red and yellow round light

Necat Zivingî

31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdema paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Mîna ku dengê dilan hat guhê min: Bi xwedê ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e! Di pîrozbahîyên Cejna Pîrebokan de kundir di sûretê rûyê mirovên tirsnak de tên qewartin û ronîkirin, baloyên maskeyî tên lidarxistin, serdana malên bi perî tê kirin.


Cîhana Anglosakson vê rojê wek Halloween (All Hallow’s Eve – Roja qudsîyan) bi nav dike. Îcar ya ecêb çawa qudsîbûn, guneh, perîyên keç û jinên sipehî yên çîrokî û pîrebok di heman mîhrîcanê de li hev dicivin! Û kundir çi eleqe! De ka em li xwe vegerin: Dewsa pîrebokan li cem me çawa ye?


Gundê me gundekî asê û bilind e. Hê jî wisa ye! Keliheke dîrokî lê heye. Û ya herî giring tev şikeft e. Jixwe wateya peyva zivingê bi xwe şikeft e. Di zaroktîya xwe de min gelek behsa pîrebokan dibihîst. Mîna ku di şikeftan yan jî xirbehan de bûn. Dema dengê lêdana tenekeyekê mîna daholê ji dûr ve dihat, digotin daweta pîrebokan e. Carinan jî dihat gotin ku yek di xirbehekî de li pîrebokekê rast hatîye ku serê xwe dişûşt. Yekî yek girtiye. Yek bi yekê re zewiciye û filan û bêvan…

two jack o lantern lamps
Photo by Toni Cuenca on Pexels.com

Pîrebok cin bûn, yan ji cinan cuda bûn, nayê bîra min. Lê di hişê min de wek jinên ciwan û delal û nîvtazî mane. Nizanim çima! Dibe ku têkiliya Pîrebokan bi Leannán Sídheyê re hebe. Ew jî jina efsûnî ji cûreyê cinan e ku dibe îlhama şairan. Mijara Pîrebokan ne wek cejn û mîhrîcan, lê wek vegotin di nav me Kurdan de cîyekî xwe yê taybet heye. Gelek caran ji bo tirsandina zarokan hatîye bikaranîn. Na! Gurê Manco tiştekî din e.


Hevalên ku li ser tora civakî ji min re nivîsîn, mijar û zanîn xweştir kirin. Pîrkên hinekan ji wan re behsa ecacok û daweta pîrebokan kirine û mîna ku dê wan birevînin zarok tirsandine. Hevalekê vegotina pîrebok zarokên çil rojî dikujin, şibihand mîtolojîya Lîlîthê ku bi min baldar e.

Xuya ye ku li cem me Kurdan pîrebok ne pîrejin in. Li hinek deveran keçên delal û porxelek şibandine pîrebokan. Di vegotinan de pîrebok bi giştî li kavilan dijîn, porê wan pir û gijik e ku rûyê wan jê nayê xuya. Pêsîrên wan tazî ne, rûyê wan li alîyekî pîyê wan li alîyê din dinêre. Pêştemaleke reş yan jî sor girêdidin, sir û razan, cîyê xezîneyan dizanin. Şevên zivistanê bêtir tên nava gundan, dikevin axur û kadînan. Serê Nîsanê zêdetir li ber çeman in. Tenê li gundê kevn û yên bi şikeft dijîn. Ji hesin û derzîyan ditirsin.


Li hinek deveran tiştekî hesinî dixin bin balgehên pitikan, jin derzîyan dixin kofîyên xwe. Heger mirovek bikare derzîyekê di pêsîra wan rake, dikare bibe xwedîyê wan. Ew bi xwe nikarin wê derzîyê ji canê xwe hilkin, encex dikarin zarokan bixapînin û bi wan bidin rakirin û azad bibin. Li ser roj û mehên wan yên pîroz jî vegotin hene.


Gelek navên Pîrebokan hene mîna pîrebotk, pîreboşk, ecacok, pîrhevok, cazû, pîrelk, pîresêr û hwd.

Tabloya Luîs Rîcardo Falero ya di 1887an de çêkiriye, rêwîtîya pîrebokan ya ji bo civîna Sabbathê teswîr dike, gelek balkêş e. Li gor bawerîyan, ev civîn salê carekê di serokatîya şeytên de nîvê şevê pêk tê.


Baş e nizanim vê nivîsa ku perîyên delal, Lîlîth, Leannan Sîdhe, Pîrebokên me Kurdan, Mephisto û kundir tev li bin guhê hev ketin çawa bi dawî bînim! Lê min got belkî derîyekî tirsnak li lîteratura me Kurdî vekim û hew. Bila keşe ewqasî jî netirsin! Bimînin di nav kelecanê de.