brown framed eyeglasses on books

Di Wêjeya Kurdî de 7 Helbestên Bibandor

Heya sedsala 20’an bingeha wêjeya Kurdî helbest û dengbêjî bû û mîna gelên din ên misilman, li ber cure û formên Ereb sekinî. Berhemên edebî bi piranî tenê di beşên olî û fermanên sofiyan sinordar bûn. Lê belêi ji bilî vê şêwaya kilasîk a helbestê, şêwazên cuda yên edebî piştî sala 1920’an dest pêkirin.  Di destpêka salên 1920’an de mezinahiya kilasîkbûnê çêbû, ku forma kilasîk di helbestê de parast, lê mijarên siyasî û civakî di helbestê de nexişandin. Piştî salên 1930’î pîvane cureyên erebî hate guhertin ku heta niha bi devkî de dihate bikar anîn. Di heman demê de curayên serbest diyar bûn.

Melayê Cizîrî – Şox û Şenge

Gelek helbestên Melayê Cizîrî bi bandor hene, lê ev helbest ya herî baş e. Koma Hîvronê kiriye stran.

Şox û şengê zuhrerengê ,
dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet pilingê ,
dil ji min bir, dil ji min
Nazikê şêrînkelamê,
dêmdurê gerden şemalê
Çiçeka terhin î vala,
dil ji min bir, dil ji min

Mela Huseynê Batêyî – Qiblegaha Aşiqan

Wêjeya Kilasîk de helbestên herî bi qîmet Mela Huseynê Bateyî nivîsandiye. Di sedsala 15’an de hevşibê wî tune ye. Ev helbestê Jan Dost xwendiye, bi pêşdarkirina û venîqaşan helbesta herî serkeftî ye.

ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu

Arjen Arî – Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî

Pirtûka Arjen Arî ji weşanxana Avestayê derket û  bi pirtûkê heman navî digire. Mehmet Atli ev helbest kiriye stran.

şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile…

Şêrko Bêkes – Çar Zarok

Şêrko helbestên xwe bi piranî bi Soranî dinivîse.

li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!

Abdûlah Peşew – Name

Ew bixwe bi Soranî dinivîse, Mala Mehmet Atli ava be ku ev ji gotiye.

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje

tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê

Rênas Jiyan – Janya

Em gelek kesan bi helbestê têr kiriye.

peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim, w… ey waweylê janya, kezeba min dike di
devê min re derkeve ji qehra...

Cegerxwîn – Gulfiroş

Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

Dil bi gul didî

Fexrî Ulug

Podcastên Kurdî

Berken Bawer

Podcasting, weşana hilberên medyaya dîjîtal (bernameyên radyo, vîdyo, û hwd.) in, Bi piranî di forma rêzefîlman de, li ser înternetê, ku li ser kombers û alavên barkêş (têlefonên desta, tablet, û hwd.) têne dakêşandin – bi gelemperî bi agahdarkirinê. Ji pelên bi vî rengî dakêşandî podcast têne gotin.

Peyva podcast di 2000’an de ji bêjeyên “pod” û “weşandin” a di peyva “iPod” de hate afirandin. Podcast yekem car ji bo iPod-ê hatin pêşve xistin, lê term podcast-ê ne tenê ji bo iPod-ê îro tê bikar anîn.

Cûdahiya pergala podcastê ya ji daxistina tomara bihîstwer an vîdyoyê ya bernameyek ji înternetê ev e ku ew ‘feed-agahdarî’ bikar tîne û bi vî rengî her beşa nû bi temaşekirina nermalava taybetî bixweber tê barkirin. Bi saya pergala podcastê, hûn dikarin beşdarî bernameyên amadeyî yên radyo / televîzyonê bibin û her dem li her cîhazê li wan temaşe an jî guhdar bikin.

Wekî ku hûn jî dibînin, danasîna podcastê wiha ye. Niha, di vî warî de di Kurdî de pêşveçûnek cidî heye, û em ji nêz ve li van geşedanan binerin.

  1. PodCast Kurdî

Podcast Kurdî, di hisabê xwe de xwe wiha ”Ev dem û hemû demên we baş bin kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê. Di demeke nêzîk de êdî bi anonsa; “guhdarên ezîz Podcastkurdî qise dike” em ê di xizmeta we de bin” pênase dikin.

2. Kurdish Women PodCast

Canikê bi Îngîlîzî weşanê dike, pirsgirêk û serpêhatiyên jinên kurd bi zimanêkî şêrîn eşkere dike. Kesên ku bi Îngîlîzî zanî be teqez bişopîne û guhdar bike.

3. The Kurdish Edition PodCast

The Kurdish Edition PodCast jî mina me bi navê Îngîlîzî derketiye pêş lê hemû naverokên wê bi Kurdî ne.

4. Hûrbînî

Bi rastî PodCasta herî bala me kişandiye Hûrbînî ye. Mijarên gelekî ecêb dineqîn in, bi hesret li benda beşên nû dimînin.

5. PodCasta Rûşiştî

Di hisabê İnstagramê de xwe wiha pênase kirine, ‘‘Podcastek li ser pêşketin û serpêhatîyên gelên kurd.”

6. Kurdistan PodCast

Di warê dîrok, çand, civak û dîasporayê de podcastan amade dike. Aqilbe bi Îngîlîzî ye.

