photo of head bust print artwork

XWE RAPÊÇANA BI REXNE Û ÇAVNEBARÎYÊ

Ciwan Serhedyan

Qasî ku niha tên bîra min sê cûre şûrên çavnebariyê hene. Yek awir, yek ziman û ya din jî tevgerên qurretiya ku xwe ser hevdu ra dîtinê ne. Tê bîra we an nayê bîra we ez nizanim. Lê ne dûre! berî niha bi deh-panzdeh salan gava mamosteyek yan jî karmendekî tirk ku bihata gund yan taxa me, me kurda ji bo wan xwe dikirin ax. Me ew didane ser serên xwe, gelo hemberî wê nirx dayîna me wan çi dikirin? Me çiqas xwe li ber wan dikir erd wan deh car qasî wê em û nirxên me li erdê dixistin ku hîn jî wisa dikin, wekî mînaka sê-çar roj berê li Nisêbînê mamosteyeke jin rûyê xwe, rûyê wan yê rastîn careke din nîşanî me kir. Em dikarin bi hezaran mînakên vê mijarê bidin ber çavan. Weka ku dengê we tên guhên min ku hûn dibêjin “ji xwe niha jî wisa ye” belê niha jî wisa ye lê ne wekî xezeba berê. Em êdî bêhtir hay ji xwe hene û bêhtir hay ji wan jî hene. Em zanin ku wê çi bikin û çawa tevbigerin. Dev ji şaşî û rastiya vê mijarê berdidim û niha berê xwe didime ser gava ku ew mamosteyên dihatine gund ku “kurd” bin. Hîn jî dengê gundiyan di guhê min da olan dide ku wiha digotin:”ji xwe ra li vî yê hanê binihêre heta doh jî şivan bû niha hatiye li ser serê me bûye mamoste, îjar wê me hîmê çi bike”. Ev tenê di gotinê da nedima, wisa bi awir û tevgerên xwe jî nîşan didan ku çiqas ji hevdu ra dil nexwazin, çiqasî çavnebarin. Nizanim meriv dilê xwe bi mamoste bişewitanda yan bi şivan ku herdu bi hevdu ra hevber dikirin bê ka kîjan ji kîjanî jêrtirdaye. Çavên wan bar nedibûn ku kesekî ji me xwendibe serkeftî be û pêşketî be, bûbe mamoste û hatibe nava gelê xwe ji bo ku xizmeta wan bike. Pêşiyê şivantî piçûk dikirin dûv ra mamostetî dianîn bi navê şivantiyê piçûk dikirin. Belê raste hîn jî wisa heye di nava civaka me da. Ev ne tenê ji bo mamoste yan jî karekî din tenê, li ser rûyê erdê çi mijar hebin hema di hemûyan da wisa şûrê xwe yê çavnebariyê li hevdû tûj dikin. Erê dilê me bi êşên hevdû dişewitin lê bi serkeftinê hev şad û şanaz nabin. Gotina zanayekî hebû mixabin navê wî nayê bîra min, wî wiha gotibû: “dilê me hemûyan dibe ku bi êşên hevdû bişewite, lê ya girîng ew e ku em bi serkeftinên hevdû şad bibin.” Erê em ji hevdû ra çavnebarin û şûrên me yên çavnebariyê ji hevdû ra tûj in mixabin. Lê belê ya rasteqîn ew e ku kîjan kurd bi serkeftinên kurda şanaz bibe ew kurdekî xwenas, xwerû û bi ruhê neteweyî ye. Ka em ji xwe ra mînakekî bibîr bînin.
Koçer Bîrkar ê gewre, qeşeng û hêja xelata Nobelê ya matematîkê wergirtibû berî du sê salan. Gava ku me bihîst em ji şabûna cîhê xwe qiloz bûn, hindik mabû em çend kurdên xwenas bê bask bifirin. Di serda jî camêr rabû ew xelata xwe diyariyê kurdên çar aliyê cîhanê kir û got: “ez hêvî dikim dilê kurda pê xweş bibe” erê welleh dilê kurdên xwenas pê xweş bûn…

Mînakên me yên serkeftinan nayên jimartin, ez zanim ku kurdên xwedî ruhê neteweyî yeko yeko bi hemû serkeftin û bidest xistinên kurda şanaz in, dilşad in. Bi rastî em mînakên xwe yê serkeftinan binivîsin dem namîne ku em karekî din bikin. Ji dengbêjan bigire heta helbestvan, muzîkjen, şanoger, lîstikvan, nivîskar, mamoste, bijîşk, rewşenbîr, zana û hwd. Ka em kurd di çi da ne serkeftî ne? “Dibên gîhayê hewşê tehle” na nexêr, gîhayê hewşê ne tehle. Çavnebarî pê li gihayê hewşê dike û diperçiqîne diçe sitrî û dirikên xelkê tîne, dike nava hewşê, dilê çavnebariyê ne bi gihayê hewşê yê ku perçiqandiye dişewite ne jî ji bo birînên ku bi striyên xelkê vebûne. Arîşe ev e!
Em hinekî rexneyên li ser huner, hunermend û nivîskariyê binihêrin. Dîsa em dibînin ku ji sedî nod rexne ber bi çavnebariyê dikişin. Hema bê em xwe didine benda hev ku di hevdû da qurçimokekî bibînin, gava em bibînin jî weylê halê ew kesê/a ku zivirek lê heb. Em wî/ê li erdê dixin û pê lê dikin. Divê pêşiyê em binihêrin ku hunermend çi hilberandiye û pêşkêşî me kiriye. Zeviyeke mezine qasî ecêbekî cot kiriye rast kiriye û kiriye wekî ruh da ku em pê dilxweş bibin, de bira hema zixurek dudu di nav da hebin wê çi pê were? Qe nebe em jî destê xwe bavêjine alîkariyê û hewl bidin ku wan zixuran ji navê derxin û bidin hêlekî. Lê na! zevî “berhema” hunermend an nivîskar ne bala çavnebaran da ne, her gav hişê wan li zixur û qurçomeka ye. Weka ezabê wijdanê li ser patika hevdû diqelizin da ku şûrê xwe yê çavnebariyê li stû yê hevdû din û xwe biavêjine paş mertalê rexneyan. Em hemû jî zanin heqîqet ew e ku ew kesên wî şûrî ji xwe bikin dê bibe xwedî ruhekî neteweyî, bibe xwe. Beriya gelek tiştan divê şûrê çavnebariyê deynin erdê, bibin kurd bi êşên kurda biêşên bi serkeftin û bi destxistinên kurda şad û şanaz bibin. Divê her kurd serkeftinên kurda weka yên kesayeta xwe bibîne pê şanaz bibe.