KURTEÇÎROKA KURÊ QURQUR BEGÊ     

Taner OXIR

Silavên Kurdî li we be xwînerên hêja,


Kesek heye di çanda me Kurdan de cihekî gellek girîng digire. Navê wî kesî di zimanê me hemiyan de ye! Dema ku kurikek tiştekî ne baş dike, em wî kurikî dişibînin ew kesî navdar. Lê mixabin ku em vî kesî binêz ve nas nakin.
De rawestin em bi hev re ew kesî navdar binasin.

KURTEÇÎROKA KURÊ QURQUR BEGÊ       
                                
Dibêjin; Misûr Beg û Qurqur Beg birayên  hev bûn. Ew Mîrekên Mîrnişîniya Botan bûn.
Qurqur Beg zewiciye piştî salekê  nexweş  ketiye û miriye. Piştî mirina wî kurek ji hevjîna wî re çêdibe. Ji ber ku bavê wî hîn xort bû miriye, Misûr Beg ew kurik pir  bidelalî mezin dike. Kurê Qurqur Begê, çi kiriba, kesekî nikarîbû jê re bêje na, heya ku bû xort, lewma sînorê xwe derbas dike, digîhe wê radeyê ta ku destê xwe dirêjî keç  û jinên eşîrên Botan dike. Serokeşîrên  Botan, bi serokatiya Qubadê Sêvo li hev dicivin û dibêjin; Vî serserî helaka me biriye. Divê em sînorekî jê re deyinin, em herin cem Misûr Beg da ku ew tembihekê li biraziyê xwe bike.
Dema ku diçin ba Mîr û ev yek jê re dibêjin, Misûr Beg zêde pêça xwe nade wan û siyanet ji gotinên wan re nagire û ev yek ser guhê xwe re diavêje.

Dema kurê Qurqur Begê ev kiryarên xwe yên bêrûmet dubare dike, eşîrên Botan hew radigrin hemûyan xwe dikin yek û Qubadê Sêvo didin pêşiya xwe. Mîrê Botan û malbata wî ji herêma Botan xwînî dikin.
Dema ku Mîr li qeyikê siwar dibe, gef li Qubadê Sêvo dixwe û wiha ji Qubad re dibêje; Eger ez vê yekê ji te re bihêlim, zanibe ku ez ne Xalidî me.

Qubad ji Mîr re dibêje; Dera destê te bigihiyê, lingê xwe jî li pey bavêje, em bêrûmetiyê qebûl nakin. Mîr li ser kelekan berê xwe dide Mûsilê û li Mîr Mihemed paşayê Rewendizê, Mîrê Koran digire.
Têkilî di navbera Mîrê Botan û Mîrê Rewendizê de xweş bûye, lewma wî leşkerekî mezin bi Misûr Begê re amade kiriye û hatine eşîrên Botan.
Ji ber ku Qubad di wê demê de serweriya eşîra Meman kiriye, wan pêşî gundên Meman dorpêç kirine. Wî eşîra Meman û beşek ji eşîra Elîkan di komkujiyeke mezin re derbas kirine. Qubad girtine û çavên wî bi saxîtî derxistine.
Mixabin, eşîrên Botan bêdeng man e û xwe ji pişt Qubad dane alîkî.
Ev şer û komkujî hemû ji sedema serserîtiya kurê Qurqur Begê bûye.

Cinûs li kujeran, rehmet li şehîdan bê.