Lêgerîn û Bihuşta Xezalan

Kadîr Stêra

Di vê nivîsê de, em ê berî bidin Bihuşta Xezalan û pala xwe bidine qurmê darekê. Em ê dîmênên pastoral li wir temaşe bikin û bidine pey xeyalên xwe.

Ew xeyalên ku vê gerdûnê bi me şêrîn dikin. Wê ev berhem jî, di wê gerdûna xwe a xeyalî de, pir tiştan li ber çavên me şêrîn bike. Wê dêya me, li wir ji me re qala çîroka Hesenîkê Gavan bike û em ê di çîrokê de xwe wenda bikin. Bihuşta Xezalan ji aliyê Eyşana Beravî ve hatiye afirandin,  bi dilê xwe ê xwezayî, xwe ji êşên xwe rizgar kiriye û berê me dide Bihuşta Xezalan. Her çiqasî wê ev berhem afirandibe jî, ew ne bihuşta wê  tenêye; ew Bihuşta kesên wenda ne, ew kesên ku dixwazin bi Xezala xwe re an jî, bi Erebê Ûnisê xwe re li ber şewqa heyvê bi hevdûre şa bibine ye.

Wekî ku wê jî got : ‘‘Ev romana jinên bedew û mêrên bedewe.

Ma mirov bi dûv xewnan dikeve! Ji bo dîtinekê, dînitîyek kiribû.”

 (Beravî Eyşana, Bihuşta Xezalan – Weşanxaneya Lîsê, rûpel: 63)

Mirov bi dû xewnan dikeve û pir caran di wan xewnan de jî, xwe wenda dike.

 Ji bo dîtinekê divê pêşî lêgerînek hebe û bere wê lêgerînê li heqîqetê be, berê wê li civakê be. Ew lêgerîna me li ser esasê civakê nebe, em ê di nava hîçîtiyekê de têk biçin.

Em ji bo dîtinek li ser esasê heqîqetê ava bûye, xwe di nava rûpelên berhemê de wenda dikin. Ev berhema  fantastik, didaktik û epîk ji xwe re derdek kiriye bar û dixwaze rêyekê li ber me veke. Geh bi bûyerekê geh jî rasterast bi rêya wan hevokên ku bêhna helbestê difurînin re dixwaze şîretan li meriv bike. Carinan bi peyamên vekirî û carinan jî, bi peyamên girtî dixwaze em di kesayeta xwe de hin tiştan bikujin û hin tiştan ava bikin. Em mirov in, me şîrê xav vexwariye. Bi qasî qenciyan xerabiyên me jî hene. Ji ber vê em berê xwe didin lehengan û belkî hemû kesê/a ku ev berhem xwendibe ev pirs ji xwe re kiribe : ‘‘Gelo ez kîjan leheng im?”

Ji meşa mirovatiyê hetanî vê roja me, trajediya me a herî mezin e lêgerîn.

Hertimî em mirov,  di nava lêgerînekê de wenda dibin û ev lêgerîn meriv kûr dike; lê gava meriv vê lêgerînê jî ji adetê derdixe em ber bi dînitiyê ve diçin. Ew a ku meriv bi ber dîniyê ve dibe, ew heqîqeta em dûrî civakê lê digerine. Heqîqet çiye? Em xwedî çend kesayet in? Gava em vê berhema Bihuşta Xezalan dixwînin, li ser kesayet û binhişa xwe jî, em kûr dibin û em li xwe hay dibin bê em çi dikin. Belê. Bihuşta Xezalan peyamekê dide û ji me re dibêje :‘‘Hêz û hêrsa ji adetê derketî, evîna ku em ji heddê wê zêdetirîn dijîn, xisarê didin ruhê meriv.’’ Afirînera Bihuşta Xezalan, bi alikariya lehengan hin pirsan ji me re dike û her çiqasî bûyerên diqewimin fantastik bin jî, em berê xwe didin vê gerdûna em têde dijîn. Li aliyekî serdestî û li aliyê din bindestî, bi destxistina hêzê, rêya desthiladariyê vedibe. Xizanî û dewlemendiyê nîşanî me dike û bala meriv dikşîne ser jiyanek wekhevî. Pêşî divê edalet hebe an jî wekhevî? Eyşana Beravî bi haweyekî serkeftî, berê meriv dide wê gerdûna berhemê û  pir caran, bi haweyekî didaktîk peyamên xwe dide.

