brown owls on a tree branch

GÛK GÛÛKKK

Eyşana Beravî

“Wellehî heke ez çîyayek bûma ji çîyayên dewleta heywanan, wê ji dêvla bombeyan dar û gul li min biçandana.”

Heteroglossîa – H. Kovan Baqî

Dengê nexweşan diteyise di camê de, cam di navbera nexweşan û çirûskên bajêr de. Li derve dinyayek bêdeng, li hindur dinyayeke bi helkehelk. Camên paceyan perdeyek tenik e di navbera tarîyê û tazîbûnê de. Qajînî ji dinyayê diçe. Ev çendeyek e êşeke xedar di nava şeqê de ye – Kî û Kî ji êşê diwelidin.

Ev paldank bê xem e. Rû’şîn, mil’şîn, pê’şîn, pal’şîn, vedan’şîn şîn şîn… Ev çendî zeman e hew xwedê zane bê çend rû qetandîye. Xwe serokwezîrê odeyê dihesibîne.

Nîvê min tev li hewayê dibe, nîvê din bi heft werîsan girêdayî.

Di destê min de pirtûkek. Devê nivîskêr tijî ye: Heteroglossîa. Tu tiştî hîs nake, tenê hîskirinê dijî. Hişê min bi vê hevokê re vedilerze, dirêj dibe, kin dibe: “Sî dirêj ez kin dibim, sî kin dibe ez dirêj dibim.” Di sîya zemên de diçin: Dadger û Bersûc, mêşên dieciqin û Kulorbadirînê darvekirî, rêwîtîya di hişê însên de û zarokê li hewşa welatekî. Zarokê li hewşa welêt, di hişê xwe de çêlekan dibezîne û hişê pîrbûna wî li ser maseya dadger e. Ne tenê li ser maseya dadger, li her cîgehên ew li wir êşiyayî ye. Bê navber digere. Ev rêwîtî tu car wê wî neke însan. Devê xwe diavêje pêsîra welêt, ji bo zikê xwe têr bike ji şîr. Belkî jî li têrbûna netêrbûnê digere, lewma senfonîya deng û rengên kurdbûnê di fetlên mejîyê xwe de digerîne. Exlaq tazî dike. Tazîbûn dibe dê, vedigere zarokatîyê. Dê dibe Sebrê. Sebrê û Surrazê di nava ruhê hev de… Qolo(Kûçik) şopgerek e, qasidê navbera zemanan e; hilm û bêhna mîtoloyan tîne îro û ya îro dibe demên mîtolojîk… Gerdûneke bê nasname, gerstêrkên bê qilafet… Kund tim dixwîne: “Gûk gûûkk, gûk gûûkkk.”

Ez û nexweşên ne nexweş. Em nexweş. Elfabe bi tîpa A’yê dest pê dike ne wisa? A û her du şeqên xwe. Her tişt ji vê navberê dest pê dike – destpêk û qedandek. Serî û bin. Cama di navbera bajêr û nexweşan de. Û ev erebe, ev çirûsk, ev sîlûet, ev bêdengî û ev himehima li ser camê. Xirxala min a ji min dirêjtir. Ez û nizanim Kî û Kî…

photo of head bust print artwork

XWE RAPÊÇANA BI REXNE Û ÇAVNEBARÎYÊ

Ciwan Serhedyan

Qasî ku niha tên bîra min sê cûre şûrên çavnebariyê hene. Yek awir, yek ziman û ya din jî tevgerên qurretiya ku xwe ser hevdu ra dîtinê ne. Tê bîra we an nayê bîra we ez nizanim. Lê ne dûre! berî niha bi deh-panzdeh salan gava mamosteyek yan jî karmendekî tirk ku bihata gund yan taxa me, me kurda ji bo wan xwe dikirin ax. Me ew didane ser serên xwe, gelo hemberî wê nirx dayîna me wan çi dikirin? Me çiqas xwe li ber wan dikir erd wan deh car qasî wê em û nirxên me li erdê dixistin ku hîn jî wisa dikin, wekî mînaka sê-çar roj berê li Nisêbînê mamosteyeke jin rûyê xwe, rûyê wan yê rastîn careke din nîşanî me kir. Em dikarin bi hezaran mînakên vê mijarê bidin ber çavan. Weka ku dengê we tên guhên min ku hûn dibêjin “ji xwe niha jî wisa ye” belê niha jî wisa ye lê ne wekî xezeba berê. Em êdî bêhtir hay ji xwe hene û bêhtir hay ji wan jî hene. Em zanin ku wê çi bikin û çawa tevbigerin. Dev ji şaşî û rastiya vê mijarê berdidim û niha berê xwe didime ser gava ku ew mamosteyên dihatine gund ku “kurd” bin. Hîn jî dengê gundiyan di guhê min da olan dide ku wiha digotin:”ji xwe ra li vî yê hanê binihêre heta doh jî şivan bû niha hatiye li ser serê me bûye mamoste, îjar wê me hîmê çi bike”. Ev tenê di gotinê da nedima, wisa bi awir û tevgerên xwe jî nîşan didan ku çiqas ji hevdu ra dil nexwazin, çiqasî çavnebarin. Nizanim meriv dilê xwe bi mamoste bişewitanda yan bi şivan ku herdu bi hevdu ra hevber dikirin bê ka kîjan ji kîjanî jêrtirdaye. Çavên wan bar nedibûn ku kesekî ji me xwendibe serkeftî be û pêşketî be, bûbe mamoste û hatibe nava gelê xwe ji bo ku xizmeta wan bike. Pêşiyê şivantî piçûk dikirin dûv ra mamostetî dianîn bi navê şivantiyê piçûk dikirin. Belê raste hîn jî wisa heye di nava civaka me da. Ev ne tenê ji bo mamoste yan jî karekî din tenê, li ser rûyê erdê çi mijar hebin hema di hemûyan da wisa şûrê xwe yê çavnebariyê li hevdû tûj dikin. Erê dilê me bi êşên hevdû dişewitin lê bi serkeftinê hev şad û şanaz nabin. Gotina zanayekî hebû mixabin navê wî nayê bîra min, wî wiha gotibû: “dilê me hemûyan dibe ku bi êşên hevdû bişewite, lê ya girîng ew e ku em bi serkeftinên hevdû şad bibin.” Erê em ji hevdû ra çavnebarin û şûrên me yên çavnebariyê ji hevdû ra tûj in mixabin. Lê belê ya rasteqîn ew e ku kîjan kurd bi serkeftinên kurda şanaz bibe ew kurdekî xwenas, xwerû û bi ruhê neteweyî ye. Ka em ji xwe ra mînakekî bibîr bînin.
Koçer Bîrkar ê gewre, qeşeng û hêja xelata Nobelê ya matematîkê wergirtibû berî du sê salan. Gava ku me bihîst em ji şabûna cîhê xwe qiloz bûn, hindik mabû em çend kurdên xwenas bê bask bifirin. Di serda jî camêr rabû ew xelata xwe diyariyê kurdên çar aliyê cîhanê kir û got: “ez hêvî dikim dilê kurda pê xweş bibe” erê welleh dilê kurdên xwenas pê xweş bûn…

