pink black and yellow abstract painting

HUBR

Eyşana Beravî

Ji nişkêva tepek li dilê min ket,veciniqîm. Hubra penûsa min li lênûska min belav bû. Hêdî hêdî dîmenekî di nav hubra reş de zelal bû. Di dîmên de hewarîye. Mîna morîyan însan dikişin lê yek ji wan nagihije meytê li peravê rê  virvirandî.  Ji dêvla mirîyan bi sixûr û mellayan mişt e erebeya cinaze. De êdî ez jî nizanim bê ka mirîne an zindî…!!! Berê tivingan li çarnikal girtine. Çend jin li ber serê meyt dilûrînin:

“Zeynel lawo me ji te re go tu neçe tu xortî,

lawo mala bavê te penaberî kuribî kuribî

Diberizin li jinên ku dilûrînin. Çend xortik mil kutane hev û diqîrin “ ne hewceyê şûştinê ye, ew bi hubrê şûştîye.”

    Çewtîyek di vê dîmena li ser lênûska min de heye..!!! Ev hewarî naşibe hewariyên heya niha dîtibûn. Ku em dizanin mirî dimirin, tên şûştin, tên kefen kirin û defn kirin. Lê di vî dîmenî de mellayên li der dorê ne, xurifîne qey. Li mirî û xweyîyan gef dixwendin ji bervayê fatîha de. Hubra li ser lênûska min her diçe zelaltir dibe. Lê qêrîn her zêdetir. Tê nagihîjim ewan em fêrî ev çend merhaleyan kiribûn lê niha berevajî diçin. Belkî jî min ê bigota ku bi riya rast de…!!! Siya mirîyên vê axê jî ewan diqutifandin. Min destê xwe li hubra ser lênûskê gerand. Min ku dît çarîneyek li kefa destê min.

“emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê ”

 Dîmen şolî bû, keskesorê meytê wî dabû pêş xwe  û berê xwe da ber bi gundê Qiçix a Gimgimê ve…

Ewrekî qerase bi xemê nepixiye û xwe li ser welat kiriye sîwan.  Mirov hêdî hêdî belav dibin. Lûrînên jinan diçirpise ser riyan. Rêçên mirovên tu carî negihaştin hewariyê, li ser dilê wan  her û her ma.

Bi hubrê li şûna dîmen diroka rojê wiha nivîsî;
“26 Sebat 2020 Roja mirina Nivîskar Zeynel Abîdîn Xan. Mirîyê bi hubrê şûştî.”