Bi Çîçî Re Çend Gotinên Dildarî

Çayan Okuduci

Ka were kêlaka min Çîçî; ezê behsa rewşa xwe û te bikim, behsa nêrhetiyên te, behsa dostatî û aselata te bikim. Behsa çavbirçîtî û şêrîntiya te bikim. Behsa malbata te ya mezin bikim. Waye Adar jî hat û derbas dibe, tu cihê xwe de rûne, zanim tu ditirsî serê xwe derxî derva, em herdu jî baş zanin ku zalim û hov li derva gellek in.

Lê bêhna bihare, xuşîna baranê, dengê bayê, guliyên li ber bişkavtinê, tovên li ber zayîne, heybeta Dîcleyê, li çiyayên Serhedê berfa ku gîhiştiye çem û robaran… Li gêliye Gordenê dengê xuma xuma avê, darên li kelaka rê rêz bûne. Ji nişkava û bi hunera te ya xwezayî vê hildikişandina te li ser guliyên zirav û tenik. Pisîkên mê li derdorê bi nazdarî xwe tev didin û xwe digevizînin bo pisîkên nêr. Bi gotina kurtasî; jiyanek li ber çavên te diherike û tu tenê temaşe dikî. Jiyan, bi tirsbûnê dewam nake kurê bavê xwe û ne jî didome. Jiyan, daxwaza jiyanbûne dike, kurê dêya xwe. Jiyan, hêviya di nava xwe de herikbariyê tîne ser zimên, hogir û rêhevalê min. Emê bi gotina Friedrich Nietzscheyê vê bêjin; jiyan wek darek e, her ku diçe bilind dibe ew qas jî di koka xwe ve diçe xwarê.

Te dît Çîçî bi çend peyvan meseleya te û hindir mayînê bi feylesofek me nirxand. Dibe ku ev peyvên giranbuha li ser tirsbûna te tesîrek baş bike û jiyana ku li benda te ye tu bikevî nav; çi bi tehm, çi tehmasarkî, çi şêrîn, çi bi zor û derd be jî, li benda te ye. Wayê min derî jî li ser pişt hişt. Tu û dilê xwe. Çîçî ti çi şeytanî, çi jirî, êdî bi risteyên şa’ran bersivan didî. Di navbera derî û dilê xwe de mayî, Di navbera xwe û dilê xwe de mayî. Te got çi? Belê, raste û bersivek di cîhdaye, ez jî di navbera derî û dilê xwe da mame, derî vekiriye û dildara min li pişt derî xuya dike, li benda mine an ez li benda wê me. Her roj wê dibînim, bêhna viya efsûnî tê pozê min, kenên ku li ser rûyê vê geş dibin, ûsa bi forsek porê xwe davêje sermil, çaxê dimeşe tu dibêy qey qertelek li ser nêçira xwe vê diçe. Awirên ku li ser in bo dostan hêvî, ji dilê dijminan re jî… Jinên kurd çaxê hez bikin… Jinên kurd çaxê bi kevin eksê… Femînista serbilind û xweşik û bedew û spehî û rind û delal û ciwan… Ne gul e ne jî kulîlk, ez im gul û kulîlk ew bû qertelek bi tena serê xwe li esmanan! Dê were neçira te ez im, destê xwe sivik tevnegere, dilê xwe nerm neke, wek zarokek hildigirî were, wek neçira xwe dixî nav lehpên xwe were. Were, bi çi awahî, bi çi şert û merc dixwazî ûsa bê. Were bi bejna xwe ya bilind û kûbar. Were, bask şikandî, pê kulek, çav girtî me.

Te got çi? Baş e. Min femkir. Bi gotina xwe mafdarî. Welleh te xweş got, rewşa me ya îroyîn weka te gotiye: tişte ku mirov jê kêm e, tiştê ku însan dixwaze biveşêre, li dijî te kê hebe yekcarî hemû kêmasiyên xwe bar dikî û wek bayê sivik rexne û nirxandin tê weşandin, şîroveyên surrealîst û pêkenok tên û diçin. Bi wan ramanan geh kaşo kaşo geh sivik sivik pêşaroja me û ê we tê xêz kirin. Ji rûniştine, bêdengiyê, bêhereketbûne gellek çêtire. Lê hinek kolê hestên xwe, bi carkî vê çi ji dev derdikeve diweşinin wek giyayên bo bexçeyan zerar û ziyan in. Ne çav neqiş dikin ne jî birû xêz dikin xweşikî. Tu dibêy ewê werin ser xwe? Çîçî tu çi firlamayî rexneyên bo te dikim, ti jî li min verdigerinî. Pêşî lixwe vegerim û baş xwe nas bikim ne wisa? De baş e, weka tu dibêjî. Dîsa jî te hêviya xwe ji min nebiriye. Mala te ava, hevalên wek te hêviyê qet ji dest bernadin, bi saya we em her tim dinavbera jiyan û mirinê de dibînin. Here ji mirinê çêtire, seata te xweş.