7. Podcasta Ziman

Mijarên cûda de podcastan amade dikin. Robin Şahin birêve dibe.

ZIMANÊ KURDÎ Û TENDURISTÎ

Dr. Eser Çetin     

Her mirov wekî endamê nijadekê ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê. Bi zimanê dayika xwe çavên xwe vedike. Kurdî jî yek ji wan zimanên qedîm û dewlemend e. Her çi qas ji qonaxên dijwar re derbas bûbe jî bi awayekî hêzdar li ser xwe maye û di her warî de jî weke behreke bêbinî ye û têra her tiştî dike. Bi rastî Kurdî û tenduristî jî pir li hev tên. Ez bixwe ji vê pir kêfxweş im û dema ez bi Kurdî qala tenduristiyê dikim pir dilşad dibim.

Di tenduristiyê de ciyekî girîng ê zimên heye. Lewre amûra sereke ya ragihandin û têkiliyê ziman e. Dema mirovek bi zimanê dayikê diaxive xwe baştir tîne ziman û hê bêtir dilrehet dibe. Dema em bi nexweş anjî mirovên serdana nexweşxanê kirine re dikevin têkiliyê em vê yekê pir xweş dibînin. Dema bijîşk anku xebatkarên din ên tenduristiyê bi mirovan re bi zimanê wan ê dayikê têkilî datîne ew kes pir kêfxweş dibin û xwe baştir tînin ziman. Ji aliyekî ve jî baweriya mirovan zêdetir bi xebatkaran tê û bêtir bi ya wan dikin. Bi vî awayî jî tedawî û şopandina nexweşan baştir digihêje armanca xwe.

Dema ez bi nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja, Kurdî dipeyivim çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û adiziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe  ji min re dibêjin. Bi vî awayî hewcedarî bi navbeynkar û wergeran re jî namîne û taybeta nexweş xera nabe. Di navbera nexweş û bijîşk de pêwendiyek taybet çêdibe û nexweş bêtir bi ya bijîşk dike. Bi vê re jî em hê bêhtir digihêjin encamên serkeftî.

Hewce ye tu kes ji ber zimanê xwe şerm û fedî neke. Ev çi ziman dibe bila bibe. Îcar ew ziman Kurdî be divê mirov bi serbilindî lê xwedî derkeve. Pêşniyara min him ji bo gel û civakê û him jî ji bo xebatkarên tenduristiyê ew e ku li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin, binivîsin, kêmaniyên xwe der bibin. Ew ê bibînin bê jiyan çi qas xweştir û watedartir dibe. Bimînin di nava aramî û tenduristiyê de.

Rêbazên Fîzyoterapîyê

Fzt. Mustafa Önal

Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon, beşeke tenduristîyê ye. Ev beş, li zanîngehan ji 4 salan (lîsans) pêk tê. Kesên vê beşê biqedînin wekî “fîzyoterapîst” tên bi nav kirin. Li zanîngehan beşa fîzyoterapîyê ya 2 salan jî heye. Destûrdarên vê beşê jî wekî “Teknîkerên Fîzyoterapîyê” tên pênase kirin.

Fîzyoterapîst; li gor êşnasîya bijîşk ji bo nexweşan bernameya fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê amade dikin. Herwiha ji bo rêlibergirtna pirsgirêkan ji kesên tendurist re jî bernameyên fîzyoterapîyê amade dikin û disepînin.

Fîzyoterapî û rehabîlîtasyon, ji bo başkirin û rêlibergirtina gelek nexweşîyan bibandor e. Rêbazên fîzyoterapîyê pir in.

Çend Rêbazên Fîzyoterapîyê

  • Manûel Terapî (Manual Therapy)

Em dikarin manûel terapîyê, wekî terapîya destan bi nav bikin. Bi kurtasî ji hemû rêbazên ku fîzyoterapîst, ji bo başkirina nexweşan, dikin re tên gotin. Êşê kêm dike yan jî holê radike lê çareserîya wê bi tena serê xwe demkî ye. Bi vê rêbazê re divê ji bo nexweşan bernameyên egzersîzan bên amade kirin.

  • Egzersîz

Egzersîz, çeka fîzyoterapîstan e. Ji bo başkirina pirsgirêkan rêbazeke bibandor e û encamên wê jî domdar in. Ji bo tenduristîyê pêdivîyeke girîng e.

  • Elektroterapî

Ji navê elektroterapîyê jî dîyar e ku rêbazeke bi elektrîkê re têkildar e. Ji bo başkirinê ceryan tê bi kar anîn. Ji bo vê jî alavên taybet hatine çêkirin. TENS, Ultrason, ESWT, Traksîyon, NMES hinek rêbazên elektroterapîyê ne.

  • Germ û Cemidî (Sar)

Ji bo bûyer û pirsgirêkên nû (heta 72 saetan) cemed an jî tiştên cemidî, ji bo pirsgirêkên êdî dem di ser wan da derbasbûne û xetereya werimîn û birîndarbûnê nemane an jî domdar (kronîk) germahî tê bi kar anîn.

Ji bo ku werm, germî, êş kêm bibin divê cemed bê bi kar anîn. 10-15 dk. sepandina cemedê bes e. Heta ku werm hebe divê rojê 3-4 caran cemed bê bi kar anîn lê divê cemed rasterast li ser çerm neyê danîn. Pêwîste cemed di nav kevnik an jî desmaleke tenik da be.

  • Bandkirin

Ji bo parastin û rastkirina pirsgirêkên laşî tê bi kar anîn.

  • Hîdroterapî

Hîdroterapî, ji bo zêdekirina gera xwînê û tegerê ji avê sûd wergirtin e.

Vîrusa Coronayê û Xelasiya Me

Mîla Kurdewar

Em dikarin vîrusa coronayê bi mehan an salan bijîn. Vê yekê înkar nekin û netirsin. Bila jiyana we winda nebe. Divê em fêr bibin ku bi vê rastiyê re bijîn.

Maskeyê zêdeyî bi karneynin û lixwekirina lepikan nerast e.

Şûştina desta ya pir û dûrbûna fîzîkî ya du metre awayê çêtirîn e ku hûn xwe biparêzin.

Heke di malê de nexweşê we yê koroner tune be, ne hewce ne ku hûn rûyên malê dezenfekte bikin.

Dan û stendin, pakêtkirina ber, stasyonên benzînê, NDS(avm) û ATM sedema enfeksiyonê nake. Destên xwe bişon û wekî herdem bijîn.

Vîrusa Corona ne enfeksiyona xwarinê ye. Nexweşî bi dilopên enfeksiyonê belav dibin, wekî grîpê ve girêdayî ye. Rîskek bêkêmasî ya veguhastina korona ku bi siparîşkirina xwarinê heye tune.

Bi gelek alerjî û enfeksiyonên vîrusê re, ji ber maskê hûn dikarin bêhna xwe winda bikin. Ev tenê nîşanek neçê ya koronavirus e.

Gava ku hûn werin malê, hûn ne hewce ne ku tavilê kincên xwe biguherin û serşokê bigirin.

Vîrusa Corona li hewayê naqete. Ev enfeksiyona dilopek hilmijî ye ku têkiliyek nêzîk hewce dike.

Hûn dikarin bi dûrxistina fîzîkî ya xwe li parkan demek xweş derbas bikin.

Li dijî vîrusa Corona bes e ku hûn sabûna normal, ne sabûna antîbakteriyal bikar bînin. Ev vîrusek e, ne bakterî ye.

Ne hewce ne ku li ser xwarinên xwe bi fikar bin. Lê heke hûn bixwazin, hûn dikarin wê di mîkrovayê de germ bikin.

Hûn nekarin bi vegirtina sihik, levenê şekir û zencefîlê xwe ji vîrusê biparêzin! Vana ji bo parastinê ne, derman nakin.

Bi maskeya demek dirêj dê bandorek neyînî li ser nefes û asta oksîjenê bike. Tenê di nav girseyê de maskeyê bigirin.

Lixwekirina lepikan jî fikrek xirab e; Vîrus dikare di nav lepikan de kom bibe û bi lêdana rûyê mirov bi hêsanî were veguheztin. Çêtir e ku hûn destên xwe bi rêkûpêk bişon.

Ewlehî bi mayîna li hawîrdorek pak her dem lawaz dibe. Ji kerema xwe ger hûn xwarinên ku parêzbendiyê zêde bikin û bi rêkûpêk biçin park an jî derve. Li mal rûniştî û xwarin û vexwarinên sorkirî, tûj, şekir nexwin, gava ku hûn bi patojenan re rû bi rû bimînin ewlehiya laş zêde dibe . Divê em fêr bibin ku bi vîrusa Coronayê re bijîn.

Vê peyamê ji hevalên xwe re bişînin da ku ew jî bizanibin û rehet bibin.

Xetereyên Maskeyan

a) Divê maske ji bo demek bi sînor were bikar anîn. Heke hûn wê demek dirêj li xwe bikin:

  1. Ew oksîjena xwînê kêm dike.
  2. Pêşkêşkirina oksîjena mejî kêm dibe.
  3. Hûn xwe qels hîs dikin.
  4. Dikare bibe sedema mirinê.

Şêwir

a) Ez dibînim ku gelek kes di otomobîlên xwe de maske digirin. Ev nezanîn e.

b) Li malê bikar neynin.

c) Li cîhek qelebalix tenê di têkiliya nêz de bi yek an çend kesan re bikar bînin.

d) Dema ku ew di nav karantînek de ye demek dirêj karanîna wê kêm bike.

Ku ewledar bimînin

Dermanên ku di nexweşxaneyên veqetandî de têne bikar anîn:

  1. Vîtamîn C 1000
  2. Vîtamîn E (E)
    Ji saeta 3-emîn (10-11) 15-20 hûrdeman li ber tavê rûnin.
  3. Rojê hêkek bixwin
  4. Bi kêmanî 7-8 saetan bêhnvedan / razanê
  5. Rojane 1.5 lître av vexwin
  6. Divê hemî xwarin germ (ne sar) bin.
  7. Propolîs bikar bînin antîbîyotîkek xwezayî ye

Bînin bîra xwe ku pH a virusa corona di navbera 5.5 û 8.5 de diguhere.

Ji ber vê yekê, ji bo ku em ji vîrusê xilas bibin tiştê ku divê em bikin ev e ku em ji asta vîrusê bêtir xwarina alkalîn bikar bînin.

