couple of hands

Emrê Mirovan Çend e?

Ji zaroktiya min heta îro, ez dikarim bibêjim du pirs hene qet ji bîra min naçin: mirî pir in an zindî, emrê însanan çend e?

Bersiva herduyan jî ne xema min e. Lê dîsa jî ez dixwazim der barê Danteyê, 720 sal berê gotiye “emrê mirovan heftê sal e” çend gotinan binivîsim.

Ez dibêjim qey li ser rûyê cîhanê di nav xwendavanan de, tu kesên ku Dante nas nekin tune ne.

Ger hûn ji yekê/î bipirs, qet nebe dê hûn ê bersiva “Dante nivîskarê  komediyayê ye” bibihîzin. Tenê tiştên derheqê wî de tên zanîn pirê caran hew ev qas in.

Dante avakerê zimanê îtalî, nivîskarê komediyayê, aşiqê Beatriceyê û yek ji pîrên wêjaya cîhanê ye.

Dante di dozdeh saliya xwe de cara ewil Beatriceyê dibîne. Dil digire. Beatrice wê çaxê hê neh salî ye. Cara duyem, piştî 9 salan, gava wê dibîne, Beatrice êdî 18 salî ye. Dante, di pirtûka xwe ya Jiyana Nû de, qala vê bûyerê dike.

Piştî demeke kurt Beatrice dizewice. Lê dilê Dante qet ji wê sar nabe. Çend sal şûn de, Beatrice dimire. Dante şîna wê digire. Piştî demekê, dikeve pey wê. Dixwaze here wê bibîne û bîne. Di komediyayê de Dante qala vê rêwîtiya xwe ya sembolî dike.

Komediyaya wî ji sê cildan pêk tê: Dojeh, Araf û Bihuşt.

Naveroka pirtûkê di vê nivîsê de me eleqedar nake loma jî em li pey naverokê nakevin lê derheqê teknîkê de, ez dixwazim hin tiştan bêjim.

Dante komediyaya xwe bi îtalî dinivîse. Dema bi îtalî dinivîse, li welatê wî zimanê wêjeyê zimanê latînî ye. Heta wê çaxê, ji xeynî çend stranên gelêrî, bi îtalî berhem nahatine nivîsîn. Dante dest bi karekî zehmet dike. Bi zimanê xwe dinivîse. Bi helbestî, bi Terza-Rîmayê dinivîse.

Ji her beşa komediyayê re Kanto tê gotin. Dojeh, ji 1+33 Kantoyan pêk tê. Kantoya yekem weke beşa despêkirinê ye. Di vê Kantoyê de qala armanca rêwîtiya xwe dike. Araf û Bihuşt jî, her yek ji 33 Kantoyan pêk tê. Yanî komediya bi tamamî 100 Kanto ye.

Dante di destpêka Dojehê (Kanto 1) de, dibêje: gava roj bû nîvro/ min dest bi rêwîtiya xwe kir. Ev “nîvro”ya wî, di vir de sembol e. Yanî dibêje, gava min nîvemrê mirovan kir, min dest bi rêwîtiyê kir.

Li gorî Dante emrê mirovan 70 sal e. Nîvê emir jî 35 sal dike. Yanî Dante di 35 saliya xwe de dest bi rêwîtiyê dike. Di vir de gere meriv pirsek bike: Dante li gorî çi dibêje emrê mirovan 70 sal e?

Dante li gorî Mezmûran dibêje (li gorî Zebûrê) di Mezmûra 90’î de rasterast ev hevok derbas dibe: emrê mirov heftê sal e. Dante vê hevokê digire û jixwe re dike hêma.

Dibêjin Dante di sala 1265’an de ji dayika xwe bûye.Ya rast, roj û sala jidayikbûna Dante rasterast nayê zanîn. Ji ber ku dizanin wî di sala 1300’î de dest bi rêwîtiya xwe ya sembolî kiriye. Ji 1300’î 35 derdixin û sala jidayikbûna Dante bi dest dixin: yanî 1265.

Wek hesabê ebcedê, bi şîfreyan sala jidayîkbûna wî hesab dikin.

Xwebûn

anonymous person with binoculars looking through stacked books

12 TEORIYÊN ŞAŞ ÊN DERBARÊ CAMÊRIYA MIROVAN DE

Mark Strauss

Gelo kujer in? Hîppî ne? Alavçêker in an aşvan in? Zanyaran li ser camêriya mirovan heta niha tu agahî piştrast nekirine. Gelo çima û çawa mirov bûne camêr?