Eşq ên ku devji me berdane, hesretên me, hêvî û xiyalên me, roja me, dîroka nûjen û carcarna ji emê bihevre herin salên ku me li pişt xwe hiştiyê bi bîr xin. Pisîkên reş a weka te Çîçî; bi quretiyên xwe, bi rabûn û rûniştinên xwe nadişibin tu kesî, nêrinên te î tûj, hestên li ser me diqewime. Forsa li ser te ye li ser nivîskarên cihanê dikeve valahiyê, têk diçe, wek têkçûna popîstên rojane, bikin-nekin nikarin bigîhijin wê forsa te ya xwezayî/sirûşt. Hin tişt henin Çîçî, di rih de tine be, xwezaya wî karî, hunera we di hindir de nehewiya be xav û bêtehm nîne? Her kes her tiştî dike, belê bila biceribînin, tu zerar û ziyan tineye. Lê biçepik û pêsnên vala meriv rêya xwe şaş dike û dawî rê de an di nîvê rê de çaxê bi ser xwe vê tey, rêçên ku li pişt mane nay xuya kirin jî.

Çîçî tu qet cîhê xwe nasekînî, ez behsa tiştek dikim tu werdigirenî ser min. Heyra di vê de kirde ez im, ez her tiştî nazim, ezê xwe înşallah bigîhijim zimanê asta Xanî û Cizirî! Nekene kuro, ji te re dibêm nekene! Nivîskar Hesenê Metê, di pirtûka xwe ya dawî Kitêba Salê de digot çi? Digot nekene abla. Me sê car Kitêba Salê xitim kir, dîsa jî em jê têr nebûn, du car bi deng nizm û carekî jî bi dengek bilind xwend. Ka em dîsa bêjin, de ev kenê te jî neqediya û çû, abla! Hesenê Metê didomîne, bawer bike… ku meriv radyoyek bida ber wî, wî ê di nîv saetê de nikanibûyabi ser kanala radyoya Dengê Erîwanê ve ji bibe, ew ê nizanibe veke.

Tu çima min ew qas biçûk dibînî, ma neheqe min e parikî pesnê xwe bidim, piçek partî û tevgera rexne bikim, jixwe derdora wan hatiye dorpêçandine? Û peyvên kes jê fem nake bi ser hevde rêz bikim, neheqê min e? Vêga ez te nasnekim ezê bêjim Çîçî çi mutewaziye! Egoya ku li ser awirên te dihewe -heta birçîbûna te li ber xwe dide ev egoya te- Raste Çîçî, xebera te ye. Herê, di deste min de jî gellek kar henin. Sê çeşît kek çêdikim, bîsqotî (biskuviyek îtaliyê: tê de hevir, rûn, hêk, şekir, rûne malê, findik, mewuj heye û taybetiya vê jî hiştbûn û qeliyayî be) amade dikim, sandîviçên sar. Keyfa te herî ji keka bi leymon ve tê. Zêde şêrînayî xwarin bo te çav kor bûne, haya te ji te hebe!

Her şeveq zimanê te li qorovasanan nekeve tu muşteriyan û me ga dîdî. Qafelatte, qapîcîno, amerîkano, espireso, kramel makîyato, firapîcînyo, çaytîlatte jî çêdikim. Baş e ku tu ji hêla vexwarine de ji bilî dêw û avê tiştek venaxwoyî. An ewê barê me behtir giran bibûya. Nekene. Xwarin û vexwarin jî estetîkê dixwazin, berpêş kirinê de afirandinê dixwazê, lê qeyde û ûsila çêkirinê eynî ye. Wek peyvên modern in bihesibîne, peyvên ku deste te dane, peyvên ku tu her roj bikartînî ji nû vê diafirinî, formek lêdikî, bi peyvrêziya xwe helbesta xwe ye xweser derdixî. Ji te re dibêm nekene.

