EPÎLEPSÎ

Fzt. Mustafa Önal

                                                                                         Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon

Epîlepsî (fê, edr), nexweşîyeke mejî ye. Mirov bêhiş dixe û mirov bêhemdî xwe dilive, diricife, dikeve erdê; carina jî kefê bi ser devê mirov dixe. Epîlepsî, di warê tenduristîyê da mijara norolojîyê ye. Bi kurtasî mijara zanista rehikan e.

Rêveberê laş, mejî ye. Hemû çalakîyên me li mejî tên nirxandin û pişt re pêk tên. Hemû şane, bi rêya elektrîkê bi hev ve girêdayî ne. Ev girêdan li gorî pêvanekê ye. Carina ev pêvan têk diçe û ev elektrîk zêde û xwe bi xwe belva dibe. Hişê mirov diçe û pêgirîyên epîlepsîyê dest pê dikin. Ev rewş çend xulekan bidome û ji carekê pêve pêk neyê wekî “pêgirîya/nobeta epîlepsîyê” tê bi nav kirin lê ji carekê zêde çêbibe û bibe domdar bi navê “nexweşîya epîlepsîyê” tê pênase kirin.

Heta salên dawî jî, piranîya civakan, bi çavekî nebaş li van nexweşana dinêrin. Digotin “ew dîn in, cin ketine hundirên wan û hwd.” Niha pir kêm bin jî diçûn cem şêx û melayan nivişt çêdikirin.

Epîlepsî, ne pirsgirêkeke dînbûnê ye. Nexweşîyeke mejî û rehikan e. Ev nexweşî pir caran ji xwe ber derbas dibe. Pir caran jî di bin çavdêrîya bijîşkan da û bi dermanên taybet çareser dibe. Divê mirov ji van nexweşan netirsin. Ew ne dîn in û pêdivîya wan bi nivişt û tiştên beredayî tune ye.

Epîlepsî ji ber çi sedeman çêdibe?

Sedemên epîlepsîyê pir in lê cureyên epîlepsîyê jî ewqas pir in kîjan sedem, dibin sedema kîjan epîlepsîyê hîn zelal nebûye. Em dikarin hinek sedeman wisa rêz bikin:

  • Sedemên zikmakî: Nexweşîyên kromozoman, nexweşîyên metabolîkî (jînkarî), kêmbûna enzîman

Kromozom: Kromozom, hilgirên taybetmendî û xuyanîyan in. Kromozom, yekeyên DNAyê ne û genetîkê pêk tînin. Peyveke yûnanî ye. Ji chromos (reng) û soma (laş) pêk tê. Pirtikên di her jîndaran da taybetîyên genetîkî (irsî) pêk tînin wekî DNA (Deoksîrîbonukelîkasît) tên bi nav kirin. Taybetîyên dê û bav bi rêya van pirtikan derbasî zarokan dibin.

Metabolîk: Jînkar. Hemû çalakî û bertekên kîmyasal ên bi domandina jîyanê re têkildar in.

  • Menenjît, girêkên mejî (ûr, tumor)
  • Bikaranîna çixareyê, vexwarinên serxweşker, bikaranîna hêmanên tîryakê û bêhişker
  • Piştî bobelatan êşandina mejî, trawma
  • Talerz. Bi tayê re livîn û lerizîna dijwar (konvulsîyon/hewale).

Di dema pêgirîya epîlepsîyê da hûn dikarin çi bikin, çi nekin?

