couple of hands

Emrê Mirovan Çend e?

Ji zaroktiya min heta îro, ez dikarim bibêjim du pirs hene qet ji bîra min naçin: mirî pir in an zindî, emrê însanan çend e?

Bersiva herduyan jî ne xema min e. Lê dîsa jî ez dixwazim der barê Danteyê, 720 sal berê gotiye “emrê mirovan heftê sal e” çend gotinan binivîsim.

Ez dibêjim qey li ser rûyê cîhanê di nav xwendavanan de, tu kesên ku Dante nas nekin tune ne.

Ger hûn ji yekê/î bipirs, qet nebe dê hûn ê bersiva “Dante nivîskarê  komediyayê ye” bibihîzin. Tenê tiştên derheqê wî de tên zanîn pirê caran hew ev qas in.

Dante avakerê zimanê îtalî, nivîskarê komediyayê, aşiqê Beatriceyê û yek ji pîrên wêjaya cîhanê ye.

Dante di dozdeh saliya xwe de cara ewil Beatriceyê dibîne. Dil digire. Beatrice wê çaxê hê neh salî ye. Cara duyem, piştî 9 salan, gava wê dibîne, Beatrice êdî 18 salî ye. Dante, di pirtûka xwe ya Jiyana Nû de, qala vê bûyerê dike.

Piştî demeke kurt Beatrice dizewice. Lê dilê Dante qet ji wê sar nabe. Çend sal şûn de, Beatrice dimire. Dante şîna wê digire. Piştî demekê, dikeve pey wê. Dixwaze here wê bibîne û bîne. Di komediyayê de Dante qala vê rêwîtiya xwe ya sembolî dike.

Komediyaya wî ji sê cildan pêk tê: Dojeh, Araf û Bihuşt.

Naveroka pirtûkê di vê nivîsê de me eleqedar nake loma jî em li pey naverokê nakevin lê derheqê teknîkê de, ez dixwazim hin tiştan bêjim.

Dante komediyaya xwe bi îtalî dinivîse. Dema bi îtalî dinivîse, li welatê wî zimanê wêjeyê zimanê latînî ye. Heta wê çaxê, ji xeynî çend stranên gelêrî, bi îtalî berhem nahatine nivîsîn. Dante dest bi karekî zehmet dike. Bi zimanê xwe dinivîse. Bi helbestî, bi Terza-Rîmayê dinivîse.

Ji her beşa komediyayê re Kanto tê gotin. Dojeh, ji 1+33 Kantoyan pêk tê. Kantoya yekem weke beşa despêkirinê ye. Di vê Kantoyê de qala armanca rêwîtiya xwe dike. Araf û Bihuşt jî, her yek ji 33 Kantoyan pêk tê. Yanî komediya bi tamamî 100 Kanto ye.

Dante di destpêka Dojehê (Kanto 1) de, dibêje: gava roj bû nîvro/ min dest bi rêwîtiya xwe kir. Ev “nîvro”ya wî, di vir de sembol e. Yanî dibêje, gava min nîvemrê mirovan kir, min dest bi rêwîtiyê kir.

Li gorî Dante emrê mirovan 70 sal e. Nîvê emir jî 35 sal dike. Yanî Dante di 35 saliya xwe de dest bi rêwîtiyê dike. Di vir de gere meriv pirsek bike: Dante li gorî çi dibêje emrê mirovan 70 sal e?

Dante li gorî Mezmûran dibêje (li gorî Zebûrê) di Mezmûra 90’î de rasterast ev hevok derbas dibe: emrê mirov heftê sal e. Dante vê hevokê digire û jixwe re dike hêma.

Dibêjin Dante di sala 1265’an de ji dayika xwe bûye.Ya rast, roj û sala jidayikbûna Dante rasterast nayê zanîn. Ji ber ku dizanin wî di sala 1300’î de dest bi rêwîtiya xwe ya sembolî kiriye. Ji 1300’î 35 derdixin û sala jidayikbûna Dante bi dest dixin: yanî 1265.

Wek hesabê ebcedê, bi şîfreyan sala jidayîkbûna wî hesab dikin.

Xwebûn

rocket launch space discovery

Xîreta Elon Musk

Bi we ez dîn im? Belê vê pirsê ji niviskarê biyogrfiya xwe dipirse, ne ku niviskar jê pirs dike ew ji niviskar dipirse…

Elon Musk

Werin em wê rewşê xeyal bikin. Tu (Şirîke) şîrketek ava dikî, ne şev ne jî roj a te heye, tu her dem dixebitî û şîrketa xwe mezin dikî hineka dikî şirîkê xwe û vebêrder pere didin ji bû şîrketa te, li ser ruyê dunyaye di nav 200 heb dewêla de xelq dikare bi saya te senc (Dayîn) wekî kartên bankayê bikarbînin yanî Paypal, û di dawiyê de tu vê şîrketa xwe 1.5 milyar dolarî difiroşî, piştî vê firotinê 165 milyon dolar pereyên germ dikeve bêrîka te, heya emrê te hebe tu dikarî nexebitî jî tu dikarî bi awayekî aram bijî, lê ew çi dike? Bi lez ji xwe çend berecot erd distîne û dora wî têl dike, heger ku hûn wisa bifikirin, ne dîn in hoker hûn pir jîr in, lewra yê dîn di şûna erd de diçe fabrîqeya roketan ava dike, belê Elon Musk diçe perê berîka tev dide ji bo fabrîqeya roketan, têrê nake diçe çend hezar dolarên kompera xwe jî derdixe û di sê endûstriyên cûda de ji sê şîrketan par distîne ji xwe re. 10 milyon dolara dide Solarcity (Enerjî) 70 milyon dolar dixe şîrketa Tesla wesayitê bi cereyan 100 milyon dolar jî dixe SpaceXê. Her sê jî pir bi rîsk in lê armanca her sê yan jî yek e, ev armanc çi ye em ê di dawiyê da fehm bikin miraq nekin. Yên di  Silicon Valley yanî li Warê Sîlîkon ê de dixebitin perê ku dest dixin dîsa ji bo tiştên teknolojîk xerc dikirin, mînak Steve Jobs şirîkek Aplle ê ye, lê erka xwe tenê ji bo tiştên teknolojîk dike lê Elon Musk serê bilind kir û çav berda asîmanan. Belê divê tu ne bi şîrketan re ger tu bi dewletan re reqabet bikî, DYA, Rûsya û Çîn li hemberê te. Werin em xeyalê xwe berdewam bikin, ji bo şîrketek fezayî ava bikî tu yê çi bikî? Wê pêngava te ya ewil çi be ango wê çawa be? Tu yê 100 milyon dolar daynî li ser masê û şîrketek yanî NASA ya ku di salê de dahata wê 19 milyon dolar e re reqabet bikî.

Elon Musk çi kiriye? Bi lez çi qas pîrtûk û kovarên li ser feza û roketan hebe dixwîne, xwe kiriye hakimê hemî van mijaran, paşiyê dema ku şîrketa xwe ava dike endezyarê ku serî lê didin re bi şexsê xwe hevdîtin dike, ji ber ku zana ye li gorî pêşniyarê endezyara ew jî fikrên xwe pêşniyar dike. Nexwe pêşiyê li ser feza û roketan pir dixwîne û bingeha xwe amade dike dûre hemî mirovên jîr li dora xwe kom dike û dest bi pratîkan dike jixwe  SpaceX ê weha ava dike lê çawa hatiye ava kirin na çima hatiye ava kirin bala meriv dikişîne, wisa tînin ziman ku di diunyayê de karên herî zor zanista roketan e, Elon Musk dikaribû li kêfa xwe binihêriya lê wî rêya zehmet hilbijart, ji pirî endezyaran re rêya kar vekir, di pişta van hemî tiştan de vîzyonek mezin heye, dibe ku rojek li Marsê koloniyek ava bikin, mirov xwedî vîzyon û klas be weha ye. Ofîsa Elon Musk li Los Angelesê di nava Şîrketên SpaceX ê de ye û di eywana ku diçe ofîsa wî de du wêneyên balkêş hene, li aliyê Çepê wêneya Marsê ya niha ango ya cemidî û xweliya sor heye li aliyê rastê jî Mars a xeyalî ango ya ku mirov li wê derê dijîn ya şîn û bi behr heye, belê armanca Elon ev e ku Marsê bîne vê halê. ” Bizanebûyîna ku mirovahî xwedî dahatûyeke ronak e ez ê mirinê hilbijêrim” Elon Musk. hûn bawer bikin an nakin ew bi we maye lê daxwaziya wî ev e. Şîrketeka wî ya din jî heye bi navê Tesla, wesayitên ku bi cereyanê dixebitin çêdike, baş an jî xerab em nizanin wê nikaribe bi markeyên wesayitên ji rêzê re reqabet bike wê têk biçe wesayitên wî pir buha ne, tu kes nastîne filan û bêvan pir tişt hatin gotin û tên gotin em van gotinan bidin aliyekî wesayitên ku çêdikin ma ne pir xweşin?

Ji dîzayna wê bigire heya teknolojiya wê gelek tên ber çevan û gelek dilê meriv dixewrînin, ne tenê dîzayn an jî teknolojiya wan wesayita di bingeha wan da dîsa ew vîzyona mezin heye, hemî patentê ku ji bo tesla hatine amade kirin ji hemî xelqê re vekiriye, kî bixwaze dikare rahijê û dikare lê zêde bike, hetta raqîbên modela Tesla jî dikarin rakin wan patenta û yên ji Tesla baştir û xweştir jî bikin. Qey ev mirov dîn e, çima wisa dike, wexta jê dipirsin weha bersiv dide: Em di keştiyeke qulqulîkî de  qala dunyayê dikin, av dikeve nav vê keştiyê me bi Tesla ji bo vê avê vala bikin wekî elbek amade kir heger hun bin hun dîzayna vê elbê parvenakin?”  Erê di wê vîzyona wî ya mezin de tirs heye, ji bo pêşeroja dunyayê ditirse, ji bo çareseriya germbûna goganî dixwaze ji enerjiyên wekî tav û avê bikar bîne, welhasil hê pir tişt hene. Belê heya niha me tenê qala jîrbûn serkeftin û kar û barê wî kirin, her çi qas niha welatiyê emerîka be jî Elon bi eslê xwe Efrîqî ye, di dinyayê de li cîhê ku herî li paş maye ji dayik dibe heya 17 saliya xwe jî li başûrê Efrîqa dijî, di nava tinebûn û şerên eşîran de zaroktiya wî derbas dibe, li gorî ku di pîrtûka biyografiya wî de dinivsîne rojê 18 seetan pirûkan dixwîne, xwendina pîrtûkan jê re tiştek rêzê ye hetta carna dawiya heftê 2 heb pirtûkan qedandiye û tiştek din li ciyê ku dijî di pîrtûkxaneya wê derê de çiqas pirtûk hebin hemiyan dixwîne hetta bi zorê ji pirtûkxanevan pîrtûkên nû dixwaze. Elon Musk wiha jî dibêje ansîklopediya Brîtanîca pir hêz da min, vî tiştî ji min re go: Di derheqê ku em tiştek nizanin de em tu tiştek nizanin. Wexta li emerîqa dibistana bilind dixwîne sê tişta ji xwe ra dixe xebat, Înternet, Enerjiya paqij û Feza, û armanca wî ya herî mezin jî ev e ku bi roketên SpaceX ê rêwîtiya fezayê bike û mirovan bibe Marsê û bîne. Ji bo temaşekirina we zor spas, heya vîdeoyek din bimînin di xêr û xweşiyê de.