Ji Farqînê heta Diyarbêkir û ji we jî heta Stenbolê her tim û her dem li derdora me, di nav malê de, bi hevaltî û hogirtiyek dûr û dirêj me li pişt xwe hiştiye bi pisîkan re. Mixabin me demek kin jî dijmînatiya hevûdin kir, sedema dijmînatiya me ji kevok bûn. Kevokên Diyarbêkirê. Li esmanên Ben û Senê, li bin keleha Amedê li ser banên çi ax û çi beton; her şeveq û berê êvaran mîhricaniyek rengo rengo dihat dîtin. Fîka fîka me bû, di destê me de şivek dirêj, bi serî vê poşetek reş û mezin, geh bi vir de geh bi wir de me dihejand bo qefleya kevokan ji çêla Ben û Senê hêrî bilind bibin. Li esman wek mûyek bê dîtin û armanca me jî ev bû. Li ser banên Ben û Sena çêl de bi kom kom bi qefle qefle kevok difîriyan; te digot qey her qefle holka asmaniya xwe rêz kiriye û digere. Li esman bi dehan qefleyên kevokan li dora xwe digeriyan, pirr kêm ji qefleyan kevok digîhiştin qefleyên hember, tek tûk ji qefleya xwe diqetiyan. Kevokbaz bi qetendina kevokê(an) re yekcarî bi lez û bez navê îxanetê li wan dikirin û wek îxanetçî dihesibandin. Ev hêrsbûn wek fikrên û îdeolojiya devletan ne, wek malên xwe dibînin, wek kole. Nêrinek kevnşopî. Ji bo genim dane wan, ji bo ava ku dane ber wan. Ewê ji qefleyan vediq-etiyane çêre ku dihat kirin, hêrsa ku xwediye kevokê digirt! Hîsek weka ku di qada şerek de serbazek serî tewandî vegere mala xwe… Wey mala minê! Eger kevok vegeriya û batana, cezaya ku dihat datîn, dihat ser zimên curbecur bûn, cezaya herî giran jî bask kişandin bû, çend meh li ser lingan meş, ji esmanên azad dûr, di nav çar diwarê banê de jiyan. Cezayê din jî li ber halakevn(eski hal)de were firotan, metayek bi xwîn û goşt.

Ax mirov ax! Qet nafikire, nabêje belkî kevok dilketiya xwe dîtiye, belkî hevjina xwe ya berê dîtiye, belkî ji cihê xwe acîs bûye, belkî di dilê xwe de anarşîstek îfleh nebûyî diveşêre. Ax insan ax! Tu çi qas xweş û bi dilrihetî ewê ne ji te bin û ji te re serî rakirine; zûzûka dikî bin lingan. Do jî tu wisa bûy îro jî ûsanî. Hema ji nişkava qerar û biryar tê datîn. Li ser vê meseleyê 27 sal bihuriye, ka emê çawa vê meseleya kevokbazên ku dijî kevokên serbestiye xwestine û ji xwe qefleyan rizgarkirine; bi kîjan zanyarî ve bê tehlîl kirin: sosyalojî an psîkolojî?

Kevokên me binav û navdar bûn, çend navan em rez bikin: Mîskî, Bilbil, Banko, Tekleciyên hêşîn û ê Merdînê, Perçelî, piskulî, Yusufî, Şekerî, Memelî, Semawî, Kurîgok, gullî, şevqelî, Homoma, Urfasarîsî, Zeytûnî, Atlas, Gogela, Çirnaxlî, cîgerî û ji bo “onluk”an çend hebeş hebûn di pina me de. Bi şev û roj em bi kevokan re radibûn û radizan. Bo me aktîvitek civakî bû, îro çawa ş’ir kom dibin û li ser helbestan gengaşiyê dikin, me jî li ser hunera kevokan û li ser taybetiyên wan gengaşiyê dikir, pesnê xweşikiyên wan me dida. Lê tu kes nedieciband kevokên din, her kes bi şîrê xwe qayîl dibû û hesûdî jî qedera me bû!

Gelo we çîroka Murat Ozyaşar xwendiye? Pirtûka viya bi navê Ayna Çarpması/ Bîr(s.54 “Kış Bilgisi”)ê de metafora “Kevok û Güvercin”ê bi psîkolojiya bindestan û bi destên serdestan de di mêtingehan de çi dane qewimandine û encama ku bi dest xistinê bi çavê zarokekî ve daye nîşandine.