  • Berî her tiştî bang ambûlansê bikin.
  • Nehêlin nexweş tiştekî bi xwe bikin. Ji ber vê divê hemû alavên xeternak ji derdora nexweşan bên rakirin. Divê derdora nivînên wan ne bihesin be û nivînên wan dûrî dîwar û alavên xeternak bin.
  • Ser û laşê nexweş bizivirînin kêlekê û balîfeke nerm bixin bin serî
  • Ji bo ku nexweş dev li zimanê xwe neke û ziman neçe paş devê nexweş vekirî bihêlin lê tilîyên xwe yan jî alaveke din nexin devê nexweş. Li vir armanc domandina danûstandina hilmê ye. Di dema talerzê da nexweş pir dijwar dilerize. Dema hûn tiştekî yan jî tilîyên xwe bixin dev, diranên nexweş û tilîyên we dikarin bişikên.
  • Kincên nexweş sist bikin. Xwarin di dev da hebe derxînin. Divê hilma nexweş neçike.
  • Ji bo ku nexweş bi ser xwe da were kolonyayê lê nekin, pêvazê nedin ber poz, avê lê nekin û lê nedin.
  • Tu dermanan nedin nexweş
  • Hemû çavdêrîyên xwe bi pisporan re parve bikin.
unrecognizable african american scientist studying anatomy with tablet

EM HÎNÎ LAŞÊ XWE BIBIN

Mustafa Onal

Mirov, ji nav jîndarên heyî, jîndarên herî zîrek in. Laşê mirov, ji alîyê pergal û lebatên niwaze û ewqas jî tevlihev ve tê bi rêve birin. Ji mejî heta reh û masûlkeyan her lebat û beş karên ji hev cuda û taybet dikin.

Zanista li ser laşê mirov lêkolînan dike anatomî ye. Anatomî li ser qilafet, laş û pergala jîndaran radiweste. Ji ber ku anatomî, zanista laş e, em dikarin anatomîyê wekî  “laşnasî” bi nav bikin.

Em ê li vir qala hinek beş û lebatên laş bikin.

Mejî

Bi navê zanistî (latînî) cerebrum e. Mejî, navenda birêvebirina laş e. Mejî, di serî da bi kiloxê (hestîyê serî) tê parastin. Pirsgirêk, li mejî tên nirxandin û çareserkirin. Mejî, ji lebatên din hişyarîyan digire, dinirxîne. Rêxistin, têgihiştin, dîtin, bihîstin, hestkirin û hwd. di mejî da tên nirxandin û bi rêve birin.

  • Masûlke

Bi navê zanistî musculus e. Di laşên mirovên gihiştî da kêmzêde 300 cot masûlke hene. Karê masûlkeyan ê herî girîng tevger e. Masûlke û pergala hestîyan bi hev re tevgerê pêk tînin. Bi vî awayî mirov dikarin ji cîyekî herin cîyekî din. Masûlke, xwe bi hestîyan ve digirin û bi vî awayî ji laş re dibin piştevan û laş jî xweş xuya dike. Nêzî %85ê germahîya laş, ji alîyê masûlkeyan ve tê hilberandin. Herwiha masûlke, hinavên mirov jî diparêzin.

  • Hestî

Bi navê zanistî os e. Hestî, di laş da karê hilgirtina giranîya laş dike. Di laşên mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestî û masûlke bi hev re tevgerê pêk tînin. Bi rêya pergala hestîyan laş, rast disekine. Hestî, embara kalsîyûmê ye. Hinavên mirov, ji bandorên neyînî diparêze. Şaneyên xwînê çêdike. Ji bo masûlkeyan cîyê girêdanê ye.

  • Rehik/Rîşe

Bi navê zanistî nervus (nerve) e. Pergala rehikan ji mejî, mejîyê biçûk, mejîpişt, rehikên derdorî û rehikên serî pêk tê. Pirsgirêkên li vir rû bidin dibin sedemên nexweşîyan. Felc, epîlepsî, parkînson, menenjît, demans hinek ji van nexweşîyan in. Bi rêya rehikan hayê mirov ji rûdanên hundir û derve çêdibe. Rehik, agahîyan digire û dibe beşên din. Kar û tevgerên lebatên din saz dike. Me gotibû bi hevkarîya masûlke û hestîyan tevger pêk tê. Ji bo vê pêkanînê jî hişyarî divê. Sedemên vê hişyarîyê jî rehik in.