Kurdish Space

grayscale photo of explosion on the beach

NAGASAKI: ÇÎROKA BOMBEYA ATOMÎK YA HERÎ DAWÎ

Li bajarê Nagasakiya Japonyayê, bîranîneke dilsoj hate lidarxistin.

Hêzên Emerîkayê, di 9’ê Tebaxa 1945’an de bombeya atomê avêtibû û herî kêm 70 hezar kes miribûn. Û bi encama êrîşa bombeya atomê Japonyayê têkçûna xwe qebûl kir û li ser maseya aştiyê rûnişt.

Bûyera ku qedera Nagasakiyê guhert, beriya 70 salan, ji ber bêsiudî û pirgirêkan derketibû holê.

ji Kovara New Yorkerê Alex Wellerstein wiha behsa bombeya Nagasakiyê kir:

Di 9’ê Tebaxê saet 03.47’an de, danê sibehê, ji Girava Bockscar Tinianê balafira bombeavêj B-29’ê ya hêzên asîmanî yên Emerîkayê rabû.  

Bombeya atomê ya ku wek ‘Centerboard II’ hatibû binavkirin ji bo êrîşeke li dijî Japonyayê hatibû wezîfedarkirin.

Lê hêj jî dest bi peywîra taybet nekir, pirgirêk derketin holê. Ji ber ku di pompeya sotemeniya balafirê de pirgirêk derdiketin, her tim rabûna balafirê dihat betalkirin.

Beriya rojekê, 4 balafirên bombeavêj yên B-29’ê ji ber pirsgirêkên teknîkî ketibûn.

Ji ber ku depoyên sotemeniyê tijî bûn û gelek şewatên mezin dest pê kiribûn. Endezyarekî Emerîkî, yê ku li baregeha Tinanê dişixulî, wan rojên  berê wiha bi bîr dixe: “Heta ku me dît ew balafir rabû temenê me 10 sal kal bû” Herî dawî Bockscar bêpirsgirêk rabû.

Cebilxane û zirhên balafira Bockscarê, ji bo ku barê bombeya atomê hilgirê ji hev hatibûn derxistin.

Personelên balafirê, piştî ku 13 deqe balafir rabû “sekmanên sor”yên bergiriyê bi “sekmanên kesk”guhertin.

Piştî guhertinê êdî “Fat Man”ango “Zilamê Qelew”ji bo teqînê amade bû.

Bombeya atomê “Zarokê Biçûk”ya ku li Hiroshimayê dişebe gundorekî, “Zilamê Qelew”jî dişibe hêkekî mezin. Duvikê bombeyê, nezî metroyek û nîv bilindahiya wê, 3 metro jî dirêjbûna wê heye.   Duvikê bombeyê,  bi awayekî wisa hatibû sêwirandin ku dema ber bi hedefa xwe ve çû da neheje û belav nebe.

Cebilxane û zirhên balafira Bockscarê, ji bo ku barê bombeya atomê hilgirê ji hev hatibûn derxistin.

Personelên balafirê, piştî ku 13 deqe balafir rabû “sekmanên sor”yên bergiriyê bi “sekmanên kesk”guhertin.

Piştî guhertinê êdî “Fat Man”ango “Zilamê Qelew”ji bo teqînê amade bû.

Bombeya atomê “Zarokê Biçûk”ya ku li Hiroshimayê dişebe gundorekî, “Zilamê Qelew”jî dişibe hêkekî mezin. Duvikê bombeyê, nezî metroyek û nîv bilindahiya wê, 3 metro jî dirêjbûna wê heye.   Duvikê bombeyê,  bi awayekî wisa hatibû sêwirandin ku dema ber bi hedefa xwe ve çû da neheje û belav nebe.

Ferman dabûn mürettebatê Bockscarê ku bêradar û heta hedef nedîtin tu bombeyan neavêjin. Wê demê di pergala radarê de, gelek caran şaşîtî çêdibûn, ji ber vê yekê ev ferman bûbû hencet. Bockscar, danê sibêhê di saet 10.45’an de gihîşt Kokurayê. Dema ku gihîştin bajêr, li ser avahiyên leşkerî rastî mijeke mezin hatin.

Sedema mijê hêj jî ne diyar e. Lê, piştî vê mijê tu kesî nikaribû, li dijî hedefên Kokuruyê êrîşan li dar bixe.

Heta îro, derbarê mijê de li ser 3 teoriyan disekinin.

  1. Ji ber ku ba qulibî bû û ewrên tozê rabûbûn.
  2. Bomburdumana bajarê Yawatayê ya cîranê Emerîkayê
  3. Endazyarên santrala Kokuruyê, ji bo bajêr veşêrin, bi zanebûnî dû derxistin holê.

Hencet çi jî be, ji ber mijê, bombeya “Zilamê Qelew”nikaribûn biavêtina Kokurayê. Mûrettebat nezî 45 deqîqeyan li ser bajêr geriyan û paşê jî biryar dan ku derbasî hedefa duyemîn Nagasakiyê bibin.

Di Avrêla 1945’an de ji bo hedefên bombeya atomê lîste hatibûn amadekirin. Di van lîsteyan de navê Nagasakiyê jî derbas dibû, lê di meha Gulanê de hatibû derxistin. Li Nagasakiyê, keştigehên mezin û ji bo sîtola Japonyayê tesîsên ku torpîdoyan çêdikin hebûn. 

Lê, li bajêr kampeke ku dilgirtiyên şer ên Emerîkî tê de bûn jî hebû. Bajarê Nagasakiyê, li ser erdnigariyêke çiyadar bû, ji bo leşkeriyê jî hedefeke bi zehmet bû. Bajarên Kokura û Hiroşîmayê li gorî Nagasakiyê zozanên rast bûn. Nagasaki, di bin newaleke kûr de bû.

Di hedefên Emerîkayê de, bajarê Hîroşîmayê ji bo bikaranîna bombeya atomê cihê herî girîng digirt. Nagasaki, paşê li listeyê hat zêdekirin. Ji aliyê din, di hedefa arteşa Emerikayê de, Kyoto û Yokohama jî hebûn.

Lê ji ber ku bajarê Yokohamayê hatibû bombebarandin, ji listeya “hedefa bombeyên atomê”hatibû derxistin. Fermandarên Emerîkî, ji bo tesîrên bombeya atomê bi awayekî zelal bibînin, bajarên ku nehatibûn bomberandin hildibijartin.

Lê, di listeyê de, Nagasaki tune bû. Jixwe bajar, gelek caran, herî kêm 4 caran ji aliyê hêzên Asîmanî yên Emerîkayê ve hatibû bombebarandin. Di bombebarîna 24’ê Tîrmeha 1945’an de hedef wiha hatibûn rêzkirin.

Ger hûn li belgeyên di arşîva neteweyî ya Emerikayê binêrin, hûnê bibîbinin ku bi destnivîsê hin tişt hatinê zêdekirin.  Û di metnê de “Nagasaki”hatiye nivîsandin. Lê tu kes nizane, bê kê, ji bo çi ev tişt kiriye tu kes nizane.

Bockstar, di saet 11.50’an de, nezi 8 saetan firiya paşe jî gihişt Nagasakiyê. Di qeydên mûrettebatan de, hat diyarkirin ku ji bo balafirê, ji 2 saetan kêmtir sotemenî ma ye.

Heta pîlotekî di balafirê de, bawer nedikir ku vegerin baregeha Emerîkayê û wiha nivîsandibû: “Gelo, Pasîfîk cemedî ye?”

Li ser Nagasakiyê, ewr hebûn. Mûrettebatên balafirê, li cihekî digeriyan ku bombeyan biavêjin, lê ji ewran nikarîbûn. Balafir, li febriqeya çekan a Mitsubishiyê digeriya.

Pîlot piştî ku hedef dît, piştî 45 çirkên din “Zilamê qelew”ji Bockscarê hat avêtin. Bombe, ji balafirê hat firandin, pîlotê balafirê jî ji cihê ku bombe avêt, dûr ket. Pîlot, xwe ji beriya bobelata piştî çend çirkan xilas kir.

Balafira “Artîstê Bêkêmasî”wenêyên piştî teqînê kişandibûn. Di wenêyan de dîtin ku bi bandora bombeyê ewr belav dibin.

Dûyê bombeyê, pêşiyê di rengê sor de bû paşê jî ber bi spî ve qulibî û li asîman bilind bû. Li ser bejayê bobelat û wêranebûn hebû, li asîmanan jî dîmênên dûyê ku wek kumikan bilind dibû û tirsek belav dikir, derketinê holê.

Gelo, murettebatê balafirê bi rastî jî hedef dît û bombe avêt an na? Derbarê vê yekê de gelek guman hene.

Zanyarê Fîzîkê yê ku bi Nobelê hatibû xelatkirin Luis Alvarez, li ser dîmenên teqînê şîrove dike û dibêjê “Versiyoneke wisa ye ku hinekî tevlî hev bûye.”Bombeyên atomê, kîlometrekê dûrî li febriqeya Mîtsûbîşîyê ketibûn.

Lê, bombeya atomê, gelekî dûrî febrîqeya çekan bû.

cihê ku bombeyê îsabetê kir, di heman demê de cihê Nagasakiyê bû herî zêde welatiyên sivîl lê hebûn. Arteşa Emerikayê, di sala 1946’an de derbarê hêrêmê de nexşereyek amade kiribû. Li gorî vê yekê, li cihê bombeya atomê, digel gelek nexweşxane, dibistan, gîrtîgeh jî hebûn.

Piştî bombebarandinê, vê carê ji balafirên Emerikayê, bi sedhazaran perçeyên kaxizan dihatin avêtin Nagasakiyê.

Di kaxizê de, bi Japonkî derbarê bombeya atomê de agahî hatibûn nivîsandin.  ji bo bandora bombeyê kêm bibe û bandora li ser gel kêm bibe divê çi bê kirin, hatibû nivîsandin.

Bocksarê, piştî bombe avêt, şev di sate 13.20’an de vegeriya balafirgeha asîmanî ya Okînawayê. Pîlotan dixwestin ku destûra daketinê bê dayîn, lê bersiv ji wan nedihat.

Çareyeke din a pîlotan nemabû. Pîlotan, camê balafirê şikandin û fîşenga nîşanî pêxistin. Xwestin ku welatiyên li herêmê bi fişenga nîşanê ji herêmê dûr bikevin.

Bi awayekî tund jî be, balafir serkeftî daket. Tekerên balafirê dema ku gihîştin erdê, ji ber ku sotemenî nemabû sekinî. 

Serokê Emerikayê Harry Truman ji encamê kefxweş nebû. Artêşa Emerikyê, ji bo bombeya atomê ku bû sedema wêrankirina welêt, hedef wek amatorî diyar kiribûn.

Ber bi dawiya meha Tebaxê ve di rojnivîsa Truman de wiha dinivîsî: ”Divê, bombeya atomê li dijî leşker, tesîsên leşkerî û sîtolan bê bikaranîn. Ne li dijî sivîl, jin û zarokan.”

Wezîrê Bazarganiya Emerikayê Henry Wallace, di rojnivîsa xwe de, derbarê Serokê Emerikayê Truman de wiha gotubû, “Ji ber bombeya atomê gelekî xemgîn e”

Tu carî, qebul nedikir ku bû sedema kuştina 100 hezar welatî. Her tim xwe bi xwe re di got, “Ewqas zarok” Truman, piştî bombebarandina Nagasakiyê, derbarê bûyera dilsoj de biryara ewil aşkere kir.

“Heta destûra Serok bi xwe nebe, tu kes dê nikaribe bombeyên atomê bikar bîne” Ji 9’ê Tebaxa 1945’an û heta niha di şeran de careke din bombeya atomê nehat bikaranîn.

– Menazîr Aslan – Jêder: BBC

black textile

GELO EM ERDA XWE ÇIQAS NAS DIKIN? 45 RASTIYÊN DINYAYÊ

Ji 10 gerstêrkên pergala tavê yek jî Erd[1] e, lêbelê derheqê Erdê de bi milyonan an jî ji milyonan zêdetir agahî hene ku nayên zanîn. Gelek zanyar û kaşîf, li ser Erdê xebatên xwe didomînin û roj bi roj derbarê Erdê de agahî û rastiyên nû kişf dikin. Me jî xwest ku em ji wan agahiyên herî balkêş ên derbarê Erdê de berhev bikin û me kir, lêbelê lîsteyeke dirêj ku tê de agahiyên bikêr û ecêb hene  derket holê. Vaye derbarê Erdê de agahiyên balkêş û ecêb. Yên ku mêjiyan berfirehtir dikin.

  1. Erd, ji gogeke bowlîngê hîn paqijtir û hilûtir e. Beravajî, kêmasiyên li ser goga bowlîngê ku nayê hîskirin, çiyayê herî bilind û okyanûsa herî kûr jî, ji 5 hezaran de 1’ê wê stûrayiya rûyê Erdê pêk tîne.
  2. ji gemara peykê ku di valahiyê de em çê dikin, kêm zêde her roj perçeyek tê û dikeve ser rûyê Erdê.
  3. Her roj, ji fezayê, bi qasî 100 ton xweliya meteor ango kevirê asîmanan, li Erdê belav dibin.
  4. Kuna Ozonê her ku diçe piçûk dibe. Di sala 2012’an de mezinahiya kunê, ji yên 10 salan piçûktir bû.
  5. Eger, ji serbihayê karbonomoksîtan (CO2) a ku di febrîkayan de tê sepandin bê hisab kirin, hêjayê atmosferê wekî pere wê bibe 4.300.000.000.000.000 Sterlîn. Bi rastî jî atmosfer pir biha ye!
  6. Li dinyayê, avahiya herî biha ku hatiye çêkirin, Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî ye û ew bi 150 mîlyar dolar pere ve hatiye çêkirin.
  7. Li ser Erdê, candara herî hêzdar ku hatiye kişfkirin “Tardigrad” e û ew jî, di nav valahiyê de dikare 10 rojan li ser xwe bijî.
  8. Qirêjiya hewayê ya li Çînê, ji fezayê tê xuyakirin lêbelê Şûreya Çînê, ji fezayê nayê xuyakirin.
  9. Dibêjin di rojekê de 24 saet hene, lê ne wisa ye, ya rast ev e ku di rojekê de 23 saet û 56 deqe û 4 çirk hene.
  10. Di roja me de li derdora Erdê, 22 hezar heb peyk dizivire. Ji wan peykan, bi tenê ji sedî 5’ê wan dixebite, sotemeniya ji sedî 8’ê wan qediyaye û ji sedî 87’e wan jî naşixule.
  11. Meteora herî mezin a ku li Erdê ketiye, krater çênekiriye. Meteor, ji ber şikla xwe, îhtimaleke mezin, wekî kevirek li ser avê pekiyaye, li ser Erdê pekiyaye û sekiniye.
  12. Ji Erdê lîmîta bilindayiyê wekî lîmît Armstrongê tê zanîn û ew jî 19 kîlomîtro ye. Piştî vê lîmîtê, divê cilê astronotan bê lixwekirin. Ger ku neyê lixwekirin, ava ku di canê însanan de ye dê di germahiya laşî de bikele.
  13. Ji sedî 97’ê ava li Erdê bixwê ye, ji sedî 3’ê jî ava şêrîn e.
  14. Hemû qeşayên li Antartîkayê, bi qasî ava Okyanusa Atlasê ye.
  15. Di nav lîtreyeke ava Okyanusê de, bi qasî ji 13 mîlyarî yek elementa zêrîn ya gramek zêr heye.
  16. Di her çirkekê de 50 û 100 birûsk li Erdê dikeve.
  17. Ji sedî 90î gemarên di behrê de plastîk in.
  18. Tê texmînkirin ku di okyanûsan de mîlyonek heb ajal dijîn û tê texmînkirin ku ji ajalên okyanûsê ji sedî 33’yê wan tenê hatine vedîtin.
  19. Hemû geşedanên agirpijî yên li ser Erdê, ji sedî 90ê wan di bin okyanûsê de pêk tên.
  20. Kortika Marîanayê ya herî kûr ya Erdê, bi 11 kîlomîtro dûrî rûyê okyanûsê ye.
  21. Erd, di nav pergala tavê de gerstêrkek yekem e ku xwediyê tektonîka levhayê ye. Lê, eger tevgera levhayê nebûya, karbon nedihat zeyîkirin û xwarin û Erd jî niha weke Venûsê, zehf germ dibû.
  22. Kîmyewiyên ku wekî elementên hindik an jî kêm tên zanîn, bi rastî ewqas ne hindik in. Elementa lûtetyumê, di bin tebaqaya Erdê de 200 caran zêdetir ya ji dinyayê heye. Lê di nav elementên hindik de herî hindik ev element e.
  23. Ji sedî 99’ên zêran yên li Dinyayê, di nav dendika navîn a Erdê de ye, yanî em dikarin wiha bibêjin; bi qasî stûrayiya 45 santîmîtro li derdora Dinyayê bigere zêr heye. Em dikarin bi vê dinyayê bialînin.
  24. Beşa dendika navîn a Erdê 5500 santîgrad pile germ e. Ev germahî û germeyiya rûyê tavê wekî hev in.
  25. Dendika navîn a Erdê weke dilê dinyayê ye û bi qasî 2500 kîlomîtro girovereke hesin e. Tevî germayiya xwe ya tirafê[2], fişariya li ser dendika navîn a Erdê ewqas zêde ye ku hesin di vê germahiyê de nahele. Yanî ji ber fişar û giraniya Erdê dendik nikare bihele.
  26. Giraniya krîstalên herî mezin ên dinyayê, 55 ton e. Cihê wan krîstalan jî, di kanên zîvîn ên Naicayê ye ku ew di binê Meksikayê de ye.
  27. Li Dinyayê, çala herî kûr, bîra Sakharin-1 e û kûrayiya wê jî, 12.4 kîlomîtro ye. 6371 mîtro dûrî dinyayê ye.
  28. Bakteriyên li ser dinyayê yên zindî, 2.8 kîlomîtro di binê rûyê Erdê de hatine dîtin. Ew bakterî, ji bo ku jiyana xwe bidomînin, radyoaktîvîteya ku ji ûranyumê belav dibe bi kar tîne û avê wekî enerjiya tê bikaranîn diguherîne.
  29. Nêzîkî di binê Çemê Amazonê de 4 kîlomîtro dûrî ser rûyê Erdê, bi navê Çemê Rîo Hamza avek diherike. Li hin deran, berfirehiya vî çemî, digihîje 400 kîlomîtro û ev çem, di nav axê de bi tenê 1 mîlîmîtro dikare biherike.
  30. Di giraniya 40 mîlyon tonî de hebên xîz ên zêde wîtamîn dihewîne, her sal, ji Çola Sahrayê, ber bi Daristanên Amazonê ve, difirin.
  31. Li Tirkmenîstanê, kortika bi navê “Deriyê Dojehê”, ji ber gaza şidyayî ya di bin Erdê de di nav kraterekê de alaw girtiye, ji zêdetirî 40 salan bê navber dişewite.
  32. Li Dinyayê; heta niha germahiya herî bilind di sala 1922’an de, bi pileya 57.8 santîgradan ve li bajarê El Azîza yê Libyayê pêk hatiye.
  33. Li Dinyayê, heta niha roja herî sar, di binê sifirê de bi 89.2 santîgradan li Îstasyona Vosytokê ya Antartîkayê çêbûye.
  34. Li ser rûyê Erdê, nimûneyên ji jiyanê, beriya 3 milyar û nîv salî li Avustralyayê hatiye dîtin. Ev zeman ewqas dirêj e ku wê çaxê, di atmosferê de oksijen jî tunebû.
  35. Ev 2 mîlyon sal e li herêma geliya Kuruyê ya Antartîkayê ku li dinyayê herêmeke ku herî ziwa tê zanîn, qed baran nebariyaye.
  36. Heta îro, di gerstêrka me de 106 mîlyar însan jiyaye. Tê texmînkirin ku di sala 2050’an de, nifûsa dinyayê dê bibe 9 mîlyar û 200 mîlyon însan.
  37. Dibêjin, nêzîkî 5 mîlyar sal e dinya heye, lê jiyana li dinyayê bi tenê di navbera 150 û 200 mîlyon salên dawîn de heye. Yanî em dikarin wiha bibêjin; jiyan bi qasî, ji sedî 5 û ji sedî 10’ê dinyayê ye.
  38. Saharaya ku çola mezintirin a dinyayê ye, bi mezinahiya xwe ya 9 mîlyon kîlomîtroqare ve hema hema bi qasî welatê Amerîkayê ye.
  39. Tîrêjên tavê, di nav 8 deqe û 3 çirkan de digihîje dinyayê.
  40. Li dinyayê sûlava herî mezin, Sûlava Angelê ya li Venezuellayê ye û ev sûlav jî 979 mîtro ye.
  41. Parzemîna Asyayê, li ser rûyê Erdê ji sedî 30’ê deverên ziwa digire û ji sedî 60’ê nifûsa Dinyayê li parzemîna Asyayê dijî.
  42. Li dinyayê bajarê herî mezin û fireh, bajarê Mt.Isa Queenslandê yê Avustralyayê ye û mezinahiya bajêr jî 25 hezar û 427 kîlomîtroqare ye.
  43. Li dinyayê, welatê ku herî zêde cîranên wî hene Çîn e. Çîn, cîranê 15 welatan e.
  44. Li dinyayê, cih û warê herî bilind herêma Webzhuanê ya Çînê ye ku ev herêm jî, ji 5 hezar û 90 mîtro ji asta behre bilindtir e.
  45. Di sala 1991’an de ji ber bagera Cycloneyê ya li Bangladeşê, 200 hezar kes mirine û li dinyayê herî zêde însan di vê bobelatê de mirine.

