Dengbêjekî Bêxweyî: Keremê Kor

Occo Mehabad

Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe ol dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya civakê ye rûyê me nîşanî me dide.

Gava Keremê Kor were bîra min destana Heso û Nazê an jî meseleya Ehmedê Kello tên. Kerem wekî Xalê Ehmed qehremanê zarokatiya min bû. Bi dengê xwe yê kubar wekî hespekî rewanî bi çargavî  hostatiya şêwe û awaza xwe radixist li ber zemanê me.

Tucarî ji bîr nakim rojekê apê min Kinyas gazî xulamê xwe kir.

Gotê: Here Keremê Kor û Xalê Ehmed bîne. Dawiya hefteyê her du dengbêjên dilgerm berê xwe dabûn civatê bi dengên xwe yên bêhempa mêvanên dîwanê sermest kiribûn. Her dengbêj berî destpêka şevbihêrkê hinek qala jiyan û serpêhatiyên xwe dikirin. Beg, axa û seyîdên hatî nêzîkî dengbêjan bûn. Her mêvan li gorî meqam, bi nav û dengên xwe rêz dibûn.

Keremê Kor bi henekbazî û mizuriyekê klam digotin. Mêvanan şevên xwe bi şahînetiyeke mezin bi kêfxweşiyeke bêhempa derbas dikirin. Her xulkilandin bi gotinên “Can can can” dewam dikir. Ji bo ku dengbêjan hinekî bêhna xwe vedin û bi mêvanan re sihbet bikin navbera çay an jî qeyweyê dihatin dayîn.

Welhasil piştî şeş saetên şûn de dîwana dengbêjan qediya herkes berê xwe dabû mala xwe.

Apê min Kinyas got: Kerem te çend klam gotin. “11 klam begê min.”

Paşê vegeriya ji Xalê Ehmed pirsî: “Begê min bi tevahî 13 klam bûn.

Berê xwe da xulamê xwe gotê: Ji Kerem re 11 mîh ji Ehmed re 13, bi saxî û silametî bibe malên wan.

Di zemanê zartiya min de klamek mîhek bû qedr hebû qîmet hebû. Dengbêjan li heremê pêxas, belengaz û birçî nediman.

Di dema Osmaniyan de Ermenî û Êzdiyên Kurd ku neyên qirkirin direviyan berê xwe didan Ermenistanê an jî parçeyên din yên Kurdistanê. Dîsa serhildêr, şervan û xelkê Kurdên Bakur jî carinan mecbûr diman direviyan parçeyên Başur, Rojhilat û Rojava.

Malbata Kerem jî ji ber şertên zor û neyînî berê xwe didin Îranê. Hin Kurdên me sedema çûyîna malbata wî girêdayî bûyerên Serhildana Agiriyê dikin lê Serhildanên Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930yan de diqewimin. Lê Keremê Kor di sala 1922yan de li Îranê tê dinyayê. Di zaroktiya wî de kal û bavê wî dimirin. Kerem di destê dê û apê xwe de bi xizanî û belengaziyê mezin dibe. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê apê wî Kerem hildide cem xwe vedigere Kurdistana Bakur di navçeya Başanê ya Îdirê bi cih dibe.

Kerem di sala 1922yan de li Îranê ji dayik dibe. Navê wî yê fermî Kerem Kılıç e. Navê bavê wî Mehmet yê diya wî Xanim e. Kerem di biçûkatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Hêdî hêdî ji aliyê Kurdan ve tê naskirin. Beg û axayên heremê wî gazî diwanên dengbêjan dikin. Kerem carinan tevlî dewatan dibe. Gellek dengbêjên wekî Bekîrê Îdirî, Kazo, Zahiro nas dike.

Kerem zemanekî di navçeya Bergirî ya li Wanê dimîne. Di sala 1977an de ji navçeya Bergirî mala xwe bar dike li Bazîdê bi cih dibe. Bi navê Fatê û Kejê du jinên Keremê Kor hene. Fatê jina wî ya pêşî ye. Kerem heta mirina xwe bi jina xwe Kejê re dimîne.

Rojên kalbûna Keremê Kor pirr dijwar derbas dibin. Ne zar û zêçên wî, ne jî xizmên wî lê xwedî dernakevin. Li dawiya emrê xwe li Bazîdê li ser erebeyekê kolan bi kolan ji bo nanê xwe yê rojane parsektiyê dikir.

Kerem li sala 1997an di 75 saliya xwe de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin Keremê Kor jî wekî gellek dengbêjên din bi xizanî û bêxwedîtiyê dimire.

Bifikirin ku dengbêjêkî Kurd yê bi nav û deng bi parsektiyê jiyana xwe didomîne wisa jî bi belengaziyê dimire. Sazî, dezgeh an jî dewlemendên kurdan lê xwedî dernakevin. Eşkere ye Kurdên me ji aliyê Neteweperestiyê ve pêş neketine. Kurd ziman, çand û welatê xwe naparêzin û hez nakin. Kurdên me ji xeynî Kurdbûnê bûne her tişt. Bûne Tirk, Ereb, Fars, Îngilîz lê nebûne Kurd. Bila kesekî ji me re çîrokan nebêje. Îro li Amedê merivekî nemaye ku hûn pê re Kurdî xeber bidin. Kurd bûne dijminê xwe. Lewma ez naheyirîm ku çima dengbêjên me wisa bi rebenî û bêçaretiyê dimirin, hurmet û rêz nabînin. Mixabin bi propaganda, ajîtasyon û gotinên sloganî karek nameşe û Kurdan jî naguherin.