Mînakên me yên serkeftinan nayên jimartin, ez zanim ku kurdên xwedî ruhê neteweyî yeko yeko bi hemû serkeftin û bidest xistinên kurda şanaz in, dilşad in. Bi rastî em mînakên xwe yê serkeftinan binivîsin dem namîne ku em karekî din bikin. Ji dengbêjan bigire heta helbestvan, muzîkjen, şanoger, lîstikvan, nivîskar, mamoste, bijîşk, rewşenbîr, zana û hwd. Ka em kurd di çi da ne serkeftî ne? “Dibên gîhayê hewşê tehle” na nexêr, gîhayê hewşê ne tehle. Çavnebarî pê li gihayê hewşê dike û diperçiqîne diçe sitrî û dirikên xelkê tîne, dike nava hewşê, dilê çavnebariyê ne bi gihayê hewşê yê ku perçiqandiye dişewite ne jî ji bo birînên ku bi striyên xelkê vebûne. Arîşe ev e!
Em hinekî rexneyên li ser huner, hunermend û nivîskariyê binihêrin. Dîsa em dibînin ku ji sedî nod rexne ber bi çavnebariyê dikişin. Hema bê em xwe didine benda hev ku di hevdû da qurçimokekî bibînin, gava em bibînin jî weylê halê ew kesê/a ku zivirek lê heb. Em wî/ê li erdê dixin û pê lê dikin. Divê pêşiyê em binihêrin ku hunermend çi hilberandiye û pêşkêşî me kiriye. Zeviyeke mezine qasî ecêbekî cot kiriye rast kiriye û kiriye wekî ruh da ku em pê dilxweş bibin, de bira hema zixurek dudu di nav da hebin wê çi pê were? Qe nebe em jî destê xwe bavêjine alîkariyê û hewl bidin ku wan zixuran ji navê derxin û bidin hêlekî. Lê na! zevî “berhema” hunermend an nivîskar ne bala çavnebaran da ne, her gav hişê wan li zixur û qurçomeka ye. Weka ezabê wijdanê li ser patika hevdû diqelizin da ku şûrê xwe yê çavnebariyê li stû yê hevdû din û xwe biavêjine paş mertalê rexneyan. Em hemû jî zanin heqîqet ew e ku ew kesên wî şûrî ji xwe bikin dê bibe xwedî ruhekî neteweyî, bibe xwe. Beriya gelek tiştan divê şûrê çavnebariyê deynin erdê, bibin kurd bi êşên kurda biêşên bi serkeftin û bi destxistinên kurda şad û şanaz bibin. Divê her kurd serkeftinên kurda weka yên kesayeta xwe bibîne pê şanaz bibe.

Bi Çîçî Re Çend Gotinên Dildarî

Çayan Okuduci

Ka were kêlaka min Çîçî; ezê behsa rewşa xwe û te bikim, behsa nêrhetiyên te, behsa dostatî û aselata te bikim. Behsa çavbirçîtî û şêrîntiya te bikim. Behsa malbata te ya mezin bikim. Waye Adar jî hat û derbas dibe, tu cihê xwe de rûne, zanim tu ditirsî serê xwe derxî derva, em herdu jî baş zanin ku zalim û hov li derva gellek in.

Lê bêhna bihare, xuşîna baranê, dengê bayê, guliyên li ber bişkavtinê, tovên li ber zayîne, heybeta Dîcleyê, li çiyayên Serhedê berfa ku gîhiştiye çem û robaran… Li gêliye Gordenê dengê xuma xuma avê, darên li kelaka rê rêz bûne. Ji nişkava û bi hunera te ya xwezayî vê hildikişandina te li ser guliyên zirav û tenik. Pisîkên mê li derdorê bi nazdarî xwe tev didin û xwe digevizînin bo pisîkên nêr. Bi gotina kurtasî; jiyanek li ber çavên te diherike û tu tenê temaşe dikî. Jiyan, bi tirsbûnê dewam nake kurê bavê xwe û ne jî didome. Jiyan, daxwaza jiyanbûne dike, kurê dêya xwe. Jiyan, hêviya di nava xwe de herikbariyê tîne ser zimên, hogir û rêhevalê min. Emê bi gotina Friedrich Nietzscheyê vê bêjin; jiyan wek darek e, her ku diçe bilind dibe ew qas jî di koka xwe ve diçe xwarê.

Te dît Çîçî bi çend peyvan meseleya te û hindir mayînê bi feylesofek me nirxand. Dibe ku ev peyvên giranbuha li ser tirsbûna te tesîrek baş bike û jiyana ku li benda te ye tu bikevî nav; çi bi tehm, çi tehmasarkî, çi şêrîn, çi bi zor û derd be jî, li benda te ye. Wayê min derî jî li ser pişt hişt. Tu û dilê xwe. Çîçî ti çi şeytanî, çi jirî, êdî bi risteyên şa’ran bersivan didî. Di navbera derî û dilê xwe de mayî, Di navbera xwe û dilê xwe de mayî. Te got çi? Belê, raste û bersivek di cîhdaye, ez jî di navbera derî û dilê xwe da mame, derî vekiriye û dildara min li pişt derî xuya dike, li benda mine an ez li benda wê me. Her roj wê dibînim, bêhna viya efsûnî tê pozê min, kenên ku li ser rûyê vê geş dibin, ûsa bi forsek porê xwe davêje sermil, çaxê dimeşe tu dibêy qey qertelek li ser nêçira xwe vê diçe. Awirên ku li ser in bo dostan hêvî, ji dilê dijminan re jî… Jinên kurd çaxê hez bikin… Jinên kurd çaxê bi kevin eksê… Femînista serbilind û xweşik û bedew û spehî û rind û delal û ciwan… Ne gul e ne jî kulîlk, ez im gul û kulîlk ew bû qertelek bi tena serê xwe li esmanan! Dê were neçira te ez im, destê xwe sivik tevnegere, dilê xwe nerm neke, wek zarokek hildigirî were, wek neçira xwe dixî nav lehpên xwe were. Were, bi çi awahî, bi çi şert û merc dixwazî ûsa bê. Were bi bejna xwe ya bilind û kûbar. Were, bask şikandî, pê kulek, çav girtî me.

Te got çi? Baş e. Min femkir. Bi gotina xwe mafdarî. Welleh te xweş got, rewşa me ya îroyîn weka te gotiye: tişte ku mirov jê kêm e, tiştê ku însan dixwaze biveşêre, li dijî te kê hebe yekcarî hemû kêmasiyên xwe bar dikî û wek bayê sivik rexne û nirxandin tê weşandin, şîroveyên surrealîst û pêkenok tên û diçin. Bi wan ramanan geh kaşo kaşo geh sivik sivik pêşaroja me û ê we tê xêz kirin. Ji rûniştine, bêdengiyê, bêhereketbûne gellek çêtire. Lê hinek kolê hestên xwe, bi carkî vê çi ji dev derdikeve diweşinin wek giyayên bo bexçeyan zerar û ziyan in. Ne çav neqiş dikin ne jî birû xêz dikin xweşikî. Tu dibêy ewê werin ser xwe? Çîçî tu çi firlamayî rexneyên bo te dikim, ti jî li min verdigerinî. Pêşî lixwe vegerim û baş xwe nas bikim ne wisa? De baş e, weka tu dibêjî. Dîsa jî te hêviya xwe ji min nebiriye. Mala te ava, hevalên wek te hêviyê qet ji dest bernadin, bi saya we em her tim dinavbera jiyan û mirinê de dibînin. Here ji mirinê çêtire, seata te xweş.

Eşq ên ku devji me berdane, hesretên me, hêvî û xiyalên me, roja me, dîroka nûjen û carcarna ji emê bihevre herin salên ku me li pişt xwe hiştiyê bi bîr xin. Pisîkên reş a weka te Çîçî; bi quretiyên xwe, bi rabûn û rûniştinên xwe nadişibin tu kesî, nêrinên te î tûj, hestên li ser me diqewime. Forsa li ser te ye li ser nivîskarên cihanê dikeve valahiyê, têk diçe, wek têkçûna popîstên rojane, bikin-nekin nikarin bigîhijin wê forsa te ya xwezayî/sirûşt. Hin tişt henin Çîçî, di rih de tine be, xwezaya wî karî, hunera we di hindir de nehewiya be xav û bêtehm nîne? Her kes her tiştî dike, belê bila biceribînin, tu zerar û ziyan tineye. Lê biçepik û pêsnên vala meriv rêya xwe şaş dike û dawî rê de an di nîvê rê de çaxê bi ser xwe vê tey, rêçên ku li pişt mane nay xuya kirin jî.

Çîçî tu qet cîhê xwe nasekînî, ez behsa tiştek dikim tu werdigirenî ser min. Heyra di vê de kirde ez im, ez her tiştî nazim, ezê xwe înşallah bigîhijim zimanê asta Xanî û Cizirî! Nekene kuro, ji te re dibêm nekene! Nivîskar Hesenê Metê, di pirtûka xwe ya dawî Kitêba Salê de digot çi? Digot nekene abla. Me sê car Kitêba Salê xitim kir, dîsa jî em jê têr nebûn, du car bi deng nizm û carekî jî bi dengek bilind xwend. Ka em dîsa bêjin, de ev kenê te jî neqediya û çû, abla! Hesenê Metê didomîne, bawer bike… ku meriv radyoyek bida ber wî, wî ê di nîv saetê de nikanibûyabi ser kanala radyoya Dengê Erîwanê ve ji bibe, ew ê nizanibe veke.

Tu çima min ew qas biçûk dibînî, ma neheqe min e parikî pesnê xwe bidim, piçek partî û tevgera rexne bikim, jixwe derdora wan hatiye dorpêçandine? Û peyvên kes jê fem nake bi ser hevde rêz bikim, neheqê min e? Vêga ez te nasnekim ezê bêjim Çîçî çi mutewaziye! Egoya ku li ser awirên te dihewe -heta birçîbûna te li ber xwe dide ev egoya te- Raste Çîçî, xebera te ye. Herê, di deste min de jî gellek kar henin. Sê çeşît kek çêdikim, bîsqotî (biskuviyek îtaliyê: tê de hevir, rûn, hêk, şekir, rûne malê, findik, mewuj heye û taybetiya vê jî hiştbûn û qeliyayî be) amade dikim, sandîviçên sar. Keyfa te herî ji keka bi leymon ve tê. Zêde şêrînayî xwarin bo te çav kor bûne, haya te ji te hebe!

Her şeveq zimanê te li qorovasanan nekeve tu muşteriyan û me ga dîdî. Qafelatte, qapîcîno, amerîkano, espireso, kramel makîyato, firapîcînyo, çaytîlatte jî çêdikim. Baş e ku tu ji hêla vexwarine de ji bilî dêw û avê tiştek venaxwoyî. An ewê barê me behtir giran bibûya. Nekene. Xwarin û vexwarin jî estetîkê dixwazin, berpêş kirinê de afirandinê dixwazê, lê qeyde û ûsila çêkirinê eynî ye. Wek peyvên modern in bihesibîne, peyvên ku deste te dane, peyvên ku tu her roj bikartînî ji nû vê diafirinî, formek lêdikî, bi peyvrêziya xwe helbesta xwe ye xweser derdixî. Ji te re dibêm nekene.