Lîmona kesk – pH 9/9
Lîmona zer – 8,2 pH
Avokado – 15,6 pH
Sîr – 13,2 pH
Mango – pH 7/8
Mandarin – 8.5 pH
Ananas – 12,7 pH
Porteqalî – 9,2 pH

Semptomên vîrusa koronayê;

  1. Êşa qirikê
  2. Qirika zuwa
  3. Kuxika hişk
  4. Germahiya bilind
  5. Tengasiya nefesê
  6. Windakirina bêhnê

Bi ava germ, lîmon vîrusê dikuje berî ku bigihîje pişikan.

Vê agahdariyê ji xwe re nehêlin û bi hemî nas û hevalên xwe re parve bikin.

Ez rojên tendurist ji we re dixwazim.

Ji Bo Nebatan Çêkirina 8 Gubreyên Xwezayî Yên Pratîkî

Gubreyên xwezayî yên ku nebatên we dikesîdînin.

Nebatên malê hewceyê gubre ne. Pêdivî ye ku lênerîna birêkûpêk hebe ku bi rengek bikêrhatî mezin bibe û pelên xwe biparêze. Ka ew qutiyek piçûrek be yan jî avahiyek mezin a rûniştvanek mezin hebe, dema ku çêdibe bi tendurist jî berdewam dike. Kesên ku bi nebatan eleqedar dibin bi gelemperî dixwazin kulîlkên xwezayî li kulîlkan zêde bikin. Ew tendurist e ku hûn kîmyewî dûr bigirin. Hûn dikarin bibînin ku nebatên  dema ku li şûna derman an piştgiriya kîmyewî didin nebatan, nebat hîn dilxweş dibin.

Heke hûn yek ji wan kesan in ku li her goşeyek mala xwe kulîlkên rengîn geş dibin, bê guman divê hûn bi çêkirina çandiniya xwezayî bi zanebin. Em ê ji we re pêşniyar bikin ku hûn li malan genim çêbikin. Ger hûn bixwazin tenduristiya hevalên xwe yên kesk bi karanîna hêmanên herî xwezayî bikar bînin, agahdariya di van rêzan de dê pir bikêr be!

Qaçilên Mêwe û Zebzeyan

We dizanî bû ku hûn pir bi hêsanî, kîmyewiyên xwezayî bi materyalên ku hûn di rojê de li malê bikar tînin amade bikin? Berî ku darên fêkî û bexçeyê xwe bavêjin, hin ji wan ji hev veqetînin. Hûn dikarin ji hêla hejmarê kulîlkên xwe yên li xanî ve bên destnîşankirin. Qaçilên fêkî û zebzeyên bikar bînin. Van qaçilan li amanekê kom bikin. Divê hûn baldarbin ku ew di roja rojê de be. Nirxa vîtamîn a qaçilên ku demek dirêj winda dibin, dê ew çaxê nirxê gûbre namîne. Ava germ li ser qaçilan bikin û li bendê bisekin ku ew bicemidin.  Hûn dikarin nebatên xwe bi wê avê şil bikin. Vîtamînên fêkî û zebzeyên bijare yên nebatan bi vê rêbazê re nebatan têne veguheztin û alîkariya nebatan dikin ku bi tendurist pêşde bibin.

Ava Hêkên Kelandî

Heke hûn her sibeh hêkan dixwin, ava ku hûn hêkan tê de dikelînin nerijînin. Bihêlin ku ew av bicemide. Vîtamînên di nav qalikên hêkan de têne hiştin ku kulîlkên we zûtir mezin bibin û vejînin. Ji bo her nebatê hûn dikarin 1-2 kevçî ava hêkê zêde bikin. Hûn dikarin her hefteyê bi pêkanîna vê pêvajoyê gihaştina nebatan biparêzin.

Ava Zebzeyan

Fêkî û zebze ji bo tenduristiya mirov pir girîng e. Niha wan wezîfe dikin ku tenduristiya nebatan jî biparêzin. Çawa dibe?

Ji bo vexwarinên nebatî, di hin rewşan de, pêdivî ye ku hûn sebzeyan bikelînin. Em bînin bîra xwe ku ev ava fêkî û zebzeyan di avahiya xwe de pir fosfor û potasiyûm dihewîne. Avê ku di nav fêkiyan de têra xwe keliya ,li kuncikêkî bihêlin cemedê. Heke nebatên we  piçûktir be, wê bi ava muslixê tevlihev bikin.

Qaçilê Mûzan

Çavkaniya potasyûmê mûz, niha li ser kar e ku nebatan ji nû ve vejînin! Piştî ku banek çêdibe, divê hûn ji nû ve bifikirin beriya ku qaçilê hişk bikin. Qirika mûzê xwedî taybetmendiyên berbiçav e. Yek ji taybetmendiyên wê yên naskirî ev e ku ew beşdarî hilberîna zibilên xwezayî dibe. 500 ml di avê de qaçilê mûzan bikelînin. Dema ku hûn avê  sar bikin, gubre ji bo nebatan amade bibe.

Sîrka Sêvan

Di sîrkeya sêvan de madeyek heye ku di nav xwe de naverokên antî-oxidant dihewîne û laşê me ji bakteriyan diparêze. Niha li vir ji bo parastina nebatan li kar e. Nîvê şûşeyekê bi ava muslixê dagirin. Di nav de 2 kevçî sîrka sêvê bidin hev û tevlihev bikin. Hûn dikarin bi ava tevlihevkirî nebatan av bikin  Ji bo geşedana nebat û pelên nebatê; Hûn dikarin wê hefteyek carekê bicîh bikin.