Îş û karê me, xiyal û meşquliyeta me kevok bûn. Li banên din, kevokbazên ku hemberên me bûn, bi şerekî sivik û veşartî dihat meşandine. Kê û kîjan kevokbaz, kevokek bi dest bixistina êdî ew kevok ê wî bû. Kevokbazê mexdur ti heqe wî û mafe wî tine bû ku daxwaza kevoka xwe bike. Ev qeyde di navbera xwediyê kevokan de sozek bû û ji hezar salan ve de wek qanûn dihat nasîn. Li pey kevokan bi ban ban em diçûn, li bircên Diyarbêkir vê em hildikişiyan û kevokên xerîb, rêyên xwe hindakirine; bo me wek nêçirek bû. Çend caran li ser banên apartmana, li ser Bedena Amedê û bircên wî ye bilind bo kevokek em bi mirinê vê rû bi rû hatine. Vêga psîkolojiya neçir û neçirvanan baş fehm dikim, ev hîsek sirûştiye ku ji hindire te bilind dibe û li pey nêçira xwe ve diçî.

white and black bird on trunk
Photo by Kostya Levit Naddubov on Pexels.com

Çavê te ti tiştekî nabîne, ez dikarim bêjim ku weka îro bi çûndina te çavê min ji bilî te ti tiştek naxwaze bibîne û seyr bike. Sewdasera min a hişk û zalima dilnerm, ger tu neçirvan bî, minê xwe qurbana neçira te bikira. Çend wext derbas bû tu çûyî, denge te seh dikim, di xiyal û xewnan de qet naçike bêhna te. Lê tinebûna te, behn li min diçîkîne, sing asê dibe, namîne ne tehma avê ne jî ê nan. Çend min serî meyxaneyan da, çend cara çûm rezaleta xwe bidim nîşandinê, ewê ku ji min bêtir rezîl in. Ez bi wê şevê dijîm, baş bû ku ew şeva sar de min xwe li te pêça. Ma ji min re dengê te, ma ji min re valahî û kaosa te, ma ji min re siya laşê te û ê agir. Bi risteyên Ferikê Ûsiv bila dengê min bê te; “Çevê belek wê kil dida/ Beşera rû xweş gul dida/Zerqê hubê li dil dida/Dil ji min bir, dil ji min…”

Kevok eşq bû, kevok bo me fêrbûna jiyana Amedê bû, kevok bo me sewdaya ku nay îfade kirin bû. Û rojek birê minê mezin li ser Sûrê li pey kevokan bazda û pê şiqîtî û ket xwar, xwedê kir ku ket ser çopê û her du destên wî şikiyan. Ji we rojê vê de êdî me kevokan bi kaçaxî hezkir û xwedî kir. Wek îro hezkirina min a bi kaçaxî, weka em li welatê xwe dibin kaçax, kaçaxçî.

Minê ji we re behse pisîkên reş bikira, bi taybetî ji pisîka min a reş Çîçî. Bi min helbest nivîsandin jî wek vê nivîsiyê, bi hişê dervayî ve geş dibe, kontrol kirin carcarna ji destê te dişemite û diçe, ev tiştek baş e. Ne tenê helbest, tiştek ku bi hunerê tê afirandinê, ji derva tê û di hiş û hestên hunermend de tê hejmartin. Bi mesleya Çîçî ve derketin rê lê em hatin biranînên zarokatiya xwe, kevokên ku li esmanên Diyarbêkirê de bi dengê baskên xwe deng didan û teqleyan diavêtin. Di singa kevokek de gîhiştim evîndara xwe, bi baskên kevoka şatir çûm rûkeniya wê seyr kirim û hatim. Bila ev nivîs jî bi risteyên nemir Ahmed Xanî vê bi dawî bibe, risteyên ku bi eşq hatiye nivisandin, ev riste bila guhên ker bikin!

Ji nav stiriyan bişkivand sorgul

Te pê sewda û dîn kirin bilbil

Te sorgul kirin ciwan û xweşreng

Te bilbil kirin xweşdeng û aheng

Ev işq û evîna di dilan de

Bisk û kêziyên bi ser milan de

İşqa te ye dildiran dilşîne

Derdê te dilan her diêşîne