Ji Farqînê heta Diyarbêkir û ji we jî heta Stenbolê her tim û her dem li derdora me, di nav malê de, bi hevaltî û hogirtiyek dûr û dirêj me li pişt xwe hiştiye bi pisîkan re. Mixabin me demek kin jî dijmînatiya hevûdin kir, sedema dijmînatiya me ji kevok bûn. Kevokên Diyarbêkirê. Li esmanên Ben û Senê, li bin keleha Amedê li ser banên çi ax û çi beton; her şeveq û berê êvaran mîhricaniyek rengo rengo dihat dîtin. Fîka fîka me bû, di destê me de şivek dirêj, bi serî vê poşetek reş û mezin, geh bi vir de geh bi wir de me dihejand bo qefleya kevokan ji çêla Ben û Senê hêrî bilind bibin. Li esman wek mûyek bê dîtin û armanca me jî ev bû. Li ser banên Ben û Sena çêl de bi kom kom bi qefle qefle kevok difîriyan; te digot qey her qefle holka asmaniya xwe rêz kiriye û digere. Li esman bi dehan qefleyên kevokan li dora xwe digeriyan, pirr kêm ji qefleyan kevok digîhiştin qefleyên hember, tek tûk ji qefleya xwe diqetiyan. Kevokbaz bi qetendina kevokê(an) re yekcarî bi lez û bez navê îxanetê li wan dikirin û wek îxanetçî dihesibandin. Ev hêrsbûn wek fikrên û îdeolojiya devletan ne, wek malên xwe dibînin, wek kole. Nêrinek kevnşopî. Ji bo genim dane wan, ji bo ava ku dane ber wan. Ewê ji qefleyan vediq-etiyane çêre ku dihat kirin, hêrsa ku xwediye kevokê digirt! Hîsek weka ku di qada şerek de serbazek serî tewandî vegere mala xwe… Wey mala minê! Eger kevok vegeriya û batana, cezaya ku dihat datîn, dihat ser zimên curbecur bûn, cezaya herî giran jî bask kişandin bû, çend meh li ser lingan meş, ji esmanên azad dûr, di nav çar diwarê banê de jiyan. Cezayê din jî li ber halakevn(eski hal)de were firotan, metayek bi xwîn û goşt.

Ax mirov ax! Qet nafikire, nabêje belkî kevok dilketiya xwe dîtiye, belkî hevjina xwe ya berê dîtiye, belkî ji cihê xwe acîs bûye, belkî di dilê xwe de anarşîstek îfleh nebûyî diveşêre. Ax insan ax! Tu çi qas xweş û bi dilrihetî ewê ne ji te bin û ji te re serî rakirine; zûzûka dikî bin lingan. Do jî tu wisa bûy îro jî ûsanî. Hema ji nişkava qerar û biryar tê datîn. Li ser vê meseleyê 27 sal bihuriye, ka emê çawa vê meseleya kevokbazên ku dijî kevokên serbestiye xwestine û ji xwe qefleyan rizgarkirine; bi kîjan zanyarî ve bê tehlîl kirin: sosyalojî an psîkolojî?

Kevokên me binav û navdar bûn, çend navan em rez bikin: Mîskî, Bilbil, Banko, Tekleciyên hêşîn û ê Merdînê, Perçelî, piskulî, Yusufî, Şekerî, Memelî, Semawî, Kurîgok, gullî, şevqelî, Homoma, Urfasarîsî, Zeytûnî, Atlas, Gogela, Çirnaxlî, cîgerî û ji bo “onluk”an çend hebeş hebûn di pina me de. Bi şev û roj em bi kevokan re radibûn û radizan. Bo me aktîvitek civakî bû, îro çawa ş’ir kom dibin û li ser helbestan gengaşiyê dikin, me jî li ser hunera kevokan û li ser taybetiyên wan gengaşiyê dikir, pesnê xweşikiyên wan me dida. Lê tu kes nedieciband kevokên din, her kes bi şîrê xwe qayîl dibû û hesûdî jî qedera me bû!

Gelo we çîroka Murat Ozyaşar xwendiye? Pirtûka viya bi navê Ayna Çarpması/ Bîr(s.54 “Kış Bilgisi”)ê de metafora “Kevok û Güvercin”ê bi psîkolojiya bindestan û bi destên serdestan de di mêtingehan de çi dane qewimandine û encama ku bi dest xistinê bi çavê zarokekî ve daye nîşandine.

Îş û karê me, xiyal û meşquliyeta me kevok bûn. Li banên din, kevokbazên ku hemberên me bûn, bi şerekî sivik û veşartî dihat meşandine. Kê û kîjan kevokbaz, kevokek bi dest bixistina êdî ew kevok ê wî bû. Kevokbazê mexdur ti heqe wî û mafe wî tine bû ku daxwaza kevoka xwe bike. Ev qeyde di navbera xwediyê kevokan de sozek bû û ji hezar salan ve de wek qanûn dihat nasîn. Li pey kevokan bi ban ban em diçûn, li bircên Diyarbêkir vê em hildikişiyan û kevokên xerîb, rêyên xwe hindakirine; bo me wek nêçirek bû. Çend caran li ser banên apartmana, li ser Bedena Amedê û bircên wî ye bilind bo kevokek em bi mirinê vê rû bi rû hatine. Vêga psîkolojiya neçir û neçirvanan baş fehm dikim, ev hîsek sirûştiye ku ji hindire te bilind dibe û li pey nêçira xwe ve diçî.

white and black bird on trunk
Photo by Kostya Levit Naddubov on Pexels.com

Çavê te ti tiştekî nabîne, ez dikarim bêjim ku weka îro bi çûndina te çavê min ji bilî te ti tiştek naxwaze bibîne û seyr bike. Sewdasera min a hişk û zalima dilnerm, ger tu neçirvan bî, minê xwe qurbana neçira te bikira. Çend wext derbas bû tu çûyî, denge te seh dikim, di xiyal û xewnan de qet naçike bêhna te. Lê tinebûna te, behn li min diçîkîne, sing asê dibe, namîne ne tehma avê ne jî ê nan. Çend min serî meyxaneyan da, çend cara çûm rezaleta xwe bidim nîşandinê, ewê ku ji min bêtir rezîl in. Ez bi wê şevê dijîm, baş bû ku ew şeva sar de min xwe li te pêça. Ma ji min re dengê te, ma ji min re valahî û kaosa te, ma ji min re siya laşê te û ê agir. Bi risteyên Ferikê Ûsiv bila dengê min bê te; “Çevê belek wê kil dida/ Beşera rû xweş gul dida/Zerqê hubê li dil dida/Dil ji min bir, dil ji min…”

Kevok eşq bû, kevok bo me fêrbûna jiyana Amedê bû, kevok bo me sewdaya ku nay îfade kirin bû. Û rojek birê minê mezin li ser Sûrê li pey kevokan bazda û pê şiqîtî û ket xwar, xwedê kir ku ket ser çopê û her du destên wî şikiyan. Ji we rojê vê de êdî me kevokan bi kaçaxî hezkir û xwedî kir. Wek îro hezkirina min a bi kaçaxî, weka em li welatê xwe dibin kaçax, kaçaxçî.