‘‘Ma çi yê te ji hinekan kêm e? rûpel : 28

Ax xwezî, xwezî ji xêra mala Xwedê re ne qîza Mîr Xalid bûya… Bila qîza gavanekî bûya, bila qîza qereçiyekî bûya, lê ax ku nîn e.” rûpel :100

Eyşana Beravî, Bihuşta Xezalan, Weşanxaneya Lîsê, 

Meriv, vê berhemê dixwîne famdike bê afirîner dixwaze derbê li çi bixe.  Li aliyekî  modernîzma kapîtalîst, li aliyê din modernîzma demokratik.

Meriv bixwaze jî, ne dikare bi temamî xwe ji vê modernîzma kapîtalîst xelas bike û ne jî dikare ji sedî sed jiyana modernîzma demokratîk bijî.

Li aliyekî Hesenîkê Gavan û li aliyê din Mihemedê Sêrtî. Dilê Hesenîk paqije, hêzê bi dest dixe; lê heger bixwaze dikare bi wê hêza xwe Qesra Mîr Xalid bi dest bixe û bibe xwediyê qesrê; lê desthilatdarî nayê bîra wî. Ew ê ku li pey hêzê ketiye û çavên wî di Qesra Mîr Xalid e heye Mihemedê Sêrtî ye.

Em dikarin bêjin ku di vê serdema modern de em tê de dijîn pir kesên wekî wî hene û ji ber ku xwe nabînin berê xwe didin xerabiyan.

Mihemedê Sêrtî, bindestê Mîr Xalid e û dixwaze bibe serdestê wî. Ji ber vê armancê jî, di tarîtiya xwe de wende bûye û li pey hêrsa xwe ve diçe, dixwaze ku hêzê bi dest bixe. Rûyê Mihemedê Sêrtî, li xerabiyê ye.

Gelo Mihemedê Sêrtî, ew xerabiya xwe bidîta, wê êdî bi çi hawayî nêzî xwe bûbûya? Wekî ku xayinek, hay ji xayintiya xwe tunebe û hertimî derbê li başiyê bixe. Xerabiya Mihemedê Sêrtî tûje. Em dikarin li halê xwe bifikirin û bêjin di kesayeta me de Mihemedê Sêrtî, çiqasî konê xwe vegirti ye? Em çiqasî xwe nas dikin û hay û bayê me ji xerabiyên me hene?

Mîr Xalid, her çiqasî hêza wî hebe, dewlemend be jî, xerabiya wî ne tûje. Ji ber ku Hesenîk, gundiyên wî maxdur kirine li mexduriyeta wan difikire; lê dîsa jî di Qesra xwe de dijî û ne aîdê civakê ye. Mereq dike, bê Hesenîk çima nema gavantiyê dike. Hesenîkê Gavan, di navenda civakê de ye, ew ji Mîrekî bêhtir xwezayî ye çiqasî nêzî xwezayê be, ew qasî dibe xwe, herî pir ew civakê dinase. Lê dewlemendî çavê meriv vedike, deriyê dilê meriv digire. Lehengên gerdûna  berhemê pir nêzî kesayeta mirovên vê serdema modern in. Di vê berhemê de pir caran em disekinin û li têkîliyên xwe difikirin.

Carinan bêhna me teng dibe, carinan bêhna me fireh dibe. Em didin dû vebêjer Hesenîk û her ku rûpelan dizîvirînin meraqa me zêdetir dibe. Tişta berhemekê xweş û geş dike meraq û wenda kirina me a di nava berhemê de ye, xwe dîtina di lehengan de ye. Berhem me dikşîne nava gerdûna xwe. Em xwe di Bihuşta Xezalan de hîs dikin û xwe ji bîr dikin. Di nava wê efsuna wê de, Bihuşta me a çar perçe hate bîra min. Belkî ji bo ku Bihuşta me a çar perçe wêran bûye hin tişt ji me kêm in, em hê temam nebûne, wekî ku di berhemê de hin bûyer temam nebûne, em jî li Bihuşta xwe a xezalan digerin. Lehengê vê berhemê em bixwe ne. Min ev di jiyana xwe de hîs kir.

Berî çend rojan piştî xwendina pirtûkê, di rêwîtiyekê de, çavên min li gavanekî ket. Li deştekê bû. Gava min ew gavan dît, di cihê cî de Hesenîkê Gavan hate bîra min. Dîsa min berî dabû Bihuşta Xezalan. Vê carê Pîresêhr li wir bû, Xezala keça Mîr Xalid, li wir bû, Erebê Ûnis li cem wê bû. Xezala ku ji Bihuştê hatibû qesrê li wir bû. Ev berhem di jiyana xwendekar de temam dibe. Di dawîyê de meriv şaşomaşo dibe û kêfa meriv tê. Vê carê Beko Ewanê, ku di kesayeta Mihemê Sêrtî de, derdikeve hemberî me têk diçe.