Dixwazim nivîsa xwe bi Klama Heso û Nazê ku min ji devê Keremo Kor guhdar kiriye biqedînim.

Hey li min li min rebenê

Kesî nedî dewrê bedelê zemana

Salox nedane, bav çewa rabe

Keça bi mêr di mal de bide mêr e.

Siwaro siwaro hey hey li min

Ax were birîndaro

Ax lo lo birîndaro

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim

ji xema dilê xwe re, dilê min bi ta ye

kuro malxirabo bejna min bilind e

ji te re pira li ser heft riyaye

gulçîçeke dozdeh wara ye

eva îro sê şev sê roj e

di mala bavê min de xêlî li civiyane

heft hezar qelenê min

pênc çek xelata min e

nexweşo birîndaro ka serê xwe

Ez nizanim birînê te çewa ne

nexweşo birîndaro qasekî serê xwe rake li xemla min meyze ke.

Wele wayê du şahid

Di navbera me de sekinîne

Ez îro hatime xatirê xwe ji te bixwazim

Ez nizanim birînên te çewa ne

Siwaro hoy hoy li min

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Dilê min Evdalê Xwedê hêlina teyrê lal e

Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê te goştê canê min heland

Kezeba min di nava min de kiriye parî parî

Wele êşa min ji Xweda yê xêra ye

Xwedê êşa te nede tu kurê camêra

Du canik û du ciwana

Heft sal ketibû canê min Nazê

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xalîyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê Dibéje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

ji xema dilê xwe re

Nexweşo birîndaro

dilê min hêlîna teyrê li etek e

teyr firiyane refê qaz û qulingan

teyrekî wa pir belek e

ez qurbana te me

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qûrban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tê bi gur e gur e

Lê lê Nazê rebenê

Dilê min hêlîna teyrê li sinirê

Lê lê Nazê kulên dilê min giran e

Xema dilê min li hundir e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve gur e gur e

Bes e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Bi vê gotina hanê

Çewa tu cuzan û meqesên berberan

Bidî serê dil û cegerê min

Ji xwe re bibirî Nazê…

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê…

Nazê dibêje:

Dewra dewra ha dewra

Nexweşo birîndaro sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

bayê bi xerez e

Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve xwar û bi lez e

Nexweşo birîndaro

gunhê xwe bi halê xwe neyne

ezê çoka xwe deynim

serê xwe li ser çoka min deyne

de rabe rûnê destê xwe veke

duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e

hey hey li min

de bi qurban rabe

emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin

Xweda Xwedakî mezin e

belkî êşa canê te li canê min peyde bike

bila ez piştî Hesenê xwe

ji kesî re nebim bermaliya teze

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

ez îdî serê xwe girê nadim bi xelîya sor gevez e

siwaro hoy hoy li min

ax were were birîndaro

Heso dibêje:

Lê lê Nazê rebenê sibe ye

Ezê bi diyarê Geliyê Zîla

bi çemê Hesen Evdalê dikevim

Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e

Îro ava Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Tê bi ser me ve bi mêl xwar e

Belkî Xwedê axê min ji birayê min re nehêle

Çewa bi gotina jina xwe dike

Bi çembilê min digire

Davêje Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê

Hewar e li min hewar û gazî ye

Li min firaz e

Nazê tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Xwe berde keviya çemê Hesen Evdalê

Ji min re bînî tasek ava sar e

Ax were were birîndarê

Erê Nazê te piçûkê li ber miradê

Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê

Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê

Li ser xaliyanê

Birîndaro çima pê nekir miradê

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deynê razê

Nazê …

DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

Occo Mahabad

Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gelek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku dilê me şa û bextewar dike. Şiko wekî her helbestvanê kurd dildar e nazik e li ber bûyerên civakî dixwaze ji birînan re derman bibe. Şiko bi eşq û sewdayê re xwe dike dergeh, perestgeh, ew dilekî birîndar e bi hesret û kedera yar û warê xwe, peyvên birîndar di dergûşa dilê xwe de kedî û sax dike.

Helbesta wî ya ez jê zehf hez dikim û bi xwendinê re dubare dubare kêfek mezin hildidim helbesta Dilê Bengî ye ku di sala 1963yan de li Lenîngradê hatibû nivîsandin. Şiko di vê helbestê de dilê xwe yê birindar û kesergirtî radixîne li ber kewa xwe ya gozel. Evîn û bêriya dilê xwe yê êşdar, di sing û berên qerqaş de digere ku xwe aş bike.

