
Mehmûd Aksoy
c
jina min, keringa min, ez têm destê birine te.
va ez ê ji helîna zilamtîyê bi teriqim.
bê pexilim – bê mevijim – û be gundim
lê devreza min, tu delal, tu tengayî ya qırıka min a ji mêranî…
tû ber bi ava ‘’gava kolan aqlê xwe winda kirin zaroktî ji mir’’
bîn bîra hemû kesî; te dî ez ji peximberê betalîyê bum
te dî min ji xwêdana xwe ava dikir rûyê te yê ji peximbere pera.
lê tu dîsa ji kanîya famkirina derengî…
ser çava, ezê pênc kîlo qehra min ji te kişand biperçiqînim
bi sozê peximberê teriandini, ez nabim zilame vê zevaca korr.
bi perê hemaltîye sûka tenêtiyê nayê kirîn
jina min, ez têm destê peritandina sibehê tê.
va ezê ji doşeka û ji terikê nigê te veqetim.
ez û tu: keftar u mîh. ez û tu: keroşk u kosî.
ez bi çar gav ber bi qetandina tîpên azadiyê, tu bi du nig
ber bi rûn, zincîr u ‘’tişpê nayê’’
wê hina gelek qiriktehlîya xezûra li ser te bibari.
wê hina gelek darê doxînsista li te kevi.
bisek, bisek. ezê ji tere heft kîlo poşmanî bişînim.
ha vexwe û ha vexwe
bine bê tu bi xezura ji nane xwe zuha naki!