Mikaîl

Erol Özyiğit, Ali Asker Barut

Werger : Mehmûd Aksoy – Fexrî Ulug

Ey ozanê ku ‘’guhê wî de gumguma çem re’’ direve

Ez çawa dikarim bextevariyê vebêjim

Devê min de zimanek kevn yê şikeştî

Hemû têlên mi ji şîna heyvê agir girtine

Devê min de zimanek kevn yê şikeştî

Ez li bin sîya dara berûye rûniştim

Ez dengê dervêşek birîndar bum, axivîm

Kevir, ax û çiqil ji êşa min re rêz girtin

Ez dengê dervêşek birîndar bum, axivîm

Ji ber ku min berîya niha bi xemgînîyê ser ruyê erde derbas bûm

Niha gavên min li ti rêyê nabin

Herin

Zivistanêk dirêj de li benda min bimînin…

Ji ber ku ji bo we

Gavên xwe di xemgînîya awirekî de

Ra-di-wes-tî-nim!

Ra-di-wes-tî-nim gavên xwe di xemgînîya awirekî de

Ra-di-wes-tî-nek kewn de rûye min xemgînîyek direj de

Çûkek mina agir serê sibehê firîya

Gelê hilweşîyanî ê ji hunderê xwe birîndar

Li serê çiyayek, li ser şaxekê girîna stûr

Be guman em ê rojekê bên ziman, em ê ben gotin

Ye go wekî hinareki şikeştî di hundirê desmaleke ve pêçayî

Çûkek mina agir serê sibehê firîya

Min xwe bi tîpên arî xwend

Di şewa ku zimanê wî ji xemgînîyê spî dibe

Ey tenêtîya ku ji dilê min re şîrk e

Min fam bike!

Min fam bike, ez bi te re bi tîpên arî axivîm

Ey ozanê ku ‘’guhe wî de gumguma çemre’’ direve

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Dengê seyîdê min ê pîr ê bi ber ta(*) meşandî li qadekê ma

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Şibaka vagonek reş de bira min de ma

Cemal Sureya şeş salî yê, sirgunkirî

Çawên tazî yên ku ji stasyona Elezîzê avêt nav tarîtîyek stêrkan

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Li ser rûye çîyayek ku xewn nedîtîye

Li ser rûye çîyayek ku dîle min bi ezbera tozê dixune

Mîna pelek zuwa li ber dengê çuka Pepukê serî ditewîne

Li ser rûye çîyayek ku mîna pelek zuwa ditewe

Li ser rûye çîyayek bi eşqalê hespekî kor

Ez çawa dikarim bextewariyê vebêjim

Ax tembura minî hunderê wê qulqulî, derd mezin, wekîle heqiqeta min

Du helbestvan dibin nefesek û cilubergek ji peyvên pizot çekîrî li Mikaîl kirin

Nizanin bi pîrêminin dilmayîn û xeyîdandî

Ji wan re peyv zelalim di her xaniye wêranbûyîde deng vedidim

Ax ez di hundurê dinyayek bi qiler û ji êşê bi nûrînî digerim

Zimane min di devê min da şikeştî bu, zimanê min girekekî kor bu

ez hatim di te de vebûm

We roja min pinpinîkek bi çoş dît di bexça bûharê de

Baskek wê di hundirê ezmane şîn de, baskek we  ji li ser pizot

Derbasbûm di wira min de êşa cihanê

Derbasbûm di wira min de qîrîna dervêş û pîrên min

‘’Erê ez ozanek im’’ neçuyî ya ‘’gumguma çemekî’’ ‘’guhê min da’’

Arî ji pizot qeşitî, pizot ji tarîbûna agir veqetîya

Veketîya agir ji xwe, bû qadek laşê min ji bo yê cem girtinê pervana

Ez yê ji zarokekî biçûk, min awirek dilmayî kirrî

Tenê ez kesera wî vedibêjim, bi ruhê xweyî eware, ku ji şînbuna heyvekê agir girtîye

Veketîye agir ji xwe, bû qadek laşê min ji bo yê çem girtinê pervana

Rûyê min ket dengê dengbêjekî

Niha ez disekinim ji bo di ayîna ba bêm xwendin

Ey yê go qufla çîyaya li zimanê xwe daleqandîye

Ey yê go qufla çîyaya li zimanê xwe daleqandîye

Ez te di rewêrta çirokek kevn dixwînim

Tu rûyê min nexwîne

Ji ber ku ez di wextek kor de bi lalbûna çema sekîni me

Zanyaran Mêtodek Hêsan Kifş Kirin Ku Tu Dê Hema Hema Her Tiştî Bibîr Bîne

Mîla Kurdewar

Gelek ji me bi rojê bi jibîrkirinê re têdikoşin. Lêkolînên zanistî di derbarê bîr û ji bîrnekirinê de rastîyek girîng vedît. Li gorî van lêkolînan, awayê çêtirîn ku meriv tiştek bi bîr bîne xêzkirin e.

