ZIMANÊ KURDÎ Û TENDURISTÎ

Dr. Eser Çetin     

Her mirov wekî endamê nijadekê ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê. Bi zimanê dayika xwe çavên xwe vedike. Kurdî jî yek ji wan zimanên qedîm û dewlemend e. Her çi qas ji qonaxên dijwar re derbas bûbe jî bi awayekî hêzdar li ser xwe maye û di her warî de jî weke behreke bêbinî ye û têra her tiştî dike. Bi rastî Kurdî û tenduristî jî pir li hev tên. Ez bixwe ji vê pir kêfxweş im û dema ez bi Kurdî qala tenduristiyê dikim pir dilşad dibim.

Di tenduristiyê de ciyekî girîng ê zimên heye. Lewre amûra sereke ya ragihandin û têkiliyê ziman e. Dema mirovek bi zimanê dayikê diaxive xwe baştir tîne ziman û hê bêtir dilrehet dibe. Dema em bi nexweş anjî mirovên serdana nexweşxanê kirine re dikevin têkiliyê em vê yekê pir xweş dibînin. Dema bijîşk anku xebatkarên din ên tenduristiyê bi mirovan re bi zimanê wan ê dayikê têkilî datîne ew kes pir kêfxweş dibin û xwe baştir tînin ziman. Ji aliyekî ve jî baweriya mirovan zêdetir bi xebatkaran tê û bêtir bi ya wan dikin. Bi vî awayî jî tedawî û şopandina nexweşan baştir digihêje armanca xwe.

Dema ez bi nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja, Kurdî dipeyivim çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û adiziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe  ji min re dibêjin. Bi vî awayî hewcedarî bi navbeynkar û wergeran re jî namîne û taybeta nexweş xera nabe. Di navbera nexweş û bijîşk de pêwendiyek taybet çêdibe û nexweş bêtir bi ya bijîşk dike. Bi vê re jî em hê bêhtir digihêjin encamên serkeftî.

Hewce ye tu kes ji ber zimanê xwe şerm û fedî neke. Ev çi ziman dibe bila bibe. Îcar ew ziman Kurdî be divê mirov bi serbilindî lê xwedî derkeve. Pêşniyara min him ji bo gel û civakê û him jî ji bo xebatkarên tenduristiyê ew e ku li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin, binivîsin, kêmaniyên xwe der bibin. Ew ê bibînin bê jiyan çi qas xweştir û watedartir dibe. Bimînin di nava aramî û tenduristiyê de.