Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê

Occo Mahabad

Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî guheriye, bi şêwe û şikleke nû girtiye. Îroyîn dengbêjên herêmê zêdetirîn di malên dewlemendan an jî niştecihên lê jiyayî de deng û sedayên xwe belav dikin li ser guhdarên ezîz. Divê em ji bîr nekin ku dengbêj neynika civatê ye. Di wêjeya devkî de xwedî cihekî girîng e. Pirr çîrok, destan û serpêhatiyên dîrokî bi deng û xîretên wan hatine roja me.

Li Rojhilatê Kurdistanê, pêşengiya çanda dengbêjiyê bêhtirîn herêmên  Makû, Mahabad, Xoy û Wirmiyê kirine. Dengbêjên Rojhilat her çiqas di dewra Şoreşa Xumeynî de astengî, zor û zordariyên mezin dîtibin jî heta roja me xebatên xwe bê navber domandine.

Dengbêj Brahîmê Newrozî an jî bi nasnava xwe ya herêmî Xalê Birê, li gundê Conî ku girêdayî Wirmiyê (Ormiye) ye hatiye dinê. Derbarê sala jidayikbûna wî de mixabin tu agahiyek tune. Newrozî ji eşîra Şikakî ye. Ev eşîr ji Gola Ormiyê heta Şemdînan, Miks û Behdînanê belav bûne û bi cih bûne. Bi devoka Şikakî diaxivin.  Şikakan zêdetirîn bi serek û rêberê Kurd Simko Axa ve tên naskirin. Simko bixwe jî ji eşîra Şikakan e.

Bajarê Wirmê dehemîn bajarê mezin ya dewleta Îranê ye. Nifûsa vî bajarî xweşik gihîştiye 2 mîlyon kesî. Wirmiyê bi gol û hilberîna xwêyê, jiyana xwezayî û dilgermiya mirovên xwe navdar e. Gola Wirmiyê li Rojhilatê Kurdistanê gola herî mezin e. Bi masîvanî û masiyên xwe yên tehmdar deng vedaye. Ji bo geşt û seyranê dereke nuwaze û bêhempa ye. Wirmê di sala 1760’an de demek di bin serdestiya Kerîm Zend de dimîne. Kerîm Zend serokê dewleta Zend ya Kurd bû. Ji bilî Kurdan di heremê de Ermen, Sûryan û Azerî niştecih bûne.

Di sala 1969’an de li radyoya Wirmê, Tehran û Kirmanşanê bi zaravayê Kurmancî her hefteyê nîv saetê carinan jî du saetan dest bi weşanê dike. Bi damezrandina Radyoya Wirmiyê Xalê Birê jî dest bi xebatên xwe yên hûnerî dike. Li radyoyê bi Îran Xanim, Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade re klam û stranên curecur distrê û dişixule. Bi saya van camêrên hunerhez dengê Kurdan belav dibe hemû herêmê. Di radyoyê de stran û klamên her deverê Kurdistanê bi fermî tê strandin û îcrakirin.

Brahîmê Newrozî jî mîna Îran Xanim di bin bandora ekola dengbêjiya Serhedê de maye. Hûn klamên Newrozî guhdar bikin hûn ê bibêjin qey ew dengbêjê Agirî an jî Wanê ye. Cure, terz, vegotin û lihevanîna klamên gotî mîna Serhedê ne.

Newrozî ne bi tenê dengbêjekî ye ew şoreşger û şervanekî ye jî. Di navbera salên 1978ê heta 1993yan de di Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê de pêşmergetiyê dike. Ji bo azadî û mafên Kurdan bi salan bi dildarî têdikoşe. Newrozî jî wekî her Kurd di bin zext û zordariya rejîma Îranê de jiyaye. Di sala 1986an de ji ber sedemên siyasî mecbûr dimîne direve tê Stenbolê. Lê sîxûrên Îranê li pey wî bernadin. Di êrîşeke nexêr de bi giranî birîndar dibe. Nêzîkî sê mehan li nexweşxanyeke Stenbolê tedawî dibe. Demeke dirêj ji ber birîndarbûna xwe nikare xebatên xwe yên dengbêjî û siyasî bidomîne.

