brown owls on a tree branch

GÛK GÛÛKKK

Eyşana Beravî

“Wellehî heke ez çîyayek bûma ji çîyayên dewleta heywanan, wê ji dêvla bombeyan dar û gul li min biçandana.”

Heteroglossîa – H. Kovan Baqî

Dengê nexweşan diteyise di camê de, cam di navbera nexweşan û çirûskên bajêr de. Li derve dinyayek bêdeng, li hindur dinyayeke bi helkehelk. Camên paceyan perdeyek tenik e di navbera tarîyê û tazîbûnê de. Qajînî ji dinyayê diçe. Ev çendeyek e êşeke xedar di nava şeqê de ye – Kî û Kî ji êşê diwelidin.

Ev paldank bê xem e. Rû’şîn, mil’şîn, pê’şîn, pal’şîn, vedan’şîn şîn şîn… Ev çendî zeman e hew xwedê zane bê çend rû qetandîye. Xwe serokwezîrê odeyê dihesibîne.

Nîvê min tev li hewayê dibe, nîvê din bi heft werîsan girêdayî.

Di destê min de pirtûkek. Devê nivîskêr tijî ye: Heteroglossîa. Tu tiştî hîs nake, tenê hîskirinê dijî. Hişê min bi vê hevokê re vedilerze, dirêj dibe, kin dibe: “Sî dirêj ez kin dibim, sî kin dibe ez dirêj dibim.” Di sîya zemên de diçin: Dadger û Bersûc, mêşên dieciqin û Kulorbadirînê darvekirî, rêwîtîya di hişê însên de û zarokê li hewşa welatekî. Zarokê li hewşa welêt, di hişê xwe de çêlekan dibezîne û hişê pîrbûna wî li ser maseya dadger e. Ne tenê li ser maseya dadger, li her cîgehên ew li wir êşiyayî ye. Bê navber digere. Ev rêwîtî tu car wê wî neke însan. Devê xwe diavêje pêsîra welêt, ji bo zikê xwe têr bike ji şîr. Belkî jî li têrbûna netêrbûnê digere, lewma senfonîya deng û rengên kurdbûnê di fetlên mejîyê xwe de digerîne. Exlaq tazî dike. Tazîbûn dibe dê, vedigere zarokatîyê. Dê dibe Sebrê. Sebrê û Surrazê di nava ruhê hev de… Qolo(Kûçik) şopgerek e, qasidê navbera zemanan e; hilm û bêhna mîtoloyan tîne îro û ya îro dibe demên mîtolojîk… Gerdûneke bê nasname, gerstêrkên bê qilafet… Kund tim dixwîne: “Gûk gûûkk, gûk gûûkkk.”

Ez û nexweşên ne nexweş. Em nexweş. Elfabe bi tîpa A’yê dest pê dike ne wisa? A û her du şeqên xwe. Her tişt ji vê navberê dest pê dike – destpêk û qedandek. Serî û bin. Cama di navbera bajêr û nexweşan de. Û ev erebe, ev çirûsk, ev sîlûet, ev bêdengî û ev himehima li ser camê. Xirxala min a ji min dirêjtir. Ez û nizanim Kî û Kî…

pink black and yellow abstract painting

HUBR

Eyşana Beravî

Ji nişkêva tepek li dilê min ket,veciniqîm. Hubra penûsa min li lênûska min belav bû. Hêdî hêdî dîmenekî di nav hubra reş de zelal bû. Di dîmên de hewarîye. Mîna morîyan însan dikişin lê yek ji wan nagihije meytê li peravê rê  virvirandî.  Ji dêvla mirîyan bi sixûr û mellayan mişt e erebeya cinaze. De êdî ez jî nizanim bê ka mirîne an zindî…!!! Berê tivingan li çarnikal girtine. Çend jin li ber serê meyt dilûrînin:

“Zeynel lawo me ji te re go tu neçe tu xortî,

lawo mala bavê te penaberî kuribî kuribî

Diberizin li jinên ku dilûrînin. Çend xortik mil kutane hev û diqîrin “ ne hewceyê şûştinê ye, ew bi hubrê şûştîye.”

    Çewtîyek di vê dîmena li ser lênûska min de heye..!!! Ev hewarî naşibe hewariyên heya niha dîtibûn. Ku em dizanin mirî dimirin, tên şûştin, tên kefen kirin û defn kirin. Lê di vî dîmenî de mellayên li der dorê ne, xurifîne qey. Li mirî û xweyîyan gef dixwendin ji bervayê fatîha de. Hubra li ser lênûska min her diçe zelaltir dibe. Lê qêrîn her zêdetir. Tê nagihîjim ewan em fêrî ev çend merhaleyan kiribûn lê niha berevajî diçin. Belkî jî min ê bigota ku bi riya rast de…!!! Siya mirîyên vê axê jî ewan diqutifandin. Min destê xwe li hubra ser lênûskê gerand. Min ku dît çarîneyek li kefa destê min.

“emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê ”

 Dîmen şolî bû, keskesorê meytê wî dabû pêş xwe  û berê xwe da ber bi gundê Qiçix a Gimgimê ve…

Ewrekî qerase bi xemê nepixiye û xwe li ser welat kiriye sîwan.  Mirov hêdî hêdî belav dibin. Lûrînên jinan diçirpise ser riyan. Rêçên mirovên tu carî negihaştin hewariyê, li ser dilê wan  her û her ma.

Bi hubrê li şûna dîmen diroka rojê wiha nivîsî;
“26 Sebat 2020 Roja mirina Nivîskar Zeynel Abîdîn Xan. Mirîyê bi hubrê şûştî.”

close up photo of abstract surface

BÎZMALOG

Eyşana Beravî

Carina hîn tişt min bixwe re li ba dikin, dibin hîn deran. Ji bîr dikim li ku me, li çi digerim !!!
Li zeman diqelibim, guhê xwe didim ber devê hîvê. Dawa çi li hîvê dikim nizanim.
Evan tevan li bajarekî piçûçik, di nav otobêsa şaredarîyê de difikirim. Dengê zarokekê min
ji wê bîra fikran dertîne.

– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye ?
Dayîka keçikê bi şaleya xwe li paldanka hember rûniştîye. Keçik û bavê xwe li kêlaka hev in .
Bav li hev soro moroyî dibe û diquncirîne keçikê. Keçik cardin dipirse.
– Dayê te derpê di bin şaleya xwe de lixwe kiriye?
Dev û rûyê dayê pêçayîye, di bin rûpoşa xwe de dike mineminan. Bavê zarokê diqehire û şeqamek li keçika xwe dixe. Keçik bi qêrîn tiştinan dide serhev ji bavê xwe re. Ne girîyên wê diqedin ne jî xeberên wê. Rêwîyên di nav otobêsê de dikevin heyra derpê. Li kolana Bedlîsê dadikevim, di bin bîzmalogên heye mîtroyek dirêj de dimeşim. Dizanim ez ê rojek bi van bîzmalogan herim. Li vî welatî her tişt ji bo kuştina însên e , ne ji bo jîyandinê. Heke peyarê nîvmîtroyek din jî fireh ba, ez ê netirsiyabûma. Di seqema -18 derece de dimeşim. Hêlma min li berçavkên min dide û dinya ji min ve xumam xuya dike. Serê mijangên min en ji hêlma min şilbûyî, qeşa digirin û bi hev ve dizeliqin. Pêlûkên çavên min nîvkêşî û serê mijangên min li hev asê . Heke li bajarekî erd qeşa girtibe tu mafê mirov tune ye ku destên xwe têxe bêrîkên xwe.
Serê tilîyan biqerisin jî çêtire. Ku wiha nebe gava mirov şemitî wê qorik û pişt li mirov bişikê.
Nola a vê kêliyê jinekê bi solên pehnî bilind li ser erda qeşa girtî dimeşe. Pehnîya solên wê dike çîze çîzan di guhê bajêr de. Xwe nagire û serpişt dikeve. Hersê zilamên li ber cam a dikanê ne, zîq li çîmikên jinikê dinihêrin û dikenin. Jinik destên xwe ji bêrikên xwe dertîne dide erdê radibe, li hersê zilaman dinihêre û dibêje “ baldar bin, gava hûn filitîn serdev nefilitin ha, heke na hûn ê nikaribin carek din bikenin.”
Bi ligligên serê tilîyan û bi dengê kasetfiroşê ku tim û tim dengê mûzika wî bajêr dihejîne, dengê Şakiro dixe bêrîka dilê me û bi me re dişîne malê. Bi dengê wê keçika şeqam xwaribû, dimeşîm. Derdê keçikê ne yek bû. Di nav ecêba gel de şeqama xwaribû li hêlekê, êşa şeqamê hêlekê, de îca mesele derpê bû û nizanibû gelo derpê li dêya wê heye an na !!!


Belkî heya hatiba temenê diya xwe jî wê bi bersiva vê nizaniba. Û bav jî wê tu carî nizaniba ku bersivek kurt wê ji şeqama wî bêhtir bandorê li keçikê kiriba.
Nizanibû zarok tim li bersivan digerin. Lêpirsîn ji bo wan pir girîng e. Gelek tiştan bi pirs û lêpirsînê fêr dibin. Helbet heya bersiva pirsa di hişê xwe de nebînin hiş nakin. Bi vê riyê jî têkilîyê datînin. Gava tên hiş kirin têkîlî diqete. Bi qetandinê re jî zarok xwe di nava xwe de vedişêre. Hiş dike û hiş kirin dibe sedema kêm hîs kirin û kuştina wêrekiyê . Wêrek bûn, lêpirsin û tekilîyek xurt bandorek mezin li ser perwerdeya wan û kesayet û jîrîtîya wan dihêle.


Zarok hevalên me yên biçûkin û sohbeta bi wan re gelek bi kêf e.
Belê sar e, sirr a sar li dev û rûyê min dide. Av bi pozê min dikeve. Radiwestim ji zarokê destmalfiroş destmalekê dikirim. Destên me herdunikan jî ariyane ji seqemê. Em bi zorê pereyên hûrikî (qewlî zarokan ve yên zêrîn) dixin bêrîkên xwe. Pakêtê vedikim pelek destmal dertînim ji xwe re, yekî ji didim kurikê. Em pozên xwe paqij dikin. Mêzîneyek li ber e, li min dinihêre û dibêje xwîşkê tu xwe namêzîn î ?
Difikirim.!!!
 Erê dimêzînim lê heke tu bikaribî texmîn bikî bê ka ez çend kîlo me.
Bi çavên hurikên xweşik sertapê min dipîve. Û dibêje
– Bi ya min tu 48 an 49 kilo heyî.
Bi herdu lingan derdikevim ser mêzîneyê pêncî û sê nîşan dide.
– Jixwe qapût û sol, kincên heft qat bi ser hev de li te ne, şeş heft kîlo ne. Net brût 48 kîlo yî xwîşka min. Lê ez ji te re bêjim tim wiha bimîne tu wiha xweşik î.
Dibişirim û dibêjim tu jî tim wiha xweşik binihêrî.
Digihîjim otobêsa saet çaran. Şofêrê otobêsê kilama Mala Seydo dide serî. Û ji kaloyê kêleka xwe re dibêje mamo hela tu jê fehm dikî bi min jî bide fehm kirin. Otobês min bi xwe re dibe. Hewaya sar ji hev diqelêşe û berê xwe dide ber bi …