Minê ji we re behse pisîkên reş bikira, bi taybetî ji pisîka min a reş Çîçî. Bi min helbest nivîsandin jî wek vê nivîsiyê, bi hişê dervayî ve geş dibe, kontrol kirin carcarna ji destê te dişemite û diçe, ev tiştek baş e. Ne tenê helbest, tiştek ku bi hunerê tê afirandinê, ji derva tê û di hiş û hestên hunermend de tê hejmartin. Bi mesleya Çîçî ve derketin rê lê em hatin biranînên zarokatiya xwe, kevokên ku li esmanên Diyarbêkirê de bi dengê baskên xwe deng didan û teqleyan diavêtin. Di singa kevokek de gîhiştim evîndara xwe, bi baskên kevoka şatir çûm rûkeniya wê seyr kirim û hatim. Bila ev nivîs jî bi risteyên nemir Ahmed Xanî vê bi dawî bibe, risteyên ku bi eşq hatiye nivisandin, ev riste bila guhên ker bikin!

Ji nav stiriyan bişkivand sorgul

Te pê sewda û dîn kirin bilbil

Te sorgul kirin ciwan û xweşreng

Te bilbil kirin xweşdeng û aheng

Ev işq û evîna di dilan de

Bisk û kêziyên bi ser milan de

İşqa te ye dildiran dilşîne

Derdê te dilan her diêşîne

couple of hands

Emrê Mirovan Çend e?

Ji zaroktiya min heta îro, ez dikarim bibêjim du pirs hene qet ji bîra min naçin: mirî pir in an zindî, emrê însanan çend e?

Bersiva herduyan jî ne xema min e. Lê dîsa jî ez dixwazim der barê Danteyê, 720 sal berê gotiye “emrê mirovan heftê sal e” çend gotinan binivîsim.

Ez dibêjim qey li ser rûyê cîhanê di nav xwendavanan de, tu kesên ku Dante nas nekin tune ne.

Ger hûn ji yekê/î bipirs, qet nebe dê hûn ê bersiva “Dante nivîskarê  komediyayê ye” bibihîzin. Tenê tiştên derheqê wî de tên zanîn pirê caran hew ev qas in.

Dante avakerê zimanê îtalî, nivîskarê komediyayê, aşiqê Beatriceyê û yek ji pîrên wêjaya cîhanê ye.

Dante di dozdeh saliya xwe de cara ewil Beatriceyê dibîne. Dil digire. Beatrice wê çaxê hê neh salî ye. Cara duyem, piştî 9 salan, gava wê dibîne, Beatrice êdî 18 salî ye. Dante, di pirtûka xwe ya Jiyana Nû de, qala vê bûyerê dike.

Piştî demeke kurt Beatrice dizewice. Lê dilê Dante qet ji wê sar nabe. Çend sal şûn de, Beatrice dimire. Dante şîna wê digire. Piştî demekê, dikeve pey wê. Dixwaze here wê bibîne û bîne. Di komediyayê de Dante qala vê rêwîtiya xwe ya sembolî dike.

Komediyaya wî ji sê cildan pêk tê: Dojeh, Araf û Bihuşt.

Naveroka pirtûkê di vê nivîsê de me eleqedar nake loma jî em li pey naverokê nakevin lê derheqê teknîkê de, ez dixwazim hin tiştan bêjim.

Dante komediyaya xwe bi îtalî dinivîse. Dema bi îtalî dinivîse, li welatê wî zimanê wêjeyê zimanê latînî ye. Heta wê çaxê, ji xeynî çend stranên gelêrî, bi îtalî berhem nahatine nivîsîn. Dante dest bi karekî zehmet dike. Bi zimanê xwe dinivîse. Bi helbestî, bi Terza-Rîmayê dinivîse.

Ji her beşa komediyayê re Kanto tê gotin. Dojeh, ji 1+33 Kantoyan pêk tê. Kantoya yekem weke beşa despêkirinê ye. Di vê Kantoyê de qala armanca rêwîtiya xwe dike. Araf û Bihuşt jî, her yek ji 33 Kantoyan pêk tê. Yanî komediya bi tamamî 100 Kanto ye.

Dante di destpêka Dojehê (Kanto 1) de, dibêje: gava roj bû nîvro/ min dest bi rêwîtiya xwe kir. Ev “nîvro”ya wî, di vir de sembol e. Yanî dibêje, gava min nîvemrê mirovan kir, min dest bi rêwîtiyê kir.

Li gorî Dante emrê mirovan 70 sal e. Nîvê emir jî 35 sal dike. Yanî Dante di 35 saliya xwe de dest bi rêwîtiyê dike. Di vir de gere meriv pirsek bike: Dante li gorî çi dibêje emrê mirovan 70 sal e?

Dante li gorî Mezmûran dibêje (li gorî Zebûrê) di Mezmûra 90’î de rasterast ev hevok derbas dibe: emrê mirov heftê sal e. Dante vê hevokê digire û jixwe re dike hêma.

Dibêjin Dante di sala 1265’an de ji dayika xwe bûye.Ya rast, roj û sala jidayikbûna Dante rasterast nayê zanîn. Ji ber ku dizanin wî di sala 1300’î de dest bi rêwîtiya xwe ya sembolî kiriye. Ji 1300’î 35 derdixin û sala jidayikbûna Dante bi dest dixin: yanî 1265.

Wek hesabê ebcedê, bi şîfreyan sala jidayîkbûna wî hesab dikin.