  • Reh

Bi navê zanistî vas e. Reh û rehik ji hev cuda ne. Rehik (nervus), agahîyan digire û dibe beşên din. Reh jî xwînê bar dike. Bi kurtasî barê rehikan agahî/hişyarî ye, barê rehan jî xwîn e. Xwîna ji dil derdikeve bi rêya rehên xwînê li hemû laşê mirov digere. Reh bi sereke 3 cure ne: Xwînber, xwînhêner, rehên zirav (mûrehk). Xwînber, xwînê ji dil bar dike beşên din. Xwînhêner, xwînê ji beşên din vediguhezîne dil. Rehên zirav jî di navbera xwînber û xwînhêneran da ne. Di navbera xwîn û şaneyan da danûstandina oksîjen û hwd. dikin.

Laşê mirov niwaze ye. Dil, diavêje û xwîn bi rêya rehan li laş belav dibe. Rehik, agahîyan tînin mejî. Mejî van agahîyan dinirxîne û biryaran dide. Em mînakekê bidin. Ji bo ku tevger pêk bê mejî, agahîyên ji rehikan girtî dinirxîne û dîsa bi rêya rehikan fermana meşê dide masûlkeyan. Masûlke jî bi hevkarîya hestîyan tevgerê pêk tînin. Di hemû serdêmên meşê da movik, girêk, menîskus jî karên cuda dikin. Tevger, di movikan da pêk tê. Bi rêya girêkan hestî bi ber tu alî ve xwar nabin û ahengîya xwe didomînin. Menîskus jî di navbera hestîyan da encamên giranî û zextan dadixin asta herî jêr.

Zanyaran Mêtodek Hêsan Kifş Kirin Ku Tu Dê Hema Hema Her Tiştî Bibîr Bîne

Mîla Kurdewar

Gelek ji me bi rojê bi jibîrkirinê re têdikoşin. Lêkolînên zanistî di derbarê bîr û ji bîrnekirinê de rastîyek girîng vedît. Li gorî van lêkolînan, awayê çêtirîn ku meriv tiştek bi bîr bîne xêzkirin e.

Zanyarên ku beşdarî lêkolîna Zanîngeha Waterloo ya Kanadayê bûne difikirin ku rastiya xêzkirina wêneyan ew qas bandorê li bîrayê dike ev e ku ew gelek faktoran vedigire. Ji ber vê yekê xêzkirin dihêle ku bêtir beşên mêjî bi çalakî werin bikar anîn.

Heke hûn yek ji wanên ku dibêjin “Ez di xêzkirinê de pir xirab im”, hûn ne hewce ne xem bibin. Heman lêkolîn dibêje ku hûn ne hewce ne ku baş xêz bikin da ku hûn sûdê ji nehfên bîranîna xêzkirinê bigirin.

Xêzkirina wêneyan karekî pir hêsan e û dikare di jiyana rojane de bi hêsanî were sepandin da ku bîranînê baştir bike.

Di vê lêkolînê de, lêkolîneran bi 48 beşdarên cûda re xebitîn, nîvê wan 20 salî û nîvê din jî di 80 salî de. Gotinên cihêreng ji beşdaran re hatin pêşandan. Ji wan hat xwestin ku herdu peyvan û taybetmendiyên wan ên laşî binivîsin û ya ku ew temsîl dikin xêz bikin.

Piştî demekê, ji beşdaran hat xwestin ku bi qasî ku dikarin peyvan bibîr bînin. Mezinên ciwan di bîra xwe de ji mezinên pêşkeftî çêtir bûn, lê her du koman çêtir peyvên ku wan kişandibûn bi bîr anîn.

Ji ber vê yekê, ji bilî girtina notan, bi destxistina adetek xêzkirinê dikare di jiyana me de rehetiyek mezin jî peyda bike. Hûn dikarin ji bo vê yekê sepanên dijîtal bikar bînin. Lêbelê, em hîn jî karanîna kaxez û pênûsê pêşniyar dikin. Me li vir sedema pêşniyara xwe vegot.

Gulderen Yaşar

Werger: Mila Kurdewar