Di gihaştina kesayetî de xwendina pirtûkan, çiqasî girînge êdî herkes dizane. Bi saya pirtûkan zanebûn û xeyalên me pêşve dikeve. Ew kesên ku em van nasnakin di xwendinê de jiyana wan nas dikin û empatiyê bi wan re damezirînin. Wiha xwuya ye ku tiştên em dixwînin çi be kesayeta me ji dibe ev.

Her çiqas mamoste, malbat û derdora me gava di destpêka emir de girîngiya xwendinê ji mere bêje jî ew gotin gelek caran li heva dimîne. Ji ber ku di vî warî de tu alîkariya agahî û zanistî tune ye. Lê zanyariyên cihanê di derheqê xwendinê de 5 lêkolîn kirine.

  • Stresê kêm dike.

Zanyariyen Zanîngeha Sussexê di sala 2009an de rîtmên qelb û rakişandina masûlkeyê pîvandin. Di encamê de çalakiyên xwendina pirtûk an jî rojnameyan stres %68 kêm kiriye. Xwendin ji meşê û wexwarina qehweyê û guhdarkirina muzîkê zêdetir stresê kem dike. Ev lekolîn rê dide ku ji bo tendûrûstiyê her roj çend rupel bê xwendin.

  • Li gorî henek lêkolînan emir dirêj dike.

Zanîngeha Yaleyê, 12 salan 3600 kesên ku emrê van li 50 re yî çavdêrî kirin. Piştî vê lêkolînê derketiye hole ku; kesên ku  di rojê de  niv saetê pirtûk xwendine li gorî kesên ku rojname û  kovar xwendine, nêzî 2 salan zêdetir jiyîn e.

Her wiha beşdarvanên di hefteyekî de 3 saet û nîv zêdetir xwendine li gorî kesên ku ji 3 saat û nîv kêmtir xwendine %17 kêmtir xwedî rîska mirinê ne.

  • Agahiyên çandî û ziman pêşve dixe.

Di serê salen 90î de Keith Stanovich û hevalên xwe,ji bo têkiliyên li ser nivîskarên  pêkhatîbûnê, tûrikê peyvikan û çend tiştên spekulatîf (pevxistî) û nespekulatîf binirxînin bi dehan lêkolîn pêk anîn. Di lêkolînê de testa  pêkhatina xwendinê û pêşdîtinek xurt (Author Recognition Test) bi kar anîn. Di encamê de xwendekaran %50 zêdetir xwedî agahi û peyvikan bûn. Ev helwest jî derdixe holê kû xwendina rojane berberî gelek tiştan e.

  • Hêla empatiyê xurt dike.

Di sala 2013an de li Zanîngeha Harvard ê xebateke li ser curê pirtûkan ên wêjeyî û xwendevanan pêk hat. Cureyên pirtûkan; pevxistinên populer û pevxistinên wêjeyî ne. Xwendevanên pirtûk xwendin û ê nexwendin din nav xwe de cûdahiyek rêdan. Di ezmûnan de kesên ku wêjeyî xwendine tevgera karakteran bi performanseke hêsan nîşan didan. Lê di heman demê de kesên ku tiştên populer xwendine  performansên balkêş diyar kirine.

  • Mejiyê mirovan li gorî kesên naxwînin hê afirîner dibe.

        Maja Djikic dibêje ku, di jiyana rojane de em difikirin ku her deqeyî de biryarekê bistînin. Bi vî awayî em guman dikin ku hişê me bi me re alîkar bibe û em mejiyê xwe ji agahiyên nû re digirin. Lewra dema ku mirov pirtuken pevxistinî bixwîne, mejûyê xwe ji tekiliyên nû vedike. Wê demê jî nediyariya hişê me ji holê radibe .

Xwendina ahengdar, xuliqîna fikr û raman e. Afirandina azadiyê ye.

CeoTudent

Fexrî ULUG