Jêderk:https://www.parzemin.com/gelo-em-erda-xwe-ciqas-nas-dikin-45-rastiyen-dinyaye/

model figure standing on map

WÊNEYÊN JI WARGEHÊN NAZÎYAN Û ÇÎROKÊN WAN

Di nav Muzeya Dîrokê ya Elmanyayê de pêşangeheke bi navê Wêneyên ji Komkujîyê heye.Pêşangeheke li Berlînê jîyana cihûyên li gettoyan û kampên komkirinê yên Nazîyan dide ber çavan.

Bi vî awayî jî koleksîyona Muzeya Vashem Yad a li Qudsê cara ewil li derveyî welat li Elmanyayê hat pêşandan. 100 wêneyên li pêşangehê ji wêne û xêzên Cihûyên li gettoyan û kampên xebatê pêk tên. Piranîya wêneyan ji aliyê nîgarên hevalên wan di bin rîskeke giran de hatine veşartin û revandine gihandine heya roja îro.

Kuratorên pêşangehê diyar dikin ku wêne him ji alîyê hewldana mirovî û hunerê him jî ji alîyê estetîkê ve jî xwedîyê nirxekî ne û bi qîmet in.


Pavel Fantl, Strana Qediyayî (1941-1944)

Ev xêzên rengîn ji hin wêneyên kêmpeyda ne ku Nazîyan nişan didin.

Fantl di sala 1903an de li Pragê tê dinyayê, li kampa komkirinê ya bi navê gettoya Theresienstadtê ku di bin dagirkerîya Çekoslovakyayê de ye bi alîkarîya polîsekî ku bi dizî malzemeyên xêzkirina wêneyan didiyê bi dizî wêneyê xwe xêz dike. Hitler wek yekî ku bi enstrûmana xweyî temamê gel pe xapandî xistîye erdê û destbixwîn nîşan dide. Fantl tevî jina xwe û kurê xwe hatibû şandin Auschwitzê û di çileya 1945an de hatibû kuştin.

Karkerekî Çekoslovakyayî wêneyên ku wî xêz kirine ji gettoyê derxistine û di dîwarekî de vaşartine.

Felix Nussbaum / Penaber (1939)

Nussbaum wênexêzê herî naskirî yê pêşangehê ye, di sala 1940an de li Belçîkayê hatibû girtin, piştre revîyabû û bi jina xwe re li Brukselê xwe vaşartibû. Ev berhem, tenêtî û cudakirina Cihûyê Elman nîşanî me dide. Nussbaum wêneyî ji bavê xwe yê li Amsterdamê dişîne, lê belê piştî ku di sala 1944an de wî jî dibin Auschwitzê li muzexaneyekê tê firotin. Ev wêne jî rewşa gelek penaberên ku nizanin bi ku ve biçin nîşan dide. Nussbaum di sala 1944an de di 39 salîya xwe de tevî jina xwe li Auschwitzê hat kuştin.

Moritz Müller / Banên Di Bin Berfê De (1944)

Moritz Müller li Pragê wênexêzî xwendîye piştre maleke muzayede vekiri bû. Piştî Çekoslovakya ji alîyê Nazîyan ve hat dagirkirin ev der hat girtin. Di dema jîyana xwe ya li gettoyê zêdetirî 500 wêneyî xêz kirîye. Getto zêdetir cihên qelebalix bûn, lê bele di vî wêneyî de banên di bin berfê de bêdeng û aram xuya dikin. Jina serbazekî Awisturyayî hin wêneyên Müller kirîbûn û li mala xwe veşartibûn. Müller di sala 1944an de li Auschwitzê hat kuştin.

Nelly Toll, Keçên Li Mêrgan (1943)

Ji kesên ku wêneyên wan di pêşangehê de cih digirin Nelly Toll tenê dijî. Li bajarê Lviv ê Ûkraynayê hatiye dinyayê, ev wêne di 8 salîya xwe de gava bi dîya xwe re li ba malbateke Xrîstîyan maye çêkirî ye. Toll a ku li New Jersey dijî, bi serokwezîr Angela Merkel re beşdarî vekirina pêşangehê bûbû.

Bedrich Fritta, Derîyê Paş (1941-1944)

Di navbera salên 1941-1945an de ji 140 hezar kesên ku ji Çekoslovakya bo gettoya Theresienstadtê hatine şandin 120 hezarên wan hatine kuştin. Bedrich Fritta di sala 1906an de li Bohemyayê hatîye dinyayê piştre ew şandibûn gettoyê û di sala 1944an de li Auschwitzê hatibû kuştin. Ew û hevalên wî yên wênexêz berîya ku werin girtin wêneyên xwe li paş krêmîtê dîwaran veşartibûn. Tê taswîrkirin ku derîyê nîv vekirî yê di weneyê de wekî metafora mirinê hatîye bikaranîn û dike nîşan bide ku ji bilî rêya tarî tu alternatîfeke din tune ye.

Karl Bodek / Kurt Conrad Löw, Biharek (1941)

Ligel ku ev wêne piçûke jî di navenda pêşangehê de cihê xwe girtî ye. Ev berhema hevpar ya Bodek û Low ê ku li kampa Gurs a başûrê Fransayê ye mane, ji dûr ve çîyayên nêzî sînorê Spanyayê û perperîkeke ku xwe li li ser têlên bi kelem danîye nîşan dide. Kurt Low ê Vîyanayî li Fransayê revîyaye Swîsreyê lê belê Bordek hatibû şandin Auschwitzê û li wir jî hatibû kuştin.

Leo Haas, Gihîştin (1942)

Haas ê ku bi saxî ji şer xilas bûbû ji alîyê rêveberiya gettoyê ve ji bo xêzên mîmarîyê çêke hatibû peywirdarkirin. Lê belê wî dîlgirtiyên nû ku anîbûn kampê jî xêz kiribûn. Çivîkên dirinde ên di xêzan de mirinê bi bîr dixe. Nişana ‘V’ ya li goşeya jêr jî tê wateya ‘’serkeftinê’’ û wekî sembola serhildana bin erdê dihat bikaranîn. Wek weneyekî nuwaze ye ku him ji alîyekî ve mirinê bi çavên xwe dibîne ji alîyê din ve jî nîşan dide ku dikare serkeftinê jî bifikire.

Charlotte Salomon, Otoportre (1939-1941)

Ji sê berhemên Salomonê ên ku di pêşangehê de cih girtine yek jê jî ev otoportreya wî ye. Salomona ku li Berlînê hatiye dinyayê, piştî pogroma li hemberî Cihûyan tevî kal û pîrê xwe xwe dispêre xaniyê Emerîkî yê milyoner ku li Başûrê Fransayê ye. Vê otoportreya xwe jî li vê derê çêdike. Rengên di wêneyan de tevger û tevlihevîya di hundirê wê de nîşan dide. Gava Salomon ji alîyê Gestapo ve di sala 1943an de tê girtin û tevî mêrê xwe tê şandin Auschwîtzê, pênc mehên wê qedîya bûn ku ducanî bû.

Parzemîn Solutions

set of fitness equipment placed on marble surface

PRENSÎBEN ŞEWITANDINA RÛNÊN BEDENÊ

Hisên Emro

•    KÊMKIRINA KALORÎ:

Wekî tê zanîn her beden bi saya enerjiyên ku ji xurekan tê zindî ye. Ji ber vê yekê carina laşê me enerjiyên ku jê re zêde tê hildide û depo dike. Ger daxwaza me kîlo dayîn be divê em kaloriyên ku nav rojê hildidin kêm bikin.


•    PROTEINÊ ZÊDE BIKIN:

Proteîn hem ji bo parastina maskûlên me baş e hem jî di gava hezmê de enerjiyên zêde bikartîne û piştgirî dide perhîzê baş e.


•    ANTRENMANÊN GIRANIYÊ:

Ji bo quwet, sihet û saxlemî, bo parastina maskûlên xwe divê heftê sê cara bikî baş e.


•    XEW:  

Xew ji bo bedenê li her aliyê nû bûn û ji bo hormonên geşedanê jî şiyar bûn e. Rûnê laşa herî baş di xew de dişewite. Divê mirov herî kêm rojê 7-8 seata razê.


•    EGZERSIZÊN KARDIYOVASKÛLER(CARDIO):

Bi egzersizên ritmê dila bilez dide avêtin mirov dikare kaloriyên xwe kêm bike. Lê ji ber ku mirov zû bêhal dihêle û pêşerojê de motîvasyonê dişkêne divê bi programek rêkûpêk û li gorî pêdiviyê bê kirin.


TÊBINIYEK GIRÎNG: Beriyê egzersizek an jî perhîzek bikin serî li bijîşka xwe bidin. 1 kîlo rûn 7000 kcal(kalorî) dike. Ji ber vê yekê di heftê de ji boyî ku 0.5 kg bidin, divê her roj -500 kalorî ji xwarinên xwe kêm bikin. Ji boyî zû kîlo dayînê zêde kêm kirina kaloriya nexweşiyan vedixwîne.

brown framed eyeglasses on books

Di Wêjeya Kurdî de 7 Helbestên Bibandor

Heya sedsala 20’an bingeha wêjeya Kurdî helbest û dengbêjî bû û mîna gelên din ên misilman, li ber cure û formên Ereb sekinî. Berhemên edebî bi piranî tenê di beşên olî û fermanên sofiyan sinordar bûn. Lê belêi ji bilî vê şêwaya kilasîk a helbestê, şêwazên cuda yên edebî piştî sala 1920’an dest pêkirin.  Di destpêka salên 1920’an de mezinahiya kilasîkbûnê çêbû, ku forma kilasîk di helbestê de parast, lê mijarên siyasî û civakî di helbestê de nexişandin. Piştî salên 1930’î pîvane cureyên erebî hate guhertin ku heta niha bi devkî de dihate bikar anîn. Di heman demê de curayên serbest diyar bûn.

Melayê Cizîrî – Şox û Şenge

Gelek helbestên Melayê Cizîrî bi bandor hene, lê ev helbest ya herî baş e. Koma Hîvronê kiriye stran.

Şox û şengê zuhrerengê ,
dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet pilingê ,
dil ji min bir, dil ji min
Nazikê şêrînkelamê,
dêmdurê gerden şemalê
Çiçeka terhin î vala,
dil ji min bir, dil ji min

Mela Huseynê Batêyî – Qiblegaha Aşiqan

Wêjeya Kilasîk de helbestên herî bi qîmet Mela Huseynê Bateyî nivîsandiye. Di sedsala 15’an de hevşibê wî tune ye. Ev helbestê Jan Dost xwendiye, bi pêşdarkirina û venîqaşan helbesta herî serkeftî ye.

ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu

Arjen Arî – Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî

Pirtûka Arjen Arî ji weşanxana Avestayê derket û  bi pirtûkê heman navî digire. Mehmet Atli ev helbest kiriye stran.

şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile…

Şêrko Bêkes – Çar Zarok

Şêrko helbestên xwe bi piranî bi Soranî dinivîse.

li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!

Abdûlah Peşew – Name

Ew bixwe bi Soranî dinivîse, Mala Mehmet Atli ava be ku ev ji gotiye.

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje

tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê

Rênas Jiyan – Janya

Em gelek kesan bi helbestê têr kiriye.

peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim, w… ey waweylê janya, kezeba min dike di
devê min re derkeve ji qehra...

Cegerxwîn – Gulfiroş

Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

Dil bi gul didî

Fexrî Ulug

hands in front of white and black background

ANALÎZA EVÎNDARIYÊ: EM ÇIMA EVÎNDAR DIBIN?

Cûneyt Ewrareş

Qutequta dilê me zêdetir dibe, laşê me xwê dide û hin horman çêdibin ku ew her derên mirov germ dike. Ev hin delîlên biyolojîk ên evîndariyê ne.

Evîndarî ji bo mirovan ewqas girîng dibe ku di warê çand û hunerê de li ser gelek evîndariyên serkeftî û binketî berhem hatine pêşxistin. Evîndarî bi her awayî mirov dike berhemdar.

Lêbelê dema evîna ajalan were lêkolîn dê xuya bike ku ew beriya mirovan derketiye holê. Him jî bi sedemeke xirab.

Evîndarî ango dildariya ku îro em pê dizanin bi pevşabûn û seksê dest pê kir. Seks jî wek rêbaza veguhastina nifşan a bo dahatûyê dest pê kiribû.

Ji bo hezkirinê diviya mejiyek hebe û bikaribe hestan vebêje. Ango ji bo pêkhatina mejî jî diviya ji destpêka jiyanê çend milyar sal derbas bibin.

Li gor teoriya peresînê beriya 60 milyon salan prîmatên ewil derketine holê û bi peresîna bi milyon salan mejiyê hinekan mezin bûye û mirovên nûjen ên îro pêk hatine.

Lê pirsgirêkek hebû. Her ku mejî mezin dibû gihîştina zarokan jî diviya zûtir pêk bihata. Ger wisa nebe dê serê zarokan nikaribe ji kanala zayînê derkeve.

Ji ber vê yekê gorîl, şempanze û mirov divê heta ku pitikên wan bigihijîe wan xwedî bikin. Ew dema dirêj a zaroktiyê jî hin rîsk bi xwe re tîne.

Ji bo pevşabûnê bi zanebûn zarokên xwe dikujin

Îro ji bo gelek prîmatan zarok heta ku ji şîr hate birîn ew nikarin bi hev şa bibin. ji bo ku nêr xwe bigihîne dayikê diviya zarokê xwe bikuje. Ji ber vê yekê di gorîl, maymûn û delfînan de ew tişt gelek caran dibe.

Ji Zanîngeha UCL’ê ya Londonê Kit Opie û tîma wî li ser vê mijarê derbas bûn û gihîştin encameke sosret. Li gor Opie jji 3 prîmatan yek xwedî yek hevserî/ê bû û ew dibû asteng ku bi zanebûn pitik were kuştin.

Tîma ku li ser xwedîkirina pitikan û pevçabûnan lêkolîn dike hin delîl bi dest xistin. Li gor wan daneyan ‘nexwestiya kuştina pitikan’ bûye sebeb ku ew 20 milyon sal in yekhevserî heye.

Jîndarên din ji xwe rêbazên din dîtin, ji ber vê yekê hewce nedibû ew xwedî hevserekî/ê tenê bibin. Bo nimune; şempanze û bonobo ji bo ku xetereya mirina pitikê ji hol rakin eletexmîn dikevin têkiliyê. Yên nêr jî nikarin bizanin bê kîjan pitik ji wî ye û wê pitikê nakuje.

Di jîndarên herî hestiyar de nêr zêdetir alîkariya xwedîkirina pitikê dikin û ew jî rê li ber vedike ku jîndar heta dawiya temenê xwe bi yekhevserî derbas bike.

Pispor pê guman dikin ku hevser heta mirinê girêdayî hev dibin û ew jî li mejî guherînên girîng pêk tîne.

Opie dibêje ew dibe ku bibe çirûskeke destpêka peresîna mirovahiyê. Dibe ku gava nêr di xwedîkirina pitikan de bûne alîkar, mirovahî bi pêş ve çûye û mejî li gor prîmatên din bêhtir mezin bûye.

Xwedîkirina pitikan a nêran

Herwiha tê dîtin ku li hin beşên mejî yên ku bi evîndariyê re eleqedar in guherîn di demên nêz de pêk hatine. Ango evîndariya biyolojîk ji me re ewqas ne dûr e.

Tê gumankirin ku evîndarî bi aliyê xwe yê herî razber li herêma “angular gyrus” a mejî cih digire. Wek tê zanîn ev devera mejî ji bo ziman girîng e û bi taybetî di mirov û meymûnan de.

Ji ber ku di şempanze û meymûnan de MR’a mejî nehatiye kirin nayê zanîn ku di hestên wan de ev dever bê çiqas girîng e.

Hin kes bawer dikin ku ji ber ku ew pêvajoya hestiyarî tê bidestxistin evîndariya romantîk derdikeve holê. Binavkirina û wesfandina dildariyê gelek dijwar e lê norolog behsa gelek pêvajoyên li pey hev dikin.

Yek ji wan jî daxwaza pevşabûnê ye. Gava dildar destê xwe bigihîne wê/î kesî/ê hin hormonên kêfxweşiyê pêk tên. Ew kêfxweşî jî daxwaza têkiliyê çêdike.

Asta duyem dildariya romantîk e. Di vê heyamê de hormonên dopamîn ve oksîtosîn çêdibin û mirov bi hev ve tên girêdan.

Ango di asta daxwaza pevşabûnê de zewqa zêde evîndariyê pêk tîne û yên daxwaz neke jî nikare bi ihtîrasî hez jê bigire. Di evîna ewil de pevşabûn deriyek bo hezkirinê vedike, di ya duyem de jî hes û hezkirina romantîk dildariyeke xort ava dike.

Piştî destpêkirina pêvajoyê mirov di dayina hin biryaran de lawaz dikeve. Ev heyam jî heyama “dînîtiya ji ber evîndariyê ye.” Kesê/a ku bibe evîndar pê hîs dike ku dinya li dora wê/î dizivire û ji ber hestên xwe newêre aliyên xirab yên dildarê/a xwe bibîne.

Evîndarî û bestandina zêde li dû xwe aloziyê jî tîne. Evîndar nikare aş bibe û dikeve asta bêsebriyê. Ew pêvajo piştî demekê dike paronayak.

Li gor pisporan ew hest jî rasterast girêdayî genetîka mirovan e û ji peresînê heta niha gelek kiras li xwe kirine.

Zanyar li ser vê mijarê hevpar difikirin ku evîndarî li mejî tevî guherînên razber, guherînên şanber lê yên ‘neberbiçav’ jî pêk tîne.

Pispor dibêjin evîndariya navbera du kesan ji ber zayîn, wextên xweş, pevşabûn û rewşên dijwar derketiye holê.

Lêbelê piştî ku armanc bi pêk tê, êdî peywendiya evîndaran ewqas biparonayî nabe. Piştî çend mehan “mehên xweş û hingîvê” diqede û hevalbendiya peywendîdar dest pê dike.

Hormona belaya serê mirovan

Ligel aşbûna evîndariyê hormonên rêjeya serotonîn û dopamînê dadikeve xwarê. Lê nêzîkahî bi asta oksîtosînê dewam dike. Lê ger hormona oksîtosînê jî bê daxistin dê evîndariya du kesan jî bi dawî bibe. Ew asta oksîtosînê jî gelek caran ligel demê bi dawî dibe.

Ango têkiliya domdar a du destgirtiyan ne ji ber dopamînê ye, lê çiqas kêm be jî ew di rêjeyekê de dimîne.

Teoriyek din jî heye dibêje evîn û dildarî ji ber peywendiya zarok û dayikê peresîn derbas kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Ji ber ku di evîndariya romantîk te daxwaz heman nebe jî hestên parastin û xwedîderketinê di heman radeyê de ye.

Ji ber ku him mirov, him jî ajal gava ji hezkiriyên xwe veqetin dikevin nav hesteke kûr. Ji ber vê jî ji bo ku êş û keser tunebe hewcedariya bihevrebûnê peyda dibe. Lê her carê encam li gor dilê mirovan naçe, veqetîn pêk tê, dil dişikî û êş û keser ligel şikestineke mezin li dor mirovan digere.

Tê gumankirin ew hest xwediyê binyateke peresînê ye.

Ango pergala lîmbîk a di mejî de ji bo heyama evîndariyê roleke mezin dileyîze. Tê gumankirin ev pergal tevî mirovan ligel gelek jîndaran jî heye.

Bi kurtasî evîn bi hezeran sal in heye, her serdem bi rûyekî din bi kirasekî din pêk hatiye. Lêbelê herî dawî li bal mirovan ew hest bêhtir xort bûye û bûye sedema şerên dinyayê jî.

Evîndarî dikare şerekî mezin jî bide destpêkirin, aştiyeke xort jî pêk bîne.

Pispor herî dawî wisa xalek li evîndariyê dixin. “Ger evîn nebûya mirovahî nedihat vê astê, bêyî hezkirin em çênedibûn.”

green leafed plant beside books and mug

HIN ÇÎROKÊN KU RENGÊN CUDA DANE DINYAYÊ

Ji destanên hezar salan berê heya bi romanên modern berhemên wisa ku bandor li guherîna dinyayê û fikr û ramanên gelek nifşan kirine…Destana Homeros a Îlyadayê, bû berhemeke wisa ku ji bilî girîngiya wê ya wêjeyî, bandora wê ji serdema antîk a Grekî jî gelekî derbas kir.

Îskenderê Mezin ji temenekî piçûk ji bo ku bibe qralê Makedonyayê hatibû gihandin. Ev şahînşahiya piçûk a li bakurê Yewnanistanê ewil bi Împaratoriya Persan heya bi hemû dewletên cîranê xwe ra di şer de bû. Ji ber vê yekê diviya baş bizaniya di şer de rêberiyeke xurt ji artêşa xwe re bikira.

Gava bavê wî mir Îskender li text rûnişt. Ewil ewlehiya şahînşahiya xwe pêk anî û Împaratoriya Persan têk bir, ji Misrê heya bi Hindîstanê giş bi dest xist û axa xwe fireh kir.

Çekeke din jî di dest Îskender de hebû: Îlyadaya Homeros. Bi saya mamosteyê xwe Arîstoteles bi hûrgulî li ser vê destanê lêkolîn kiribû.

