Podcastên Kurdî

Berken Bawer

Podcasting, weşana hilberên medyaya dîjîtal (bernameyên radyo, vîdyo, û hwd.) in, Bi piranî di forma rêzefîlman de, li ser înternetê, ku li ser kombers û alavên barkêş (têlefonên desta, tablet, û hwd.) têne dakêşandin – bi gelemperî bi agahdarkirinê. Ji pelên bi vî rengî dakêşandî podcast têne gotin.

Peyva podcast di 2000’an de ji bêjeyên “pod” û “weşandin” a di peyva “iPod” de hate afirandin. Podcast yekem car ji bo iPod-ê hatin pêşve xistin, lê term podcast-ê ne tenê ji bo iPod-ê îro tê bikar anîn.

Cûdahiya pergala podcastê ya ji daxistina tomara bihîstwer an vîdyoyê ya bernameyek ji înternetê ev e ku ew ‘feed-agahdarî’ bikar tîne û bi vî rengî her beşa nû bi temaşekirina nermalava taybetî bixweber tê barkirin. Bi saya pergala podcastê, hûn dikarin beşdarî bernameyên amadeyî yên radyo / televîzyonê bibin û her dem li her cîhazê li wan temaşe an jî guhdar bikin.

Wekî ku hûn jî dibînin, danasîna podcastê wiha ye. Niha, di vî warî de di Kurdî de pêşveçûnek cidî heye, û em ji nêz ve li van geşedanan binerin.

  1. PodCast Kurdî

Podcast Kurdî, di hisabê xwe de xwe wiha ”Ev dem û hemû demên we baş bin kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê. Di demeke nêzîk de êdî bi anonsa; “guhdarên ezîz Podcastkurdî qise dike” em ê di xizmeta we de bin” pênase dikin.

2. Kurdish Women PodCast

Canikê bi Îngîlîzî weşanê dike, pirsgirêk û serpêhatiyên jinên kurd bi zimanêkî şêrîn eşkere dike. Kesên ku bi Îngîlîzî zanî be teqez bişopîne û guhdar bike.

3. The Kurdish Edition PodCast

The Kurdish Edition PodCast jî mina me bi navê Îngîlîzî derketiye pêş lê hemû naverokên wê bi Kurdî ne.

4. Hûrbînî

Bi rastî PodCasta herî bala me kişandiye Hûrbînî ye. Mijarên gelekî ecêb dineqîn in, bi hesret li benda beşên nû dimînin.

5. PodCasta Rûşiştî

Di hisabê İnstagramê de xwe wiha pênase kirine, ‘‘Podcastek li ser pêşketin û serpêhatîyên gelên kurd.”

6. Kurdistan PodCast

Di warê dîrok, çand, civak û dîasporayê de podcastan amade dike. Aqilbe bi Îngîlîzî ye.

7. Podcasta Ziman

Mijarên cûda de podcastan amade dikin. Robin Şahin birêve dibe.

SEWREKE KUJER “KALAŞNÎKOV” AN JÎ “KELEŞ”

Bi sêwirandina Mikhail Kalashnikov bi salan e çeka pratîk a bi navê Kalaşnîkov bi nav û deng e. Him bi sivikbûna xwe him jî bi pratîkbûna xwe ji aliyê gelek dewlet û rêxistinan ve wek çekeke sereke tê bikaranîn.

Modelên AK-47 û AKM navdartirîn modelên Kalaşnîkovan in. Herwiha ew sêwra çekê ew bi salan e di şer û kujeriyê de roleke mezin dilîze. Li cîhanê bi milyonan kes ji ber guleyên ji ‘Keleşê’ jiyana xwe ji dest daye.

Bi çend wêneyan serpêhatiya Kalaşnîkovan.

Jêder: https://www.parzemin.com/sewreke-kujer-kalasnikov-an-ji-keles/

Çi Bedena Çînê Bêhempa Dike?

Werger: Xulamê Mîr

Redaksiyon: Ronya Bewran

Ejderhayekî ji kevir û 20 hezar km dirêj di seranserê Çînê re bi awayê fetlonekî digere. Bedenên Çînê di serdema Chunqiu de ji aliyên mîrekiyên cuda ve bi dîwarên ji bo parastina li hemberî erîşên eşîrên koçber hatin avakirin. Dema ku Qin Shi Huang B.Z. di sala 221î de Yekîtiya Çînê pêk anî, ji parastina Çînê zozanê Tîbetê û Okyanûsa Pasîfîk bûn bariyerên xwezayî, lê bakur ji bo erîşên Moxol-Tirkan vekirî bû. Ji bo parastina li dijî van erîşan, Împaratorî dîwarên kevin, mezintir û qewîntir kirin û hev ve girêdan. Dîwar ji rojavayê Lintaoyê heta rojhilatê Liadongoyê dirêj bûn, bi navê Diwarê Dirêj deng veda.

Ji bo avakirina dîwêr, împaratorî leşker û peywirdar tayîn kirin, di desthilatiya Qin de bi hezaran karkerên wî dîwarî hebûn û gellek ji wan gundiyên ku bi zorê dişuxilîn an girtiyê hepsê bûn. Dema desthilatiya Han de dirêjiya diwêr giha 6000 kmyê û ji Dunhuang heta Deryaya Bohai ve dewam dikir. Şixulandina karkeran a bi zorê, di dema împarator Xuandi de jî dewam kir û dîwar bû wek cihê şkenceyê. Helbest û efsane qala goristanên mezin yên karkeran dikin. Heta dibêjin karker di nav dîwêr de jî hatine veşartin. Tu bermayiyên mirovan neyên dîtin jî kortalên goran nîşan didin ku gellek karker ji ber keza, birçîbûn û westandinê mirine.

Dîwar pirr qewîn e lê hatiye derbas kirin. Cengîz Xan û kurî wî Khublai Xan di sedsala 13an de di dema dagirkirina Moxolan de dîwar derbas kirin. Dema malbata Ming di sala 1368an de bûn serdest, bi kevir û tuxlayên ku ji derdorê peyda kirin, dîwar hê bêhtir qewîn kirin. Bilindahiya wî dîwarî 7 metre, firehiya wî 6,5 metre û dirêjahiya wî jî 9 km bû û nobedarê dîwar jî hebûn. Dema ku erîşker xuya dikirin, ji bo ku hêzên alîkariyê werin di navbera kelehan de bi agir û dû, peyam belav dikirin. Di qulên biçûk re tîr, di yên mezin de jî kevir diavêtin erîşkaran. Lê dîsa jî ev têr nekir. Di sala 1644an de, eşîra Manchu ji bo desthilatiya malbata Qing ava bikin, bi Moxolan re hevakarî kirin. Ev cara duyem e ku Çîn ji aliyê van kesan ve tê birêvebirin ku pêşiyê diwar li dijî wan hatibû avakirin. Piştî ku tixubên Împaratoriyê dîwar derbas kirin, dîwêr armanca wenda kir. Dûre ji bo ku nehat kutakirin, dîwar hilweşiya, dîwar binax bû û tuxla û kevirê wî hatin talankirin. Lê hê jî dîwar bikêr bû.

Di şerê cîhanê yê duyem de dîwar ji bo parastina li dijî Japonyayê hat bikaranîn û beşek ji dîwêr hê jî ji bo leşkeriyê li kar e. Lê niha armanca sereke ya dîwêr  kulturî ye. Dîwarê herî mezin li ser ruyê erdê ye. Di lîsteya UNESCOyê ya mîrateyên cihanê de ye(1987) ji bo parastina Çînê hatiye lêkirin, niha pêşbaziye ji milyonan turîstan re dike. Bi hatina ewqas turîstan dîwar tê hilwşandin. Lewre dewleta Çînêji bo parastina dîwêr hîn tedbîr standin. Carinan tê gotin ku ev diwar, avahiya yekem e ku ji fezayê tê xuyakirin. Mixabin, ev bi tevahî ne rast e. Ji nêzîkî erdê hemî avahiyên mezin, wek pir, wek balafirgeh xuya dikin, dîwar jî bi dijwarî xuya dike. Li ser heyvê jî binî xuya nake. Lê ev ne xem e, divê li ser ruyê erdê em li ser dîwêr bixebitin, ji berk u hîn parçeyên dîwêr ji nû ve tên kifşkirin. Her parçeyekê dîwêr ku tê dîtin, nirxên vê abîdeyê bêhtir tê zanîn.