…….
Sîng û berê wê yê qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê,
Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê,
Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger,

Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser,
Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera,

Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera.
Heta kewa gozel neyê û dest nede ser birînê,
Birîna wî naaxibe û êşa dil nayê birînê.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê dixwaze xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê peywira edîtoriya Radyoya Rewanê dike. Di sala 1961’an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad’ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965’an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz, mirovperwer û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1975an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Mixabin hinek nivîskarên kurd sedema mirina Şiko girêdayî şert û mercên feqîriye dikin lê ev teoriya spekulatîf, teoriyeke objektîf nine. Hûn ê bêjin ku ew canik û camêran di dema Şiko de jiyane û 24 saetan bi Şiko re geriyane. Em hê teze di derbarê jiyana Şiko de bûne xwedî agahiyan. Mixabin di destê tukesî derheqê vî şairî dildar de agahî û zanînên berfireh tune.

Ka bifikirin Şiko demekê mamostetiyê dike li Radyoya Kurdî û Riya Teze dixebite, bi piştgirî û derfetên dewletê dixwîne, doktoraya xwe dike. Gelo çiqas rast e ku merivekî wiha pir derfet dîtiye bi sedema feqîrtiyê xwe bikuje. Mixabin ew teoriya feqiriyê ne rasteqîn e. Jixwe dewleta Sovyetê dewleteke kedkar û karkeran bû. Pergala wan serdestiya karkeran diparêza. Dewlet ji herkesî re li gorî qanûnên xwe karekî peyda dikir ku ji alî ekonomîk ve bindest nebin. Di gundan de mirovên heyî li kolhozan, di navçe û bajaran de di komûn an jî Sovyetên heyî de dixebitin. Li gorî îstatîstikên di navbera 1955 û 1970an de rêjeya bêkariyê ji sedî 2 ye. Xelkê Sovyetê bi giştî jixwe feqîr bûn. Ev nayê vê wateyê ku meriv feqîr be xwe dikuje.

Eşkere ye divê lêkolînerên kurd li ser jiyana wî xebateke kûr û xurt bikin da ku em jî pê zanibin Şiko kî ye, çawa jiyaye, çi xebat kirine, di jiyana xwe ya rojane de çi êş, dert û azar kişandine û herî dawiyê çima xwe kuştiye.

Lê divê were fêmkirin ku Şiko berî her tiştî mirov e, şair e wekî her şairî bi civatê re li hev nayê tenê ye. Hest û ramanên wî ji herkesî zêdetir dilzîz, dilgerm û dilmayî ne. Rihê Şiko kubar e nazenîn e. Dilê wî herdem di lêgerîneke kûr de ye.

Şiko romantîk e xwezayê wek evîndara xwe hez dike. Ew paqijî û bêgunehiya xwezayê mîna çavên xwe diparêze. Sermest dibe bi ramûsanan, serxweş dibe bi hilman. Di sala 1967an de li Lenîngradê qelema xwe dajo ser peyvan dilê xwe radixîne ser kaxizan.


Ev barana dûr mîna yara min
Tê û radmûse dêm-dîndara min,
Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê
Û serxweş dibim bîn û hêlma wê…

Barana ezîz bi eşq tê xarê,
Dinyayê dişo toz û xubarê,
Dinya dikene mîna gula al,
Ji min direvin û xem û xiyal.

Şiko Kurdperwer e welatperwer e Kurdan wek çiyayekî bilind dibîne di sala 1967an de li Tilbîsê di helbesteke xwe de wiha dibêje:


Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilindtir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsiye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra.

Ez hatime xar ji çiyayê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar û şa…

Ez hatime xar çiyayê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweyî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar…

Şiko ji Elegezê hez dikir ji ber ku li Elegezê di zartiya xwe de dibistana navîn xwendibû. Ew hezkarê çiya, banî û jiyana Kurdan e. Li Leningradê di sala 1967an de bi eşqeke mezin helbesta xwe ya Elegezê dinivîse:


Hemêz kirin pencê royê
Elegeza kaw û naz,
Wê çev mizdan, rabû xewê,
Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî
Mîna zerya dewatê,
Muhbet gur kir hezar dilî
Evd û îsan, tebyetê…

Konê kurdî li sîngê wê
Bûne hezar xal û xet,
Hezar-hezar war bingê wê
Bûne rewşa xewn, qudret…

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961ê de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê “Perwaza Welat” û “Payîz û Ba” du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Mixabin Kurdên me qedr û qîmeta nivîskarên xwe nizanin. Kurdên me ji xelkê re yar in ji xwe re korr û lal û kerr in.

Dixwazim nivîsa xwe bi helbesta wî ya Klama Çivîka Zivistanê biqedînim. Ev helbest di sala 1965an de li Tilbîsê hatiye nivîsandin.


Adarê bê, baharê bê,
Wê bên rojêd ezmançîk,
Roj bikene wê eşq, hubê
Daxe pencê zêrkilçîk…

Ku tune bim ez li dinê
Min xem nîne û talaş,
Dinê bi gul bibe xinê
Û bextê xwe bimîn şaş…

Hêvî dikim ku Şikoyê Hesen di dîrokê de wek rûpeleke kevn û veşartî neyê jibîrkirin û ji nifşên nû ve bê zanîn û xwendin.