjenî kirin û bi saya meşa li ser du piyan di nav herî û çarçîqê de bi rihetî meşiyan. Teoriya “meymûnên avê” di warê zanistê de zêde pere nake. Lêbelê di sala 2013’an de David Attenborough piştgirî da vê teoriyê.

Em Hin Tiştan Hildiavêjin

Arkeolog Reid Ferring pê bawer dike ku gava bav û kalên me dest bi hilavêtina keviran a bo derdorê kirine vê carê bûne mirov. Ferring li Gurcistanê li warê kolandinê ya 1,8 milyon salî ya Dmanisiyê hin delîl dîtinr ku vê demê Homo Erectusên ku li wê derê dijiyan ji bo ku ajalên bi ser nêçîra wan de girtine biqewirînin dest bi hilavêtina keviran kirine. Ferring dibêje “mirovên ku li Dimaniyê dijiyan gelek biçûk bûn”. “Wê demê cîwar bi pilingên mezin tijî bûn û heke wisa be ew mirov(!) çawa li ser xwe mane?, Çawa ji Efrîqayê hatine vê derê. Hilavêtina keviran bersiva van pirsan dide.” Li gor Ferring kevir avêtina ser ajalan pêdivîya civatê tîne û bi saya vê jî mirov bûne civatparêz.

Em Nêçîrtiyê Dikin

Li gor gotareke sala 1968’an ya antropologên bi navê Sherwood Washburn û C.S. Lancaster nêçîrtitê ji hevkariyê bêhtir rê li ber tiştên din vekir. Gotar wiha dibêje: “bi temamî hişê me, berjewendiyên me, hestên me û jiyana me ya esasî ya civakî, berhemên peresînê ne ku me ji bo nêçîrtiyeke serkeftî adapte dike”. Bo numene, mejiyê me li ser fikrîna nêçîran ka li ku derê ne û em ê kengî bibînin her ku çû mezintir bû. Ev teorî dide nîşan ku di navbera zayendan de ji bo nêçîrtiyê kar parvekirin hebû û jin bêhtir wek berhevker dihatin hilbijartin. Li ser vê yekê jî ev pirs derdikeve holê: Çima mejiyê jinan jî mezin e?

Em Ji Bo Xwarinê Dikevin Têkiliya Zayendî

Heke hewce be em zêdetir bibin spesîfîk, pêşabûna yekhevserî. Di sala 1981’an de li gor C. Owen Lovejoy serdema herî girîng ya peresînê beriya 6 milyon salan bi derketina yekhevserî pêk hatiye. Heta vê demê zilamên tund û hov zilamên din dûr dixistin û bi hevsera xwe şa dibûn. Herwiha jinên yekhevser jî di peydakirina xwarin û mezinkirina zarokan de kîjan mêr serkeftî bûya diçûn ew hildibijartin. Li gor Lovejoy bav û kalên me ji bo ku destên wan serbest bibe û bila bikaribin bêhtir xwarin bibin li ser du lingên xwe dest bi meşê kirin.

Me Dest Bi Xwarina Goştê Pijandî kir

Mêjiyên mezin û pêşketî birsî dibin- madeyê gewr li gorî masûlkeyan 20 qatî zêdetir hewcedarê enerjiye ye. Li gorî hin lêkolîneran dema mirov tenê bi nebat an jî gihayan bihata xwedîkirin, wê demê ne pêkan bû ku mêjiyên me bi pêş ketena. Li gorî vê teoriyê mêjiyên me, beriya 2 û 3 milyon salî dema ku xurekê ji aliyê proteîn û rûn ve dewlemend “goşt” xwar, mezin bû û bi pêş ket. Li gorî mirovnas Richard Wrangham kal û pîrên me, dema xwarinpijandin kifş kirin, êdî ji bo kutan û cûtina goşt pir hindik enerjî xerç kirin. Xwarinpijandin taybedmendiyeke însanan e û ji bo helandin û hezmkirina xwarinan tiştekî gelekî girîng e. Bi vê yekê teserûf hat kirin û ji bo mêjiyên me bêtir enerjî ma. Pişt re jî ev mêjî bi zanebûnî bi qasî ku bibin goştnexwer an jî vejetaryen bi pêş ketin.

Em Bi Karbonhîdradê (pijandî) Zikê Xwe Têr Dikin

Li gor lêkolînekê ku beriya çend rojan hatiye weşandin dibe ku xwarina karbonhîdratan li ser mezinbûna mejiyê me tesîrek pêk aniye. Mezinên me gava carekê pijandina xwarinan kifş kir, piştre kok û xwarinên din ên binîşast ji bo mêjiyê me bûn xwarinên nuwaze. Çawa be ji goşt hêsantir dihatin dîtin. Herwihiha enzîmeke bi navê amîlaz a di tifa me de heye rê li ber vekir ku karbonhîdrat perçe bibe û veguhere gilîkozan. Ji University College Londonê genetîkzanê peresînê Mark G. Thomas diyar kir ku DNA’aya me gelek kopyayên genên amîlazê dihewîne û ev rewş jî rê li ber vedike ku mejiyê me bi lezgînî bi pêş bikeve.