Ev mirov çi afirinde ne! Di vê mijarê de her kes hemfikr e. Baş e tevî Homo Sapiensi û dev ji meymûnên din jî berdin, di navbera wan de çi cudahî heye? Bav û kalên me ev cudahî çawa û kengî bi dest xistin. Di sedsala borî de li ser vê mijarê gelek teorî hatin bilêvkirin. Hinek ji wan tevî teoriyên derbarê peresîna mirovan, mirovên xwediyê teoriyê jî derbarê serdema jiyana xwe de hin agahiyan dide.

Hefteya borî cureyekî ji mirovan Homo Naledi hate dîtin û dengekî mezin veda. Dîtina vî hin pirs li dû xwe anîn. Di peresîna me de çi bû sedem.

Em Alavan Çêdikin

Di sala 1944’an de antropolog Kenneth Oakley di gotareke xwe de gotibû “çêkirina alavan mirov cudatir dike”. Wiha bi lêv kiribû ku “meymûn hêmanên ku dibînin wek alav bi kar tînin”. Lêbelê neqşdana dar û keviran a li gor armanca karê xwe bi temamî xebateke kevn a mirovan e”. Louis Leakey di destpêka salên 1960’an de çêkirina alavan û pêkhatina mirovan girêdayî cureyê Homo Habilis ango “Zilamê Jêhatî” ya beriya 2,8 milyon salî ya li Efrîqaya Rojhilat kiribû. Lêbelê Jane Goodall û lêkolînerên din diyar kir şempanze jî şiv û darikan dineqişînin û bo nimûne pelên dareke biçûk jê dikin û vê darê ji bo girtina kêzikan bi kar tînin. Herwiha qijikên bêdest jî xwediyê taybetmendiyên jêhatî ne.

Em Kujer in

Li gor antropolog Raymond Dart pêşrewên me ji meymûnên dijîn cudatir wek jîndareke goştxwar veqetiya. Ango pêşrewên me “bi awayekî hov ajalan desteser dikirin, heta mirinê li wan dixistin, lebatên wan jê dikirin, bi awayekî xwînrêj goştê germ xavexav dixwarin”. A niha ji me re belkî seneryoyeke bêmane were lêbelê Dart di sala 1953’an de bi navê “meymûnê kujer” bi gotarekê behsa vê teoriyê kiriye û piştî şerê duyem ê Cîhanê lê bes karîbû ji xwe re eleqedarek bibîne. 

Em Xwarina Xwe Par ve Dikin

Di salên 1960’an de meymûnê kujer çû, meymûnê hîppî hat. Antropolog Glynn Isaac hin bermayiyên ajalan dîtin ku vî tiştî zelal dike: “ji bo parvekirina goşt ya ligel hemû civakê ajalên nêçîrkirî ji cihê nêçîrê ji bo deverên din tên veguhastin”. Li gor Isaac parvekirina xwarinê hewce kir ku ka xwarin li ku derê tête dîtin û agahiyên derbarê vê de were parvekirin. Li ser vê yekê jî ziman û tevgerên din ên mirovî bi pêk hatin.

Bi Awayekî Tazî Avjenî Dikin

Beriya demeke nêz Elaine Morgana ku ji bo televîzyonan belgefîlman dinivîse diyar kir sedema ku mirov ji prîmatan cudatir e ev e ku bav û kalên me li deverên cuda di nav avê de an jî li nêzê avê rastî peresînê hatine. Bi weşandina mûyên bedenê xweştir avjenî kirin û bi saya meşa li ser du piyan di nav herî û çarçîqê de bi rihetî meşiyan. Teoriya “meymûnên avê” di warê zanistê de zêde pere nake. Lêbelê di sala 2013’an de David Attenborough piştgirî da vê teoriyê.

Em Hin Tiştan Hildiavêjin

Arkeolog Reid Ferring pê bawer dike ku gava bav û kalên me dest bi hilavêtina keviran a bo derdorê kirine vê carê bûne mirov. Ferring li Gurcistanê li warê kolandinê ya 1,8 milyon salî ya Dmanisiyê hin delîl dîtinr ku vê demê Homo Erectusên ku li wê derê dijiyan ji bo ku ajalên bi ser nêçîra wan de girtine biqewirînin dest bi hilavêtina keviran kirine. Ferring dibêje “mirovên ku li Dimaniyê dijiyan gelek biçûk bûn”. “Wê demê cîwar bi pilingên mezin tijî bûn û heke wisa be ew mirov(!) çawa li ser xwe mane?, Çawa ji Efrîqayê hatine vê derê. Hilavêtina keviran bersiva van pirsan dide.” Li gor Ferring kevir avêtina ser ajalan pêdivîya civatê tîne û bi saya vê jî mirov bûne civatparêz.

Em Nêçîrtiyê Dikin

Li gor gotareke sala 1968’an ya antropologên bi navê Sherwood Washburn û C.S. Lancaster nêçîrtitê ji hevkariyê bêhtir rê li ber tiştên din vekir. Gotar wiha dibêje: “bi temamî hişê me, berjewendiyên me, hestên me û jiyana me ya esasî ya civakî, berhemên peresînê ne ku me ji bo nêçîrtiyeke serkeftî adapte dike”. Bo numene, mejiyê me li ser fikrîna nêçîran ka li ku derê ne û em ê kengî bibînin her ku çû mezintir bû. Ev teorî dide nîşan ku di navbera zayendan de ji bo nêçîrtiyê kar parvekirin hebû û jin bêhtir wek berhevker dihatin hilbijartin. Li ser vê yekê jî ev pirs derdikeve holê: Çima mejiyê jinan jî mezin e?

Em Ji Bo Xwarinê Dikevin Têkiliya Zayendî

Heke hewce be em zêdetir bibin spesîfîk, pêşabûna yekhevserî. Di sala 1981’an de li gor C. Owen Lovejoy serdema herî girîng ya peresînê beriya 6 milyon salan bi derketina yekhevserî pêk hatiye. Heta vê demê zilamên tund û hov zilamên din dûr dixistin û bi hevsera xwe şa dibûn. Herwiha jinên yekhevser jî di peydakirina xwarin û mezinkirina zarokan de kîjan mêr serkeftî bûya diçûn ew hildibijartin. Li gor Lovejoy bav û kalên me ji bo ku destên wan serbest bibe û bila bikaribin bêhtir xwarin bibin li ser du lingên xwe dest bi meşê kirin.

Me Dest Bi Xwarina Goştê Pijandî kir

Mêjiyên mezin û pêşketî birsî dibin- madeyê gewr li gorî masûlkeyan 20 qatî zêdetir hewcedarê enerjiye ye. Li gorî hin lêkolîneran dema mirov tenê bi nebat an jî gihayan bihata xwedîkirin, wê demê ne pêkan bû ku mêjiyên me bi pêş ketena. Li gorî vê teoriyê mêjiyên me, beriya 2 û 3 milyon salî dema ku xurekê ji aliyê proteîn û rûn ve dewlemend “goşt” xwar, mezin bû û bi pêş ket. Li gorî mirovnas Richard Wrangham kal û pîrên me, dema xwarinpijandin kifş kirin, êdî ji bo kutan û cûtina goşt pir hindik enerjî xerç kirin. Xwarinpijandin taybedmendiyeke însanan e û ji bo helandin û hezmkirina xwarinan tiştekî gelekî girîng e. Bi vê yekê teserûf hat kirin û ji bo mêjiyên me bêtir enerjî ma. Pişt re jî ev mêjî bi zanebûnî bi qasî ku bibin goştnexwer an jî vejetaryen bi pêş ketin.

Em Bi Karbonhîdradê (pijandî) Zikê Xwe Têr Dikin

Li gor lêkolînekê ku beriya çend rojan hatiye weşandin dibe ku xwarina karbonhîdratan li ser mezinbûna mejiyê me tesîrek pêk aniye. Mezinên me gava carekê pijandina xwarinan kifş kir, piştre kok û xwarinên din ên binîşast ji bo mêjiyê me bûn xwarinên nuwaze. Çawa be ji goşt hêsantir dihatin dîtin. Herwihiha enzîmeke bi navê amîlaz a di tifa me de heye rê li ber vekir ku karbonhîdrat perçe bibe û veguhere gilîkozan. Ji University College Londonê genetîkzanê peresînê Mark G. Thomas diyar kir ku DNA’aya me gelek kopyayên genên amîlazê dihewîne û ev rewş jî rê li ber vedike ku mejiyê me bi lezgînî bi pêş bikeve.

Em Li Ser Du Lingên Xwe Dimeşin

Gelo dibe ku destpêka meşa bav û kalên me ya ji daketine dar û xişan bibe sedema serdema krîtîk ya peresînê. Alîgirên “Teoriya Savanê” dibêjin sedema vê beralîbûna adabtasyonê ya ji ber guherîna kişweran e. Beriya 3 milyon salan gava Efrîqa ziwa bû daristan jî ber ku ber bi biçûkbûnê ve çûn û palas[1] jî wekî riwekeke bingeh lê hatin. Bi vî awayî jî jîndarên ku di navbera gihayên dirêj de ji bo şopandina dirindeyan avantejeke baştir derxist holê. Ev îdîa jî li Etiyopyayê bi kifşkirina sala 2007’an a Ardipithecus ramidusê mirov derket holê. “Ev herêm bihêwî û dar û daristan bû lêbelê ‘Ardi’ dîsa li ser du lingên xwe dimeşiya.

Em Xwe Vediguherînin

 Dîrektorê bernameya Human Originsê ya Smihsonianê, Richard Potts îdîa dike ku ne tenê bûyerek, di kişwerê de guherînên cuda jî peresîna me beralî dike. Dibêje “beriya 3 milyon salan derketina cureya mirovan” û  “ev rastî guherînên dijwar ên kişwerên ziwa û bihêwî tên”. Li gor Potts prîmatên ku li hemberî guherînên herî pêdandî û dijwar ên peresînê adapte bibin tenê dikarin bi awayekî sererast bijîn. Yanê çiqas li hemberî zehmetiya peresînê bisekine ewqas baş adapte dibe û bi guherînên genan heta roja me tên. Ango “Ya ku mirovan dike mirov, lihevkirina ligel kişwer û siruştê ye.”

Em Dibin Yek û Êrîşkariyê Dikin

Antropolog Curtis Marean li ser binyata mirovan daxuyaniyek dide ku li feraseta me ya îroyîn tê. “Em mezintirînê cureyên dagirkeriyê ne”.  Bav û kalên me piştî ku bi deh hezeran sal li parzemînekê jiyiyan piştre li cîhanê belav bûn. Ev yek çawa pêk anîn?. Li gor Marean ev girêdayî genetîka me ya hevkar e. Ev jî ne xêrxwazî ye, ev avabûneke wisa ye ku di bingeha xwe de pevçûnê dihewîne. Yanê mirovan bi rik û pevçûnxweziya xwe alîkariya hev du kiriye ku heta îro hatine. Her çi ev pevçûn bi tundî û bi hesûdî be jî di veguherîn û serdembûna mirovan de roleke mezin listiye. Mirovên ku bi hevkarî tevgeriyan li hemberî mirovên dijber bi ser ketin û genên wan di jiyanê de man. Marean dibêje “zanebûna û zanyariya bav û kalên me gava ligel hevkariya wan civiya û wan zûtir xwe li gor derdorê sererast kir.” Marean axaftina xwe wiha didomîne “Di heman demê de gavên nûjen jî li dû hevkariyê hatin û rê li ber vebû ku teknolojiyên dîrokî yên wek çekên tên hilavêtin derketin holê.”

Çi Ji Wan Teoriyan Şaş in?

Piraniya van teoriya pesnan heq dikin, lê pêşdaraziyeke hevpar a hemûyan heye: vê yekê diparêzin ku mirovahî dikare ji aliyê taybedmendiyek an jî komek taybedmendî ve bê danasîn û herwiha wê şaşiyê parve dikin ku mirovahî, riya ku teqez diçe Homo sapienseyê ku ev di peresînê de xala herî girîng, vedike.

Lê belê kal û pîrên me ne texteyên ceribandinê bûn. Hewl nedidan ku ber tiştekî ve veguherin, ew Australopithecus û Homo erectus bûn ku bes hewl didan di cîhanê de li ser piyan bimînin û bijîn. Û tu taybetmediyên wan ên ku bi pêş xistibûn bi tena sere xwe, ne mîladek bûn; lewra tu carî encamên ku derketin holê, ne ew tişt bûn ku wê qet pêk neyên û mirov negihêjê: kesên ku alavan çêdikin, keviran difirînin, goş û kartolan dixwin, ji bo tevkariyê pir jêhatî ne û bi hêsanî bi kes û tiştan re li hev dikin, ev meymûnê kujer ku xwediyê mêjiyekî ecêb mezin e, em in û em niha jî veguherîna xwe didomînin…

Mirovên Qenc Li gorî Machiavelli Çima Serkeftî Nabin?

Fexrî Ulug

“Her awayê gihîştina armancê, mubah e.”

Naveroka giştî ya xebata wî bi vê hevokê, ramanwer, dewletparêz, stratejîstê leşkerî, helbestvan û şanonûsê Firensî, yê ku damezirînerê dîrok û zanista siyasî tê hesibandin. Niccolò Machiavelli yek ji girîngtirîn kesayetiyên tevgera Ronesansa Italî ye.

Çavdêriyên Machiavelli pir rast bûn; “Xirab nêzîkê serfiraziyê ne.”


Çima Mirovên Xirab Ji Mirovên Baş Bi Zêdetir Serkeftî Ne?

Machiavelli di pirtûka xwe “Mîr” de tekez kir ku mirovên xerab li hember mirovên baş xwedî hin avantajan in. Yek ji wan: hîle. Mirovên xirab amade ne ku bi jêhatîbûnek tarî tevbigerin û ji bo pêşvexistina armancên xwe hîle bikin. Ji ber ku ew pabendî rêgezên exlaqî ne; ew amade ne ku derewan bikin, rastiyan biguherînin, gefê bixwin an serî li şîdetê bidin. Bi vî rengî, ew bi bandor in.


Çima Tenê Başbûn Pir caran Têrê nake?

Mirov bi gelemperî bawer dikin ku “awayê ku meriv baş bibe baş jî tevdigere”. Meriv ne tenê mebestên baş, di heman demê de xwestekek jî heye ku wan mebestan bi rengek baş pêk bîne.

Ger mirovek baş, cîhanek adil dixwaze, xwesteka wî heye ku wê bi rêyên baş bike. Ew dixwaze ku mirov bi hişmendiya xwe ya hevpar, ne bi tirsandina wan, serî li dadmendiyê bidin.

Ger yek dixwaze ku mirov baş bibin, ew qenciyê bi dijminên xwe jî dike, ne zilmê. Li gorî Machiavelli, hewildanên mirovên baş ku cîhanê bikin cihekî çêtir ne hêsan e. Di pirtûka xwe de; wî qala têkçûna mîrên qenc, endamên dewletê, û bazirganên li Floransê û eyaletên berê yên Italî kir. Ji bo ku pêşî lê bigire, ew ramana jêrîn diparêze:

”Mirov dikare bi qasî ku dixwaze baş be, lê divê ew pir ne bi baş tevger kirinê ve girêdayî bin. Divê ew fêr bibe ku hîleyên ku mirovên xerab bikar tînin deyn bike û wan li dijî wan bikar bîne. Gava ku hewce be mirovên qenc jî şûr digirin, şer dikin û hîle dikin. Mûsa ji bo qencî û edaletê şerê Fîrewn kir.”

Ma Divê Meriv Xirab Be Ku Serkeftî Be?

Na. Berevajî baweriya populer, Machiavelli di pirtûka xwe de nabêje ku meriv ji bo serketinê divê xirab be; Ew şirove dike ku merivên baş gerekê ji ya xirab hîn bin. Ew alîgirê ne ku tenê baş be lê bi bandor jî be. Her çend em mirovên baş bin jî, ji pîşeya xwe çi dibe bila bibe, em ê di her beşên jiyana xwe de bi mirovên hîlekar û xapînok re rû bi rû bimînin û pêdivî ye ku em rêbazên ku ev kes bikar tînin bizanin û li gorî wê tevbigerin. Ya rast, Machiavelli tam li ser vê yekê dipeyive: Divê mirovên baş zanibin çawa wan bitirsînin, wan bi peyvên şirîn bixapînin û wan bixin dafikê.

Siyasetmedarê baş, siyasetmedarê xirab; pêdivî ye ku karsazek ​​naîf ji karsazekî jîr fêr bibe.

Em, berheva ku me pêk aniye, ne ya ku mebesta me ye. Machiavelli niqaş dike ku heke em ji heqîqet, qencî û dilpakiyê feyz bigirin, û tenê bi rengek rast, baş û hêja tevbigerin, wê hingê li gor Machiavelli em nagihêjin tu derê.

“Em neçar in ku dersan ji çavkanîyek, ji ya ku em herî pir jê nefret dikin, derxînin. Ew gelek tişt hene ku me fêr bikin ku em rastiya ku em dixwazin lê li dijî şer bikin fêr bibin. Ji me re çekên bi qalîteya wekhev ên ku ew hene hewce ne. Xewnên baş têrê nakin. Pîvana rastîn ya ku me bi dest xistiye.”

Çavkanî:

https://www.theschooloflife.com/thebookoflife/the-great-philosophers-niccolo-machiavelli/

https://www.theschooloflife.com/thebookoflife/machiavellis-advice-for-nice-guys/

https://www.openculture.com/2017/02/how-machiavelli-really-thought-we-should-use-power.html