Xwebûn

red and yellow round light

Cejna Pîrebokan

Necat Zivingî

31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdema paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Mîna ku dengê dilan hat guhê min: Bi xwedê ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e! Di pîrozbahîyên Cejna Pîrebokan de kundir di sûretê rûyê mirovên tirsnak de tên qewartin û ronîkirin, baloyên maskeyî tên lidarxistin, serdana malên bi perî tê kirin.


Cîhana Anglosakson vê rojê wek Halloween (All Hallow’s Eve – Roja qudsîyan) bi nav dike. Îcar ya ecêb çawa qudsîbûn, guneh, perîyên keç û jinên sipehî yên çîrokî û pîrebok di heman mîhrîcanê de li hev dicivin! Û kundir çi eleqe! De ka em li xwe vegerin: Dewsa pîrebokan li cem me çawa ye?


Gundê me gundekî asê û bilind e. Hê jî wisa ye! Keliheke dîrokî lê heye. Û ya herî giring tev şikeft e. Jixwe wateya peyva zivingê bi xwe şikeft e. Di zaroktîya xwe de min gelek behsa pîrebokan dibihîst. Mîna ku di şikeftan yan jî xirbehan de bûn. Dema dengê lêdana tenekeyekê mîna daholê ji dûr ve dihat, digotin daweta pîrebokan e. Carinan jî dihat gotin ku yek di xirbehekî de li pîrebokekê rast hatîye ku serê xwe dişûşt. Yekî yek girtiye. Yek bi yekê re zewiciye û filan û bêvan…

two jack o lantern lamps
Photo by Toni Cuenca on Pexels.com

Pîrebok cin bûn, yan ji cinan cuda bûn, nayê bîra min. Lê di hişê min de wek jinên ciwan û delal û nîvtazî mane. Nizanim çima! Dibe ku têkiliya Pîrebokan bi Leannán Sídheyê re hebe. Ew jî jina efsûnî ji cûreyê cinan e ku dibe îlhama şairan. Mijara Pîrebokan ne wek cejn û mîhrîcan, lê wek vegotin di nav me Kurdan de cîyekî xwe yê taybet heye. Gelek caran ji bo tirsandina zarokan hatîye bikaranîn. Na! Gurê Manco tiştekî din e.


Hevalên ku li ser tora civakî ji min re nivîsîn, mijar û zanîn xweştir kirin. Pîrkên hinekan ji wan re behsa ecacok û daweta pîrebokan kirine û mîna ku dê wan birevînin zarok tirsandine. Hevalekê vegotina pîrebok zarokên çil rojî dikujin, şibihand mîtolojîya Lîlîthê ku bi min baldar e.

Xuya ye ku li cem me Kurdan pîrebok ne pîrejin in. Li hinek deveran keçên delal û porxelek şibandine pîrebokan. Di vegotinan de pîrebok bi giştî li kavilan dijîn, porê wan pir û gijik e ku rûyê wan jê nayê xuya. Pêsîrên wan tazî ne, rûyê wan li alîyekî pîyê wan li alîyê din dinêre. Pêştemaleke reş yan jî sor girêdidin, sir û razan, cîyê xezîneyan dizanin. Şevên zivistanê bêtir tên nava gundan, dikevin axur û kadînan. Serê Nîsanê zêdetir li ber çeman in. Tenê li gundê kevn û yên bi şikeft dijîn. Ji hesin û derzîyan ditirsin.


Li hinek deveran tiştekî hesinî dixin bin balgehên pitikan, jin derzîyan dixin kofîyên xwe. Heger mirovek bikare derzîyekê di pêsîra wan rake, dikare bibe xwedîyê wan. Ew bi xwe nikarin wê derzîyê ji canê xwe hilkin, encex dikarin zarokan bixapînin û bi wan bidin rakirin û azad bibin. Li ser roj û mehên wan yên pîroz jî vegotin hene.


Gelek navên Pîrebokan hene mîna pîrebotk, pîreboşk, ecacok, pîrhevok, cazû, pîrelk, pîresêr û hwd.

Tabloya Luîs Rîcardo Falero ya di 1887an de çêkiriye, rêwîtîya pîrebokan ya ji bo civîna Sabbathê teswîr dike, gelek balkêş e. Li gor bawerîyan, ev civîn salê carekê di serokatîya şeytên de nîvê şevê pêk tê.


Baş e nizanim vê nivîsa ku perîyên delal, Lîlîth, Leannan Sîdhe, Pîrebokên me Kurdan, Mephisto û kundir tev li bin guhê hev ketin çawa bi dawî bînim! Lê min got belkî derîyekî tirsnak li lîteratura me Kurdî vekim û hew. Bila keşe ewqasî jî netirsin! Bimînin di nav kelecanê de.

temporary tents on ground in daylight

Hêviya Xalê Temo

Kadir Stêra


Perdeyek zêrîn li ber şibakê, radibim ser xwe perdeyê ji per şibakê didim alî. Tirêjên rojê şewqa xwe didî hindurê odeyê. Ez di dilê xwe de dibêjim: “Heger tîrêjên rojê hebin; hêvî jî têra xwe heye. Heger tarîtî hebe; ronahî jî têra heye.” Muzîka xwe vedikim radihêjim telefona xwe “Înstegramê” vedikim. Storiyek vala, du storiyên vala. Xwarinên ku dixwîn parvedikin, nedizanim li kû rûniştine wê parve dikin. Ji xwe re li hêviyê digerim; lê tiştên vikîvala derdikevin pêşiya min. Hêvî ha hêvî, hela bêje min tu heye, heger tu hebe tu li kû yi? Çawa min “Înstegram” digirt, min dît rûpela hate pêşiya min. Çavên xwe, min li hêviyê asê kir. Min dît Hogir Ar, hunermendê hêja bi çend hevalên xwe re di rêdeyi.Barê wan xeyalên zarokên êzidî , berê wan li Teyrên Tawis. Dilê wan ji bo wan zarokên Kurdên hur lê didî, ew zarokên ku hê li ser ola xwe. Bo zarokên Zerdeştê Kal necemidin, ketine nava tevgerekê. Li navçeyek Batmanê ne, zarokên penaber li dora wan civiyane. Ez di cê cî de li Hogir digerim. Mirovên heman tişt bala wan dikşînin û ji heman tiştî hezdikin kêfa wan ji hevdû re tê. Ez û Hogir jî, ev çend salin hev nasdikin û çawa derfetê dibînin li ser ola me ya kok êzidîtiyê sohbetê digerînin. Wê rojê jî, gava lê geriyabûm, ji min re qala çîroka Xalê Temo kiribû. Wî qal dikir û min bi kelecanî lê guhdar dikir. Min ji xwe re digot :”Kanî hêvî li kû yi?,” Ha ji te re Hêvî