Gava derketibû seferê, ligel ku tu girîngiyeke wê ya leşkerî nebû, ji ber ku navê wê di destanê de derbas bûye li Troyayê disekine, sahneyê li wê derê hemû anîbûn ber çavên xwe. Di hemû seferên xwe de çavên wî li ser pirtûka Îlyadayê bû.

Destana Homeros, berhemeke wisa bû ku tevî girîngiya edebî, bandora wê ji agirê li wargehan û pirtûkxaneyên serdema antîk a Grekî derbas kiribû. Di vê berhemê de çanda jiyan û ramanî ya Grekî hatibû nexşandin.

Di navbera destana Îlyada û Îskender de danûstandinek çêbûbû. Îskenderê ku ji vê destanê xêr dîtibû, kir ku Grekî li erdnîgariyeke berfireh were axaftin û Îlyada xist nav pirtûkên wêjeya dinyayê.

Desthilatên piştî Îskender, bi saya pirtûkxaneyên mezin ên ku li Îskenderiye û Bergamayê ava kirine berhema Homeros gihandin pêşerojê.

Ev mînakeke berbiçav e ku bandor û girîngiya çîrokan ji nav rûpelan derketiye û belav bûye. Li gor Feylesofê Grekî Eflatûn (Platon), divê huner tenê ne li ser zewqê be, di heman demê de divê xêra wan bigihêje zagon û jiyana mirovan jî.

Meriv dikare ji herêma Mezopotamyayê Destana Gilgamêş û ji Emerîkayê jî çîroka Popol Vuh a şaristaniya Mayayan wek mînak nîşan bide. Ew destan ji bo pirsên gelek çandan ên mîna “em kî ne û ji ku hatine” bûne rê û ronkayî.

Edebiyata Çînê jî xwe dispart helbestên ku bi navê Pirtûka Stranan tê zanîn. Xwendin û nivîsandina helbestan ne tenê karê helbestvanan bû. Di peywirdariya împaratoriyê de ji bo kesên ku bixwestana werin cihên bilind ezmûn dihatin kirin. Di ezmûnan de jî li ser helbestê bi hûrgulî pirs dihatin pirsîn.

Pirtûka Stranan, li Asyaya Rojhilat helbest kir şêweyeke herî girîng a wêjeyê. Romanên ewil ên girîng li dinyayê di bin bandora helbestê de bûn. Nivîskar Murasaki Shikibu di destpêka sedsala 11an de, beriya berhema xwe Genjî ku wek romana ewil a dinyayê tê qebûlkirin dinivîse, hînî zimanê Çînî bûbû û nêzî 800 helbest di berhema xwe ya 1000 rûpelî de bi cih kiribûn.

Ereban yekem car çîroka bi devkî wek bi nivîskî nivîsand

Gava Ereb ji Çîniyan hînî çêkirina kaxizê dibin, hin çîrokên ku berê devkî bûn dinivîsin û hin berhemên mîna “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” derdixin holê.

Li dinyayê bi saya ku hejmara mirovên xwende zêde bû, hin kişfên wekî kaxiz û çapxaneyan bandora çîrokên nivîskî zêde kir.

Keybanû Şehrazad Çîrokên Hezar û Yek Şevê dibêje

Ew çîrokên ku ji helbest û çîrvanokên destanî yên ji berê rengîntir, him aliyekî wan ê perwerdekar û him jî yê şahiyê hebû.

Di Çîrokên Hezar û Yek Şevê de bêjerê çîrokan Şehrazad behsa Qralê Pers Şehriyar dike -ku ew her şev, piştî bi her jina ku pê re radizê serê wê jê dike- herwiha Şehrazad hewl dide bi rêya van çîrokan Şehriyar bike mirovekî dilbirehm û xwedîrûmet.

Di dîroka piştî edebiyatê de jî helbest, çîrok û destanan mohra xwe li dîrokê xist. Helbestvanê Îtalyanî yê sedsala 13. Dante Alighieri di berhema xwe ya bi navê Komediya Xwedayî (it; Divina Commedia) de gava Dojeh, Bihuşt û Erafê li gor baweriya Îsevîtiyê pênase dike forma helbesta epîk bi kar tîne.

Bi ser de, Dante berhema xwe ne bi Latînî, bi zaravayekî li herêma Toskanayê nivîsandibû. Bi saya vê, zimanê ku îro em wek Îtalyanî dizanin li herêmê belav bû. Ev jî mînakeke pir baş e ku nîşan dide edebiyet çiqas tesîrê li ziman dike. 

Komediya Xwedayî ya Dante ji bo bandora zimên a li ser wêjeyê mînakeke pir xurt e. Bi saya vê berhemê zimanê Îtalyanî belav bû.

Veguherîna herî mezin a di qadê de ew e ku Johannes Gutenberg rêzik û teknîkên li Çînê pêş dixe û li Bakurê Ewropayê çapxaneyê saz dike. Bi saya vê jî pirtûk gihaştin girseyeke mezin. Wek edebî romanê mohra xwe li vê dewrê xist û wek xwînerên nû jin derketin holê û bi pirsgirêkên civaka modern re jî eleqedar bûn.

Bi Frankensteina Mary Shelleyê gavek ber bi honaka zanistî ve hat avêtin û cih de nakokiya navbera potansiyela hilweşandin û sozên ûtopîk ên zanistê. George Orwell bi berhema xwe ya 1984an û Margaret Atwood jî bi berhema Çîroka Xidamê (The Handmaid’s Tale) dan pey vê kevneşopiya nûjen.

Herwiha roman di têkoşîna welatên berpêşketinê an jî serxwebûnxwaz de tesîrdar e. Di salên 1960yî ên Emerîkaya Latînî de Gabriel Garcia Marquez bi berhema Tenêtiya Sedsalan bangî çend nifşên parzemîna xwe dikir.

Ji bo serxwebûneke siyasî pêdivî bi serxwebûneke çandî hebû, roman jî ji bo vê amûreke gelek kêrhatî bûn.

Her çend xwendin û nivîsandin digîhaşt girseyeke mezin û ev bi kêrî nivîskaran dihat jî çapxaneyan, kontrol û sansûra li ser wêjeyê jî hêsantir kir. Li welatên bi rejîmên zordest, gelek kes ji bo ku ji sansûrê xilas bibin çapxaneyên jêrzemîn ava dikirin. 

Îro em di warê teknolojiya nivîsê de di serdemeke şoreşî de ne. Înternet şêweya xwendin û nivîsandina me jî pêşdaçûna wêjeyê jî û kî dikare xwe bigihîne wê jî diyar dike. Em di destpêka serdemeke wisa de ne ku wê nivîs bikeve nav veguherîneke mezin.

Jêderk: https://www.parzemin.com/hin-ciroken-ku-rengen-cuda-dane-dinyaye/

Parzemîn Solutions

red and yellow round light

Cejna Pîrebokan

Necat Zivingî

31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdema paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Mîna ku dengê dilan hat guhê min: Bi xwedê ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e! Di pîrozbahîyên Cejna Pîrebokan de kundir di sûretê rûyê mirovên tirsnak de tên qewartin û ronîkirin, baloyên maskeyî tên lidarxistin, serdana malên bi perî tê kirin.


Cîhana Anglosakson vê rojê wek Halloween (All Hallow’s Eve – Roja qudsîyan) bi nav dike. Îcar ya ecêb çawa qudsîbûn, guneh, perîyên keç û jinên sipehî yên çîrokî û pîrebok di heman mîhrîcanê de li hev dicivin! Û kundir çi eleqe! De ka em li xwe vegerin: Dewsa pîrebokan li cem me çawa ye?


Gundê me gundekî asê û bilind e. Hê jî wisa ye! Keliheke dîrokî lê heye. Û ya herî giring tev şikeft e. Jixwe wateya peyva zivingê bi xwe şikeft e. Di zaroktîya xwe de min gelek behsa pîrebokan dibihîst. Mîna ku di şikeftan yan jî xirbehan de bûn. Dema dengê lêdana tenekeyekê mîna daholê ji dûr ve dihat, digotin daweta pîrebokan e. Carinan jî dihat gotin ku yek di xirbehekî de li pîrebokekê rast hatîye ku serê xwe dişûşt. Yekî yek girtiye. Yek bi yekê re zewiciye û filan û bêvan…

two jack o lantern lamps
Photo by Toni Cuenca on Pexels.com

Pîrebok cin bûn, yan ji cinan cuda bûn, nayê bîra min. Lê di hişê min de wek jinên ciwan û delal û nîvtazî mane. Nizanim çima! Dibe ku têkiliya Pîrebokan bi Leannán Sídheyê re hebe. Ew jî jina efsûnî ji cûreyê cinan e ku dibe îlhama şairan. Mijara Pîrebokan ne wek cejn û mîhrîcan, lê wek vegotin di nav me Kurdan de cîyekî xwe yê taybet heye. Gelek caran ji bo tirsandina zarokan hatîye bikaranîn. Na! Gurê Manco tiştekî din e.


Hevalên ku li ser tora civakî ji min re nivîsîn, mijar û zanîn xweştir kirin. Pîrkên hinekan ji wan re behsa ecacok û daweta pîrebokan kirine û mîna ku dê wan birevînin zarok tirsandine. Hevalekê vegotina pîrebok zarokên çil rojî dikujin, şibihand mîtolojîya Lîlîthê ku bi min baldar e.

Xuya ye ku li cem me Kurdan pîrebok ne pîrejin in. Li hinek deveran keçên delal û porxelek şibandine pîrebokan. Di vegotinan de pîrebok bi giştî li kavilan dijîn, porê wan pir û gijik e ku rûyê wan jê nayê xuya. Pêsîrên wan tazî ne, rûyê wan li alîyekî pîyê wan li alîyê din dinêre. Pêştemaleke reş yan jî sor girêdidin, sir û razan, cîyê xezîneyan dizanin. Şevên zivistanê bêtir tên nava gundan, dikevin axur û kadînan. Serê Nîsanê zêdetir li ber çeman in. Tenê li gundê kevn û yên bi şikeft dijîn. Ji hesin û derzîyan ditirsin.


Li hinek deveran tiştekî hesinî dixin bin balgehên pitikan, jin derzîyan dixin kofîyên xwe. Heger mirovek bikare derzîyekê di pêsîra wan rake, dikare bibe xwedîyê wan. Ew bi xwe nikarin wê derzîyê ji canê xwe hilkin, encex dikarin zarokan bixapînin û bi wan bidin rakirin û azad bibin. Li ser roj û mehên wan yên pîroz jî vegotin hene.


Gelek navên Pîrebokan hene mîna pîrebotk, pîreboşk, ecacok, pîrhevok, cazû, pîrelk, pîresêr û hwd.

Tabloya Luîs Rîcardo Falero ya di 1887an de çêkiriye, rêwîtîya pîrebokan ya ji bo civîna Sabbathê teswîr dike, gelek balkêş e. Li gor bawerîyan, ev civîn salê carekê di serokatîya şeytên de nîvê şevê pêk tê.