Newrozî li Stenbolê çar qasetên Kurdî derdixe. Gotinên klam û stranên ku xwendine piranî aîdî wî ne. Balkêş e ku li ser bajarê Stenbolê jî klamek beste kiriye. Eşkere ye derd û kulên vî bajarî jê re giran hatiye. Di klamên gotî de hûn bêhna bêriya welêt û eşqa axa Kurdistanê dikişînin hundirê xwe.

Di sala 1993yan de dewleta Îranê efûyeke giştî derdixe ji ber vê Newrozî vedigere Rojhilatê Kurdistanê dest bi karê bazirganiyê dike. Xalîçeyên herêmê bi saya têkîliyên xwe yên Stenbolê difiroşe bazirganên Tirkiyê.

Em dibînin ku dengbêjek bi dengbêjiyê nikare debara mala xwe bike û bi karên curecur jiyana xwe dewam dike. Gellek dengbêjên me mixabin îro di vî halî de ne. Dengbêjên navdar yan bi karê avahîsaziyê mijûl in yan heywan xwedî dikin yan jî bazirganiyê dikin. Hinek dengbêjên me nikarin tu karî jî bikin. Lê rewşa herî dilşewat bêxweyîtî ye. Dengbêjên ku parsê dikin gelo dilê Kurdan naêşînin. Ez carinan xwe bi xwe dipirsim gelo Kurd çiqas neteweperst in gelo çiqas li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin gelo çiqas Kurd in?

Birahîmê Newrozî heya niha nêzîkî hezar klam û stran gotine 600 heb ji wan bixwe nivîsandine û beste kirine. Di arşîva radyoya Wirmê ya Beşa Kurdî de 300 heb klamên wî hatine veşartin. Newrozî behtirîn bi klamên xwe yên Delal, Bedewê, Lê Lê Zeriyê, Eşqa Dilan, Keçika Canê û Hevalo tê naskirin.

Birahîmê Newrozî (Xalê Birê) di sala 2001î de li Gundê Conî jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê dost û xizm û girseyeke mezin li gundê xwe tê binaxkirin.

Em li vê dinyayê mêvan in û mêvantiya me xelas bibe bi tazî û rût mîna her mirovî em tevî xwezayê dibin. We li vê dinyayê çi kiribe ev kirinên we ji civatê re dimîne. Dengbêj dimire şopa wî dimîne. Îro şopa Xalê Birê di jiyan û bîra me ya civakî de cih girtiye. Divê em qîmeta dengbêjên xwe bizanibin. Kî ne çawa jiyane çi derd û elem kişandine, çi afirandine çi kirine em bizanibin. Ya herî xeter ew e ku ciwanên me yên xama û nugihîştî dengbêjên xwe nas nekin û lê xwedî dernekevin e.

Kurd û Înternet

Înternet zaf rehetiyê dide mirovan, bi hêsanî wext, cih, bihaya bilêtekê ya şanoyekê peyda dike her wisa dikare biletê jî bikire. Agahiyên cihê ku dixwaze bigere distîne. Nûçeyan dibîne. Bi hevalên xwe re xeber dide. Mifayên înternetê ne yek ne du ne. Aniha li cihanê internet bûye perçeyek ji jiyanê. Gelo Kurd çi qasî bikartînin?

Bi peyvên teknîkî ve serê we tevlîhev nekim. Ji ber bêdewletbûna Kurdan em nikarin carekê de wê bêjin, lê nifûs û analîzên dewletên ku Kurd tê da dijîn bi saya wan em dikarin rêjeyek bînîn berçav.

Mijarek balkêş li hemberê we ye

Mijarên min Kurd li înternetê çi digerin(lêgerin) û herî zêde kîjan peyvan ditiqînin û her wiha Kurd çi qas înternetê da hene ango bikartînin?

Ev lêkolîna min bi tîpa Latînî ye, ya Erebî nîvco mabû lowma ez ê ya latînî bêjim.

Destpêkê de ez dê bahsa biyanan bikim. Biyanek li ser înternetê “Kurd(s)” û “Kurdistan” binivîse çi derdikeve, piştra ev peyvana înternetê da çi ji wan re pêşniyar dike yan çi tîne li hemberê wan û tiqandina wan a duyem kîjan malper an peyv e?

Wê demê piştê lêgerîna peyva “Kurd(s)” peşniyar birêz “Mesud Barzanî” bû, wê pirr bala min kişand ji ber ku heman demê da li Rojava şer, berxwedan hebû û li serhilbijartina Serxwebûna Kurdistan ra salek derbas bi bû lê rûpelên pêşîn bahsa Birêz Barzanî dikir. Li Rojava de têkoşîn hebû dibê peyvên “Rojava” “YPG” zêdetir bihatna lêgerandin, bila ew bibe balkêşanek!

Di vê demê da rêjeya welatan wiha bû

  • Emerîka
  • Îngîlîstan
  • Rusya
  • Siviçre
  • Norvech

Rusya bi artêşa xwe li Rojava bû em dibînin ku gelê Îngîlîstanê ji Rusyayê zêdetir li ser înternetê rojev a Kurdan dişopînin.

Ew welatên sereke bûn ku eleqeya wan bi Kurdan ra heye. “Kurd’s” li hemû cihanê tê gerandin. Nasnameyeka Kurda li cihanê heye lê bêriya ku behsa nasnameya Kurdan li înternetê bikim, welatên ku “Kurd’s” binivîsînin Google dê çi ji wan re pêşniyar bike, agahiyên derbara Kurdan de çi ne li jêrê ezê  rêz bikim;

Emerîka piştî peyva “Kurd’s” “Kurdistan” bi pêşniyara malperan û Googleê hevokên li binêtiqandine;

Why is Turkey fighting the Kurds / Çima Tirkiye bi Kurdan re şerdike

Kurds region Syria / li Surî ware Kurda

How many kurds have been killed / Çi qas Kurd hatin kuştin

Îngîlîstan;

Rakka / Raqa

Ottoman Emparor / Osmanî

Turkey bombing Kurds / Tirkiye Kurda bombebaran dike

Erdogan / Erdoxan

We do kurds come from / ew tê çi wateyê nizanim lê dibe ku nûçeyekê da derbas dibe ji ber ku wextekê li serve mijarê mijûl bûne.

Li cihanê kesek bixwaze di derbarê Kurdan de agahiyek bistîne, dikare al, erdnîgar, çand bibîne. Lê tiştê bala min kişand lêgerandina “Ahmad Khani” bû. Ehmedê Xanî gellek zêde hatibû lêgerandin û li ser gelek lêkolîn hatibû kirin û herwiha min gelekbelge û PDF ên biyan (xêncî Îngîlîzî) bidest xist. Helbet berhemawî ya “Mem and Zin” “Mem û Zîn” jî gelek caran hatibû gerandin. Ango em dikarin bêjin nasnameyê kurdan Ehmedê Xanî di de cihanê?! Elake ya biyan li ser Kurda gor rojeva vê demê kêm zê de ev bû.

Hinek jî bahsa bajarên me bikim lêkolîna min a tîpa erebî xilas nebû lowma ezê tenê behsa Bakûrê Kurdistanê tîpa latinî bikim.

Her bajar herî zêde nave xwe lê digere di vê çarçoveya de tiştê herî balkêş Elezîz e. Li Elezîzê da herîzê de nave Amedê hatibû lêgerandin. Evê jî bala min kişand li ser hûrbûm. Dibe ku sedem futbol be… ji ber ku piştê peyva “Amed” “AmedSpor” tê gerandin lowma dibe ku Elezîz’ê jî futbol zêde têhezkirin û rêjeya Elezîzê de derket lê ne wisa bû, bi qasî bajarên din ew jî tîmafutbolê digerin ne zêde ne jî kêm.