Em Li Ser Du Lingên Xwe Dimeşin

Gelo dibe ku destpêka meşa bav û kalên me ya ji daketine dar û xişan bibe sedema serdema krîtîk ya peresînê. Alîgirên “Teoriya Savanê” dibêjin sedema vê beralîbûna adabtasyonê ya ji ber guherîna kişweran e. Beriya 3 milyon salan gava Efrîqa ziwa bû daristan jî ber ku ber bi biçûkbûnê ve çûn û palas[1] jî wekî riwekeke bingeh lê hatin. Bi vî awayî jî jîndarên ku di navbera gihayên dirêj de ji bo şopandina dirindeyan avantejeke baştir derxist holê. Ev îdîa jî li Etiyopyayê bi kifşkirina sala 2007’an a Ardipithecus ramidusê mirov derket holê. “Ev herêm bihêwî û dar û daristan bû lêbelê ‘Ardi’ dîsa li ser du lingên xwe dimeşiya.

Em Xwe Vediguherînin

 Dîrektorê bernameya Human Originsê ya Smihsonianê, Richard Potts îdîa dike ku ne tenê bûyerek, di kişwerê de guherînên cuda jî peresîna me beralî dike. Dibêje “beriya 3 milyon salan derketina cureya mirovan” û  “ev rastî guherînên dijwar ên kişwerên ziwa û bihêwî tên”. Li gor Potts prîmatên ku li hemberî guherînên herî pêdandî û dijwar ên peresînê adapte bibin tenê dikarin bi awayekî sererast bijîn. Yanê çiqas li hemberî zehmetiya peresînê bisekine ewqas baş adapte dibe û bi guherînên genan heta roja me tên. Ango “Ya ku mirovan dike mirov, lihevkirina ligel kişwer û siruştê ye.”

Em Dibin Yek û Êrîşkariyê Dikin

Antropolog Curtis Marean li ser binyata mirovan daxuyaniyek dide ku li feraseta me ya îroyîn tê. “Em mezintirînê cureyên dagirkeriyê ne”.  Bav û kalên me piştî ku bi deh hezeran sal li parzemînekê jiyiyan piştre li cîhanê belav bûn. Ev yek çawa pêk anîn?. Li gor Marean ev girêdayî genetîka me ya hevkar e. Ev jî ne xêrxwazî ye, ev avabûneke wisa ye ku di bingeha xwe de pevçûnê dihewîne. Yanê mirovan bi rik û pevçûnxweziya xwe alîkariya hev du kiriye ku heta îro hatine. Her çi ev pevçûn bi tundî û bi hesûdî be jî di veguherîn û serdembûna mirovan de roleke mezin listiye. Mirovên ku bi hevkarî tevgeriyan li hemberî mirovên dijber bi ser ketin û genên wan di jiyanê de man. Marean dibêje “zanebûna û zanyariya bav û kalên me gava ligel hevkariya wan civiya û wan zûtir xwe li gor derdorê sererast kir.” Marean axaftina xwe wiha didomîne “Di heman demê de gavên nûjen jî li dû hevkariyê hatin û rê li ber vebû ku teknolojiyên dîrokî yên wek çekên tên hilavêtin derketin holê.”

Çi Ji Wan Teoriyan Şaş in?

Piraniya van teoriya pesnan heq dikin, lê pêşdaraziyeke hevpar a hemûyan heye: vê yekê diparêzin ku mirovahî dikare ji aliyê taybedmendiyek an jî komek taybedmendî ve bê danasîn û herwiha wê şaşiyê parve dikin ku mirovahî, riya ku teqez diçe Homo sapienseyê ku ev di peresînê de xala herî girîng, vedike.

Lê belê kal û pîrên me ne texteyên ceribandinê bûn. Hewl nedidan ku ber tiştekî ve veguherin, ew Australopithecus û Homo erectus bûn ku bes hewl didan di cîhanê de li ser piyan bimînin û bijîn. Û tu taybetmediyên wan ên ku bi pêş xistibûn bi tena sere xwe, ne mîladek bûn; lewra tu carî encamên ku derketin holê, ne ew tişt bûn ku wê qet pêk neyên û mirov negihêjê: kesên ku alavan çêdikin, keviran difirînin, goş û kartolan dixwin, ji bo tevkariyê pir jêhatî ne û bi hêsanî bi kes û tiştan re li hev dikin, ev meymûnê kujer ku xwediyê mêjiyekî ecêb mezin e, em in û em niha jî veguherîna xwe didomînin…

Dîstopyaya George Orwell – 1984

Fexrî Uluğ

George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.

Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tenduristîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse… Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin(Big Brother) li ser wan e. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin. Orwell sernavê pirtûkê xwest ku bike ‘’Mirovê Dawî Li Ewropa’’ lê ev fikr guherand û sernavê pirtûkê kir 1984.

Orwell ne tenê bi sernavê pirtûkê, di heman demê de li ser dirokê jî xwest ku guhertinê bike. Diroka ku xwest 1980 an jî 1982 bû. Lêbelê di dawiyê de biryar li ser 1984’an danî. Nivîskar dema ku pirtûk dinivisî di heman demê de jî bi nexweşiya weremê re di pevçûnê de bû. Orwell berî ku pirtûkê binivîse di BBCê de wek propagandakarekî dixebitî. Wekî ku Orwell pirtûk dinivîsand, ew bi rastî di bin çavdêriyê bû. Orwell ji bo gotar û xebatên xwe ji hêla hikumeta Brîtanî ve di bin çavdêriyê bû. Raporên istixbaratê eşkere kirin ku wî ‘’ramanên pêşbinî yên komunîst’’ û ‘’cilûbergên Bohemîan li xwe dike’’.

2+2=5 dirûşmeyek ku Partiya Komunîst bi rastî kar dikir.(di yekîtiya Sovyet de 2+2=5 binavkirin û nexşeya plana pêşveçûnê ya 5 salan bû) Orwell ji kargeha xwe ya li BBCê siruş girtibû û navê ku ‘’odeya no:101’’ lê kiribû ku wî di pirtûkê de cihê ku hûn ê li ber her cureyên şkenceyê bin.

Tê texmîn kirin ku Orwell, lehengê Julia ji jina xwe yî duyem Sonia Brownell ê model girtiye. Orwell, 7 meh piştî weşana 1984’an mir.

Wergera Kurdi ya pirtûkê Salih Agir Qoserî kiriye û ji weşanxaneya Lîs ê derketiye.

Nivîskarî û Xwekuştin

Occo Mahabad

Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê xwe bi siya mirinê ve nîşanî civatê didin. Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netew nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne û tevgeriyane.

Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Eflatun jî wekî Sokrat întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmaqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî ye alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.

Epikuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotinos û Porphyrios jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: “Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike.” Lewma di hişê Camus de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

Nietzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.

Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.

Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emil Durkheim xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheim di întixarê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.

Li ser întixarê gellek teoriyên psikolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî Sigmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş dikarin xwe bikujin.

Di teoriya Erich From de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê întixarê erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema wî/wê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û ûjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko nivîskarekî wêdetir însanekî ye. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin “Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî”.

Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniyê ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.

Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991an de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.

Lê ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser xwendevanên cîhanê hiştine.

Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893yan de li Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya xwe de dibe endamê Partiya Qomînîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên Sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.

Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava Futurizmê hewl dide, dixebite, gellek helbest û tekstên şanoyê dinivîsîne.

Dostê wî yê ku jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Leningradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî dilê wî pirr diêşîne û tesîreke mezin lê dike.

Mayakovski gellek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.

Rihê Mayakovski weki zarekî biçûk û delodîn bû. Tucarî ji aliyê derdora xwe ve nehat fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.

Vladimir Msyakovski di sala 1930yan de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.

Nivîskara duyemin ya biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e dixwazim hinek behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.

Helbestvan û nivîskara Emerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832yan de li Massachusettsê ji diya xwe dibe.

Plath helbesta xwe ya pêşî di heyşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940an de bavê wê dimire. Ev mirin jiyana Plath tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê psîkiyatrik ya manik depresif e.

Di sala 1950an de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li tîmarxaneyê dimîne.

Di sala 1955an de li koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gellek helbestên wê di rojnameya Varsity ya zanîngehê de tên weşandin.

Di sala 1956an de bi helbestvanê Înglizî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê didomîne. Lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manik depresif zewaca wê zêde dewam nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan kirê dike.

Di sala 1963yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.

VEGUHERÊ ÇARENÛSA CÎHANÊ: ÊRÎŞÊN 11’YÊ ÎLONÊ

Di 11’ê Îlona sala 2001’an de êrîşên terorî yên li dijî bajarên Emerîkayê hemû qedera cîhanê guhert. 

Bi wêneyan “serpêhatiya çarenûsa cîhanê”. 

Di sala 2001’ê de li bajarê New Yorkê her du kuleyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bi navbereke 18 deqan bi du balafirên cuda hatin hingaftin. Piştî êrîşa balafira duyemîn, her du balaxane bi navberên kin bi temamî hilweşiyan û bi erdê re bûn yek.