Ariya Êzingan

Nebatan di hawîrdora xwezayî ya xwe de gur û tenduristtir dibin. Ev dibe sedema bermahiyên dar û rezên li dora wê. Di dema amadekirina zibilên xwezayî yên ji bo nebatên xwe dê hûn dikarin ji ariya daran alîkarî bistînin. Asîyên şewitandî yên ku hûn dizanin dar in bibînin û wan di nav avê de rawestînin. Piştra hûrikên hişk derxînin û perçê ya avî veqetînin. Avê bikar bînin da ku hûn nebatên mala xwe amade bikin. Bi vê rêbazê, hûn dikarin kêzikan ji nebatan dûr bigirin.

Armûşka Çayê

Li gelek malan, çay hema hema her roj tê vexwarin. Ew armûşk piştî vexwarinê têne rijandin. Kesên ku di malên wan de nebat hene li şûna ku birijînin, çaya xwe kom dikin. Hûn dipirsin çima? Dema çayê ji bo nebatan rehek e. Demê di kabekê de berhev bikin û  li gorî pîvana pot belav bikin. Rûniştên çay ên li ser rûkên nebatan têne belav kirin pêşî li axê digirin û zuha dibin. Hûn dikarin vê hefteyê carekê vê rêbazê biceribînin. Hilbijartina we ya çay bi tevahî di destên we de ye. Ger hûn bixwazin kulpek çaya giyayî lê zêde bikin, hûn ê zêdetir piştgiriyê vîtamînê bidin nebatan.

Ava Sîrê

Sîr antîbîotek xwezayî ye, ew ji bo tenduristiya mirov sûd e, ew tenduristiya nebat û kulîlkan jî diparêze.Ji bo parastina nebatan hinek ava sîrê amade bikin da ku nebatên we dorpêçandî û zindî bimînin. Ji bo giyayên xwe hemî ava tavê bikar bînin, nebat dê ji dorpêça kêzikan dûr bimînin û dê pirtir zelal bibin.

Çavkanî: https://www.nefisyemektarifleri.com/blog/evde-dogal-gubre-yapimi/

Werger: Fexrî Ulug

Nûçeyên Derew Çawa Belav Dibin ?

Gotinekê nivîskar Mark Twain heye:’’Hê rastiyê pêlava xwe nexistî piyê xwe derew dikare nîvê dinyê bigere.’’gotineke henekî ye. Mark Twain bi awayê îronîk gotiye lê ev gotin rastiyê jî nîşan dide. Ji xwe ev gotin îro ji berê bêhtir rast e. Zemanê berê çapemeniya cîhanê nûçe, ji çend rojname û torên medyayê yên ku agahî raste rast radigihandin, werdigirtin. Ajansên wek Reuters û Associated Press (AP) li gorî iro kêmtir nûçe û çîrok diweşandin. Lezbûna belavkirina nûçeyan îro bûye fenomena xeleka ragihandinê. Dema weşanên A nûçeyeke çewt weşand, şûnde weşanên B jî weşand, û dûr e weşanên A weşanên B wek çavkaniya agahiyê nîşan da. Dema gelek weşan heman agahiyê çewt diweşînin xeleka ragihandinê çêdibe û nûçeya çewt wek ji gelek  çavkaniyên hatiye sererastkirî xuya dike. Wek mînak; weşanekê ne zanistî û çewt di sala 1998an de got derzî (vaccine) dibe sedema nexweşiya Otîzmê. Her çiqas ji aliyê zanistan ve ev agahî hat redkirin jî tevgerên dijî derzîkirinê derketin. Zarokên ku nehatin derzîkirin, nexweşiyên ku ji wan xetera mirinê heye û li Amerîka hatî xelaskirin disa belav bûn.

Carinan jî nivîsekê bi henekî hate nivîsandin, dibe ku wek rastî belav bibe. Wek mînak nivîsekê henekî di British Medical Journal de bi navê ‘’Zarokên ku enerjiyê bêhtir xerc dikin lîstikên kombersê yên nû dilîzin e.’’  4oo caran di weşanên cuda de wek referans derbas bû. Malperên wek Wikipedia bikarhener dinivîsin pir caran agahiyên çevt belav dikin. Gelek nivîskar ji bo bilez bigihînin wikipedia bi kar tînin, bi wê awayê heman zanyariya ne piştrastkirî ya wikipedia ye. Li gelek deveran wek çavkanî tê weşandin û di dawiyê de sereraskirina wê sererast dibe. Bi pêşketenê dawî di pêşketina ragihandinê tê.  Êdî herkes pir  hêsanî digihêje  her cureyê agahiyan e, Lê daxwaza bilez lêgarina  bersivan dibe ku daxwaza dîtina rastiyê têk bibe.

Dema çewtiyek li seranserê cîhanê  wisa ji nîşka ve belav bibe,  hinkî divê em haydar bin. Parastina ji medyaya sansasyonel, lêkolînkirina agahiyên bi guman û şopandina zanyariyan ji çavkaniyên orjînal, dê lêzbûna belavbûna derewan kêm bike, û dema rastiyê çêbibe ku pêlava xwe bixe piyê xwe.

