Di ‘Erebî û di gelek zimanên rojhelata navîn de û li serê cîhanê de, kes van tîpan bi kar nayinin. (4)ۆ،ڵ،ڕ،ێ. Ev tîp tenê di zimanê Kurdî de tê bi kar anîn. Ger hûn bala xwe xweş bidin zêr û ziberê wan hûn dikarin bibînin ji; “ى،ر،ل ” cudatir in. Tenê zimanek dinê heye ku nivîsa wan gelek nêzîkî Kurdî ye, lê ew jî  piçek cuda ye. Navê wî zimanî jî  Paxto/Paştûn e. Li Efxanîstanê tê axaftin, herwiha li Pakîstanê jî tê axaftin. Nivîsa wan piçek cuda ye, ew jî wisa dinivîsînin ”  ړ, ډ, ټ,ګ”. Yê kurdî wek serê tîrek li bin an li serê tîpan heye. Lê di Paştûn de wek bazinek ( ˚, ˳ ) li bin an li serê tîpan heye. Dibe ku “ڕ” û “ ړ “  mîna hev bin, lê dengê herduyan (ڕ،ړ) jî ne wek hev in.Ya kurdî gelek şidandî tê gotin wek; kerr, tirr, pirr… Ya Paştûn jî gelek cuda ye û di Kûrdî de jî ev deng nîne. Tenê di zimanê Hîndîstanî,Pakîstanî û Afxanî de heye an jî, zimanê ji Sanskirîtî peyda bûne de heye. Wek, Pancabî, Gûcaratî û hwd. Û yên ji Tamîlî jî peyda bûne de jî heye. Wek, Malayalam, Telgû, Kannada hwd. Di zimanê Ûrdû de weke  “ڑ” ye, lê ya Ûrdû ji ya Paştûn qelewtir tê gotin. Di Hindî de weke  “ड़”  tê nivîsandin. Di zimanê Belûçî de jî ev deng heye û wek Ûrdû tê nivîsandin. Di Gilakî û Talişî(3) de ev deng nîne. Jixwe zimanê Talişî dişibe Kurdî bi baybetî Kirmanckî. Mixabin ji ber ku Talişî ne zimanek fermî ye li ser lêkolîn jî zêde nebûne û herwiha gelek kes bi hebûna vî zimanî jî nizanin. 

Gelo hûn tîpên Kurdî nas dikin? Werin em çend heban bi hev re hîn bibin. 

ێ-ê

ڕ-rr,(1)

ڵ-ll an jî ‘ ł ‘ . Ev deng di Kurdîya jorîn de, di Kurmancî û Kirmanckî de nîne. Tenê di Kurdîya navendî û başûr/jêrîn de heye. Wek; Kelhûrî, Soranî, Goranî, Lorî û Lekî

Mînak;

Dełên- دەڵێن- debêjin

Dił- دڵ

Guł- گوڵ

Mindał- منداڵ- zarok 

Kurdistan(کوردستان)

Kurdî(کوردی)

Kurd(کورد)

ک-k

و-u

ر-r

د-d

i- di tîpên Erebî de nîne. Hinek kes wek “ِ “ bi kar tînin. Min- کوردِستان،مِن- Kurdistan

س-s

ت-t

ا-a (Di Kurdî de peyv bi ‘ا’ dest pênakin. Di Kurdî wek ‘ئا ‘ tê nivîsandin.)(2)

ن-n

Gav bi gav 

كو-ku

كور-kur

كورد-kurd 

کوردس-kurdis

کوردست-kurdist

کوردستا-kurdista

کوردستان-kurdistan

(1) Di zimanê Îspanî de ‘rr’ heye. Wek; perro(kûçik, se,seg) pero( lê,lêbelê). Ger mirovek ev tîp cuda binivîsîne, wateya wê, dê were guherandin. 

Mînak; 

perra(dêl,dêlik-), 

pera(hirmî). 

Herwiha Kurdî wek Îspanî ye. 

Mînak; 

ker(navê ajalekî ye), 

kerr(kesî denga qet yan baş nabihîze) 

(2) Kurdî wek ‘Erebî û an jî wek tîpên wan bi kar naînin. Hemû zimanên tîpên ‘Erebî bi kar tînin dikarin “ا” de serê peyvê de bi kar tînin. Lê tenê Kurdî vê tîpê di serê peyvê de bi kar naînin. Di Kurdî de em du tîp li hev dixin û tîpa “ئا” peyda dikin. Ev tîp “ئ û  ا” ne. 

Mînak; alan- ئالان

al- ئال

aloz- ئالۆز

(3) Ez dê çend peyvan binivîsînim û hûn jî dikarin lê binêrin.

Mînakên Talişî؛ 

Çi deko- çi dikî

îste- niha( Soranî de jî êsta) 

biz- bizin

veye- dawet, dîlan( di Kirmanckî de jî dibêjin “vêyve, veyve)

az zinam- min zanîbû 

ti Kurdî zinedaş- tu bi Kurdî dizanî 

ke- xanî,mal( di Kirmanckî de jî kêye,kêyi,kiye) 

Be mi- bê min 

Be ke- were mal/ bê malê( di Kirmanckî  de jî bê kêye) 

kom- kîjan( bi Soranî kam û bi Kirmanckî jî kam, kamcî) 

(4) Di zimanê Uyxur de jî tîpek wek ya Kurdî heye. Lê ew jî piçek cida ye û ne heman deng e jî. Wek “ئۆ” tê nivîsandin û dengek wek “ö” ya Tirkî tê xwendin. Eger hûn bala xwe xweş bidinê hûn dikarin bibînin ya wan ji ya me cidatire.

ئۆ- Uyxur 

ۆ- Kurdî 

Fexrî Amîda