Zanyarên ku beşdarî lêkolîna Zanîngeha Waterloo ya Kanadayê bûne difikirin ku rastiya xêzkirina wêneyan ew qas bandorê li bîrayê dike ev e ku ew gelek faktoran vedigire. Ji ber vê yekê xêzkirin dihêle ku bêtir beşên mêjî bi çalakî werin bikar anîn.

Heke hûn yek ji wanên ku dibêjin “Ez di xêzkirinê de pir xirab im”, hûn ne hewce ne xem bibin. Heman lêkolîn dibêje ku hûn ne hewce ne ku baş xêz bikin da ku hûn sûdê ji nehfên bîranîna xêzkirinê bigirin.

Xêzkirina wêneyan karekî pir hêsan e û dikare di jiyana rojane de bi hêsanî were sepandin da ku bîranînê baştir bike.

Di vê lêkolînê de, lêkolîneran bi 48 beşdarên cûda re xebitîn, nîvê wan 20 salî û nîvê din jî di 80 salî de. Gotinên cihêreng ji beşdaran re hatin pêşandan. Ji wan hat xwestin ku herdu peyvan û taybetmendiyên wan ên laşî binivîsin û ya ku ew temsîl dikin xêz bikin.

Piştî demekê, ji beşdaran hat xwestin ku bi qasî ku dikarin peyvan bibîr bînin. Mezinên ciwan di bîra xwe de ji mezinên pêşkeftî çêtir bûn, lê her du koman çêtir peyvên ku wan kişandibûn bi bîr anîn.

Ji ber vê yekê, ji bilî girtina notan, bi destxistina adetek xêzkirinê dikare di jiyana me de rehetiyek mezin jî peyda bike. Hûn dikarin ji bo vê yekê sepanên dijîtal bikar bînin. Lêbelê, em hîn jî karanîna kaxez û pênûsê pêşniyar dikin. Me li vir sedema pêşniyara xwe vegot.

Gulderen Yaşar

Werger: Mila Kurdewar

Mirovahî Çima Bextreş Bû? Rûberî Orwell û Huxley

Sîbel Çaglar

George Orwell nivîskarê “1984” û Aldous Huxley jî nivîskarê “Cîhana Nû ya Wêrek” e. Herdu jî di pirtûkên xwe de pêşbîniyên xwe li ser pergalê cîhana pêşeroj û pergalên rêveberiyê nivîsandine. Ya ku ew herdu hevpar in û texmîn dikin ew e ku mirovahî dê ji hêla hin hêzan ve were girtin û bextreş û dejenere bibe. Lê wan ramanên cûda li ser rêbazan derdixin pêş. Li gorî we kîjan rast e ? Orwell an Huxley ?

Huxley û Orwell

Di dawiya salên 1940’an de, di demek ku radyo wekî amûrek gelekî bibandor di destê dîktatoran de dihat bikar anîn, û dema ku rejimên totalîter ên wekî komunîzm û faşîzm dihatin jiyîn û di nav her tirsê de dijiyan, pêşbîniyên li ser bandorên medyaya girseyî li ser jiyana mirovan dest pê kirin. Ji vana ya herî girîng pêxemberîtiya George Orwell di romana xwe ya 1984’an de bû ku teknolojiyên ragihandinê dê mirovan bixe nav dîktatoriyek cîhanî û dê hemî mirov neçar bimînin ku di bin rêgezek totalîter de, di bin çavdêrî û kontrola pergaleke ku jê re dibêje “Birayê Mezin(Big Brother)” bijîn. Di vê pêxembertiyê de, Orwell piranî cîhanek ku totalîterîzm mîna komunîzm û faşîzm lê serdest e, destnîşan kir.