Jêderk: https://www.youtube.com/watch?v=Zd4uvr7JiV8

Werger: Xulamê Mîr

Amadekarî: Fexrî Ulug

ZAVÊ SALÊ

a

li ser zikê beqa çemê hilmê biçik ! – dewlata reş pîr nabe.

Durbûn merivê min e. hey hilmçikiyo ! hey berfa tûj !

qesra delinga biharê. li hemberî jiyanê ez bûm kevirê tehl.

li ser zikê bilaçemka çermê mirinê biqet ! zavê salême axx!

Hûr nabe genimê zemên. li dor aşê jiyanê digerim.

– ez çêlikê şevê me. Pişta min axx, ji herîya reş. sedsal e dibejim

zavê salê, danheva şevê tazî.

bi hezaran bûkê min hene. lê yek ji wan raneket li ber

simbêlê min yê arî. naaa, devrano na, zavê salê me, li min

heram be mehra zilmê.

li ser lepikên nexweşxanan derziya şeva bişikin !

b

zavê salê, vey li te nayê tengbûna adare / jibîr bik !

ev dinya ne zelalbûna pantorê bi mîza ye.

tu ket bin barê zemên / barê zemên giran e.

vey li te nayê çekên biharê / ev dinya tengbûna zivistanê ye.

vegeeer, ey ser soro, veger çala girîne.

li derdora zewaca zilmê çev çavrijiyayo !

Mahmut Aksoy

Otzî

Du geştyarên Alman, ku di sala 1991an de li  rêzeçiyayên Alpê li ser sînorê Avusturya-Îtalyayê  dimeşiyan. Piştî ku gihaştine bandeva çiyê, xwestin ku di riya qutebir de vegerin. Dema vegerê de di binê çemekî qeşa girtî de lekeyekê reş dibînin û bi baldarî lê dinêrin û fêm dikin ku ew cesed e û polîs agahdar dikin.

Polîsên ku tên cihê buyerê dest bi derxistina cesed dikin û difikirin ku ew yek ji wan çiyageran an jî leşkerên ku di şerê cîhanê ya yekem de mirine. Di destpêkê de polîsê Avusturya yê girîngiya laş fêm nake û di derxistina laş de bi lezgînî tevdigere û dibe sedema birînan. Piştî lêkolîna cesed, fam dikin ku ev cesed ne ji rêzê ye. Cihê cesed bi guncanî tê pîvandin û tê fam kirin ku ew bi çend metreyan di nav sînorên Îtalyayê de ye û radestî Îtalyayê dikin. Di encama lêkolînan de tê fam kirin ku cesed 5300 salî ye. Jê re ‘’Otzî’’ tê gotin. Otzî navê xwe ji qeşayên ‘Alpên Ötzal’ê digire û ev mûmya di dîroka mirovahiye de yê herî kevnar e. Ev laşê ku ji bandorên derveyî dûr û di bin qeşayê û bilindahiyê de heta niha xwe parastiye. Cûdahiya Otzî, ji mûmyayên şaristaniyên din jî di vê xala girîng de bi xwezayî hatiye veşartin.

Teknîkên mûmyakirina Misirê û çandên din jî pêvajoyên wekî rakirina organên hundir ên mirî û qutkirina rizîbûna wan jî bi bûjenên kîmyewî dikirin. Ji ber ku ev teknîk laş zuha dike mûmya hişk dibe. Lê Otzî, bêyî ku mudaxile bibe bi cil û bergên xwe, organên hundirî hetta rehên xwarinên zikê xwe de cudahiyek mezin li hember mûmyayên din rê dide.

Li gorî lêkolînê ew 45 salî, 50 kîlo û 1,65 cm dirêj bû. Dema ku ew di sala 1991an de hat dîtin ji ber mirina wî ew 13 kîlo bû. Gava ku ew mir, cilên wi ji çermên cuda yên heywanan û nebatên cihêreng çêkirî bû. Li ser serî wî kumikekî ji çermê hirçan hatiye çê kirin hebû.  Her wiha pêlava wi avbernedêr ji çermê heywanan çêkirî bû. Pêlava wî da ku serma nesitîne bi giyayên zuha dagirtî bû.

Di heman demê de, Otzî di çenteyê wî de alavên biçûk, amûrên birêkûpêk, heste, karokên hişk kirî û tufrengî hebû.  Wekî din ax, keviri tîr û kevan din av alavên wî de bûn.

Piştî otopsiyê, hat eşkere kirin ku di rûviyên Otzî de li kurmikê devçengelî rast hatin. Lê tiştekî meriv matmayî dike eşkere bû ku xwediyê taybetmendiyeke kuştina kurmikan dike. Otzî, kevzên darê dixwar ku kurmikên rûviyên mi xelas bibe. Di vir de ev encam dertê, Otzî haydar bû ku di rûviyên wî de kurm hene û ji bo ji kurman jî xelas bibe divê kevzan bixwe.

Di laşê Otzî de cûrbecûr 57 deq hene. Berê hate fikirîn ku ev deq bi mebesta olî an ji ji bo xemilandinê hatine çê kirin. Lê piştî lekolîna derket ku nexweşî li ku be, ew deq ji li wir çê kirine. Li gorî lêkolînan Otzî goştxwar bû.  Berî ku bimire di zikê wî de goştê pezkovî, bizin û cûreyên zad hebûn.  Diranê wî davî şikestî bû.  Dibe dema ku zad an jî goşt xwarinê de şikandibe.