Balafireke sêyemîn a rêwiyan li avahiya wezareta parastinê Pentagonê da. Balafira çaremîn berî ku êrîş bibe ser Qesra Spî tevî rêwiyan hate xistin. Dûre li hemberî avahiya Kongreya Amerîkayê çalakiyeke xwekujiyê pêk hat.

Li dema ku her kes di nava şok û matmayînê de bû, li Washingtonê di navendeke kirrîn û firotinê de bi teqînekê re şewatê destpêkir.

Tam li dema ku teqîn rawestiyan, li ber wezareta karê derve wesaîteke bi bombeyan dagirtî, teqiya. Di encama hemû êrîşan de qasî 3 hezar kesên sivîl mirin.

Êrîşên li hemberî cêwîbircan û Pentagonê, deriyên demeke nû vekirin. Nerazîbûna fermî ya Emerîkayê piştî 9 rojan ji George Bush hat; Bush, bi gotinên weke divê hemû cîhan biryarekê bide, ya hûnê li gel me yan jî dijminê me bin, li hemberî terorê şer da destpêkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, serokê rêxistina radîkal a Îslamî El Qaîde Usame Bin Laden ku bi eslê xwe ji Erebîstanê Suîdî ye û gelek dewlemend e, weke kesê ji êrîşan berpirsiyar îlan kir û li Efxanistanê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Parzemin.com

Divê Mirov Ji Bîr Neke: Memento Mori

Eren Cicibiyik

“Her roj wekî ku roja dawî ya jiyana we be bijîn; rojek dê hûn ê rastdar bibin.”

– Steve Jobs
Memento Mori: Bê guman hûn ê rojek bimirin, viya bînin bîra xwe û niha bijîn.

Gotara jorîn yek ji gotinên gelemperî, navdar ên Steve Jobs e. Bê guman, kar ne tenê sedema vê peyvê ye. Ev hevok bi rastî şîara ku bi salan ji alîyê şehrezayan ve hatî xêz kirin e û tîne bîra mirovan ku jiyan ne ebedî ye. Ew girîngiya ku nayê taloqkirin radixe ber çavan.

Ka em rastgo bin, em wextê xwe ku di lihevçûnûhatina jiyanê de winda dikin, emrê xwe li ser tiştên nehewce winda dikin, an jî taloq dikin ku em qedr û qîmeta zeman nezanîn.

Ev ne tenê îro pirsgirêkek e. Têgiha Memento Mori bi sedsalan berê dema ku mirov xwediyê heman pirsgirêk bûn, derket. Her roj di jiyanek ku dawiya wê heye de ber bi dawiyê ve pêşve diçe, ew şîret dike ku divê em dema xwe bi rengek ku me dilxweş dike derbas bikin. Berevajî baweriya populer, xala bingehîn ev e ku meriv di gava yekem de tiştê ku divê were kirin bike, li şûna ku wextê jiyanê wenda bike mîna ku sibê tune.

Memento Mori ne tenê hevokek e ku Steve Jobs di jiyana xwe de anî bîra xwe: Ji rabirdûyê heya îro, mirov di rûpelên dîrokê de bi bîranîna mirinê nemir in. Gotin û kirinên kesên wekî Bruce Lee, Marcus Aurelius, Steve Jobs nîşanî Memento Mori dike.

Zexta ‘dema hindik’ li mirovan kir dema wan hêjatir bû. Bi vî rengî, ew bêyî ku tiştek dereng bixin, dema ku di gihîştina mebestên xwe de winda nekirin û qîmeta tiştê xwe zanîn, dijiyan. Lêbelê, jiyanek wan a serfiraztir, têr û bextewar hebû.

Vê hişmendiyê her weha mirov di zehmetiyên ku pê re rû bi rû diman xurt dikir. Pir kes li hev dikin ku ji mirinê girantir tiştek tune. Ger di dawiya bûyerek de mirin tune, ew dikare bi rengek cûda were derbas kirin. Bi saya vê ramanê, hûn dikarin fêr bibin ku pirsgirêkên demkî yên ku hûn di çavên xwe de mezin dikin ne ew qas girîng û mezin in.

Riya ku hûn dixwazin bimeşînin berî ku pir dereng be bimeşin, tiştên ku we wextê xwe wenda dikin ji jiyana xwe dûr bixin û ber bi jiyana ku hûn xewna jiyanê dibînin ve biçin. Yek tiştek her gav di bîra xwe de bigire:

Hûn ê her û her nejîn.

vê lînka li jêr xelata nivîsê ye. fermo xweşî bi we re be.

🙂

Werger: Fexrî Ulug