‘‘Divê kuştina tu kesî ji deste evdên Xwedê nebe. Ku kuştenekî wî hebe kê ruh dabe bila ew bistîne wî ruhî.” (Eyşana Beravî, Bihuşta Xezalan, Weşanxaneya Lîsê, rûpel: 124)

Mêr li derdora xerabekî kom dibin, wê ji ber xerabiya wî canê wî bistînin; lê jinek; Xezala keça Mîr Xalid pêşiya vê digire. Berî Mîr Xalid, Erebê Ûnis werin hewara wê hêz di destê Mihemedê Sertî deye, bi wî mêjiyê desthilatdar dike zerarê bide Xezala pîvana bedewiyê. Lê ji nişkê de çîrok serobinî dibe. Bi hatina lehengên din êdî hêz dikeve destê Xezalê. Min ev cîh şiband replîka fîlmê bi navê ‘‘DOGVILLE’’. Di vî fîlmî de jî, mekanek xeyalî hatiye avakirin û lehenga jin a sereke em ji nişkê de li wî mekanî dibînin. Kûçikek xeyalî navçeyê diparêze. Ji xwe navê fîlm ji ber vî kûçikî tê. Di vî fîlmî de jî, armanc bal kişandina ser modernîzma kapîtalîste, pêşî ew jinik bindestê wan e, hemû pîsitî têne serê wê, herkes wê bi kar tîne, hetanî qaşo hezkiriyê wê dixwaze derbê lê bixe. Piştî ew qas xerabiyan di dawiya fîlm de hêz dikeve destên wê. Di navberê de dimîne. Meriv dibêje ka dê çi bibe? Ji nişkê de, demançeyê ji deste bav digire û hemû kesên li wir dikuje. Heger Xezala keça Mîr Xalid, bi qasî wê xerabî bihatana serî belkî wê jî Mihemedê Sêrtî bikuşta; lê dîsa jî çiqas wekî xerabiyên di wî fîlmî xerabiyek ne hişk be jî, mijar dişibe wê sahneya dawî a vî fîlmê hanê. Bihuşta Xezalan ew DOGVILLE ye. Di wê de jî, meriv li ser pir rêgezan difikire, wekî rêgeza; kapîtalîzmê wekî rêgeza Sosyalîzmê… Gelo hêz bikeve deste me em ê çi bikin?

Piştî ku mirov , ne qenc bin û pergala sosyalîzmê li wir hebe, dê ew pergal bi kêrî çi bê ? An feodalizm li wir hebe dê çi bibe? Mijara berhemê dizîvire tê ser hêzê, desthilatdariyê, serdestî û bindestiyê. Em dikarin bi rehetî bêjin ku Bihuşta Xezalan dixwaze ji me re bêje berî her tiştî xwe bibîne, nebaşiyên xwe bikuje û qenciyên xwe zêdetir bike. Wê çaxê dê ev gerdûn bibe Bihuşta Xezalan.

Vebêjer ji xewnê şiyar dibe, wekî perdeya tekstek şanoyê bê girtin û yeka din vedibe. Rûpelek di dawiya pirtûkê de vekirî dimîne. Em nû li çîrokê hay dibin. Piştî ew qas qaosan, çîrok hinekî zelal dibe û hêvî dibe mêvanê me.

Di vê Bihuşta Xezalan de;

– Em li resîmek xwezayî temaşe dikin.

. -Em dikarin bêjin ku ev berhem, ji xeyalan hatiye avakirin û rastiyên vê jiyana modernîzma kapîtalîst nîşanî me dike. Ev tiştekî pir balkêş e.  

– Efsunî bala meriv dikşîne. Em di bihuştê de, li evînek xeyalî digerin û ji jiyana rasteqîn dûr dikevin. Ji ber ku ev jiyana rasteqînî evîn kiriye qurbana hin tiştan, ev evîna di Bihuşta Xezalan de, evînê ji nava jiyana rasteqînî derdixe û berî dide nava jiyanek fantastîk. Ji ber vê yekê, em ê bêjin ev berhem ne cureya berhema rasteqîne, cureya berhemê herî pir fantastîk e.

-Kodên dengbêjiyê cihê xwe tê de girtine.

 Min di vê berhemê de tehma çîroka dêya xwe dît. Ew çîroka ku ji min re qal kiribû: ‘‘Jinek hetanî tu dibê bes xweşik bû, li bin darekê rûdinê û bi darikekî erde dikole. Qesrek derdikeve pêşiya wê, di wê Qesrê de wenda dibe û Pîresêhrek derdikeve pêşiya we.’’

Ew çîrok nîvco mabû; lê di vê berhema Bihuşta Xezalan de hate temam kirin. Ji Eyşana Beravî re serkeftinek mezin dixwazim û bi hêviya berhemên nû.