Baş e nizanim vê nivîsa ku perîyên delal, Lîlîth, Leannan Sîdhe, Pîrebokên me Kurdan, Mephisto û kundir tev li bin guhê hev ketin çawa bi dawî bînim! Lê min got belkî derîyekî tirsnak li lîteratura me Kurdî vekim û hew. Bila keşe ewqasî jî netirsin! Bimînin di nav kelecanê de.

EPÎLEPSÎ

Fzt. Mustafa Önal

                                                                                         Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon

Epîlepsî (fê, edr), nexweşîyeke mejî ye. Mirov bêhiş dixe û mirov bêhemdî xwe dilive, diricife, dikeve erdê; carina jî kefê bi ser devê mirov dixe. Epîlepsî, di warê tenduristîyê da mijara norolojîyê ye. Bi kurtasî mijara zanista rehikan e.

Rêveberê laş, mejî ye. Hemû çalakîyên me li mejî tên nirxandin û pişt re pêk tên. Hemû şane, bi rêya elektrîkê bi hev ve girêdayî ne. Ev girêdan li gorî pêvanekê ye. Carina ev pêvan têk diçe û ev elektrîk zêde û xwe bi xwe belva dibe. Hişê mirov diçe û pêgirîyên epîlepsîyê dest pê dikin. Ev rewş çend xulekan bidome û ji carekê pêve pêk neyê wekî “pêgirîya/nobeta epîlepsîyê” tê bi nav kirin lê ji carekê zêde çêbibe û bibe domdar bi navê “nexweşîya epîlepsîyê” tê pênase kirin.

Heta salên dawî jî, piranîya civakan, bi çavekî nebaş li van nexweşana dinêrin. Digotin “ew dîn in, cin ketine hundirên wan û hwd.” Niha pir kêm bin jî diçûn cem şêx û melayan nivişt çêdikirin.

Epîlepsî, ne pirsgirêkeke dînbûnê ye. Nexweşîyeke mejî û rehikan e. Ev nexweşî pir caran ji xwe ber derbas dibe. Pir caran jî di bin çavdêrîya bijîşkan da û bi dermanên taybet çareser dibe. Divê mirov ji van nexweşan netirsin. Ew ne dîn in û pêdivîya wan bi nivişt û tiştên beredayî tune ye.

Epîlepsî ji ber çi sedeman çêdibe?

Sedemên epîlepsîyê pir in lê cureyên epîlepsîyê jî ewqas pir in kîjan sedem, dibin sedema kîjan epîlepsîyê hîn zelal nebûye. Em dikarin hinek sedeman wisa rêz bikin:

  • Sedemên zikmakî: Nexweşîyên kromozoman, nexweşîyên metabolîkî (jînkarî), kêmbûna enzîman

Kromozom: Kromozom, hilgirên taybetmendî û xuyanîyan in. Kromozom, yekeyên DNAyê ne û genetîkê pêk tînin. Peyveke yûnanî ye. Ji chromos (reng) û soma (laş) pêk tê. Pirtikên di her jîndaran da taybetîyên genetîkî (irsî) pêk tînin wekî DNA (Deoksîrîbonukelîkasît) tên bi nav kirin. Taybetîyên dê û bav bi rêya van pirtikan derbasî zarokan dibin.

Metabolîk: Jînkar. Hemû çalakî û bertekên kîmyasal ên bi domandina jîyanê re têkildar in.

  • Menenjît, girêkên mejî (ûr, tumor)
  • Bikaranîna çixareyê, vexwarinên serxweşker, bikaranîna hêmanên tîryakê û bêhişker
  • Piştî bobelatan êşandina mejî, trawma
  • Talerz. Bi tayê re livîn û lerizîna dijwar (konvulsîyon/hewale).

Di dema pêgirîya epîlepsîyê da hûn dikarin çi bikin, çi nekin?

  • Berî her tiştî bang ambûlansê bikin.
  • Nehêlin nexweş tiştekî bi xwe bikin. Ji ber vê divê hemû alavên xeternak ji derdora nexweşan bên rakirin. Divê derdora nivînên wan ne bihesin be û nivînên wan dûrî dîwar û alavên xeternak bin.
  • Ser û laşê nexweş bizivirînin kêlekê û balîfeke nerm bixin bin serî
  • Ji bo ku nexweş dev li zimanê xwe neke û ziman neçe paş devê nexweş vekirî bihêlin lê tilîyên xwe yan jî alaveke din nexin devê nexweş. Li vir armanc domandina danûstandina hilmê ye. Di dema talerzê da nexweş pir dijwar dilerize. Dema hûn tiştekî yan jî tilîyên xwe bixin dev, diranên nexweş û tilîyên we dikarin bişikên.
  • Kincên nexweş sist bikin. Xwarin di dev da hebe derxînin. Divê hilma nexweş neçike.
  • Ji bo ku nexweş bi ser xwe da were kolonyayê lê nekin, pêvazê nedin ber poz, avê lê nekin û lê nedin.
  • Tu dermanan nedin nexweş
  • Hemû çavdêrîyên xwe bi pisporan re parve bikin.

DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

Occo Mahabad

Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gelek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku dilê me şa û bextewar dike. Şiko wekî her helbestvanê kurd dildar e nazik e li ber bûyerên civakî dixwaze ji birînan re derman bibe. Şiko bi eşq û sewdayê re xwe dike dergeh, perestgeh, ew dilekî birîndar e bi hesret û kedera yar û warê xwe, peyvên birîndar di dergûşa dilê xwe de kedî û sax dike.

Helbesta wî ya ez jê zehf hez dikim û bi xwendinê re dubare dubare kêfek mezin hildidim helbesta Dilê Bengî ye ku di sala 1963yan de li Lenîngradê hatibû nivîsandin. Şiko di vê helbestê de dilê xwe yê birindar û kesergirtî radixîne li ber kewa xwe ya gozel. Evîn û bêriya dilê xwe yê êşdar, di sing û berên qerqaş de digere ku xwe aş bike.

…….
Sîng û berê wê yê qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê,
Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê,
Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger,

Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser,
Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera,

Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera.
Heta kewa gozel neyê û dest nede ser birînê,
Birîna wî naaxibe û êşa dil nayê birînê.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê dixwaze xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê peywira edîtoriya Radyoya Rewanê dike. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz, mirovperwer û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1975an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Mixabin hinek nivîskarên kurd sedema mirina Şiko girêdayî şert û mercên feqîriye dikin lê ev teoriya spekulatîf, teoriyeke objektîf nine. Hûn ê bêjin ku ew canik û camêran di dema Şiko de jiyane û 24 saetan bi Şiko re geriyane. Em hê teze di derbarê jiyana Şiko de bûne xwedî agahiyan. Mixabin di destê tukesî derheqê vî şairî dildar de agahî û zanînên berfireh tune.

Ka bifikirin Şiko demekê mamostetiyê dike li Radyoya Kurdî û Riya Teze dixebite, bi piştgirî û derfetên dewletê dixwîne, doktoraya xwe dike. Gelo çiqas rast e ku merivekî wiha pir derfet dîtiye bi sedema feqîrtiyê xwe bikuje. Mixabin ew teoriya feqiriyê ne rasteqîn e. Jixwe dewleta Sovyetê dewleteke kedkar û karkeran bû. Pergala wan serdestiya karkeran diparêza. Dewlet ji herkesî re li gorî qanûnên xwe karekî peyda dikir ku ji alî ekonomîk ve bindest nebin. Di gundan de mirovên heyî li kolhozan, di navçe û bajaran de di komûn an jî Sovyetên heyî de dixebitin. Li gorî îstatîstikên di navbera 1955 û 1970an de rêjeya bêkariyê ji sedî 2 ye. Xelkê Sovyetê bi giştî jixwe feqîr bûn. Ev nayê vê wateyê ku meriv feqîr be xwe dikuje.

Eşkere ye divê lêkolînerên kurd li ser jiyana wî xebateke kûr û xurt bikin da ku em jî pê zanibin Şiko kî ye, çawa jiyaye, çi xebat kirine, di jiyana xwe ya rojane de çi êş, dert û azar kişandine û herî dawiyê çima xwe kuştiye.

Lê divê were fêmkirin ku Şiko berî her tiştî mirov e, şair e wekî her şairî bi civatê re li hev nayê tenê ye. Hest û ramanên wî ji herkesî zêdetir dilzîz, dilgerm û dilmayî ne. Rihê Şiko kubar e nazenîn e. Dilê wî herdem di lêgerîneke kûr de ye.

Şiko romantîk e xwezayê wek evîndara xwe hez dike. Ew paqijî û bêgunehiya xwezayê mîna çavên xwe diparêze. Sermest dibe bi ramûsanan, serxweş dibe bi hilman. Di sala 1967an de li Lenîngradê qelema xwe dajo ser peyvan dilê xwe radixîne ser kaxizan.


Ev barana dûr mîna yara min
Tê û radmûse dêm-dîndara min,
Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê
Û serxweş dibim bîn û hêlma wê…

Barana ezîz bi eşq tê xarê,
Dinyayê dişo toz û xubarê,
Dinya dikene mîna gula al,
Ji min direvin û xem û xiyal.

Şiko Kurdperwer e welatperwer e Kurdan wek çiyayekî bilind dibîne di sala 1967an de li Tilbîsê di helbesteke xwe de wiha dibêje:


Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilindtir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsiye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra.

Ez hatime xar ji çiyayê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar û şa…

Ez hatime xar çiyayê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweyî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar…

Şiko ji Elegezê hez dikir ji ber ku li Elegezê di zartiya xwe de dibistana navîn xwendibû. Ew hezkarê çiya, banî û jiyana Kurdan e. Li Leningradê di sala 1967an de bi eşqeke mezin helbesta xwe ya Elegezê dinivîse:


Hemêz kirin pencê royê
Elegeza kaw û naz,
Wê çev mizdan, rabû xewê,
Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî
Mîna zerya dewatê,
Muhbet gur kir hezar dilî
Evd û îsan, tebyetê…

Konê kurdî li sîngê wê
Bûne hezar xal û xet,
Hezar-hezar war bingê wê
Bûne rewşa xewn, qudret…

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961ê de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Mixabin Kurdên me qedr û qîmeta nivîskarên xwe nizanin. Kurdên me ji xelkê re yar in ji xwe re korr û lal û kerr in.

Dixwazim nivîsa xwe bi helbesta wî ya Klama Çivîka Zivistanê biqedînim. Ev helbest di sala 1965an de li Tilbîsê hatiye nivîsandin.


