
Eyşana Beravî
Wê kêlîya min qumçên ber paxîla xwe didan hev, qîrîna jinekê kerikên guhên min lerizandin. Li ber neynikê me û neynik ber devêje. Reş û mor. Awirên min û a di awêneyê de li hev asê dimînin. Sîya Besna Xelîl ode dagirtîye û sewta wê her du qumçên ber paxîla min diqetîne, qumçik dipekin li rûyê neynikê dikevin û va ye neynikê em pîrr kirine.
Min perçeyên neynikê civandin, bi hev ve cebirandin û jê pirsî:
Ka ji min porkurê re bêje bê ev çi ye?
Neynik ji derzên kûr kêlimî:
Qey tu nizanî neynika dîrokê me?
Di nava xwe de hewandiye şeş heyamên bi kul û derd. Hebandiye şêst û şeş hezar jinên bi xem û keser. Min hêdîka bi her du destên Besnayê girtin û min li ber wê çok dan.
Me şê û şêbiskên xwe badan. Ji diranên mircanî, me sî û sê morik bi benê lêvan ve kirin. Me destên xwe dirêjî bûka baranê kirin û bi enîyên xwe ve girêdan. Me qeyd û beydên di zendên xwe de kirin şûtik û bi miradê Îbrahîmkê Temo ve kir.
Dinya kêlîyekê nezîvirî, gerdûn carekê heyirî û
ruhê Besnayê ji serê tilîyan herikî nava kefên min. Di nav kefên min de dilerizî….