
Berken Bawer
Wêjeya Kurdî, amadeye ku bi bandorek kûr û ji çîrokên wê yên bihêz ên ku ji mişextiyê, wek wêjeyên kokdar we ji dîrokê heta roja me bavêje. Li vir girîngên wek wêjeya dinyayê de cih girtine di wêjeya Kurdî de mînakê wê evin.
1 – Ehmedê Xanê – Mem û Zîn
Ehmedê Xanê, ev berhem di sala 1692’an bi zaravayê Kurmancî nivîsandiye. Çîroka trajîk a du ciwanên evîndar in û nikarin bi hevre hevdîtinê bikin, vedibêje.

2 – Dîwana Feqiyê Teyran
Dîwan, ji hêla nivîskarê Kurdistana başûr Seîd Dêreşî hatî amadekirin. Di derheqê Feqiye Teyran de destnivîsar, bernavk û jiyana wî de heye.

3 – Dîwana Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî, ku navê vî rastî Ehmed e, nûnerê herî girîng ê helbesta tesewûfa Kurdî ye. Dîwan wek standarda helbesta xweş tê girtin û wek zanyarên tesewûfa Mevlana û Hafiz tê hesibandin.

4 – Mehmed Uzun – Siya Evînê
Di wêjeya nûjen ya Kurdî de nivîskarê herî girîng Mehmed Uzun e. Gelek berhemên Uzun meriv dikare bi Tirkî jî bixwîne. Lêbelê, em dikarin bibêjin Siya Evînê ji van xebatan ya herî girîng e. Karakterê pirtûkê li Wanê ji dayik bû û mezin bû û li Frensa xwend; di dema xwe de li Stembolê, ew revşenbîr bû ku navên girîng ên wêjeya Tirkî mîna Cemîl Merîç hîn dikir. Di heman demê de, em hezkirina welêt ku di gelek karên Mehmed Uzun de -pir eşkere di vê karakterê de-dibînin.

5 – Destana Memê Alan
Memê Alan, ku xwediyê 2500 sal e, wekî xebatek gelemperî hate dinê. Destan, alîkariya gelê Kurd û paşerojê dike.
6 – Ereb Şemo – Şivanê Kurmanca
Nivîskarê Kurdî-Sovyetî ye Erebê Şemo, cara yekem nivîskarê romana Kurdî ye. Şivanê Kurmanca, ji alfabeya latînî pêk tê.
7 – Heciyê Cindî – Hewarî
Ev roman ji hêla Heciyê Cindî ve li ser Kurdên Qafqasya di salên 1950 û 1960’an de hate nivîsîn. Hewarî di nav xebatên Cindî de ya herî girîng xuya dike.
8 – Jan Dost – Mijabad
Jan Dost sala 1965’an li Kobanê ji dayik bû ye. Mijabad, çîroka komarê vedibêje. Pirtûk ji 4 beşan pêk tê. Em bi rêya Badînê Amedî dibin şahidê komara Kurdî.
9 – Fêrîkê Ûsiv – Hemû Berhem
Fêrîkê Ûsiv ku di sala 1934’an de li Yerevanê ji dayik bûye, yek ji helbestvanên Kurdên ji bîrkirî ye. Ûsiv, bi rewîtiya ji bo Pûşkîn û wergerên Sheakspear tê nasîn.
10 – Kawa Nemir – Selpakfiroş
Selpakfiroş, xebatek ji helbestvanên Kurd ên serdema nû Kawa Nemir e ku navên girîng ên wekî William Sheakspeare, Walt Whitman, Edgar Allen Poe û William Butler Yeats bi Kurdî wergerandiye. Di nav pirtûkên helbestê de yek ji wan berheman e divê ku cihê xwe li ser refan bigire.
11 – Şener Ozmen – Rojnîvîska Spînoza
Şener Ozmen bi berhema Rojnîvîska Spînoza yê wekî bombeyê ket nava wejêya cîhanê. Ew pirtûkek dilxweş e ku bi gelek erdnîgariyên cûda, çîrokbêjên pirreng û lîstokên piçûk ku ên xwendevanan aciz nakin.

12 – Rênas Jiyan – Janya
Rênas Jiyan, di sala 1974’an li parêzgeha Mêrdîn- Qoserê ji dayik bûye. Di wêjeya Kurdî ya nûjen de kesê herî girînge. Janya yekem pirtûka ku navê xwe ji helbestek hundire xwe girtiye.

13 – Arjen Arî – Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî
Arî, di sala 1956’an de li Mêrdînê ji dayik bûye. Berhema Arjen Arî ku herî girîng ev pirtûk e, û tije helbestên balkêş e û di gelek stranan de hatî gotin.

14 – Dîwana Melayê Bateyî
Bateyî, alim û şairê Kurd e, Bateyî bi nivisandina mewlûda Kurdî di dinê de hatiye nasbûyî.