Xalê Temo û hevala jiyana xwe dema Daîş êrîşî Şingalê dike bi hawakî direvin û diçin Ewrûpa. Piştî çend salan bê ka çi dibe Xalê Temo tê Kurdistanê, li kampa penabera dimîne, paşê dikeve xanîyekî. Hêviya xwe qut nake, armanca wî ya herî mezin ew e ku li teyarê siwar bibe û biçe jina xwe, hevala xwe bîne. Hogir piştî sohbeta me dibêje: “Mamoste, ez ê ji te re du vîdeyo, çend wêneyan rê bikim, hela tu hînî çîroka Xalê Temo bibe, ev çîrok hêjayî bibe roman.”Bi kelecanî li bendî Hogir im.Vîdeo û wêne tên. Ez çi bibînim başe, howyano ev hezkirin çi qasî pir mezine, çi qasî pîroz e. Xalê Temo mîmariya xaniyê xwe şûxlê hepsê avakiriyi. Ji rengê derî, hetanî têlên ser dîwar xanî ji xwe re kiriyi heps. Xalê Temo, hetanî hevala jiyana wî ji Ewrûpa neyê; gerdûn li xwe kiriye heps û zindan. Gava li vîdeoya dudik dinêrim, dibînim ku li ser derîyê hewşa Xalê Temo wêneyekî teyarê û wêneyê jina xwe li ser teyarê zeliqandiyi. Xalê Temo, hêviya xwe qut nake wê hevala xwe li teyarê siwar bike û berê xwe bidin Şingalê. Li bendî wê roja mezin e. Ew bawer dike, wê bawerî jê re bibe hêz û rêya ronî bike. Tesira Xalê Temo li ser min e hê, ez vê carê li wêneyan dinêrim. Li ser dîwarê malekê marek mirî hatiyi zeliqandin. Ez li ser wêne hûr dibim, gelo ev ji bo ku mar li gorî riwayetê alikariya Melekê Tawis kiriyi bi dîwêr ve hatiyi zeliqandin an bi tiştekî din re girêdayî ye? Belkî ji bo ku mar di aliyê tenduristî de, ji jahra wî derman têne çêkirin bi vî hawî belkî fikirîbin ji xwe re dibêjim; lê ya pêşî bêhtir derdikeve pêş.

Ew roja min li gund bi hînbûna çîroka Xalê Temo derbas bû bû. Min ji xwe re digot: “Divê hunermendî li ser xeta rast bê meşandin, dûrî ego û kompleksan be. “Hogir dabû dû rêya rast bi qasî hunera xwe, bi wî dilê xwe yê agir ji bo gêlê xwe qederê du mehan xebitî. Ji cilan, solan, êzingan, ji pet û alavên jinan, yên paqijiyê hertişt top dikirin û hêviya mirovatiya mezin geş kirin. Anha jî, ew û hevalên xwe bingeheke komeleyekê ava dikin. Hogir digot: “Em ê navê vê komeleyê bikin Gavên Cemidî.” Divê em hemû kes piştgirtiyê bidin vê komeleyê, bo zarokên rojê necemidin.

Bo ronahî geş bibî û mirovatiya mezin şîn bibe çar perçê warê me xebatên bi vî rengî zêdetir bibin wê baştir bibe.Encax em bi destê xwe dikarin birînên xwe derman bikin, ji me pêve kesekî me tune.Hewcedariya me ji hevdû heye, bo em jiyaneke ronî ava bikin, divê Hogir Ar ên me zêdetir bibin. Hunera me çi be, tevgerên me jî gerek ew be. Hogir bi qasî hunera xwe bi pratîka xwe jî li cem gêlê xwe ye. Min xwest bi rêya vê nivîsê silavek Zerdeştî bidimê. Silav ji bo te Ar, hezkirina Teyrê Tawis ji ser te qut nebe…

pink black and yellow abstract painting

HUBR

Eyşana Beravî

Ji nişkêva tepek li dilê min ket,veciniqîm. Hubra penûsa min li lênûska min belav bû. Hêdî hêdî dîmenekî di nav hubra reş de zelal bû. Di dîmên de hewarîye. Mîna morîyan însan dikişin lê yek ji wan nagihije meytê li peravê rê  virvirandî.  Ji dêvla mirîyan bi sixûr û mellayan mişt e erebeya cinaze. De êdî ez jî nizanim bê ka mirîne an zindî…!!! Berê tivingan li çarnikal girtine. Çend jin li ber serê meyt dilûrînin:

“Zeynel lawo me ji te re go tu neçe tu xortî,

lawo mala bavê te penaberî kuribî kuribî

Diberizin li jinên ku dilûrînin. Çend xortik mil kutane hev û diqîrin “ ne hewceyê şûştinê ye, ew bi hubrê şûştîye.”

    Çewtîyek di vê dîmena li ser lênûska min de heye..!!! Ev hewarî naşibe hewariyên heya niha dîtibûn. Ku em dizanin mirî dimirin, tên şûştin, tên kefen kirin û defn kirin. Lê di vî dîmenî de mellayên li der dorê ne, xurifîne qey. Li mirî û xweyîyan gef dixwendin ji bervayê fatîha de. Hubra li ser lênûska min her diçe zelaltir dibe. Lê qêrîn her zêdetir. Tê nagihîjim ewan em fêrî ev çend merhaleyan kiribûn lê niha berevajî diçin. Belkî jî min ê bigota ku bi riya rast de…!!! Siya mirîyên vê axê jî ewan diqutifandin. Min destê xwe li hubra ser lênûskê gerand. Min ku dît çarîneyek li kefa destê min.

“emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê ”

 Dîmen şolî bû, keskesorê meytê wî dabû pêş xwe  û berê xwe da ber bi gundê Qiçix a Gimgimê ve…

Ewrekî qerase bi xemê nepixiye û xwe li ser welat kiriye sîwan.  Mirov hêdî hêdî belav dibin. Lûrînên jinan diçirpise ser riyan. Rêçên mirovên tu carî negihaştin hewariyê, li ser dilê wan  her û her ma.

