Haydê em qala dînîtîyan bikin. Ji dînîtîya Beatle dest pê bikin. Ciwanên bi hêrs, hawar, qêrîn û qîyamet. Dînîtîya werzîşê; girseyekê ker dike, hemû xebat ji bo gogê têxin torê de. Belê dînîtîya olê; xwe windakirin, girî, xeyal. Dînîtî dibe baş be. Dînîtî dibe tirsê rake. Dînîtî belkî mirin be. Dînîtîyeke cîhanê ya nû heye. Dînîtîya hînbûna îngîlîzî.

Guh bidin zarokên Çînî yên îngîlîzî hîn dibin, diqêrînin; Mamoste           : ‘’…Jîyana min biguherîne!’’ –‘’ ez dixwazim jîyana xwe biguherînim.’’ –‘’ ez nahêlim dê û bavê min kêm bikevin!’’ –‘’ez nahêlim welatê min  bikeve!’’ –‘’ya herî girîng ez nahêlim kêm bikevim!’’

Li dinyayê çend însan hînî îngîlîzî dibin? 2 mîlyar. Li Amerîkaya Latîn, Hîndîstan, Asya herî zêde li Çînê. Xwendekarekî Çînî, di pola sêyem de dest bi hînbûna îngîlîzî dike.  Lewma îsal Çîn ê bibe welatê herî zêde bi îngîlîzî dipeyîve. Çima îngîlîzî? Bi peyvekê; derfet. Derfet, ji bo jîyanek û karekî çêtir, dibistanekî çêtir, ji bo xwarin were sifreyê. Ezmûnekê 3 rojan bidome. Li gor serkeftina wan pêşeroja wan diyar dibe. Sê sala rojê 12 saetan dixebite. Ezmûn  %25 îngîlîzî ye. dibêjine; ’’gaokao’’ , 80 milyon xwendekarên  Çînî her sal dikevin vê ezmûnê. Dînîtîya bo îngîlîzî hecî nebîne, nizane.

Ez dixwazim îngîlîzî bipeyîvim. Ez dixwazim bipeyîvim, bi îngîlîzî! Ez dixwazim jîyana xwe biguherînim. Dînîtîya îngîlîzî baş e an xerab e? Îngîlîzî ê wek lehîyê hemû zimanan bide ber xwe? Ne wisa. Îngîlîzî zimanê dinyayê yê duyemîn e. Zimanê dayikê jîyana we ye. lê bi îngîlîzî hûn dikevin têkîlîyeke mezintir, tekîlîyeke gerdûnî. Pirsgirêkên gerdûnî; wek guherîna demsalan û xizanî û birçîtî û nexweşî… Zimanê dinê yê din jî hene. Matematîk, zimanê zanistê ye. muzîk zimanê hestên însan e. û niha îngîlîzî dibe zimanê çareserîya pirsgirêkan. Ne ji ber bandora Amerîka yê, d,nya wiha dixwaze. Dînîtîya îngîlîzî pir muhîm e. wek elektrîk were bajarê me an wek ketina dîwarê Berlînê, îngîlîzî hêvî ye bo dahatûyek çêtir. Pêşeroje de ê zimanê dinyayê yê hevpar çê bibe; ji bo çareserîya pirsgirêkan.

Çavkanî : https://www.youtube.com/watch?v=ltmHYzPCvmg

Werger: Xulamê Mîr

Kurdish Magazine