Adarê bê, baharê bê,
Wê bên rojêd ezmançîk,
Roj bikene wê eşq, hubê
Daxe pencê zêrkilçîk…

Ku tune bim ez li dinê
Min xem nîne û talaş,
Dinê bi gul bibe xinê
Û bextê xwe bimîn şaş…

Hêvî dikim ku Şikoyê Hesen di dîrokê de wek rûpeleke kevn û veşartî neyê jibîrkirin û ji nifşên nû ve bê zanîn û xwendin.

temporary tents on ground in daylight

Hêviya Xalê Temo

Kadir Stêra


Perdeyek zêrîn li ber şibakê, radibim ser xwe perdeyê ji per şibakê didim alî. Tirêjên rojê şewqa xwe didî hindurê odeyê. Ez di dilê xwe de dibêjim: “Heger tîrêjên rojê hebin; hêvî jî têra xwe heye. Heger tarîtî hebe; ronahî jî têra heye.” Muzîka xwe vedikim radihêjim telefona xwe “Înstegramê” vedikim. Storiyek vala, du storiyên vala. Xwarinên ku dixwîn parvedikin, nedizanim li kû rûniştine wê parve dikin. Ji xwe re li hêviyê digerim; lê tiştên vikîvala derdikevin pêşiya min. Hêvî ha hêvî, hela bêje min tu heye, heger tu hebe tu li kû yi? Çawa min “Înstegram” digirt, min dît rûpela hate pêşiya min. Çavên xwe, min li hêviyê asê kir. Min dît Hogir Ar, hunermendê hêja bi çend hevalên xwe re di rêdeyi.Barê wan xeyalên zarokên êzidî , berê wan li Teyrên Tawis. Dilê wan ji bo wan zarokên Kurdên hur lê didî, ew zarokên ku hê li ser ola xwe. Bo zarokên Zerdeştê Kal necemidin, ketine nava tevgerekê. Li navçeyek Batmanê ne, zarokên penaber li dora wan civiyane. Ez di cê cî de li Hogir digerim. Mirovên heman tişt bala wan dikşînin û ji heman tiştî hezdikin kêfa wan ji hevdû re tê. Ez û Hogir jî, ev çend salin hev nasdikin û çawa derfetê dibînin li ser ola me ya kok êzidîtiyê sohbetê digerînin. Wê rojê jî, gava lê geriyabûm, ji min re qala çîroka Xalê Temo kiribû. Wî qal dikir û min bi kelecanî lê guhdar dikir. Min ji xwe re digot :”Kanî hêvî li kû yi?,” Ha ji te re Hêvî

Xalê Temo û hevala jiyana xwe dema Daîş êrîşî Şingalê dike bi hawakî direvin û diçin Ewrûpa. Piştî çend salan bê ka çi dibe Xalê Temo tê Kurdistanê, li kampa penabera dimîne, paşê dikeve xanîyekî. Hêviya xwe qut nake, armanca wî ya herî mezin ew e ku li teyarê siwar bibe û biçe jina xwe, hevala xwe bîne. Hogir piştî sohbeta me dibêje: “Mamoste, ez ê ji te re du vîdeyo, çend wêneyan rê bikim, hela tu hînî çîroka Xalê Temo bibe, ev çîrok hêjayî bibe roman.”Bi kelecanî li bendî Hogir im.Vîdeo û wêne tên. Ez çi bibînim başe, howyano ev hezkirin çi qasî pir mezine, çi qasî pîroz e. Xalê Temo mîmariya xaniyê xwe şûxlê hepsê avakiriyi. Ji rengê derî, hetanî têlên ser dîwar xanî ji xwe re kiriyi heps. Xalê Temo, hetanî hevala jiyana wî ji Ewrûpa neyê; gerdûn li xwe kiriye heps û zindan. Gava li vîdeoya dudik dinêrim, dibînim ku li ser derîyê hewşa Xalê Temo wêneyekî teyarê û wêneyê jina xwe li ser teyarê zeliqandiyi. Xalê Temo, hêviya xwe qut nake wê hevala xwe li teyarê siwar bike û berê xwe bidin Şingalê. Li bendî wê roja mezin e. Ew bawer dike, wê bawerî jê re bibe hêz û rêya ronî bike. Tesira Xalê Temo li ser min e hê, ez vê carê li wêneyan dinêrim. Li ser dîwarê malekê marek mirî hatiyi zeliqandin. Ez li ser wêne hûr dibim, gelo ev ji bo ku mar li gorî riwayetê alikariya Melekê Tawis kiriyi bi dîwêr ve hatiyi zeliqandin an bi tiştekî din re girêdayî ye? Belkî ji bo ku mar di aliyê tenduristî de, ji jahra wî derman têne çêkirin bi vî hawî belkî fikirîbin ji xwe re dibêjim; lê ya pêşî bêhtir derdikeve pêş.

Ew roja min li gund bi hînbûna çîroka Xalê Temo derbas bû bû. Min ji xwe re digot: “Divê hunermendî li ser xeta rast bê meşandin, dûrî ego û kompleksan be. “Hogir dabû dû rêya rast bi qasî hunera xwe, bi wî dilê xwe yê agir ji bo gêlê xwe qederê du mehan xebitî. Ji cilan, solan, êzingan, ji pet û alavên jinan, yên paqijiyê hertişt top dikirin û hêviya mirovatiya mezin geş kirin. Anha jî, ew û hevalên xwe bingeheke komeleyekê ava dikin. Hogir digot: “Em ê navê vê komeleyê bikin Gavên Cemidî.” Divê em hemû kes piştgirtiyê bidin vê komeleyê, bo zarokên rojê necemidin.

Bo ronahî geş bibî û mirovatiya mezin şîn bibe çar perçê warê me xebatên bi vî rengî zêdetir bibin wê baştir bibe.Encax em bi destê xwe dikarin birînên xwe derman bikin, ji me pêve kesekî me tune.Hewcedariya me ji hevdû heye, bo em jiyaneke ronî ava bikin, divê Hogir Ar ên me zêdetir bibin. Hunera me çi be, tevgerên me jî gerek ew be. Hogir bi qasî hunera xwe bi pratîka xwe jî li cem gêlê xwe ye. Min xwest bi rêya vê nivîsê silavek Zerdeştî bidimê. Silav ji bo te Ar, hezkirina Teyrê Tawis ji ser te qut nebe…

photo of a statue

Destpêka Olîmpiyatan

Li bajarokê Olîmposê yê Yewnan ji bo rûmeta Zeus pîrozbahiyekê olî dihat amadekirin. Ev pîrozbahî hezar sale didome û îro veguhestiya werzişa herî mezin a cîhanê. Destpêka BZ 776, bû salnameya ya Yewnan a bingeh în. Piştî wê salê, ji derbasbûna 4 salan re gotin Olîmpiyat. Çima wiha gotin?

Ji ber lîstikên olîmpiyatê, helbet. Reqabet mirovan baştir dike, an Yewnanê kevnar wiha fikirîne. Ji bilî werzişê, pêşbaziya muzîk, stirîn û helbestan hebû. Hûn bi xwe dikarin vana ji xebatên wêjeyî dikarin bixwînin, weke ‘’iliad’’a Homer û ‘’Aeneid’’ a Virgil. Lehengên mîtolojîk jî, pêşbazên baş carcaran ecibandine, ne wiha ye? Di sêzdeh lîstikên ewil de, olîmpiyatên Yewnan ên kevnar, tenê ji bazdaneke 200 metreyî pêk dihat. Lê bi demê re pêşbaziyên bi heyecan yên nû wekî boks, pêşbaziya qerdêle û qantir, û bazdanekê ku lîstikvanan zirx li xwe kirî pir şampiyonên bihêvî dianî li stadyûma olîmpiyatê. Kombînasyona ku, baz xwe avêtin, pêlewanî, cirîd, û avêtina diskê ku pentatlon tê zanîn bû pêşbaziyeke gerdûnî û pankrasyon şerê kulma ku tenê gezkirin û çav derxistin qedexe ye, tenê yên xezimtir dikarin li ser bikevin û biserketin jî. Di dîroka olîmpiyatê de nanpêj Coroebus baştir tu kes tune ye, ew bû şampiyanê olîmpiyata yekem.(BZ.776) û tu kes nikare Orsippuse Megarayî ji bîr bike ku, şampiyonê olîmpiyata BZ 720an ji bo hêsantir bibeze cilên xwe avêtiye, di Yewnana kevnar de bûye destpêka pêşbaziya baza tazî ya kevneşopî.

PZ 391ê de, Împaratorê Romayê, yê Xrîstiyan Theodosius, kevneşopiyên pagan qedexe kir û cîhan ji lîstikên olîmpiyatan bêpar ma. Lê wekî atletê Pankrasiyon, bi hêsanî têk naçin û 1500 sal piştre di 1896 olîmpiyata modern li Atînayê dîsa destpêkir. Î ro olîmpiyatên havîn û zivistanê hezar atlêtê gerdûnî tîne bal hev. ji bo pêşbaziyên herî navdar, bi milyonan mirov kom dibin.

Citius(leztir), Altius(jortir), Fortius(zeximtir). Sê dirûşmên olîmpiyatê ne.

Jêderk : https://www.youtube.com/watch?v=wYTOzP7gZko

Werger: Enan

Amadekar: Fexrî Ulug

pink black and yellow abstract painting

HUBR

Eyşana Beravî

Ji nişkêva tepek li dilê min ket,veciniqîm. Hubra penûsa min li lênûska min belav bû. Hêdî hêdî dîmenekî di nav hubra reş de zelal bû. Di dîmên de hewarîye. Mîna morîyan însan dikişin lê yek ji wan nagihije meytê li peravê rê  virvirandî.  Ji dêvla mirîyan bi sixûr û mellayan mişt e erebeya cinaze. De êdî ez jî nizanim bê ka mirîne an zindî…!!! Berê tivingan li çarnikal girtine. Çend jin li ber serê meyt dilûrînin:

“Zeynel lawo me ji te re go tu neçe tu xortî,

lawo mala bavê te penaberî kuribî kuribî

Diberizin li jinên ku dilûrînin. Çend xortik mil kutane hev û diqîrin “ ne hewceyê şûştinê ye, ew bi hubrê şûştîye.”

    Çewtîyek di vê dîmena li ser lênûska min de heye..!!! Ev hewarî naşibe hewariyên heya niha dîtibûn. Ku em dizanin mirî dimirin, tên şûştin, tên kefen kirin û defn kirin. Lê di vî dîmenî de mellayên li der dorê ne, xurifîne qey. Li mirî û xweyîyan gef dixwendin ji bervayê fatîha de. Hubra li ser lênûska min her diçe zelaltir dibe. Lê qêrîn her zêdetir. Tê nagihîjim ewan em fêrî ev çend merhaleyan kiribûn lê niha berevajî diçin. Belkî jî min ê bigota ku bi riya rast de…!!! Siya mirîyên vê axê jî ewan diqutifandin. Min destê xwe li hubra ser lênûskê gerand. Min ku dît çarîneyek li kefa destê min.

“emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê ”

 Dîmen şolî bû, keskesorê meytê wî dabû pêş xwe  û berê xwe da ber bi gundê Qiçix a Gimgimê ve…

Ewrekî qerase bi xemê nepixiye û xwe li ser welat kiriye sîwan.  Mirov hêdî hêdî belav dibin. Lûrînên jinan diçirpise ser riyan. Rêçên mirovên tu carî negihaştin hewariyê, li ser dilê wan  her û her ma.

Bi hubrê li şûna dîmen diroka rojê wiha nivîsî;
“26 Sebat 2020 Roja mirina Nivîskar Zeynel Abîdîn Xan. Mirîyê bi hubrê şûştî.”