Bi hubrê li şûna dîmen diroka rojê wiha nivîsî;
“26 Sebat 2020 Roja mirina Nivîskar Zeynel Abîdîn Xan. Mirîyê bi hubrê şûştî.”

close up photo of abstract surface

BÎZMALOG

Eyşana Beravî

Carina hîn tişt min bixwe re li ba dikin, dibin hîn deran. Ji bîr dikim li ku me, li çi digerim !!!
Li zeman diqelibim, guhê xwe didim ber devê hîvê. Dawa çi li hîvê dikim nizanim.
Evan tevan li bajarekî piçûçik, di nav otobêsa şaredarîyê de difikirim. Dengê zarokekê min
ji wê bîra fikran dertîne.

– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye ?
Dayîka keçikê bi şaleya xwe li paldanka hember rûniştîye. Keçik û bavê xwe li kêlaka hev in .
Bav li hev soro moroyî dibe û diquncirîne keçikê. Keçik cardin dipirse.
– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye?
Dev û rûyê dayê pêçayîye, di bin rûpoşa xwe de dike mineminan. Bavê zarokê diqehire û şeqamek li keçika xwe dixe. Keçik bi qêrîn tiştinan dide serhev ji bavê xwe re. Ne girîyên wê diqedin ne jî xeberên wê. Rêwîyên di nav otobêsê de dikevin heyra derpê. Li kolana Bedlîsê dadikevim, di bin bîzmalogên heye mîtroyek dirêj de dimeşim. Dizanim ez ê rojek bi van bîzmalogan herim. Li vî welatî her tişt ji bo kuştina însên e , ne ji bo jîyandinê. Heke peyarê nîvmîtroyek din jî fireh ba, ez ê netirsiyabûma. Di seqema -18 derece de dimeşim. Hêlma min li berçavkên min dide û dinya ji min ve xumam xuya dike. Serê mijangên min en ji hêlma min şilbûyî, qeşa digirin û bi hev ve dizeliqin. Pêlûkên çavên min nîvkêşî û serê mijangên min li hev asê . Heke li bajarekî erd qeşa girtibe tu mafê mirov tune ye ku destên xwe têxe bêrîkên xwe.
Serê tilîyan biqerisin jî çêtire. Ku wiha nebe gava mirov şemitî wê qorik û pişt li mirov bişikê.
Nola a vê kêliyê jinekê bi solên pehnî bilind li ser erda qeşa girtî dimeşe. Pehnîya solên wê dike çîze çîzan di guhê bajêr de. Xwe nagire û serpişt dikeve. Hersê zilamên li ber cam a dikanê ne, zîq li çîmikên jinikê dinihêrin û dikenin. Jinik destên xwe ji bêrikên xwe dertîne dide erdê radibe, li hersê zilaman dinihêre û dibêje “ baldar bin, gava hûn filitîn serdev nefilitin ha, heke na hûn ê nikaribin carek din bikenin.”
Bi ligligên serê tilîyan û bi dengê kasetfiroşê ku tim û tim dengê mûzika wî bajêr dihejîne, dengê Şakiro dixe bêrîka dilê me û bi me re dişîne malê. Bi dengê wê keçika şeqam xwaribû, dimeşîm. Derdê keçikê ne yek bû. Di nav ecêba gel de şeqama xwaribû li hêlekê, êşa şeqamê hêlekê, de îca mesele derpê bû û nizanibû gelo derpê li dêya wê heye an na !!!


Belkî heya hatiba temenê diya xwe jî wê bi bersiva vê nizaniba. Û bav jî wê tu carî nizaniba ku bersivek kurt wê ji şeqama wî bêhtir bandorê li keçikê kiriba.
Nizanibû zarok tim li bersivan digerin. Lêpirsîn ji bo wan pir girîng e. Gelek tiştan bi pirs û lêpirsînê fêr dibin. Helbet heya bersiva pirsa di hişê xwe de nebînin hiş nakin. Bi vê riyê jî têkilîyê datînin. Gava tên hiş kirin têkîlî diqete. Bi qetandinê re jî zarok xwe di nava xwe de vedişêre. Hiş dike û hiş kirin dibe sedema kêm hîs kirin û kuştina wêrekiyê . Wêrek bûn, lêpirsin û tekilîyek xurt bandorek mezin li ser perwerdeya wan û kesayet û jîrîtîya wan dihêle.


Zarok hevalên me yên biçûkin û sohbeta bi wan re gelek bi kêf e.
Belê sar e, sirr a sar li dev û rûyê min dide. Av bi pozê min dikeve. Radiwestim ji zarokê destmalfiroş destmalekê dikirim. Destên me herdunikan jî ariyane ji seqemê. Em bi zorê pereyên hûrikî (qewlî zarokan ve yên zêrîn) dixin bêrîkên xwe. Pakêtê vedikim pelek destmal dertînim ji xwe re, yekî ji didim kurikê. Em pozên xwe paqij dikin. Mêzîneyek li ber e, li min dinihêre û dibêje xwîşkê tu xwe namêzîn î ?
Difikirim.!!!
 Erê dimêzînim lê heke tu bikaribî texmîn bikî bê ka ez çend kîlo me.
Bi çavên hurikên xweşik sertapê min dipîve. Û dibêje
– Bi ya min tu 48 an 49 kilo heyî.
Bi herdu lingan derdikevim ser mêzîneyê pêncî û sê nîşan dide.
– Jixwe qapût û sol, kincên heft qat bi ser hev de li te ne, şeş heft kîlo ne. Net brût 48 kîlo yî xwîşka min. Lê ez ji te re bêjim tim wiha bimîne tu wiha xweşik î.
Dibişirim û dibêjim tu jî tim wiha xweşik binihêrî.
Digihîjim otobêsa saet çaran. Şofêrê otobêsê kilama Mala Seydo dide serî. Û ji kaloyê kêleka xwe re dibêje mamo hela tu jê fehm dikî bi min jî bide fehm kirin. Otobês min bi xwe re dibe. Hewaya sar ji hev diqelêşe û berê xwe dide ber bi …