Lêbelê, ji xeynî pêxemberiya tirsnak a Orwell, pêxemberek din jî hebû ku wê demê zêde balê nakişîne. Ev pêxemberîtiya alternatîf teza Aldous Huxley hinekî kevintir, hinekî kêm-naskirî, lê bi heman rengî tirsnak Cîhana Nû ya Wêrek bû. Berevajî baweriya ku di nav mirovên ku dixwînin de jî serdest e, pêxemberiyên Huxley û Orwell ne wek hev bûn. Hişyariya Orwell ev e ku zextek derewîn a derveyî dê me binxet bike. Bi dîtina Huxley, ne hewce ye ku Birayê Mezin xweserî, gihîştî û dîroka mirovan ji destê wan derxîne. Li gorî Huxley, mirov dê di pêvajoyê de zexta li ser wan dest pê bike, û teknolojiyên ku qabîliyetên ramîna wan têk dibe rûmet bike.

Orwell ji wan kesên ku dê pirtûkan qedexe bikin ditirse. Tirsa Huxley ew bû ku hewcedarî bi qedexekirina pirtûkan tune, ji ber ku dê kes nemîne ku pirtûkan bixwîne.

Orwell ji wan kesên ku dê me bê agahî bihêlin, ji yên ku dê bi têra xwe agahdariya ku Huxley bikişînin pasîfiyê, egoîzmê ditirse.

Orwell ditirse ku dê rastî ji me re were veşartin, û Huxley ditirse ku rastî di deryaya xemsariyê de bixeniqî.

Gava ku Orwell bû çanda dîlgirtinê, li ser bingeha îstismarkirina hestên Huxley, ku bi hest û topa tenîsê ya ku bi tena serê xwe li ser têlek ve daleqandî bimîne (an tevahiya rojê li ber televîzyonê li lîstik an tiştên din ên mîna efsûnê temaşe bike, bi saetan li ser komputerê derbas bike). Ew ditirse ku em ê bi saya tiştên mîna ku bi sohbeta domdar a chatê re mijûl bibin û veguherin çandek sêwîner a jîn-xwar.

Weke ku Huxley di Cîhana Nû ya Wêrek de diyar kir, azadîxwaz û rasyonalîstên giştî, ku her dem li ber hişyariyê bûn ku li dijî zilmê li ber xwe didan, nikaribûn hesabê birçîbûna mirovê hema hema herheyî ya kêfê bikin. Huxley diyar kir ku di 1984 de, mirov bi êşê hatine kontrol kirin; Li Cîhana Nû ya Wêrek, mirov bi kêfxweşiya xwe ve têne kontrol kirin.

Bi kurtasî, dema Orwell ditirse ku ya em jê nefret dikin dê me xera bike, Huxley ditirse ku ya ku em jê hez dikin dê me xera bike. Ku em bi durustî vebêjin, yek ji zilma azadiya mirovan ditirse, ya din jî pergalek ku tê de mirov wê bi koletiya egoya xwe re wekî xeterek rastîntir bibîne, didît. Dê cîhan bibûya gundekî cîhanî, lê gundê cîhanî jî dê li ser kar be da ku mirovan bixe xewê û anesteziyê. Di heman demê de boriya di destê gundê cîhanî de dê bibe medya û nemaze jî televîzyon.

Werger : Fexri Ulug

Otzî

Du geştyarên Alman, ku di sala 1991an de li  rêzeçiyayên Alpê li ser sînorê Avusturya-Îtalyayê  dimeşiyan. Piştî ku gihaştine bandeva çiyê, xwestin ku di riya qutebir de vegerin. Dema vegerê de di binê çemekî qeşa girtî de lekeyekê reş dibînin û bi baldarî lê dinêrin û fêm dikin ku ew cesed e û polîs agahdar dikin.

