
Agnozî (Agnosia): Nebihîstinî. Kêmasî û astengîyên jihevveqetandina hestan.
Akînezî (Akinesia): Bêtevgerî. Di destpêkirina tevgerê da astengî.
Anevrîzma (Aneurysm): Bi lawazbûna rehên xwînê re firehbûn û werimîna rehan.
Demans: Xurifîn. Bi gelemperî ji bo jibîrkirinê tê bi kar anîn.
Dîsfajî (Dysphagia): Astengîya daqurtandinê.
Embolî (Emboly): Xetimîna rehên xwînê. Herwiha keseka dibe sedema xetimîna xwînê.
Tremor: Ricifîn, cirifîn, lerizîn, lerz.

Vertîgo: Gêjbûn, sergêjî.
Anoksî (Anoxia): Bêoksîjenî.
Hîpoksî (Hypoxia): Kêmoksîjenî.
Apne (Apnea): Bêhilmî. Rawestîna bêhnê.
Bradîpne (Bradypnea): Hilmijgiranî, bêhngiranî. Kêmbûna hilmê.
Takîpne (Tachypnea): Hilmijlezî. Zêdebûna leza hilmê.
Bradîkardî (Bradycardia): Dilhêdîbûn. Kêmbûna lêdan û gulpîna dil.
Taşîkardî (Tachycrdia): Lezbûna dil. Zêdebûna lêdan û gulpîna dil.
Îskemî (Ischemia): Di nav lebatên laşî da kêmbûn an jî rawestîna xwînê.
Sîyanoz: Ji ber nebûn an jî kembûna oksîjenê şînbûna çermê laşî.
Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon