EPÎLEPSÎ

Fzt. Mustafa Önal

                                                                                         Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon

Epîlepsî (fê, edr), nexweşîyeke mejî ye. Mirov bêhiş dixe û mirov bêhemdî xwe dilive, diricife, dikeve erdê; carina jî kefê bi ser devê mirov dixe. Epîlepsî, di warê tenduristîyê da mijara norolojîyê ye. Bi kurtasî mijara zanista rehikan e.

Rêveberê laş, mejî ye. Hemû çalakîyên me li mejî tên nirxandin û pişt re pêk tên. Hemû şane, bi rêya elektrîkê bi hev ve girêdayî ne. Ev girêdan li gorî pêvanekê ye. Carina ev pêvan têk diçe û ev elektrîk zêde û xwe bi xwe belva dibe. Hişê mirov diçe û pêgirîyên epîlepsîyê dest pê dikin. Ev rewş çend xulekan bidome û ji carekê pêve pêk neyê wekî “pêgirîya/nobeta epîlepsîyê” tê bi nav kirin lê ji carekê zêde çêbibe û bibe domdar bi navê “nexweşîya epîlepsîyê” tê pênase kirin.

Heta salên dawî jî, piranîya civakan, bi çavekî nebaş li van nexweşana dinêrin. Digotin “ew dîn in, cin ketine hundirên wan û hwd.” Niha pir kêm bin jî diçûn cem şêx û melayan nivişt çêdikirin.

Epîlepsî, ne pirsgirêkeke dînbûnê ye. Nexweşîyeke mejî û rehikan e. Ev nexweşî pir caran ji xwe ber derbas dibe. Pir caran jî di bin çavdêrîya bijîşkan da û bi dermanên taybet çareser dibe. Divê mirov ji van nexweşan netirsin. Ew ne dîn in û pêdivîya wan bi nivişt û tiştên beredayî tune ye.

Epîlepsî ji ber çi sedeman çêdibe?

Sedemên epîlepsîyê pir in lê cureyên epîlepsîyê jî ewqas pir in kîjan sedem, dibin sedema kîjan epîlepsîyê hîn zelal nebûye. Em dikarin hinek sedeman wisa rêz bikin:

  • Sedemên zikmakî: Nexweşîyên kromozoman, nexweşîyên metabolîkî (jînkarî), kêmbûna enzîman

Kromozom: Kromozom, hilgirên taybetmendî û xuyanîyan in. Kromozom, yekeyên DNAyê ne û genetîkê pêk tînin. Peyveke yûnanî ye. Ji chromos (reng) û soma (laş) pêk tê. Pirtikên di her jîndaran da taybetîyên genetîkî (irsî) pêk tînin wekî DNA (Deoksîrîbonukelîkasît) tên bi nav kirin. Taybetîyên dê û bav bi rêya van pirtikan derbasî zarokan dibin.

Metabolîk: Jînkar. Hemû çalakî û bertekên kîmyasal ên bi domandina jîyanê re têkildar in.

  • Menenjît, girêkên mejî (ûr, tumor)
  • Bikaranîna çixareyê, vexwarinên serxweşker, bikaranîna hêmanên tîryakê û bêhişker
  • Piştî bobelatan êşandina mejî, trawma
  • Talerz. Bi tayê re livîn û lerizîna dijwar (konvulsîyon/hewale).

Di dema pêgirîya epîlepsîyê da hûn dikarin çi bikin, çi nekin?

  • Berî her tiştî bang ambûlansê bikin.
  • Nehêlin nexweş tiştekî bi xwe bikin. Ji ber vê divê hemû alavên xeternak ji derdora nexweşan bên rakirin. Divê derdora nivînên wan ne bihesin be û nivînên wan dûrî dîwar û alavên xeternak bin.
  • Ser û laşê nexweş bizivirînin kêlekê û balîfeke nerm bixin bin serî
  • Ji bo ku nexweş dev li zimanê xwe neke û ziman neçe paş devê nexweş vekirî bihêlin lê tilîyên xwe yan jî alaveke din nexin devê nexweş. Li vir armanc domandina danûstandina hilmê ye. Di dema talerzê da nexweş pir dijwar dilerize. Dema hûn tiştekî yan jî tilîyên xwe bixin dev, diranên nexweş û tilîyên we dikarin bişikên.
  • Kincên nexweş sist bikin. Xwarin di dev da hebe derxînin. Divê hilma nexweş neçike.
  • Ji bo ku nexweş bi ser xwe da were kolonyayê lê nekin, pêvazê nedin ber poz, avê lê nekin û lê nedin.
  • Tu dermanan nedin nexweş
  • Hemû çavdêrîyên xwe bi pisporan re parve bikin.