Otzî

Du geştyarên Alman, ku di sala 1991an de li  rêzeçiyayên Alpê li ser sînorê Avusturya-Îtalyayê  dimeşiyan. Piştî ku gihaştine bandeva çiyê, xwestin ku di riya qutebir de vegerin. Dema vegerê de di binê çemekî qeşa girtî de lekeyekê reş dibînin û bi baldarî lê dinêrin û fêm dikin ku ew cesed e û polîs agahdar dikin.

Polîsên ku tên cihê buyerê dest bi derxistina cesed dikin û difikirin ku ew yek ji wan çiyageran an jî leşkerên ku di şerê cîhanê ya yekem de mirine. Di destpêkê de polîsê Avusturya yê girîngiya laş fêm nake û di derxistina laş de bi lezgînî tevdigere û dibe sedema birînan. Piştî lêkolîna cesed, fam dikin ku ev cesed ne ji rêzê ye. Cihê cesed bi guncanî tê pîvandin û tê fam kirin ku ew bi çend metreyan di nav sînorên Îtalyayê de ye û radestî Îtalyayê dikin. Di encama lêkolînan de tê fam kirin ku cesed 5300 salî ye. Jê re ‘’Otzî’’ tê gotin. Otzî navê xwe ji qeşayên ‘Alpên Ötzal’ê digire û ev mûmya di dîroka mirovahiye de yê herî kevnar e. Ev laşê ku ji bandorên derveyî dûr û di bin qeşayê û bilindahiyê de heta niha xwe parastiye. Cûdahiya Otzî, ji mûmyayên şaristaniyên din jî di vê xala girîng de bi xwezayî hatiye veşartin.

Teknîkên mûmyakirina Misirê û çandên din jî pêvajoyên wekî rakirina organên hundir ên mirî û qutkirina rizîbûna wan jî bi bûjenên kîmyewî dikirin. Ji ber ku ev teknîk laş zuha dike mûmya hişk dibe. Lê Otzî, bêyî ku mudaxile bibe bi cil û bergên xwe, organên hundirî hetta rehên xwarinên zikê xwe de cudahiyek mezin li hember mûmyayên din rê dide.

Li gorî lêkolînê ew 45 salî, 50 kîlo û 1,65 cm dirêj bû. Dema ku ew di sala 1991an de hat dîtin ji ber mirina wî ew 13 kîlo bû. Gava ku ew mir, cilên wi ji çermên cuda yên heywanan û nebatên cihêreng çêkirî bû. Li ser serî wî kumikekî ji çermê hirçan hatiye çê kirin hebû.  Her wiha pêlava wi avbernedêr ji çermê heywanan çêkirî bû. Pêlava wî da ku serma nesitîne bi giyayên zuha dagirtî bû.

Di heman demê de, Otzî di çenteyê wî de alavên biçûk, amûrên birêkûpêk, heste, karokên hişk kirî û tufrengî hebû.  Wekî din ax, keviri tîr û kevan din av alavên wî de bûn.

Piştî otopsiyê, hat eşkere kirin ku di rûviyên Otzî de li kurmikê devçengelî rast hatin. Lê tiştekî meriv matmayî dike eşkere bû ku xwediyê taybetmendiyeke kuştina kurmikan dike. Otzî, kevzên darê dixwar ku kurmikên rûviyên mi xelas bibe. Di vir de ev encam dertê, Otzî haydar bû ku di rûviyên wî de kurm hene û ji bo ji kurman jî xelas bibe divê kevzan bixwe.

Di laşê Otzî de cûrbecûr 57 deq hene. Berê hate fikirîn ku ev deq bi mebesta olî an ji ji bo xemilandinê hatine çê kirin. Lê piştî lekolîna derket ku nexweşî li ku be, ew deq ji li wir çê kirine. Li gorî lêkolînan Otzî goştxwar bû.  Berî ku bimire di zikê wî de goştê pezkovî, bizin û cûreyên zad hebûn.  Diranê wî davî şikestî bû.  Dibe dema ku zad an jî goşt xwarinê de şikandibe.

Lêkolînvanan dit ku li gel laşê Otzî de kevanek, 14 tîr, kêr û bivirekî paxir tespît kirine. Otzî, bi van çekan xwe ne parastiye û hatiye qetil kirin. Dema ku nû hate dîtin, gumana ku ji qeşayê miriye hebû. Le lêkolînan eşkere kir ku Otzî di pevçûnê de birîndar buye û piştre miriye. Di kişandina rontgenê de birînên wî yên kûr tespît bûye. Zanyarên Îtalyayê di salên dawî de -2008- ji hestûyê pelvisê genomên Otzî girtine. Li gorî analîzên genoman, Otzî bi cigirên deverê re heman DNA ranegirtiye. Otzî ji Sardûnya û giravên Korsîkayê bi serde ji rojhilata navin be.

Otzî, niha li Îtalyayê li South Tyrol Museum of Archaeologyt, tê teşhîr kirin.

Çavkani:

Buz Adam Ötzi

https://www.wired.com/2007/09/dayintech-0919-2/

https://www.webtekno.com/buz-adam-otzi-nin-yolculugunu-ortaya-cikaracak-deliller-bulundu-h78975.html

https://bilimfili.com/buz-adam-otzinin-gardirobunun-kapaklari-acildi

werger : Fexrî Ulug