Lêkolînvanan dit ku li gel laşê Otzî de kevanek, 14 tîr, kêr û bivirekî paxir tespît kirine. Otzî, bi van çekan xwe ne parastiye û hatiye qetil kirin. Dema ku nû hate dîtin, gumana ku ji qeşayê miriye hebû. Le lêkolînan eşkere kir ku Otzî di pevçûnê de birîndar buye û piştre miriye. Di kişandina rontgenê de birînên wî yên kûr tespît bûye. Zanyarên Îtalyayê di salên dawî de -2008- ji hestûyê pelvisê genomên Otzî girtine. Li gorî analîzên genoman, Otzî bi cigirên deverê re heman DNA ranegirtiye. Otzî ji Sardûnya û giravên Korsîkayê bi serde ji rojhilata navin be.

Otzî, niha li Îtalyayê li South Tyrol Museum of Archaeologyt, tê teşhîr kirin.

Çavkani:

Buz Adam Ötzi

https://www.wired.com/2007/09/dayintech-0919-2/

https://www.webtekno.com/buz-adam-otzi-nin-yolculugunu-ortaya-cikaracak-deliller-bulundu-h78975.html

https://bilimfili.com/buz-adam-otzinin-gardirobunun-kapaklari-acildi

werger : Fexrî Ulug

Kurd û Înternet

Înternet zaf rehetiyê dide mirovan, bi hêsanî wext, cih, bihaya bilêtekê ya şanoyekê peyda dike her wisa dikare biletê jî bikire. Agahiyên cihê ku dixwaze bigere distîne. Nûçeyan dibîne. Bi hevalên xwe re xeber dide. Mifayên înternetê ne yek ne du ne. Aniha li cihanê internet bûye perçeyek ji jiyanê. Gelo Kurd çi qasî bikartînin?

Bi peyvên teknîkî ve serê we tevlîhev nekim. Ji ber bêdewletbûna Kurdan em nikarin carekê de wê bêjin, lê nifûs û analîzên dewletên ku Kurd tê da dijîn bi saya wan em dikarin rêjeyek bînîn berçav.

Mijarek balkêş li hemberê we ye

Mijarên min Kurd li înternetê çi digerin(lêgerin) û herî zêde kîjan peyvan ditiqînin û her wiha Kurd çi qas înternetê da hene ango bikartînin?

Ev lêkolîna min bi tîpa Latînî ye, ya Erebî nîvco mabû lowma ez ê ya latînî bêjim.

Destpêkê de ez dê bahsa biyanan bikim. Biyanek li ser înternetê “Kurd(s)” û “Kurdistan” binivîse çi derdikeve, piştra ev peyvana înternetê da çi ji wan re pêşniyar dike yan çi tîne li hemberê wan û tiqandina wan a duyem kîjan malper an peyv e?

Wê demê piştê lêgerîna peyva “Kurd(s)” peşniyar birêz “Mesud Barzanî” bû, wê pirr bala min kişand ji ber ku heman demê da li Rojava şer, berxwedan hebû û li serhilbijartina Serxwebûna Kurdistan ra salek derbas bi bû lê rûpelên pêşîn bahsa Birêz Barzanî dikir. Li Rojava de têkoşîn hebû dibê peyvên “Rojava” “YPG” zêdetir bihatna lêgerandin, bila ew bibe balkêşanek!

Di vê demê da rêjeya welatan wiha bû

  • Emerîka
  • Îngîlîstan
  • Rusya
  • Siviçre
  • Norvech

Rusya bi artêşa xwe li Rojava bû em dibînin ku gelê Îngîlîstanê ji Rusyayê zêdetir li ser înternetê rojev a Kurdan dişopînin.

Ew welatên sereke bûn ku eleqeya wan bi Kurdan ra heye. “Kurd’s” li hemû cihanê tê gerandin. Nasnameyeka Kurda li cihanê heye lê bêriya ku behsa nasnameya Kurdan li înternetê bikim, welatên ku “Kurd’s” binivîsînin Google dê çi ji wan re pêşniyar bike, agahiyên derbara Kurdan de çi ne li jêrê ezê  rêz bikim;

Emerîka piştî peyva “Kurd’s” “Kurdistan” bi pêşniyara malperan û Googleê hevokên li binêtiqandine;

Why is Turkey fighting the Kurds / Çima Tirkiye bi Kurdan re şerdike

Kurds region Syria / li Surî ware Kurda

How many kurds have been killed / Çi qas Kurd hatin kuştin

Îngîlîstan;

Rakka / Raqa

Ottoman Emparor / Osmanî

Turkey bombing Kurds / Tirkiye Kurda bombebaran dike

Erdogan / Erdoxan

We do kurds come from / ew tê çi wateyê nizanim lê dibe ku nûçeyekê da derbas dibe ji ber ku wextekê li serve mijarê mijûl bûne.