Lêgerîna bajaran roj, rojev, yan li gor popîlerbûna stran, fîlm, futbol hwd. Diguhere lê peyva “Kitap(Pirtûk)” Mêrdîn, Êlih, Amedê de zêde hatibû  gerandin lê mixabin bi Tirkî hatibû tiqandine.

Herî zêde kîjan peyv hatiye lêgerandin?

Di vê mijarê de ez zêde hestiyar nêzik bûm, lowma peyvên wek “çand” “helbest” “pirtûk” “çîrok” hwd. Hûrbûm encam min matmayîkir. Ne tenê li welêt li tevahî cîhanê peyva “Govend” di nava Kurdan da hatiye gerandinê. Piştê peyva “govend” “Xecê Herdem” “Ahlatlı Şükran govend indir” tiqandine. Heger peyva yekem govend be helbet ya duyem jî stran e. Wê demê da Rojbîn Kizil, Xece Herdem, Koma Sê Bira binav û dengbûn ne tenê Bakûr li Başûr jî wisa bû. “Mashup Rojbin” herî zêde dihat lê gerandin hetta “KURDISH MASHUP” li Kazakîstan, Rusya û welatên din de jî trend bibû û dihat guhdar kirin û gerandin. Li Îraqê piştre “stran” “xoshteren stran” “stran Tv” dihat tiqandine lê yê sereke “stran Tirki” bû û herî zêde jî herema Dihokê de geran dîbûn ango tê wê wateya ku Birahîm Tatlises hê jî li Îraqê popîler e!

Mijara me li vir de dibe dualî Kurd li înternetê hene, lê Kurdî çi qas li înternetê de heye?

Kurd li ser înternetê peyvên çandî, hûnerî nagerin, danûstandinê nakin, bileta balafir an sinamayê nakirin, bi Kurdî tiştekî nakin. Kurd herî zêde li înternetê nûçeyan dixwînin.

Em nikarin bêjin Kurd li paş teknolojiyê ma ne li heyama xwe de dijîn, Compiter, telephone destan a smart, televîzyonên smart bikar tînin, lêgirana xwe bi Tirkî, Farisî, Erebî dikin tiştê ku bigerin Kurdî jî bibe hejmarek mezin bi zimanekî biyanî digerin. Kêm Kurd li înternetê de Kurdî tiştan digerin û li înternetê kêm tişt bi Kurdî ye.

Hinekî jî bahsa cihanê bikim

Di navbera 1999-2018 de li Googleê ajala ku herî zêde tiqandine kuçik e. “Buldog” popûler,  cinseke kuçikan e lê belê her çi qas kuçik were tiqandin jî, herî zêde vîdeoyên pisîkan tên temaşe kirin. Piştê kuçik rêza ajel pisîk, masî, balinde, hesp, hirç, şêr û her wiha diçe.

Cristiano Ronaldo futbolîstekî herî zêde hatiye tiqandine lê 2016an de lêgerandinê de cihê xwe daye Neymarê ev her dû camêr Ronaldinho, Maradona, Zidan paş xwe xistine.

Fîlm

Ji 2000an şûnda Matrîx, Lord of the Rings, X-Man herî zêde hatine tiqandin, di 2018an de Black Panter, Dead Pool, Venom fîlmên herî zêde hatine gerandin.

Derbarê mûzîkê de jî agahiyek saxlem min nedît, lêkolîn Justîn Biber, Rihanna, Eminem dixin pêş lê biya min mafê Michael Jackson û kesên wek wî binav û deng dixwin lê di 2018an de kom an mûzîkjenê ku herî zêde hatiye tiqandine; Demi Lovato, Cardi B, Daniel Küblböck, Travis Scott, Rick Ross, 6ix9ine, Childish Gambino, Nick Jonas bûn.

Nivîs : Kurdo Zanyar

Edit : Cemal Meşmayî

Çavkanî;

Google

We are social

Hotbrid

(*Ev statistîka destpêka 2019an de hatiye çêkirin)