Polîsên ku tên cihê buyerê dest bi derxistina cesed dikin û difikirin ku ew yek ji wan çiyageran an jî leşkerên ku di şerê cîhanê ya yekem de mirine. Di destpêkê de polîsê Avusturya yê girîngiya laş fêm nake û di derxistina laş de bi lezgînî tevdigere û dibe sedema birînan. Piştî lêkolîna cesed, fam dikin ku ev cesed ne ji rêzê ye. Cihê cesed bi guncanî tê pîvandin û tê fam kirin ku ew bi çend metreyan di nav sînorên Îtalyayê de ye û radestî Îtalyayê dikin. Di encama lêkolînan de tê fam kirin ku cesed 5300 salî ye. Jê re ‘’Otzî’’ tê gotin. Otzî navê xwe ji qeşayên ‘Alpên Ötzal’ê digire û ev mûmya di dîroka mirovahiye de yê herî kevnar e. Ev laşê ku ji bandorên derveyî dûr û di bin qeşayê û bilindahiyê de heta niha xwe parastiye. Cûdahiya Otzî, ji mûmyayên şaristaniyên din jî di vê xala girîng de bi xwezayî hatiye veşartin.

Teknîkên mûmyakirina Misirê û çandên din jî pêvajoyên wekî rakirina organên hundir ên mirî û qutkirina rizîbûna wan jî bi bûjenên kîmyewî dikirin. Ji ber ku ev teknîk laş zuha dike mûmya hişk dibe. Lê Otzî, bêyî ku mudaxile bibe bi cil û bergên xwe, organên hundirî hetta rehên xwarinên zikê xwe de cudahiyek mezin li hember mûmyayên din rê dide.

Li gorî lêkolînê ew 45 salî, 50 kîlo û 1,65 cm dirêj bû. Dema ku ew di sala 1991an de hat dîtin ji ber mirina wî ew 13 kîlo bû. Gava ku ew mir, cilên wi ji çermên cuda yên heywanan û nebatên cihêreng çêkirî bû. Li ser serî wî kumikekî ji çermê hirçan hatiye çê kirin hebû.  Her wiha pêlava wi avbernedêr ji çermê heywanan çêkirî bû. Pêlava wî da ku serma nesitîne bi giyayên zuha dagirtî bû.

Di heman demê de, Otzî di çenteyê wî de alavên biçûk, amûrên birêkûpêk, heste, karokên hişk kirî û tufrengî hebû.  Wekî din ax, keviri tîr û kevan din av alavên wî de bûn.

Piştî otopsiyê, hat eşkere kirin ku di rûviyên Otzî de li kurmikê devçengelî rast hatin. Lê tiştekî meriv matmayî dike eşkere bû ku xwediyê taybetmendiyeke kuştina kurmikan dike. Otzî, kevzên darê dixwar ku kurmikên rûviyên mi xelas bibe. Di vir de ev encam dertê, Otzî haydar bû ku di rûviyên wî de kurm hene û ji bo ji kurman jî xelas bibe divê kevzan bixwe.

Di laşê Otzî de cûrbecûr 57 deq hene. Berê hate fikirîn ku ev deq bi mebesta olî an ji ji bo xemilandinê hatine çê kirin. Lê piştî lekolîna derket ku nexweşî li ku be, ew deq ji li wir çê kirine. Li gorî lêkolînan Otzî goştxwar bû.  Berî ku bimire di zikê wî de goştê pezkovî, bizin û cûreyên zad hebûn.  Diranê wî davî şikestî bû.  Dibe dema ku zad an jî goşt xwarinê de şikandibe.

Lêkolînvanan dit ku li gel laşê Otzî de kevanek, 14 tîr, kêr û bivirekî paxir tespît kirine. Otzî, bi van çekan xwe ne parastiye û hatiye qetil kirin. Dema ku nû hate dîtin, gumana ku ji qeşayê miriye hebû. Le lêkolînan eşkere kir ku Otzî di pevçûnê de birîndar buye û piştre miriye. Di kişandina rontgenê de birînên wî yên kûr tespît bûye. Zanyarên Îtalyayê di salên dawî de -2008- ji hestûyê pelvisê genomên Otzî girtine. Li gorî analîzên genoman, Otzî bi cigirên deverê re heman DNA ranegirtiye. Otzî ji Sardûnya û giravên Korsîkayê bi serde ji rojhilata navin be.

Otzî, niha li Îtalyayê li South Tyrol Museum of Archaeologyt, tê teşhîr kirin.

Çavkani:

Buz Adam Ötzi

https://www.wired.com/2007/09/dayintech-0919-2/

https://www.webtekno.com/buz-adam-otzi-nin-yolculugunu-ortaya-cikaracak-deliller-bulundu-h78975.html

https://bilimfili.com/buz-adam-otzinin-gardirobunun-kapaklari-acildi

werger : Fexrî Ulug