Li cihanê kesek bixwaze di derbarê Kurdan de agahiyek bistîne, dikare al, erdnîgar, çand bibîne. Lê tiştê bala min kişand lêgerandina “Ahmad Khani” bû. Ehmedê Xanî gellek zêde hatibû lêgerandin û li ser gelek lêkolîn hatibû kirin û herwiha min gelekbelge û PDF ên biyan (xêncî Îngîlîzî) bidest xist. Helbet berhemawî ya “Mem and Zin” “Mem û Zîn” jî gelek caran hatibû gerandin. Ango em dikarin bêjin nasnameyê kurdan Ehmedê Xanî di de cihanê?! Elake ya biyan li ser Kurda gor rojeva vê demê kêm zê de ev bû.

Hinek jî bahsa bajarên me bikim lêkolîna min a tîpa erebî xilas nebû lowma ezê tenê behsa Bakûrê Kurdistanê tîpa latinî bikim.

Her bajar herî zêde nave xwe lê digere di vê çarçoveya de tiştê herî balkêş Elezîz e. Li Elezîzê da herîzê de nave Amedê hatibû lêgerandin. Evê jî bala min kişand li ser hûrbûm. Dibe ku sedem futbol be… ji ber ku piştê peyva “Amed” “AmedSpor” tê gerandin lowma dibe ku Elezîz’ê jî futbol zêde têhezkirin û rêjeya Elezîzê de derket lê ne wisa bû, bi qasî bajarên din ew jî tîmafutbolê digerin ne zêde ne jî kêm.

Lêgerîna bajaran roj, rojev, yan li gor popîlerbûna stran, fîlm, futbol hwd. Diguhere lê peyva “Kitap(Pirtûk)” Mêrdîn, Êlih, Amedê de zêde hatibû  gerandin lê mixabin bi Tirkî hatibû tiqandine.

Herî zêde kîjan peyv hatiye lêgerandin?

Di vê mijarê de ez zêde hestiyar nêzik bûm, lowma peyvên wek “çand” “helbest” “pirtûk” “çîrok” hwd. Hûrbûm encam min matmayîkir. Ne tenê li welêt li tevahî cîhanê peyva “Govend” di nava Kurdan da hatiye gerandinê. Piştê peyva “govend” “Xecê Herdem” “Ahlatlı Şükran govend indir” tiqandine. Heger peyva yekem govend be helbet ya duyem jî stran e. Wê demê da Rojbîn Kizil, Xece Herdem, Koma Sê Bira binav û dengbûn ne tenê Bakûr li Başûr jî wisa bû. “Mashup Rojbin” herî zêde dihat lê gerandin hetta “KURDISH MASHUP” li Kazakîstan, Rusya û welatên din de jî trend bibû û dihat guhdar kirin û gerandin. Li Îraqê piştre “stran” “xoshteren stran” “stran Tv” dihat tiqandine lê yê sereke “stran Tirki” bû û herî zêde jî herema Dihokê de geran dîbûn ango tê wê wateya ku Birahîm Tatlises hê jî li Îraqê popîler e!

Mijara me li vir de dibe dualî Kurd li înternetê hene, lê Kurdî çi qas li înternetê de heye?

Kurd li ser înternetê peyvên çandî, hûnerî nagerin, danûstandinê nakin, bileta balafir an sinamayê nakirin, bi Kurdî tiştekî nakin. Kurd herî zêde li înternetê nûçeyan dixwînin.

Em nikarin bêjin Kurd li paş teknolojiyê ma ne li heyama xwe de dijîn, Compiter, telephone destan a smart, televîzyonên smart bikar tînin, lêgirana xwe bi Tirkî, Farisî, Erebî dikin tiştê ku bigerin Kurdî jî bibe hejmarek mezin bi zimanekî biyanî digerin. Kêm Kurd li înternetê de Kurdî tiştan digerin û li înternetê kêm tişt bi Kurdî ye.

Hinekî jî bahsa cihanê bikim

Di navbera 1999-2018 de li Googleê ajala ku herî zêde tiqandine kuçik e. “Buldog” popûler,  cinseke kuçikan e lê belê her çi qas kuçik were tiqandin jî, herî zêde vîdeoyên pisîkan tên temaşe kirin. Piştê kuçik rêza ajel pisîk, masî, balinde, hesp, hirç, şêr û her wiha diçe.

Cristiano Ronaldo futbolîstekî herî zêde hatiye tiqandine lê 2016an de lêgerandinê de cihê xwe daye Neymarê ev her dû camêr Ronaldinho, Maradona, Zidan paş xwe xistine.

Fîlm

Ji 2000an şûnda Matrîx, Lord of the Rings, X-Man herî zêde hatine tiqandin, di 2018an de Black Panter, Dead Pool, Venom fîlmên herî zêde hatine gerandin.

Derbarê mûzîkê de jî agahiyek saxlem min nedît, lêkolîn Justîn Biber, Rihanna, Eminem dixin pêş lê biya min mafê Michael Jackson û kesên wek wî binav û deng dixwin lê di 2018an de kom an mûzîkjenê ku herî zêde hatiye tiqandine; Demi Lovato, Cardi B, Daniel Küblböck, Travis Scott, Rick Ross, 6ix9ine, Childish Gambino, Nick Jonas bûn.

Nivîs : Kurdo Zanyar

Edit : Cemal Meşmayî

Çavkanî;

Google

We are social

Hotbrid

(*Ev statistîka destpêka 2019an de hatiye çêkirin)